Arjîn

Tu dizanî çima ji te ra dibêjim eşq?

Ez wek zarokekî bêkes û bexweyî li kolaneke tarî û zaboq de mabûm û digirîyam. Paşê tu hatî, te destê min girt tenêtî û tarîtîya min belav kir û tu bûyî ronahîya paşeroja min.

Tu gaziya dilê min, hawara gîyanê min î. Ronahîya çavên min, wateya jîyana min î. Kena li ser lêvên min, hizna rihê min î…

Spas ji bo te, hiş û ramanên min bi hebûna te ronî dibin, ji kûrahîya dilê xwe û dengê wijdana xwe dibihîzim. Rih û gîyanê te nav û nîşan, hebûn û gewhera gerdûnê bixwe ye.

Guh bide çîroka min, Arjîn.

Her kesek çîrokeke wî ya bi qîmet û hêjayê guhdarkirinê heye. Têrê nake ku tenê ji navê min bizanî, têrê nake ku bêhna lêvên min maçî bikî, têrê nake ku li ber beroj û berwarîya çîroka min de derî li sibehê vekî…

Di bêdengîya şevê da guh bide dilê min; Aheng û selîqeyan da veşartîne xewn û xeyalên min. Wek min guhdarîyê bike û bi dilî ve dengê min dorpêç bike. Tu wek heyva çardeşevî di dil û mêjîyê min de hilawîstî yî. Dilê te befresipî, destên te sorgulên evînê, çavên te zozanên min in…

Berêvareke tarî bû, peyvên di bin zimanê min da aramî û bêdengîya xwe diparastin. Ez li bendê bûm ku yekê derî veke û bêt li qelbê min xweyî derkeve. Qelbê min bi hemî êş û keder, xem û şîn, ken û girî, qêrîn û gazîn, kêf, xweşî û şahîyên xwe ve benda nihêrîn û dengekî germ bû; ev bi salan e ez lê digerîyam û hat li ba min rûdinişt. Hemû herf û kîte di nav hevokên min da kerr û lal dibûn, min neşîya ew tiştên dilê min dixwest biaxivim û bi qirika min ve dizeliqîn.

Divê meriv hinek caran bêdeng bimîne ji bo axaftinê. Sêwirîn destpêkeke nû ye…

Guh bide dilê min, Arjîn.

Hezkirin ne çîrokek e, şoreşek e, em herdu jî vê rastîyê baş dizanin. Guh bide dengê min. Dengê min yê ku di nav raborî û serencama min de berzebûyî.

Aniha wek bilûreke ku dinale û dilorîne ew herfên bi toz û xubarî û xeyalên sergerde û sermij ên di hûndirê min de kom dibin û dihêwirin di nav Gevera şîn û xemgînî girêdayî. Tu berhev bike hemî keşmekeşî û malwêranîya min. Dibe ku Mem û Zîneke nû vejînim da ku tebighêjî temaşaya dilê min î heyranawirî…

Di bin sîya çîyayekî sêwî da dengê xwe dirêjim di nav kilamên dengbêjan da, bila qêrîn û hawara dilê min bigihê asîmanan. Kesera işqê vedireşînim…

Arjîn!

Îro roja heşr û mehşerê ye. Kî te fêm dike? Heger însanan fêm bikira û xwedî feresat bûna eşq di vî bajarê berzebûyî de tekane û bi serê xwe nedima. Lê ew nizanin ku êşa mirovên evîndar rasteqîn e. Zûtirîn qalik digirin birînên wan…

Dilê min maçî bike. Enîya min a rojlêvemalî maçî bike, tenêtîya min maçî bike, maçîkirin karê bi du kesan e, hezkirin jî her wisa. Bi rastî em her du jî yek in, awirên te maçî bikim ku em bibin bircek…

Hemû hest û ramanên xwe diavêjim ber bextê hevokên xwe. Ditirsim ku tenêtîya min, min tenê bihêle…

Guh bide umrê min, Arjîn.

Min bikûje li ber sîya azadîya xwe. Min bike qurbanî. Biherikim deryaya mirîyan û her tim ezîz bimînim. Bêhna buhiştê berde di nav rih û bedena min û here…

Derbar Ersîn Tek

Check Also

Em Qencên Xwe Jibîr Nakin: 66 Saliya Hemza Begê Miksî

Di roja 05.04.2024an de, (66) sal di ser koçkirina lehengê kurd (Hemza Begê Miksî) re …

Leave a Reply