Ezmûna Zarokan

Li Agiriyê hema bêjin kesek tune ku ev çend pirs lê hatibin kirin. Îja îro tehm û çêja wan pirsan da ye ser zimanê min. Dema di nav kolan û kuçeyên bajar de dimeşim zarokên bi Tirkî xeberdidin dibînim dilê min dişewite. Ev çend pirs hişmendîya me jî radixin ber çavan û nîşane me jî dike ku em berê çawa bi Kurdîbûn û niha Jî çawa ji Kurdî mehrûm in. De keremkin em werin ser pirsan.

1. Kurmancî yan Misilman î ? 

Di zaroktiya me de gelek caran ji me dihate pirsîn; Tu Kurmancî yan Misilman” û me digot Kurmanc. Ev jî hişmendîya me radixe ber çavan. Kesê ku dipirse nabêje hûn Kurd in yan Misilman dibêje Kurmanc. Em jî bersiva xwe de dibêjin Kurmanc. Çawa kû Xanî di Mem û Zîna xwe de Kurda tevan bi Kurmanc nav dike. Hê jî dema em bi pîr û kalên xwe re xeberdin em dibêjin “ Kurmancê Îran(Rojhilat) Kurmancê Suriyê (Rojava) ew Soran û Goran fehm nakin gişkan wekî Kurmanc dizanin.

2. Tu Kurê Bavê xwe yî Yan yê Cîya xwe?

Di civakeke ku bi sedan sal e bi tehrekî pederşah î û feodal xwe rêvebirye de rola jinê mixabin zêde asteke rind de nîn e. Û ev ne reşkirina gelê me ye, her wiha Zeyno û Reşoyê Silo, Zerîfe û Elîşêr bi hev re di qada şer de bûn. Jina Kurd di hemû çîn û tebeqe yên civaka xwe de Xwedî rol bûye. Wekî ku “ Şêr şêr e çi jin e çi mêr e” ve `eyan e. Îja ji me re digotin “ tu kurê bavê xwe ye yan kurê cîya(dêya) xwe yî?” Me mêrantî ya xwe nîşan dida! Û me digot “kurê Bavê xwe me”

3. Tu Bavê xwe Hez dikî yan Cîya xwe?

Belê di vê civakê de bersiva me dîsa bav bû. Ev bersiv ne hesta rast be jî ji şerm û bandora civakê zarokên belengaz digotin “bav”

4. Navê Cîya Evdalê Zeynikê çî ye?

Ew pirs zef xweş e. Heke yekî bixwasta serwaxtbûna zarokekî hîn bûbûya digot “ Navê Dîya Evdalê Zeynikê Çi ye?” û piranî cara ewil gişkan digot “ ez çi zanim” cara duduyan êdî me bi serbilindî digot “ Zeynik” Di vê pirsê de jî em hîn dibin ku Evdal nirx û rûmeta vî gelî ye. Gel ew tim bi riya pirsê ve bi zarokên xwe dane nasîn.

Firat Keklîk

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply