Hin Rêbazên Ji Bo Xebatê -1

Her pîşe di nava xwe de xwediyê hinek rê û rêbazên xebatê ne. Rê û rêbazên xebata her pîşeyê ji hev cihê ne. Van rêbazan xwediyên wan pîşeyan çêtir dizanin lê belê ji bo jiyana xebatê hinek rê û rêbaz jî hene ku bi giştî ne. Yanê ji bo xebatekê na lê bi gelemperî ji bo xebatên pîşeyan girîng in. Çend heb ji wan wisa nin:

*Li hêvîya dema guncan nemîne. Her demê ji bo xebata xwe guncan bibîne. Heke li benda guncanbûna xwe bisekinî dê ew dem qet neyê. Tu yê tim xwe bi vê mijarê bixapînî û talox bidî xebata xwe.

*Ji bo xebatê nemîne li benda cihek guncan. Her derê ji bo xebata xwe guncan bibîne. Heke li benda dereke guncan bimînî , dibeqet dereke wisa nebînî.

*Talox nede karekê ku divê tu di rojekê de yan jî di seetekê de bikî. Ji ber ku her rojeke te ancax têra karên xwe (payên xwe) dike.

*Di heman demê de çend karan bi hev re neke. Karên xwe bixe rêzê û wisa bike. Tenê karekî bike yan tenê li ser dersekî, pirtûkekî bixebite. Ji bo ku bala te neçe li ser tiştên din û belawela nebî û hêza te jî kêm nebe. Ew kesên dibêjin em ê di heman demê de çend karan bi hev re bikin wan karan di destên xwe digevizînin û yekî jî sawî nakin.

*Heya ku te karekî neqedand dest bi karekî din neke. Ew karê ku hêja neqediyaye wê wisa nîvco bimîne.
*Dema te karê, dersê rojekê qedand biryara xebata roja din bide. Qetg nebe bifikire ka tu yê li ser çi yan li ser kîjan pirtûkê bixebitî û li ser vê biryarê dest bi xebata xwe bike.

*Dema te dest bi xebata xwe yan jî bi xwendina xwe nekir li ser xebat û xwendina xwe hinek bifikire û alavên ku ji wê xebata te re lazim bin peyda bike. Ji bo hama her gav ranebî û pênûs (qelem) û kaxiz negerî û xwe belawela nekî bila alavên te li ber destên te bin.

*Dema te dest bi xebata xwe kir mîna leşkerên di nava şer de li hemberî dijminên xwe disekine be. Ewqas godîk (bibaldar) be, ewqas hişyar be û bi rih û bi bedena xwe ve miqateyê xebata xwe be. Tenê li ser xebata di destên xwe de bifikire.

*Heya te her tiştî nekir nebêje, ji min nayê û zor e. Pêşîn li ber xwe bide û hewl bide ku wan zoriyan têk bibî û karê xwe pêş ve bibî. Ji bîr neke acizî û westabûn dijminên serkeftinê ne. Ji bîr neke ku tu çiqas pêş bikevî tu yê ewqas ji karê xwe hez bikî û tu çiqas hez bikî jî tu yê ewqas serkeftî bî. Li hemberî tevahiya zorî û zehmetiyên karên xwe sebir bike û çiqas ji destên te bê jî li ber xwe bide. Li ber xwe bide ku biserbikevî.

*Dema rastî zoriyan hatî, pêşîn wan zoriyan perçe bike. Paşê yeko yeko wan perçeyan bixe rêzê û li gorî wê rêzê jî wan têk bibe (çareser bike). Mînak, dema li ser pirtûkekê bixebitî wê pirtûkê li gorî mijaran ji hev veqetîne. Dema te mijaran ji hev veqetandin jî ji mijara herî hêsan destpê bike ku hem zû biqede, hem aciz nebî û hem jî baştir jê fêm bikî. Heya ji mijarekê baş fêm nekî derbasî mijareke din nebe. Pêşîn mijara di destên xwe de biqedîne û wisa derbasî ya di rêzê de bibe. Heman tiştî em ji bo xwarin û vexwarinê jî dikin. Em xwarinê gep gep dixwin û avê jî firo firo vedixwin. Mirov zebeşekê bi saxîtî bixwe baş e yan qet bike û wisa bixwe baş e? Vê rêbazê di tevahiya karên xwe de jî bikarbînin.

Zîndewerzan Zelal Kurdî

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply