Pirsên Herî Mezin Ên Gerdûnê

1.Gerdûn bi çi awayî hat avakirin?

Em dizanin ku gerdûn bi Teqîna Mezin (Big Bang) hat avakirin. Lê divê Teqîna Mezin bi rastî jî wek „teqineke mezin‟ neyê hişê kesî. Dema meriv Big Bangê mîna bombeyeke li fezayê teqiyaye û her der belawela kiriye xeyal bike îş tevlîhev dibin. Lewre feza piştê Teqîna Mezin hat avakirin. Yanî gerdûn li gorî vê rêzê çêbû: feza, dem, madde û enerjî. Belkî jî ji bo Teqîna Mezin a ku çêbûn û firehbûna gerdûnê rave dike, navekî din were dîtin. Lewre di bingeha xwe de, ev teorî dema teqînê eşkere nake, pêvajoya piştê teqînê bi me dide zanîn.

10 Soruda Kainat Nasıl Yaratıldı? - HARUN YAHYA

Di bingeha xwe de di dema teqînê de çi qewimiye nayê zanîn. Di merhaleya serî ya ku di demeke pir kin de domyaye û di pêşiya vê bûyerê de çi bûye me heya niha fêm nekiriye. Belkî jî em ê tu carî fêm nekin. Teoriya Kuantum ya nediyarî çêbûna pelqikên enerjî yên demkî û çêbûna cotên perçikan bi me dide zanîn. Herçiqas fîzîknas ji vî tabîrê hez nekin jî, dibe ku ev perçik ji tunebûnê hatibin afirandin. Lê di demeke kin de winda bûne. Enerjiyên wan çiqas kêm bin temenên wan ewqas dirêj in. Di salên 1970yan de zanyarekî bi navê Edward Trayon wiha gotibû: îhtîmal heye ku gerdûn bi pêlbûna kuantuman derketibe rûpela heyinê.

Heke ku gerdûn bi vî awayî ji pelqikên kuantuman derketiba holê, diviyabû ku madeya ku pir tîr e bi bandora cezbeya girseyî daketa reşqulikan. Xelasbûna ji vê rewşê: piştê teqînê di demeke pir kin de di bin bandorahêzeke pir mezin de gerdûn perçifiye. Ev teoriya ku zanyar Alan Guth di salên 1980yan de iddia dikir, pir pirsên di derbarê Big Bangê de û gelek pirsên bi vê re eleqedar bersivand. Li gorî vê teoriyê gerdûn 10ˉ36 saniye piştê teqînê ji ebadê protonekî derketiye ebadê pûrteqalekî.

25 resimde evren nasıl yoktan yaratıldı? | Düşünen İnsanlar İçin

Teoriya teqînê bi denkleman û bi çavdêriyê jî tê teyidkirin. Delîla vê ya herî saxlem jî firehbûna gerdûnê ye. Bi borîna demê re giravên ezmên ji me dûr dikevin. Ev rewş jî firehbûnê îspat dike. Li gorî vê her ku dem dibore, gerdûn firehtir, sartir, û tîrbûna wê jî kêmtir dibe. Ev pêvajo berevajî were fikirîn mirov dikare bi aqilê xwe ve bigîhîje „Big Bang‟ê. Perspektifeke ku teqînê teyîd dike jî ev e: gerdûn berê ne pir zelal bû (kesîf bû). Pêşiya çêbûna atoman, ji ber ku tîrbûneke(kesîf) pir zêde hebû, çîkdan(emision, ışıma) pêk nedihatin. Bi sarbûna gerdûnê ve, 380000 sal piştê teqînê bi hev ve bûn û atom çêbûn. Di van deman de tîrbûna gerdûnê kêm bû û gerdûn ji berê zelaltir bû. Vê rewşê zemîn ji çîkdanê re amade kir û çîkdan pêk hatin. Ev hemû piştê teoriya Big Bangê hatin idiakirin û pejirandin. Zanyaran ji vê qebûlê hereket kirin û çîkdana microwave fonê dîtin. Ev piştê xebatên dûvdirêj ên bi salan di sala 1964an de hat keşfkirin.

Germahiya vê çîkdana ku her derê gerdûnê xistiye bin bandora xwe 3 Kelvin e, ango -270C e. Lê diviyabû ku dema ev çîkdan pêkhat, germahî 3300C bûya. Ji vir jî tê fêmkirin ji wî rojê vir ve germahiya gerdûnê 1100 daketiye. Ango gerdûn evqas fireh bûye. Ji bilî van, ev teorî gelek rastiyên segirtî ji mirovahiyê re eşkere dike û di derbarê binyata gerdûnê û giravên ezmên de gelek razan bi me dide zanîn.

2.Gerdûn çend salî ye?

YENİ! Astronomi ve Uzay Bilimleri Bölümü 2021 Boş kontenjan ve Taban Puanları (Son 4 Yıl) Başarı Sıralamaları

Di sedsala bîstan de ev pirs ji bo zanyaran gelek zor û zehmet bû. Îro em dikarin vê pirsê wek ‟13,7 mîlyar sal‟ bibersivînin. Lê zanyar hewil didin ku hejmareke ji vê hesastir bibînin. Ji bo vî jî stêrenas li pey keşfkirina leza(sûrata) firehbûna gerdûnê ne. Zanyarê Emerîkî Edwin Hubble pêwendiya di navbera lez û dûritiya giravên ezmên bi denklemeke hêsan îfade kiriye.

Ji bo tespitkirina emrê gerdûnê gelek rêbazên din jî hene. Lê ew ne ewqas hasas in. Yek ji van jî rêbaza radyoaktif e. Bi alîkariya vê rêbazê temenê zinarên berê tên hesabkirin. Wekmînak di dinyayê de zinarê herî temendirêj 3,8 mîlyar salî ye. Ji bilî vê bi vî rêbazê temenê zinarê herî kevin ê di fezayê de 4,6 mîlyar sal hatiye hesabkirin. Dema ev metod li ser stêrên herî kevin tê bikaranîn, emrê gerdûnê wek 12 15 mîlyar salî tê dîtin. Bi pêşveçûna rêbazan û bi lêkolînan em ê emrê gerdûnê teqeztir hîn bin. Lê me di serî de jî gotibû ku hema hema hemû zanyar dibêjin gerdûn 13,7 mîlyar salî ye.

3.Em li ku dera gerdûnê ne?

Em li ku dera gerdûnê binêrin jî, ji xeynî wan ên nêzên me hemû peyk û zinar ji me dûr dikevin. Ji ber vê mirovên berê dinya wek navenda gerdûnê pejirandine. Lê di rastiya xwe de navendeke gerdûnê ku tê zanîn tune ye. Ji her alî ve gerdûn mîna hev tê xûyan. Zanyaran ji vê re „prensiba kozmolojîk‟ gotine û ev şibandine kekeke bimewûj ku dema dipije mezin dibe. Bi pêtinê ve mewûj ji hev dûr dikevin.

Evrenin En Büyük Soruları ? | Neferkamin Anu

Hemû mewûj li ser heman dîtinê ne: mewûjên dinê ji wan dûr dikevin. Wekî vê mînakê em li ku dera gerdûnê bin bila bibin, her tişt ji me dûr dikevin. Li gori qanûna Hubble ji ev rast dertê. Ango zinarên ezmên çiqas ji me dûr bin, ewqas zûtir ji me dûr dikevin. Di mînaka li jor de jî mewûj çiqas ji hev dûr bin ewqas leztir ji hev dûr dikevin.

Bi kurtasî em nizanin ku em li ku dera gerdûnê ne. Lewre her cih wek hev tê xûyan. Jixwe zanyar û stêrenas li ser vê fikrê ne ku goşeyek an jî navendek gerdûnê tune ye.

 

Nivîskar: Gernas

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 1em

Derbar Çand Name

Check Also

Jeff Bezos û ekîba xwe çûn fezayê!

Jeff Bezos, damezrînerê Amazonê, bi wesayîta New Shepardê ku ji hêla pargîdaniya Blue Origin ve …

Leave a Reply