PERWERDE Û MIROVBÛN

“Ji roja diya xwe bûyînê heta roja dawî di her warî de fêrbûna mirovbûnê ye perwerde.” (Olivier Rebul)

Mirovbûn bi perwerdeyê bi pêş dikeve. Di pêvejoya mirovbûnê de giş tiştên ku mirovahîyê bi dest xistiye ne xwezayî ye, çandî ne.

Ku çand li ser bingehê xwe, bi ziman xwe nûjen û bi pêşve nebe “mirovbûna” ew gel û mirovên xwediyê wî çandê tên asteng kirin, jar dibe û ji gel û miorvên hemdema xwe paşve dimînin. Û dagirker bi vê metodê, pêşî li perwerdeya bi zimanê kurdî girtinê, me ji mirovbûnê bêpar dikin.

Sistema norunên ku di mejiyê me de hene(bi milyaran in), bi milyonan gotin û hevok dicivînin û dema pêwîstiya mirovan bi wan hebe ji nû ve wan derdixin holê. Ev sîstema xwezayî bi riya “bi zimanê degirkerî perwerde kirinê ” dikujin, xira” dikin mejiyê mirovên kurd serûbino dikin. Ne perwerdeya mirovbûnê, ne sistema ziman a xwenasînê ne jî hestên kurdeyatîyî ji mirovên kurd re dihêlin. Ev bi serê xwe sûcek mezin, sûcek ku li dij mafê mirovane. Bo li dij ev qirêjîyê rawestandin û pêşî li ev gemariyê girtin yek riyek heye. Ew jî bi zimanê kurdî nivîsîn, şîrovekirin, xwendin û bi pêşvebirina zimanê nivîskî ye.

Bi zimanê dagirkerî nivîsîn ne tenê ew zimanî bi gelê kurd dide hez kirin, wan ji zimanê wan dide sar kirin. Bi ev riyê em sîstema zimanê kurdî ya ku di mejiyê wan de heye xerab dikin. Ev ji çand û ziman kujî ye…

 

Hakki Balta

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply