Têkîliya serdest û bindestan û filmê ‘iki dil bir bavul’

Mirov bi dîmenên filîmê ‘iki dil bir bavul’ re, gellekî li ber xwe û li ber neçariya xwe dikeve. Ya rast, mamosteyekî paqij û îdealîst û bi tenê heye ku ji cîhaneke din hatiye gundekî kurd. Mamoste tirk e û bi zimanê kurdî nizane. Zarok jî, ji bilî çendakên ku li dibistanê fêr bûne, bi tirkî nizanin. Çîroka filîm ew e ka gelo peywendiya mamoste û wî gundî û wan zarokan û wî zimanî dê çi be û ji hêla din ve jî hewlêsta gundiyan û zarokan dê li hember wî mamosteyî û wî zimanê nû dê çi be.

Filîm ne fîksiyonek e. Weke dokumenterekê hatiye kişandin û têra xwe realîst e. Rastî bi awayê herî rût û bêyî makyaj hatiye dayin. Cîhên ku ji bo kamerayê hatine hilbijartin, ber dîwaran, ji dûr ve, li pişt beştan, yanî dûrî bûyeran, wê hîssê dide mirov ku mirov ne li wira ye, lê belê mirov hertiştî dibîne, yanî “mirov bi dizî dibîne” û dibe şahid. Derhêner jî ji xwe dixwazin wê hîssê bi mirov re çêbikin û gellekî jî bi ser dikevin. Ji ber wê ye ku kes ji xwe napirse gelo çima em odeya mamoste ya razanê û televizyona wî nabînin, digel ku dengê televizyonê tê me. Lê belê li mala Îbrahîmê bavê keçika ku tiliya wê jêbûye, em televizyonê dibînin. Lewre detayên dorhêla bûyera sereke ji xwe bi vir de û wê de ber bi çavên mirov ve dikevin. Filîm dixwaze mamoste Emre û wan zarokan bîne ber hev.

Emreyê mamosteyekî neçar e, lewre li gundekî weha ku ava wî kêm e û elektrîka wî nîne, pênc sinifên ku hin ji wan bi tirkî dizanin û hin ji wan nizanin û sinifên yekem qet bi tirkî nizanin, hewl dide ku mamostetiyê bike. Bê guman, di rewşeke weha de stratejiya mamostetiyê mecbûr e ku xwe adapteyî rewşê bike. Ev zarok hê bi tirkî nizanin, ka gelo ew ê çawa fêrî xwendin û nivîsandinê û tew matematîkê bibin. Ji ber wê, Mamoste Emre tercîha xwe dike û bi telefonê stratejiya xwe ji dêya xwe re dibêje :
“Ev zarok bi tirkî nizanin. Ji ber wê nikarin fêrî matematîk û ‘Hayat Bilgisi’ bibin. Îsal, bi kêmanî, ez ê wan fêrî tirkî bikim û saleke din jî ez ê tiştên din nîşanî wan bidim”.
Dêya Emre di filîm de weke alaveke baş hatiye bikaranîn, lewre bi xêra axavtinên bi dêyê re em dibînin ka Emre li çi difikire û gelo çi ne reaksiyonên wî yên li hember vê jiyana wî ya nû û van zarokên ku ji wî fahm nakin û vî zimanê ku ew pê nizane. Ew bi tenê ye, li hember gellek dijwariyan û di nava zivistaneke ecêb de… Kes nayê alîkariya wî, Emre bi tena serê xwe hewl dide ku deriyên şaristaniyê li ber zarokên kurd veke(!). Lê belê, gava ku zarok ji wî fam nakin û axir Emre wan derdixe derve, ji ber ne!ariya xwe serê xwe dixe nava herdu destên xwe û digirî.

Dilê mirov bi Emre dişewite. Ji ber ku ne sûcê wî ye. Ji wî re weha hatiye gotin. “Divê ew zarok fêrî tirkî bibin, fêrî xwendin û nivîsandinê bibin, bibin însan.”
Ya rast, karê ku Emre dike baş e. Başbûn an xirabbûna wî karê wî li gora kurdekî û li gora tirkekî dikare were guhertin. Ji ber wê, filîm “bi zîrekî” hatiye kişandin. Mudaxale nehatiye kirin, Emre kî be, di filîm de jî ew e. Ji ber wê ye ku roja yekem “Andimiz” nîşanî zarokan dide ku di rêzika yekem de dibêje “Turkum (Ez tirk im)” û di rêzika dawîn de jî dibêje “Ne mutlu turkum diyene (Xwezî bi dilê wî kesî ku ji xwe re dibêje tirk)”.

Zarok ji wî fahm nakin. Kurd in, lê dibêjin “Ez tirk im” ; ev jî ne xema wan e. Di vê peywendiyê de yên “naïf” û saf ne zarok in, Emre ye. Lê belê, Emre heta dawîn jî nikare wan peyvan bi wan bide fahmkirin. Yanî, Emre ji xwe re dibêje. Lê belê Emre dewlet e. Yek bi yek diçe malan û li zarokan digerre. Dipirse ka gelo zarok çima nayên dibistanê. Kesek jî nabêje ku dibistan ji wan re ne lazim e. Di vira de, hebûna mamosteyê dewletê û dibistana dewletê, weke hebûna serdestan diyar dibe. Zarok diçin dibistanê ji ber ku serdest weha dixwaze. Yanî, mirov dibêje qey di vî filîmî de bi tenê peywendiya zimanan û mamoste û şagirtên wî yên zimanên cuda heye, lê her yek ji van endamên filîm, fikrekê temsîl dikin.
Mirov dibêje qey serlehengê filîm mamoste Emre ye, lê hê di dîmena wî ya yekem de mirov fahm dike ku di vî filîmî de serleheng Zulkuf e ku zarokekî xwendekar e. Ji ber ku mamoste çi ji wî bipirse jî bersivê nade wî. Lewre Zulkuf bi zimanê mamoste nizane. Gava ku sala perwerdehiyê bi dawî dibe û mamoste pirsên gellekî normal ji wî dike jî, Zulkuf bi tenê dibêje “hayir” (na). Mirov dikare bifikire ku ew na’ya Zulkuf ne bersiva mamostê ye, lê belê “rastiya sîstema Tirkiyeyê ya perwerdehiyê” ye. Lê ew “na”, işareteke din e jî : Zulkuf red dike. Malbata Zulkuf red dike. Ji ber wê ye ku, weke ku derhêner di hevpeyvîna xwe de dibêjin, salek bi şûn de Zulkuf êdî dev ji mektebê berdide û diçe pembo, yanî dibe weke “herkesî”.

Emre di filîm de pirsekê ji zarokan dike û dibêje “Hûn ji min fahm nakin, ez jî ji we fahm nakim. Îcar em ê çi bikin ?”
Herdu alî jî neçar in. Lê belê, di filîm de sahneya ku rastiya bûyerê derdixe holê û safî û paqijiya îdealîzma Emre serobinî dike ew e ku Emre ji ber ku zarokan peyveke bi kurdî li ser pirtûka xwe nivîsandiye, wan ceza dike. Sê zarok li ber texteyê nivîsandinê, li ser lingekî disekinin. Hingê, êdî ew dilrehmî û paqijiya vî mamosteyê tirk rastiya bingehîn nîşan dide: gava ku bindest neyên ser rêya rast, rûyê tund nîşanî wan bide.
Gava ku Emreyê paqij û mirovhez û xwezahez dixwaze darekê li hewşa dibistanê biçîne, zarok di nava xwe de bi kurdî dipeyivin. Emre ji wan re dibêje “Bi kurdî nepeyivin. Binerin, em ê ji hev bixeyidin ha!” Ji bo ku dilê mamoste Emre nemîne, zarok dive bi tirkî bipeyivin. Lê, nayê pirsîn ka gelo çima dilê wî dê bimîne.

Axir, Emre fahm dike ku ev mesele divê ji nava malê dest pê bike û dibistan bi tena serê xwe nikare bi ser bikeve. Hingê di civîna bi dê û bavên zarokan re de, ji wan dixwaze ku di meseleya zimanê tirkî de alîkariya wî bikin.

Di wê sahneyê de em sê rastiyên din jî dibînin.
1- Dewlet weke berxikan dê û bavên zarokan dide ser hev.
2- Jin bi tirkî nizanin. Ji ber wê, di nava mamoste û jinan de Îbrahîm wergêriyê dike.
3- Îbrahîm li ser navê gundiyan lêborînê ji mamostê dixwaze (lewre zarok bi tirkî nizanin).
Belê, neçarî… Ji ber ku em nehatin ser rêya rast, em ji serdestên xwe lêborînê dixwazin. Armanca kolonyalîzmê jî, ji xwe ev e. Divê blindest bi dilê xwe ve bixwazin werin ser rêya serdestan. Heger weha nebe, kolonyalîzm nagihîje armanca xwe û hinge têk diçe. Eynî mîna ku Zulkuf terka dibistanê dike û daye ser rêyê.

Îbrahîm Seydo Aydogan

Derbar Mêvan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply