Befr û Bajar

Ev bajarê ku çiya bi sekna riman ber bi asîman ve berz dibin, li Geverê zivistan pir bi îhtîşam e.

Eva çend roje kuliyên befrê diporin û duh bi şev gurtir bû. Nasekine. Mirî di nav qebrên xwe de dicemidin? Gelo ajalên li serê çiya çi dikin? Ne bawerim ku ji xwe re xwarinek peyda kiribin. Zimhêrê wan nemaye… Tu nabê gurên birçî, çeqelên bêrû, rûviyên zexel wê li ser bajêr de bigirin.

Befr nahêle ti kes serê xwe rake û çavên xwe veke. Çav ji çavî nabîne. Dîsa dê riyên gundan bêne girtin, ti kes nikare here û were, ev rewş dê bi hefteyan berdevam bike. Geşt û guzar, kar û bar, kirrîn û firotin, her tiştek dê bi paş ve bête avêtin heta ku jiyan tê li ser pergala xwe ya berê. Li vir qirêderên kevn, kemçeyên xurde bi şêweya rojhilatê hêdî hêdî riyan vedikin. Jixwe her kesekî ev rêûdirb pejirandiye. Bi salan e ku ev tişt wisa dîtine û fêrbûne, di xwezaya wan de wisa bi cih girtî ye. Ti kes lezgîn nîne. Yê dimire jixwe dimire, Xweda dide û Xweda distîne, hemû tiştên din sedem in, hincet in…

Ji ber vê befra giran hemû saziyên fermî tetîla xwe îlan kirin, di heman demê de xelkê bajêr jî di malên xwe de asê man, nikarin derkevin derve. Dibe ku hemî malan de di navbera mirovan de dilgermiyeke xweşik çêbibe. Helbet li vir pirsgirêk, nexweşî û kêmasî jî dê hebin. Beriya her tiştî televîzyon peywendiyan qels dike, aheng û dilgermiya di nav malbatê de xerab dike. Çimkî bi gelek reng, deng û alternatîfan ve serê merivan têvlîhev dike û paşê jî di navbera ehlê malê de şerê qumandayê derdikeve.

Û birîneke vekirî, trajediyeke mezin heye; kesên ku malên wan de dar û komir tune, heke vê zivistanê jî biqetînin dê zêdetirîn şikûrdar bin ji bo Xwedê. Her çendî zanibin ew perê ku ji bo kirîna êzing û sotemeniyê bidin hîç têkilî berika wan nebe jî wê hîç nebexşînin wan dewlemend û ribakarên perê heram û gemarî ên ku xizanî û sefîltiya wan nabînin û ji vê rewşê re kor in.

Bi izna Xwedê vê biharê mihtacî ti kesî nabin, dê bişixulin û dewlemend bibin. Lê belê feqîr û belengazekî nayîne bîra xwe -an jî heznake ji bîr bîne- zivistina par û pêrar jî her wisa di bin zor û zehmetiyan de derbas bibû; dîsan birsî (birçî) mabûn, di bin êş û azaran, sirr û sermayê de bi mirinê re rûbirû mabûn.

Befr her dibare li vî bajarî, qet nasekine. Tê bêjî ku ew befr heta dawiya emrê mêriv dê berdevam bike. An ev bajar bi befr û tenêtiyê ve xwe xweyî dike û dijît, an jî hembêza befrê; tenêtî weke dayîkeke xemgîn û dilsoj rapêçaye.

Cur bi cur, rêz bi rêz tenêtî peyda dibin; tenêtiya befrê, tenêtiya rê, tenêtiya kar, tenêtiya dûrahiyan, tenêtiya şevê, tenêtiya şêrr, tenêtiya gulê, tenêtiya evînê, tenêtiya hêviyê, tenêtiya rihî…

Dema ku vî bajarê befr dibare; hêvî di hundirê xwe de difetisin, rê xelasdibin, xeyal xwe vedişêrin ji bo bihareke din, mirov di stran, çîrok, destan û helbestan de dilxweşî û xemrevîniyê digere. Hez dike ku ew dinyaya ku kirasê spî lixwekirî ji bîr bike.

Dikanên vekirî kêm peyda dibin û marketên mezin. Lê dikana Kemal ya kasetan her vekirî ye. Her car ji hoparlora ber deriyê dikana wî de yan dengê Seîd Gabarî yan jî dengê stranên dawetan bilind dibe. Bi van stranan ve kêf û kelecanek xwe li dilê mêriv dide û tu dibêjî qey hûndirê mêriv de zarokek dê dest bi govendê bike. Jixwe Kemal jî yekî wisa bi keyfxweş, dîwane û sergerm e… Hinek caran jî ji wêvetir dengê Şakiroyê rehmetî bilind dibe. Vê carê jî tu bi vî dengê kûr û birîndar dikevî di nava alema dengbêjên berê û riya li pêş te dirêj dibe, tu heznakî rê xelas bibe… An jî bi dengê Eyşe Şanê yê zîz û nazik bilind dibe, hiş û dilê meriv diçe welatên xerîbiyê…

Ango pêkan e ku her gav her tişt biqewime. Hîç nebû, dê befra bi helbestkî dibare binêrî û gotinên helbestkî birêsî, xwe li qeraxê bîranîn û xweziyan bixî û li kulîyên befrê yên ku çengala xwe diavêjin bijangên te mêzekî û careke din şabaşa jînê bidî. Li vir her tişt çîrokek e. Çiroka her tiştekî heye, li her kuncekî, her kuçeyekê û di binê her berekî de çîrokek heye, veşartî… Kesên dizanin ji van çîrokan fêm dikin. Kesên nizanin ji kesên zane fêr dibin, xwedanpêşbîn û têgihêştî dikarin hesta wan çîrokên serpeçinî bikin. Li vir her tişt pêkane rû bide. Ji ber ku li vir bazar erzan e û mirin belaş û badîhewa ne. Wek befrê ne mirov; ji heddê xwe der in.

Tu çiyayên vî welatî dinêrî xemgîn dibî, dilê te bi xem û xwînê tijî dibe. Çav nema çavî nabîne. Çiyayê Zagrosê berze dibe, Çiyayê Cîlo dûr dikeve. Ji dost û hevalên xwe re bîranînên xwe vedigotin. Ji bîranînan re maye her tişt. Dibe jî ku ti riyên wî yên din tûnebin û nemabin. Çiyayê Simbil jî hinekî dûr e; lê şan û şemlê wî li vir diyar dike, siya wî heta li vir tê. Hêvî û bawerî, hizûr û ewlehiyeke mezin dide mirovî. Meriv di navbera man û nemanê de dimîne. Hezdike ku dev ji her tiştî berde û xwe biavêje tor û bextê çiyayan…

Hekû ez di vî bajarî de bifetisim, ez ê xwe biavêjim ber bextê çiyayan; hekû ez li ser çiyayan bicemidim, ez ê xwe berdim germahiya bajêr. Hema ewqas e. Jiyan ji xewneroşkek lerzok e. Ax sar e. Cemedê digire hemû xewn û xeyal…

Ev welatên çiya jî evîndarê befrê ne. Befr warê stranan e, dost û hevalê çiyayan e, sedema penaberiya miletan e. Çiya, deşt û zozan jî xwecih ên vî welatî ne. Bi dehhezeran sale bi xemgînî û dilsozî radiwestin; bêzar nabin, şeqî nabin, bêhêvî nabin, wisa li bendê ne ta ku rojên xweş û geş bên…

Roj tê hewa germ dibe, befr dihele û ser banan de dikeve li ser erdî kom dibe. Lê belê ev cehd nikare wêneya têkçûn û binketinê jê bibe. Li vir de bang belesebeb nayê dayîn. Wek mînak banga sibê û banga êvarê di bin befrê de wate û tehmeke cuda didin rihê meriv. Yên bawermend tenê ji ber rizaya Xwedê wê sirr û seqemê de radibin û diçine mizgeftan, nimêjên xwe bi cimaetê re dikin, ji ber ku xêreke mezintir dest biêxin. Tenê ji bo xwe û feqîran dia dikin, bi çend peyvên kurt dibêjin, hema wisa hînbûn e; “Xwedê tu bo xatira mezinahiya xwe ti kesî birsî û bêçare nehêle, tu harîkarê me be.”

Dayik pirsyara zaroka xwe ya “Dayê Xwedê ewqas befr çawa dibarîne?” Bi dilekî şad, gulvekirî û beşerxweş -ji ber ku keça wê pirsyara mijareke jê dûr nekiri bû, lê belê ger ku ji mijareke jê dûr û nezan bûya pirsyar bikira, ji neçarî dîsa ku xwe biavêta ber pêşa derewa ‘lebbeyk’ê, haşa-estexfîrûllah…tûûû lenet bê çavê şêytanê…!!!- “Rehmeta  Xwedê ye keça min, hîç naqede. Li nik Wî her tişt têr û tijî ye, behreke bêbinî ye… Hema Ew ferman dike û befr dibare, fermana seknê dike ew disekine.”

“Xwedê dê kengê bêje bes e gelo”

“Dayik bi çavekî matmayî û zoq li keça xwe dinêre.”

“Ez ji ku ve dizanim keça min, qey ez li cem Xwedê têm. Tobe tobe… Cihê tuneyî tê min biêxî gunehan de.”

Li vir çiqas befr bibare jî dek û dolab, dizî û hîzî, hisabên qirêj û kûr xelas nabin, bi spîtiya befrê ve nayê veşartin tiştek. Dibe vê gavê jî di bin erdê, şikeftên çiyayan û odeyên lûks û tarî de lîstên mirinê yên nû bêne xêz kirin, hisab û kitêba girtin, kuştin, berzekirinan bête kirin. Dibe vê gavê bin befrê de hinek kes kêra xwe tûj bikin; gulleyek li tetikê dihate sipartin, destek li mawzerê dihate gerandin mîna ku li porê esmerekê bigere, gulek diçilmisî di devê tivingê de. Li vir her tişt ji rêzê û pêkan e.  Berê wan tenê li fermana wextê ye. Dema kê hat dê biçe, dema kê hat dê were, fermana kê hat xwendin dê bimire yan jî berata kê hat dayîn dê bijî…

Befr dibare. Spî…

Heçî kesê di bin befra vî bajêrî de mabe îflah nabe. Bi qederekê tê girêdan û nikare li vir dûr bikeve. Bêdeng û bêçare dimîne. Dizane ku bela û teşqele dûrî wî nînin…

Ger ku kar û bar tune be, dê bi destên qerimî û bi bêhna çikyayî hewla xelasiyê ya ji zûriya xwînê li gewriyê ve zeliqî û asê mayî, marekurmên di ruviyan de reqsa tî û birçîtiyê dikin bike. Ne pêkan e. Xwe têkilî berfê neke. Ger te xwe têkil kir, her çi divê, divê bikî. Û divê piştguhkirina tewafê ya deştên ji befrê xemilî nekî.

Befrê qeytana xwe qetand? Gund û bajar di bin befrê de winda bûn. Mirov hatin jibîrkirin. Ya îro zindî mayî tenê bîranîn in, tiştên bihurî ne…

Befr; di tarîtiya emrê me de navê demsalekê ye. Rojên me gewr, bextê me reş, kifnê me spî ye. Em li benda biharê ne; li benda helîna qeşayê ya hewa û wijdan di xwe de daqurtîne…

Derbar Ersîn Tek

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply