Razên Nivîsa Afirîner

Vê carê dixwazim nivîseke di eniya edebiyata me de zêde li ser nehatiye sekan, pêşkêşî we bikim. Ev daxwaza ji dilê min der bûye, derheqê “nivîsîna afirîner” de ye.

Dema mirov li hin kovar an jî malperên medyaya cîranê xwe/tirkan dinihêre, derheqê “nivîsîna afirîner” de rastî gellek nivîs û pêşniyazan tê. Hin nivîskar rêgezên gelemper yên nivîsînê pêşkêş dikin, hin nivîskar rêgezên çîroknivîsînê an jî nivîsa hêj bandortir divê çawa bê nivîsîn? xal bi xal dinivîsînin û pêşkêşî raya xwendevanên xwe an jî pêşkêşî berendamên ku dê di siberojê de bibin nivîskar, dikin. Bi vê jî namînin xebatgehên/atolyeyên nivîsîna afirîner, atolyeyên nivîsîna çîrokan an jî kursa nivîsîna bîranînan didin destpêkirin û bi roj û hefteyan alîkariya meraqdarên edebiyata gelê xwe dikin.

Derheqê“nivîsîna afirîner” de dema mirov li qada edebiyata kurdî dinihêre tenê pêrgî zeviyeke nîvavî ya jixweber “ber û berhemê” dide, tê. Yanê kesên eleqedarî edebiyata kurdî hêviya xwe tenê bi Xwedê, Tawisê Melek û Zerdeştê Kal ve girêdaye. Wekî din li darê dinê tu kes an saziyeke ji wan re kilawuziyê/rêberiyê bike, tune ye. Ew û şansê xwe… Wekî çîroka Melayê Meşhûr ku dixwaze haveynê mast bavêje golê. Dema jê tê pirsîn çima karekî wiha beredayî dike ew jî dibêje lê bû ku haveyn girt! Hal û ehwalê berendamê nivîskariya kurdî jî mixabin ev e… Lê ji bo ev kêmasî bê dagirtin divê em tiştekê bikin. Serqisê min çend nivîsên “ji bo nivîsîna baş/biqalîte divê mirov çi bike?” di malpereke kurdî de weşand… Hetanî nivîsek jî min ji bo kovareke çend mehan carê dihat çapkirin şand, mixabin ne weşand ne jî bersivek ji min re şand… Lê min dîsa jî dev ji vê babetê berneda û hin lêkolîn û xwendin li ser rêgezên nivîsînê kir. Yek ji van xwendinan jî pirtûkeke bi navê “Razên Nivîsa Afirîner” e ku ji bo berendamên dixwazin nivîsên biqalîte binivîsînin gelek rê û rêçikan ravî mirov dike ye. Min ev pirtûk bi hûrgilî xwend, jê gelek sûd wergirt û di encamê de ev nivîs wekî “rêbera nivîsîna baş” derkete holê. Bi hêviya nivîskarên berendamên edebiyata kurdî vê nivîsê bixwînin. Û jê bi qasî serê derziyê jî sûdê wergirin ez ê xwe dilşad û serkeftî bibînim…

Dixwezim bangekê li nivîskarên edebiyata kurdî bikim. Ev tenê pêşniyazeke min e. Werin em her nivîskarê dilxwaz, zanîn û tecrûbeyên xwe yên li ser van çend pirsan wekî gotarekê amade bikin, wê wekî pirtûkekê bidin weşandin…
‘Nivîsîna kemilî/biqalîte’ çawa tê nivîsîn?
Gelo her kes dikare bibe nivîskar?
Rê û rêçikên nivîsînê çi ne?
Ciyawaziya nivîsevaniyê ji nivîskariyê çi ye?
Ji bo kesek dest bi nivîsînê bike divê çawa tevbigere?
Azîneyên nivîskariya afirîner çi ne? Û hwd…

Dema yekî xwest rê û rêçikên nivîskariyê, rê û rêçikên roman, bîranîn an çîroknivîsînê hîn bibe, an jî xwest nivîsek baş çawa tê nivîsîn bielime, bila bikaribe wekî çavkanî serî lê bide…

Pirtûka ez ê jê agahiyan wergirim û bi we re parve bikim, ji hêla Roland Fishman ve bi îngilîzî hatiye nivîsîn û ji hêla wergêr Haluk Mesci ve li tirkî hatiye wergerandin… Di pirtûkê de ji Albert Camus, Anton Çexov, Ernest Hemingway bigire hetanî Milan Kundera gellek nivîskarên navdar ên din derheqê nivîsîna baş/biqalîte de hin pêşniyarên xwe derpêş kirine. Nivîsên tarî/reş aîdî wan e. Ji bo herka nivîsê xerab nebe min êdî navê wan nenivîsî, di şûna wê de ji bo hevok baştir bên fêhmkirin hin şirove lê zêde kir. Pirrê şiroveyên balkêş jî yên di pirtûkê de derbas dibin in ku min ew jî wergerandiye û lê zêde kiriye. Bi kurtayî pirrê hevokan aîdî nivîskaran e… Dibe ku hin hevok tam bi dilê we nehatibe wergerandin, bi hêviya hûn bexşandinê hilbijêrin û vê rewşê asayî bibînin…

Hin rêgezên balkêş ji bo nivîsîna bitîn:

Em hemû afirîner in. Her mirovê ku dema bêdeng dimîne, li hemberî xwe bi bêînsafî durist tevbigere, dikare heqîqetên herî kûr bîne zimên.
Fikirîna li ser nivîsînê, qisedana li ser nivîsînê, xemxwarina/endîşekirina li ser nivîsînê, ne nivîsîn e. Şexsê, her sibê bi armanca nivîsînê dest bi rûniştina kar bike, dibe nivîskar…
Qet bi carê bi pey tiştên biçûk nekeve. Hay ji hêza xwe hebe, baweriyê bi xwe bîne. Em ji bo ku wurşedariya xwedayî ya di hundirê xwe de derxînin holê, welidîne. Dema ku em ji tirsên xwe rizgar bûn, hebûna me, dê kesên din jî jixweber azad bike.
Nivîsîn şêweyeke jiyanê ye. Her roj hinekî dinivîsim, beyî bi hêvî bim an bikevim nava bêhêvîbûnê…
Ya herî girîng hêla çîrokê ya dilşewatî/hîsî ye.
Ger tu dixwazî binivîse, navberê nedê û nivîsînê bidomîne… Ger mirineke bêwext bi pêsîra te negire tu yê ya dixwazî bi dest xî…
Dema te taslaxa/pêşnûmaya ewil nivîsî endîşe neke ku gelo ya derketî baş e an ne baş e, tenê binivîse. Hûn azad in ku tişta herî sergoyî ya di gerdûnê de binivîsînin…
Tu, tu carî nikarî çîrokeke bêqisûr binivîsînî. Ji bo ceribandinê jî xwe nelivînî. Di her tişta xwedê dike de derzek/qelîştekek heye…
Hêz di binhişî de ye… Beşa herî mezin ya xebatê di binhişî de çêdibe…
Tu nikarî pêvajoya afirîner kontrol bikî… Çimkî ew pêvajo li gor qanûnên nayê fêmkirin bi pêş dikeve, em girêdayî hêza wê ne…
Nedarizîne, tenê binivîse…
Tu carî li ser mijareke hatiye sparîşkirinê/ji te hatiye xwestin nenivîsîne…
Li kêfa xwe binihêre, ji bo kêfxweşiyê binivîse…
Bawerdar be… Wekî hemû huneran, nivîsa afirîner jî bi tevahî xebateke mirovî ya şexsî ye. Divê binhiş bi coş û azad biherike, dema pêwîstî pê hebe tevahiya gencîneya bîranînê ya te di kûrahiya hişê xwe de veşartiye; hemû hestan, bûyeran, dîmenan, tiştên karakter û têkiliyan bibîr dixe, wergire û bîne.
Endîşe neke û ji şemlê/şanîdaniyê dûr bisekine.
Analîz meke, tenê binivîse… Ramanên ewil ramanên herî bi hêz in.
Dev jê ber de bila qelem bifikire… Heqîqet di lezê/zûbûnê de ye. Tu çiqas zû birijînî/fikran li ser rûpelan bireşînî, çiqas zû binivîsî tu ewqas durist î.
Nivîsîn serpêhatî ye. Her pêngava ku hunermendê mezin -li berpala lê dimeşe- diavêje serpêhatiyek e, talûkeyek e. Azadiya hunerê tenê û tenê di wê talûkeyê de dinive.
Tevgera bitedbîr afirîneriyê difetisîne… Arezûya ewlehiyê li hemberî her destpêka maqûl û muhteşem asteng e…
Sê rêgezên nivîsînê yên çîrokeke baş hene lê pirsgirêk ev e ku kes wan rêgezan nizane… Ev jî di nav de tu rê û rêbaz ne gerdûnî ye…
Nivîsîn çalakiyek e ku rewşa ruhî diguherîne…
Tu nikarî çawaniya taslaxa ewil kontrol bikî, ya tu kontrol dikî tenê dirêjahiya wê ye…
Fikrên ewil zeft bike… Ramana herî saxlem ya ewil tê hiş e.
Hêza te ya xeyalê, heqîqetê dizane û heqîqet bêdawî ye… (…) ji bilî heqîqeta ‘hêza xeyalê’ ez ji tu tiştî ne beled im.
Bi programî binivîse… Ferîşte dema digihêjin disîplînê dest bi biriqînê dikin…
Hêz di çîrokê de ye… Ji bo nivîskarê dikare çîrokek biqalîte vebêje hertim pazarek heye.
Di meretonê de beza bi lez tune ye.
Nivîsîn pîşeyek/zenaatek e. Nivîskarên bê tecrûbe û hêrsoyî li gorî rê û rêbazan tevdigerin; nivîskarên asî, tinazker qûralan binpê dikin…
Dema te nivîsand, guh nede rexnegirê di hundirê xwe de… Ez ji her nivîskarê ku min ew naskirî re dibêjim ger te nivîsên xwe yên nivîsiye neecibandibe jî, karê xwe hetanî dawiyê bidomîne… Tevahiya nivîskaran, ji kiryarên xwe yên di dema xebatê de nerehet in…
Tu yê tu carî nebî yekê bêqisûr… Standardên xwe ber bi jêr kaşke û bidomîne…
Di her carê de li ser yek karî bixebite…
Dema te nivîsî li encama dê derkeve holê nefikire… Kesên bi awayekî xweperest ji bo encaman dixebitin, belengaz in.
Tu nikarî xebata xwe bidarizînî…
Pêwîstiya nivîskaran bi armancekê heye… Hebûna rastiya duran/înciyan noqkaran bextewer dike…
Xwe ber bi hestan ve beralî ke… Tenê hest mayînde ye…
Di wê dema tu dijî de bimînî… Ez çima bi qasî Tolstoy ne mezin im, aniha? Dengekî ji hundirê min dibêje belkî ez were me… Belkî hevoka ez aniha dinivîsim di pêşerojê de ji hêla zarokan ve bê jiberkirin…
Hikum/serwerî afirîneriyê dikuje… Bila parolaya te ev be. Qet tu carî jibîr meke
ku fikrên neyînî yên sansûrkar ên di hundirê te de nerast in.
Xîret, hemû dilpakiyên din derbas dike… Her kes dikare bibe nivîskar. Ya zehmet wekî nivîskar mayîna li lûtkeyê ye…
Nivîsîn şêweyeke jiyanê ye…
Ji ceribandinê fedî neke…
Ji şiverêyan metirse…
Nivîsîn ruh dermale dike… Em ji bo du caran jê tehmê wergirin dinivîsin, lehzeya em tê de dijîn û dema em vegeriyan û me li wê lehzê nihêrîn…
Dev jê berde bila çalakiya te ya nivîsê riya xwe bibîne… (…) ya tu dikî ne tiştekî cidî ye. Qet tu girîngiya wê tune ye. Tenê lîstikek e. Beriya wekî peywîr were dîtin, di destpêkê de, huner lîstikek zarokan bû…
Dijminê me yê herî xerab em bi xwe ne… Reqîbê di vê lîstikê de di hundirê me de ye. Yê ku tixûbên xeyalî dadimezirîne, hikmê hilweşîner dide carinan xwebaweriya me bi bivirekê parçe dike…
Ya girîng, berdewamkirin e… Divê tu heta hetayê, dev ji endîşekirina ji bo serkeftin û binkeftinê berdî. Peywîra te roj bi roj bi rêkûpêkî xebat e, ji bo xetayên bivênevê û binkeftinê amadebûn e…
Edîtorê di hundirê xwe de bikuje… Tu tişt bi qasî dengê me yê rexneyî ku di merheleya herî germ ya afirîneriyê de xetayê me dibîne û bala me belav dike, xisarê nade me…
Pêşnûmaya ewil hetanî ji te hat zû xelas bike… Ji serî dest pê bike, bêyî navberdayînê hetanî dawiyê here, dû re bisekine…
Rê kudandinê bidomîne… Qet ne xem e hûn çiqas hêdî dimeşin, bes nesekinin…
Em ji bo jinûve binivîsînin, dinivîsin… Tolstoy, Şer û Aştî tam heşt caran ji nû ve nivîsiye û ji vê şûnde jî di metnê de bi caran sereraskirin çêkiriye. Tiştên wiha, ji bo nivîskarekî fena min ku pêşnûmaya ewil xerab nivîsiye, kana teşwîqkirinê ye…
Tirsê hîs bike û tevbigere… Tu tişt bi qasî ‘fikirîna tevahiya xebatê’ tuneye ku ‘xwesteka xebatê’ bikuje… Nexwe ya divê em dest pê bikin karê li ber çavê me sekinî ye.
Di her carê de tenê çîrokekê binivîsîne… Hetanî xelas bû tenê li ser tiştekê bixebite. Dest bi pirtûkeke nuh neke. Pirtûkên ku tu dixwazî binivîsînî, jibîr bikî. Tenê li wê pirtûka ku tu wê lehzê dinivîsînî, bifikirî…
Bila programeke te hebe… Li gorî bernameya xwe bixebite, ne li gorî rewşa ruhiyeta xwe… Di wexta te kifş kiriye de bisekine. Dema dilê te xwest bernameya xwe bavêje ser sergo lê roja din li wê vegere.
Xwe û yên te nivîsiye pir cidî negire… Nebe belgîrê bar, tenê ji bo zewqê bixebite.
Nivîsînê di nava pêşterciha xwe de bi cih bike… Bila pêştercîha te tim nivîsîn be. Wêne, muzîk, heval, sînema, hemû bila paşê bê…
Bifikire, wêrek be, zorê bide xwe… Kesê wêrek yê xwedî hêza xeyalê hunera mezin, yê şermok hunera biçûk hildiberîne…
Dev ji plana xwe ya çêkirî berde… Samuray bi plana çêkirî diçe şer lê dema pevçûn dest pê dike tenê wê lehzê difikire…
Belênayên/ikilemên exlaqî biafirîne… Di kerta dawî de rageşiya esasî di wêrekiya afirandina belênayên exlaqî de derdikeve holê…
Gavên xwe yeka yek bavêje… Xebata gav bi gav hêza xeyalan dermale dike.
Qet ji xwe re neke derd ku pêşnûmayên te ewil nivîsiye jê yek jî baş nîne…
Talûkeyan li ber çav bigire… Ger tu nikarî bibî dahî, wêrekan texlîd bikî.
Nivîsîna çîrokê pêvajoyek e… Ez baweriya xwe bi rêgeza ji pêwîstiyê zêdetir nivîsînê û paşê jî ji mecbûriyetê jêbirina hin beşan, tînim.
Pêşnûmayên ewil dibe ku berbelav be.
Tiştên ciyawaz binivîse…
Dev ji sererastkirinê berde, jinûve binivîse… Bi gelemperî ya ez dikim, ji dêvla bi vir û wê dera nivîsê re xwe bilî bikim, rûdinêm û bi tevahî jinûve dinivîsim…
Hêrs bila te neqedîne…
Dev ji ravekirinê berde…
Afirînerî xebatê dixwaze…
Peyvên li ser kaxezê ne pîroz in… Deh carî nivîsîn tiştek derasayî nîne…
Hindik peyv pirê caran zêdetir tiştan vedibêje…
Xwe li ya hêsan bigire, ji bo xwendevan bixebite…
Giringiyê bide her peyvê… Çawa wêneyek xêzeke ne pêwîst, çawa makîneyek parçeyeke ne pêwîst nahundirîne; divê hevokek jî peyvek ne pêwîst, paragrafek jî hevokek ne pêwîst nehundirîne…

Dema te yên ku divê di çîrokê de, ne pêwîst in derxist, di çîroka te de yên ku divê tê de hebin bi zelalî tên dîtin…
Tu hestek xweşik ya wekî hesta dawî lêanîna li nivîsê, tune ye…

Çavkanî: Roland Fishman, Yaratıcı Yazının Sırları, Weşanên Notos Kitap, 2012, wergêra ji Îngilîzî bo tirkî, Haluk 

Nivîskar:  Mahmut Ozçelik

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply