Tag Archives: Ceribandin

Min Got Pênûs Girîya – Diyar SOZDAR

Cergê wê tije bibû, ji axîn û janên sedsalî. Hesret û hizora xwe ji nava xwîna keliyayî a bedena westiyay çirçirand. Here kîjan birîna bedena vê axê derman bike , kîjan rupela dîrokê bigoherîne, kîjan sinorên mirinê pak bike ji çîrokên veşartî, kîjan helbest u romanê ji dilê welatê rojê …

Read More »

Seyda û Feqî

“Piştî xwendina van ayet û hedîsan, Feqî ‘Evdilla pê hesiya ku heyat û jiyana wî, ya Seyda û Milletê wî ne li gor wê heyat û jiyana ku ayet û hedîs dixwazin e. Wî qasî Feqî Evdilla pir xemgîn û melûl bû. Feqî: Ax ax… Seyda: Xwedê xêr bike Feqiyê …

Read More »

Parçeyek ji romana “Kurê Zinarê serbilind”

1 – Dê kîve çin? bi erebî û bi dengekê xinzirî û bilind serbazî pirsiyar ji wan kir. Lê ji kîve dapîra Zuleyxa û neviya wê Besna erebiyê dizanin! Ajoyê otomobîla pîkap, ya ku Zuleyxa û neviya wê li pişta wê siyar, bû wergêr di navbera serbazên ereb û dapîrê …

Read More »

Kereng, Qêrîn û Pepûk – Remezan Azad

Çîrok, carna dibe lehengeke dîrokî û serpêhatiya netewekî weka fîlmekê li ber çavan direşîne. Carna jî ji bo xewxweşekê dibe lorîkek û di nav devên dayîk û pîrikan de diherike, bi ber berbangê ve diçe… Lê mixabin car caran jî weka kaniya xeman, dibe sedama êşan, çavkaniya herikandina hêstêran… Ev …

Read More »

Baran Dibare

Ferhad û Serhad her şev ji bavê xwe re tiştên li dibistanê dibûn digotin. Û ji bavê xwe tişt dipirsîn. Bavê Ferhad û Serhad jî,  ji pirsê zarokên xwe pir hez dikir û bersiva wan bi kêfxweşî dida. Şevekê dîse malbat hemû li civata hev rûniştî bûn. Carinan Serhad, carinan …

Read More »

Yadê zilam li ku ne?

Berî teknolojî têkeve nav jiyana me. Em Kurd ji hevdu û ji deverên hevdû bê xeber bûn. Li gundekî nêzikî gundê me bûyerek çêbûya em ji bûyerê bê hay bûn û xeberê me ji hevdu çênedibû. Li gundekî cîran yek bimira piştî çend hefteyan gundê din bi mirina wî dihesîyan. …

Read More »

Demên Berê

Gava em zarok bûn her tişt xweş bû, ji bo me jîyan mina lîstikekî bû. Ji bilî listikê tu tişte xema me nebû. Hertim derd û kulê me listik bû. Serê sibê gava em hişyar dibûn me taştê dixwar û nedixwar em bilez diçûn lîstikê û me heya êvarê  bi …

Read More »

Xeyal û Rasteqîn

Piştî bîst salan di demsala biharê de ez çûm welatê xwe. Piştî serdana xizm û dostan ez hilkişiyam serê çiyê û li cihekî ku her der jê ve xuya dikir li ser zinarekî rûniştim û min bi hestên bê tarîf û bi hesreteke kûr li deşt û zozanan, li gelî …

Read More »

Gelo Ez Şîzofren im

Ez li Amedê mamosteyekî dilgerm im , her roj berê sibehê diçim dibistanê dersê didim şagirtên xwe. Navbera min û şagirtên min gelekî germ e. Ez mamostatîya derûnnasîyê(psikoloji) dikim. Navê min jî Kawa ye, di dibistanê de jî dibêjin Evdile. Her roj di riya malê de pêşî diçim ser Sûrên …

Read More »

Bihar Xweş e Li Kurdistanê

Bihar xemla siruştê ye, ferş û mafûrê rengîn ê cîhanê ye. Gerîyana çol û çiyayan derman e bo mirovan, taybetî jî li bihara Kurdistanê. Bêhna gul û kulîlkan, dengê teyr û tilûran, qebeqeba kewan û ji nişkê da firîna wan di nav giyayê bor da, şireşira avên kanî, dolik, kewî …

Read More »