Tag Archives: Ceribandin

Çend Dilopên Reş Çilkiyan

”Lê li dinyayê ji kurdan mêrxastir peyda nabin. Dayikên kurd zarê xwe li çiyan û banî, di newal û deştan da tînin. Çawan ku tev bi xûn tên dinyayê, dema diçin jî li serî ligel xûna xwe dialin; sor tên sor diçin. Çavên kurdan da jiyîn û mirin yek e. …

Read More »

AVAKIRINA KURMANCÎ

Wisa xuya ye têkiliya Kurmancî û nivîsê têkiliyeke gelek bi arîşe ye; di pêvajoya modernîzasyonê de, di dewsa ev pêvajo, arîşeyên wê werin gengêşîn, pêvajo dibe sedem tabloyên anormal û îronî biqewimin. Divê em li xwe mukir werin ew ‚zimanê şîrîn û xweş‛ zimanê folklorê bû, zimanê çanda devkî bû. …

Read More »

Zeviya Ramûsanê Ya Tekin Çiftçi

1-“Pereyên Ser Şekir” dawîya hêvîyên me, çîroka girîye me, melodîya xizanîya me bû. Pereyên Ser Şekir sitrana kewarên destên me û kilama qermîçokên rûyê me bû. Di nav berê da pênc sal derbas bûne lê hêj ez Pereyên Ser Şekir di kulma rojên xwe de diparêzim û tenêtîya şevên xwe …

Read More »

Zivîstan û Bihar…

Rojên mehên yên demsala payîzê xilas bûn. Her çiqas ku li gorî salnameyê nebî ji, payîz li wan deran zû derbas dibe. Ronahî û bêhnên roj ên demsala biharê vî bajarê de ew qasî xweş e ku cîyek wekî bihuşta ji rûyê erdê de ye û hewaya vê emrê jiyana …

Read More »

Hin Rêbazên Ji Bo Xebatê -2

*Bila xebata te biberdewan û birêkûpêk be. Her roj di heman demê de dest bi xebata xwe bike. Navberên dûr û dirêj nede xebata xwe. Heke ne nexweş bî û zêde ne westiyayî bî di rojên betlaneyan de jî bixebite. Ji bo xebata te sedem navberê belawela nebe û ji …

Read More »

Hin Rêbazên Ji Bo Xebatê -1

Her pîşe di nava xwe de xwediyê hinek rê û rêbazên xebatê ne. Rê û rêbazên xebata her pîşeyê ji hev cihê ne. Van rêbazan xwediyên wan pîşeyan çêtir dizanin lê belê ji bo jiyana xebatê hinek rê û rêbaz jî hene ku bi giştî ne. Yanê ji bo xebatekê …

Read More »

Razên Nivîsa Afirîner

Vê carê dixwazim nivîseke di eniya edebiyata me de zêde li ser nehatiye sekan, pêşkêşî we bikim. Ev daxwaza ji dilê min der bûye, derheqê “nivîsîna afirîner” de ye. Dema mirov li hin kovar an jî malperên medyaya cîranê xwe/tirkan dinihêre, derheqê “nivîsîna afirîner” de rastî gellek nivîs û pêşniyazan …

Read More »

Arjîn

Tu dizanî çima ji te ra dibêjim eşq? Ez wek zarokekî bêkes û bexweyî li kolaneke tarî û zaboq de mabûm û digirîyam. Paşê tu hatî, te destê min girt tenêtî û tarîtîya min belav kir û tu bûyî ronahîya paşeroja min. Tu gaziya dilê min, hawara gîyanê min î. …

Read More »

Ezmûna Zarokan

Li Agiriyê hema bêjin kesek tune ku ev çend pirs lê hatibin kirin. Îja îro tehm û çêja wan pirsan da ye ser zimanê min. Dema di nav kolan û kuçeyên bajar de dimeşim zarokên bi Tirkî xeberdidin dibînim dilê min dişewite. Ev çend pirs hişmendîya me jî radixin ber …

Read More »