Einstein her dem bi ajotvanan re diçû konferansê. Rojekê, dema ku ew diçûn konferansekê, ajotvanê wî ji Einstein re got: “Ezbenî, dema ku te axaftina xwe dikir ev demeke dirêj e ez li paş te rûniştim û ez hema hema her tiştê ku hûn dibêjin ez jî dizanim.”
Einstein keniya û teklîfek jê re kir: “Weleh, ew cihê ku em diçin qet kes min nasnakin … De were em îro cil û bergên xwe biguherînin, tu yê biaxivî û ez ê di rêza paşîn de li te guhdarî bikim.
Ajotvan bi rastî axaftineke xweş û serkeftî kir û bersiva hemû pirsan rast da. Hema ku wî dixwest rûnişta, profesorekî zane û hinekî jîr, pirseke giran a fîzîkê kir ku heta wê rojê di konferansê de nehatibû pirsîn.
Ajotvan bê dudilî berê xwe da yê ku pirs dipirse û got: – Bi rastî tiştekî ecêb e ku tu pirseke wisa hêsan dikî. Dûv re, nîşanî Einstein da ku li pişt salonê rûniştî, wî berdewam kir: “Niha ez ê gazî ajotvanê xwe yê li rêza paşîn bikim, û hûn ê bibînin, ew jî dikare bersiva pirsa we bide.”
Çandname