Pêşveçûna Psîkolojiya Modern

Psîkolojî, di nav disîplînên zanistî de di cihekî nû de ye. Berî zayînê sedsala 4an û 5an de Platon, Arîsto û çend rewşenbîrên Yewnanîyan li ser mijarên niha yên ku psîkolog pê mijûl dibin, dibûn. Pirsên derbarê hafiza, hînbûn, motîvasyon, têgihîj û xewnan de yên ku niha di psîkolojîyê de girîng in, wê demê jî hatibûn pirsîn. Ev jî delîl e ku di psîkolojiyê de di pêşeroj û paşerojê de heman tişt hebûne.

Eger bingeha psîkolojiyê ji demekê kevn de bê, xebatên wê jî, ji wê demê destpê dikin. Lê belê çiqasî psîkolojî him disîplîneke kevn e him jî yeke nû ye. Di serî de ev wekî nakokîyekê tê dîtin. Ji ber vê, Herman Ebbinghaus bi kurtasî wiha dibêje: Psîkolojî xwedî pêşerojeke dirêj e; lê belê dîrokeke kurt e. Bi rastî jî, xîmên psîkolojî yên zîhnî ji tarîxeke kevn dest pê dike lê belê psîkolojiya modern sedsala xwe ya yekemîn di 1979an de pîroz kiriye. Psîkolojiya modern bi metodeke nû bersiv dide pirsên ser sirûşta mirov. Ev metod, felsefeya kevn ji psîkolojiya modern vediqetîne û psîkolojîyê dixe disîpleneke cuda.

Heta dawîya sedsala 19an fîlozofan bi tecrûbeyên şexsî digotin û lêkolînên wan yên li ser sirûşta mirovan pêhisî bûn. Paşê bi fizîk û biyolojiyê ve xebatên zanistî zêde pêş ketin. Ev jî di psîkolojiyê de bû sedema veguherînê.

Psîkolojiya nûjen, ji bo mijarên ku li ser dixebite nêrînek objektîf anî. Ji ber vê ye, piştî psîkoloji ji felsefeyê veqetiya, metod û teknîkên objektîf derketin holê. Di sedsala 19an de, pirsgirêkên li ser sirûşta mirov, ji aliyê çend fîlozofan hatibûn bersivandin. Lê belê ji bo psîkolojî di zanistê de cih bigre, ew xebatên wan zêde bandor nekirine. Dîroknasê psîkolojiyê Robinson wiha dibêje: Eger em mijarên lîteratura psîkolojiya modern bikolînîn, hemû di sedsala 19an de jî hebûn. Tenê îro zêdetir pêş ketine.

Xebatên nûjen yên ku psîkolojî di zanistê de cihekî tena serê xwe bigre ev bûn: Di 1875an de li Almanya li bajarê Leipzigê Wilhelm Wundt labaratuara yekem ya psîkolojiyê ava kir. Di 1881an de Wundt kovara yekem, bi navê “Xebatên Felsefeyê” derxist. Di 1888an de li zanîngeha Pennsylvaniayê James Mckeen Cattell di psîkolojîyê de bû profesorê yekem. Di 1887an de G.Stanley Hall li Emrîkayê kovara psîkolojîyê ya yekem weşand, bi navê “Kovara Psîkolojiyê ya Emrîkayê” derxistibû. Di navbera 1880an û 1895an de li Emrîkayê 26 labaratuarên psîkolojiyê û 3 kovar hebûn. Di 1892yan de sazûmana yekem ya zanistî bi navê “Komeleya Psîkolojiyê ya Emrîkayê (APA) hat damezrandin. Niha jî di psîkolojiyê de beşên cuda derketine. Her yek di zanistê de tena serê xwe bûye disîplînek: Psîkanalîz, psîkolojiya Gestalt, binyatgerî (structuralism), reftargerî (behaviorism) hwd. Îro yê ku bixwaze ji psîkolojiyê agahdar be, divê rojê 100 weşanan bixwîne.

Duane p.schultz, Sydney ellen schultz” Dîroka Psîkolojîya Modern

Wergera ji tirkî: Ümit Eser

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 1em

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo kêfxweşîyê van tiştan nefikirin

Bextewarî carinan dibe ku ji kêfa wê gavê be û hişê me ji ramanên neyînî …

Leave a Reply