Derheqê Şeva Yelda yê de (Şevçile) Hertişt

Di nava gelên Arî de li gel peyva ”Yêlda” ji vê şevê re ”şeva Çile”, destpêka Çile ya pêşîn jî dibêjin. Ev peyv wek ”Yelda û Yalda” jî tê nivîsandin. Bi dîtina min forma rast ”Yêlda” ye. Peyva ”Yêlda” tê wateya dayînê /zayînê, yanê şeva dayînê, şeva bûyînê, şeva ku xwedawendê rojê Mîthra xwe daye /Xwe-da. Hin jî di cihê peyva ”Mîthra” de peyva ” Mihrdad /Mîrdad” bikartînin. Ev şev li gor salnameya Gregoryanî rastê şeva roja 20 kanûnê bi 21 kanûnê ve girê dide, tê. Di nava anane û kevneşopiyên kevn de du çileyên zivistanê hene. Ya yekem bi vê şeva Yêlda ve destpêdike. Yanê çil rojê zivistanê yê yekem, ya din jî li pey wê tê.

Peyva ”Yêlda” bi aliyê hin kesan ve bi aramî ve jî were girêdan, ne rast e. Ev nexweşiyeke her tiştî bi samiyan ve giredanê bêtir tişteke din nine. Di Kurdî û bi giştî di koma zimanê Arî de lêkera ”dan” herwiha peyvên weke ”da, dadan, dadê, dayîk, Xweda, Yêzdan” hene. Ev di bingehê Ariya kevn de jî xuya dike. Bi Somerî ”gan /dagan / dî – gan” di farsî de ”dadan” û di hîndî de ji ”yêndana /yan dena” tê gotin. Bi taybetî jî peyva ”Yêzdan” û peyva ”Yêlda” gelek nêzê hev in. Ji wê jî mirov bi hêsanî dikane bibêje ku ev peyveke xas Arî ye.

Ev baweriyeke ji Zerdeştî kevntir, yy dema baweriya Mithraîzmê ye. Di salnameya kevn de vê şevê meha Azar /Attur (agir) yanê meha Mijdarê diqede, meha ”Day /dey” dest pê dike. Peyva ”day” ji lêkera ”dayînê” tê. Ji vê mehê re çileya zivistanê ya yekem jî hatiye gotin. Di vê şeva ku 20an bi 21ê meha kanûnê ve girê dide de, li nîvkada bakur şeva herî dirêj e. Li nîvkada başûr jî şeva herî kurt û roja herî dirêj e. Ji vê şevê û pê ve tevgere gera cihanê xwe diguherîne û li nîvkada bakur şev her diçe kurt û roj ji dirêj dibe. Bi zimanê gel destpêka dagera Rojê ye. Di baweriya gelê Arî ya berê, ango Mithraîzmê de ev roj roja ji durreya gerdûnê xweafirandina xwedawende rojê Mithra Xwe-da ye. Herwiha di baweriya Mîthra de ”Başî /çakî ya ku li dij bedbûnê (Xirabiyê) di nava şer de ye, vê şevê bi her awayî bi ser ketiye. Her wiha ronahi jî li dij tarîtiyê.” Ev serkeftina başiyê wek cejna Arî yan jî Îndo-Arî (Aryanî) jî tê zanîn. Ev têgîhîştin di baweriya Zerdeştiyê de jî rûniştiye.

Ev Anane û baweri bi rengê cûda di nava hemû gelên Arî /Aryen de tê pîrozkirin. Di dema Medan de xwerû di MEHRGEDEHan (Mala rojê) û li dor wê dihat pîrozkirin. Mixabin bi têkçûna Medan re ev hatiye ji bîrkirin. Di nivîsên mixî yên Bestûnê de Darios radigine ku bavê wî di ser gelek Mehrgedehên Medan de girtiye û ew di komkujiyê re derbaskirine.  Di dema Xaldiyan /Ûrartûyan de jî hin nişaneyên pîrozkirina vê rojê hene. Mînak li ser keleh û kevnebajarê Girêsora (Bostankaya) Milazgirê perestgeha rojê heye. Li ser wê perestgehê nîşaneyên dagera rojê jî di forma relyefan de xuya dike. Ev jî tê wê wateyê ku wê demê jî ev roja xeta tarîtî û ronayiyê ji hev diqetîne, bi baweriyeke têr hatiye pîrozkirin. Ji ber ku me li ser xaka xwe serweriyeke serbixwe avan ekiriye. Ev rastiyên dîroka me jî di tariyê de mane.

Dewleta Îranê firsenda di dest xwe de bi kar aniye û ji zû ve ev roj weke cejneke xwe ya netewî bi tevahiya cihanê daye pejirandin. Her wiha Persan Zerdeştî jî bi xwe dane destpêkirin. Dema mirov di nava çavkaniyên Ewropiyan de li vê mijarê digere, tenê peyva ”Cejna Persan” derdikeve pêşiya mirovan. Bes, daneyên dîrokî bi aşîkarî nîşanî me didin ku Persan ev cejn ji Medan wergirtiye û ji xwe re kirine mal. Di nava Kurdan û gelên din de hin cudahiyên awayê pîrozkirine hene, heta li hin cihan ji ber baweriya îslamê reng ji guherîne. Mînak li Eyaleta Fars di nava xwarinê pîrozkirinê de hinar û zebeş tinene, tenê hin çerezên zuha hene. Lê di nava Kurdan de hinar di dema pîrozkirinê de rola bingehîn dilize. Egerê vê jî gelek zelal e, lew re berê ku Kuroşê kurê Kambîs I. ê dekbaz Serweriya Med biruxîne, ev anane di nava Persan de yan hîç tinebû, yan jî ev cejn bi melûlî hatiye pîrozkirin. Lewre ti nişaneyên wê di nava kavîlên Pasar Gedehê de nine. Lê ev şeva xwerû di nava Medan de pîrozbahiyeke taybet û bi rengê netewî bû.

Hinar û şeva Yêlda

Nîşaneya vê şeva Yêlda ya bingehîn ”Hinar” e. Taybetiya hinarê ev e: Hinar mînak û semboleke teqina yekem e. Dema hinar biteqe, her hebeke hinarê wek stêrkên li ezmanan bi aliyekê ve diçe, kêliya tirîjê ronahiyê lê de, her hebek bi rengek cuda, xweru jî bi şînîya ezman dibiriqe. Lema Kurdên Yarsanî ji teqîna yekem  yanê ji ”Urkinal /Big Bang” re ”Kun vekun /Kunar vekunar” yanê teqîn û belavbûn gotine. Kurt û Kurmancî têkiliya peyva ”hinar” û ”Kunarê /teqîn” bi hev re heye. Dibe ku ji ber vê têgîhîştinê jî hinar bûbe remza vê şeva pîroz. Kî dixwaze rengê vê rastiyê bibîne, dikane hinarekê bi weş li erdê xwe û lê binêre.

Di nava Kurdan de rengê cuda yê ”Şeva Yêlda”

1) Li Hamedan / EKBATAN ”Şeva Yêlda”

Şêweya pîrozbahiya li Hamedanê ji dema Medan vir ve maye û ji rengê xwe tirîjek jî wenda nekiriye. Li Hamedanê rupoşeke qutnî davêjin ser xonçe /mase, hinar, zebeş û çerezên cûda li ser xonçe /maseyê tê rêzkirin. Li gel wê jineke salmezin /Pîr li ber xonçeya bi hinar, zebeş û çerezên cûda hatiye xemilandin rûdine, helbestan dixwîne. Bi giranî jî navê hin kesan tê hildan û li ser navê wan helbest tê xwendin. Di dema xwendinê de zarokek ser 12 salî re ta û derziyê digire, li ser caweke taze û neşûştî navê kesên ji bo wan helebest hatiye xwendin dineqişîne. Hin jî bi qelemên rengînê yan jî bi hubra Mehrgedehan wan navan li ser caw dinivîse. Ji wî karî re ”Kohkiluye” dibêjin. Li pey jî bi navê ”Methil Xanî” çîrokên xwerû tên vegotin. Her wiha bi navê ”Kilîla Behrê /Tasa Behrê” ji bo belengazan xwarinek jî tê çêkirin û belakirin.

2 – Li Xworezmê /Horasan

Li Xorezmê bi taybetî di nava Kurdên Xorezmê de,  reh û kokên giha yên tên xwarin, bi destê kal û pîran tên civandin, wan bi saetan di sitilan de dikelînin, her wiha şekir jî tevê dikin, (li hin cihan aqit, yan jî şîrava mêwan tevê dikin,) wê kef û ava wê weke şirûbê tevdidin, piştî hinek sar bû, bi qedehan vedixwin. Dibe ku ev jî formeke ”Ava Homa” ya dema Medan be. Ango ji wê demê ve mabe. Lewre ava Homa jî ji gihayên cûda dihat çêkirin. Bêguman li gel wan hinar, zebeş û çerez jî tên danîn. Stran û govend jî jê kêm nabin.

3 – Li Parêzgeha Kermanşanê ango di nava Kurdên Kelhûr de li ser xonçeyê (maseya nizm) bi awayeke taybet xemilandî hinarên reng sor, sêvên rengzer, her wiha sor û kesk. Zebeş, berû, mêweyên çolê û çerezên herêmî bi hostatiya xemla nîgarkêşekî tê bi cihkirin. Ev tev de bi awayê remza rojê tê têgîhîştin. Tê bawerkirin ku ev hêza dil û rengê Rojê diteyîsînin. Li gel wan şîraniyên bi navê ”Rahat-holxum, kek, û nanê birinjî” jî tê patin. Li gelek ciha şîraniyên din jî hene. Her wiha stran û helbest jî kêm nabin.

4 – Li navenda Kurdistana Rojhilat:

Di pergala dewleta Îranê de ji Sinê bigire hetanî Saqize di resmiyetê de weke eyaleta Kurdistan tê bi navkirin. Li vê herêma Kurdistanê bi navê ”Nanê Sangak” formeke patîleyên bi kelem, pincar her wiha kifteyên pel, îsot û balîcanên dagirtî tên amadekirin. Bêgûman remza Şeva Yelda hinar, zebeş, gûz, berû û çerezên din jî nayên ji bîrkirin.

5 – Li Qazwîna di dema Serhildana Gaumada de keleha berxwedanê bû

Mixabin ku ev warê şêran niha bi piranî di destê Azeriyên ku navê Kurdî ”azer/î” dizîne û li xwe kirine de ye, lê berê eyaleteke Med, cih û ware Kurd û birayê wan Belûciyan bû. Li vir jî  şeva Yêlda bi awayekî xwerû tê pîrozkirin. Li vê herêmê bi taybetî di nav newal û geliyên Elbirûzê de gelek Kurdên Yarsanî hene, herwiha Kurdên nîv şîî jî li vir dijîn. Di nava wan de hê heta îro jî ew kevneşopiyên berê nehatine jibîrkirin. Yan jî Kurdên di nava azeriyan de helyane bûnin Azerî (Azerî naveke Kurdîye, lê Tirkan ew dizîne û ji xwe re kirine mal.) Wekî farisan çerez datînin. Hinar kêm tê dîtin, lê li herêmê xwerineke taybet ya bi masiyan tê çêkirin. Gelek kes ji bo vê xwarinê di dema şeva Yêlda de carinan berê xwe didin wir.

6 – Li ba Yarsanî /Kakaiyan 

Yarsanan bi her awayî piraniya reng, anane û têgihîştinên berê parastine, lema Yarsanan têgîhîştin, tê weteya rastiyên xwe têgîhîştinê. Li vir hem di vê şeva pîroz de bi vêxistina ”şevçira” (findên şimayê) wateyekê didin vê şevê û hem jî weke remza ”Kun vekun /Kunar vekunar” Hinar, mewîj û şerab tê pêşkêş kirin. Xwerû jî di deme hilhatina rojê û çûyîna ava de, bi zimanê wan ”Îzeti Mîrşîn” yanê sewaneyên pîroz, gulbang û dîrozan bi nalîna tembûrê re pêşkeş dikin. Ev pîrozbahîya xwerû ya li ba Yarsaniyan hetanî 15ê meha yekem didome. Ango pîrozbahiyê hetanî roja paqijiyê ku Yarsanî jê re ”Xawênkarî” dibêjin, didomînin.

7 – Di nava Farsan de

Li Îranê bi fermî nasîna vê rojê re pîrozkirin di nava Farsan de jî rûniştiye. Li eyaleta ku wek Fars hatiye binavkirin jî, ev roj tê pîrozkirin, lê ji baweriyeke bêtir, weke fermibûn û cejna dewletê hatiye pejirandin.

Li Farsê hinar di nava çerezan de tine. Ev cudahiyeke di navbera Kurd û Farsan de ye. Li ba wan Rengînak (mêweyek), xurme, zebeş û çerezên zuha hene. Li gel stranan û lîstina baskan şeva Yêlda tê pîrozkirin.

8 – Li ba Kurdên Êzdî ”Cejna Êzî”

Li ba Kurdên Êzdî ”Şeva Yêlda” rengeke din wergirtiye. Dibe ku bi vî awayî rengê herî kevn jî hatibe parastin. Ev Cejna Mîthra di bin navê sê cejnan de tê pîrozkirin. Yek Cejna Şêşims, Şems navê rojê û Xwedayê rojê ye. Ev nav di zimanê Huriyan de Şîlîg, Sîm /îm, bi Xaldî Şîlîg, li ba Sûmeran Şims /Şa /zalag, Akadi ”Şamaş” roj û navê xwedayê rojê ye. Ya duduyan ”Cejna Xwidan” e, ev xwedanê du wateyî ye; yek navê Xwedê, yek jî di wateya xwedî lê derketinê de ye. Cejna sisyan û a dawîyê jî bi navê cejna ”Ezî” tê pîrozkirin. Cejna Êzî cejna xwedayê rojê ye, ango cejna Mithra ye. Ji ber ku Xweda ev cihan diyariyê me kiriye, bi awayî spasî piştî sê roj rojiyê tê pîrozkirin. Her wiha tê bawerkirin ku Xwedê berê cihan rip û rût afirandiye, Di meha Newrozê de jiyan afirandiye. roja Çarşemiya Sor afirandin temamkiriye. Her sal ji ber rojên salan, yan jî sala zêdekê rojên pîrozkirinê cudane, Cejna Êzî bi giranî di navbera 16 – 21 meha Kanûnê de li cihê navê ”Yêlda” di bin navê ”Êzî” de tê pîrozkirin. Dema mirov wateya şeva Yêlda û cejna Êzî û her wiha cejna Xawenkariya Yarsaniyan dirûberîne, dibîne ku hersê jî, di heman wateyî de ne. Yanê tê de dagera rojê, afirandina cihanê û sipasdarî heye. Wê rojê ji şîraniyan bigire hetanî xwarinên cûda çerez û hinaran her tişt tê pêşkêş kirin.

9 – Gaxend, Kalê Gaxendê

Li Dêrsimê, yanê ji Kocgîri bigire hetanê Gimgim û Xinûsê jî, vê rojê rengek cûda wergirtiye û di bin serenavê ”Gaxendê” de tê pîrozkirin. Di naveroka wê de serketina başiye ya li dij xirabîyê, yan jî serketina ronahiyê ya li dij tarîtiye, ango dagera rojê û destpêkek nû heye. Her çendî di vir de rola hinarê nemabe jî, bi heman mabestê tê pîrozkirin. (Dibe ji ber ku mêweya hinarê, ne mêweyeke vê herêmê ye, lema wateya xwe wendakiribe.) Lê geşt heye, şîranî heye, pîrozkirin heye, têkçûyîna xirabiyê û serketina başiyê, her wiha destpêkek nû heye.

10 – Qirdik, Kalo – Pîrê, Kosegelî

Di nava Kurdên misliman de jî ev ”Şeva Yêlda” di bin navên ”Qirdik, Kalo-Pîrê, Kosegelî, Bûka Baranê” de tê pîrozkirin. Ango ji wateya xwe ti tiştekî wenda nekiriye, bes hinek rengê pîrozkirinê guheriye. Di naveroka wê de jî serketina ronahiyê li dij tarîtiyê heye. Pîrozbahiya vê roje, roja 20 meha kanûnê, ango destpêka çileya yekem dest pê dike hetanî nîve meha çile, anagorî salnameya Gregoryan nîvê meha yekem didome. Di vir de jî qewitandina xirabiyê, demên tarîtiyê, vegera başiyê û Rojê bingeh tê girtin. Her wiha ji bo vê rojê geşt tê dayîn, ciwan li hev kom dibin, li gel xwarinê bi şahiyekê vê rojê pîroz dikin. Demên berê, mînak; di salên şêstî de mezinên gund jî tevê vê pîrozbahiyê dibûn. 

11 – Noel /Weihnachten

Noel (Cristmas / Weihnachten) a gelê xiristiyan jî bi vê şeva ”Yêlda” re têkildar e. Hemû Lêkolînerên Ewropî û welatên xiristiyanan dizanin ku Îsa ne di 24 Kanûnê de, li destpêka payîzê hatiye dunê. Lewre di hemû belgeyan de tê ragihandin ku yek; pez hê li çolê bûne. Ya dudyan hersê pîrozwerên ku ji welatê Partan (Kurd) hatine, xwe li stêrka sibehê girtine û wisa hatine. Stêrka sibê gerstêrka Venûsê ye, ew salê du caran xuya dike, yek di meha Adar û Nîsanê de, yek jî dawiya meha heştan û meha nehan ango Îlon (rezber) de xuya dike. Li gel vê baş tê zanîn ku Romayiyan jî diyardeya dagera rojê pîrozkirine û ev roj wek roja rojbûna xwedawend Saturun hatiye pejirandin. Li ba gelên xiristiyan berê di nava Bîzansan de hatiye pîrozkirin, dû re derbasê Romayê bûye. Û li Ewropê belav bûye. Mirov dema li ser înternetê lê bigere vê rastiyê dibîne, lema pêdivî bi belgeyan tine. Dîsa jî min lînka vê mijarê zelal dike li jêr daye.

Nikolaus yan jî kalê Noelê keşeyeke Pamfîlyan e û ji Milatê ye. Berê li  parêzgeha Mugla, Antalya, Rodosê hetanî dihat digîhîşt Denizliyê gelê pamfîlî dijiya, beşeke wan di nava Grêkan de, beşek jî di nava Tirkan de heliyan û têkçûn. Tê gotin ku zimanê vî geli nêzikê zimanê Lîdiyan bûye. Keşeyê bi navê Nîkolaus keşeyeke gelê Pamfîlî bû ye. Nikolaus di dema xwe de komeke çekdar ava kiriye, bi alikariya wan keştiyên dewlemendan şêlandiye, li belengaz û zarokan belav kiriye. Di pêvajoya salan de vî rengê kalê noelê girtiye. Dara Noelê ji baweriya Alman ya kevn hatiye. Wan jî wekî Kurdan agir pîroz diditin.

 

Çavkanî:

1. Lêkolînên min û têbiniyên ji çavkaniyên cûda.

2. Nirxandinên min yên li ser bawerî û cejnên Kurdan. Her wiha lêkolînên min yên li ser cejnên cuda yên baweriya Êzdayetiyê.

3. Nirxandinên li ser Mîtolojiyên kevn.

4. https://www.allventure.com/de/impressionen/die-yalda-nacht-daspersische-weihnachten.html

5. http://www.irankultur.com/tag/yalda-nacht/

6. https://blog.nomad-reisen.de/yalda-nacht-wintersonnenwende-iran/

‚Yalda-Nacht‘ – Eine altpersisch Wintertradition

7. https://www.atto-co.com/de/2019/12/18/spezielle-rituale-der-yalda-nacht/

Kardeşlik Dini: Kakailik (Yaresan Aleviliği Nedir)

8. https://rcg.org/de/broschuren/ttooc-de.html

9. https://www.wissen.de/bildwb/mythen-des-alten-mesopotamien-goetter-und-heldenepen

Insburger Sumerische Wörterbuch

**********************************************

 

BEŞÊ DIDÛYAN

ŞEVA YÊLDA II

Di nava gelê me û dîroka me de baweriya ”Rojê” bi wê ve têkildar pîrozî û hêviyên bi ”Şeva Yêlda” yanê dagera rojê, her wiha baweriya di vê şevê de ”serketina ronahiyê ya li hember tarîtiyê” di bingehê xwe de her zindî ye, pareke giyan û têgîhîştina me ye, ji rastî û bingehê xwe ti tiştekê wenda nekiriye, bes, rengê xwedî lêderketinê melûl bûye. Min di gotara xwe ya bi navê ”Şeva Yêlda I” de mijara Şeva Yêlda di gelek waran de bi mînakan zelal kiribû. Di vê nivîsê de jî em hin aliyên di jiyana gel û di baweriyên gelê me de û her wiha bingehên ”Şeva Yêlda” ya êdî weke kodeke genê kurdbûnê di giyana me de rûniştiye vekin. Em bi baweriyên ku di nava gel de bi hemû zindîtiya xwe ve dijî, dest bi mijara xwe bikin.

Di sondên gel de Agir û Roj:

”Bi wê guriya agir!”

”Bi roja Xwedê!”

”Bi tîja Heq!”

”Heq esta, roşta /tija Heq esta!”

”Eger derewan dikim, agir bi mala min keve!”

”Cihê min agirê dojehê be, min nekiriye!”

”Bi nûra xwedê!”

”Bi zereqa tavê!”

”A bi wê hêviya li ezman dibiriqe!”

”Pêlên agir bi mala min keve, min nekiriye!”

”Jixwe destên min li ber rojê vekirîbû!”

”Ocax  li min vemire!..”

”Tu bi min bawer nakî, were em di nav agir re derbaz bin!”

Gotinên pêşiyan

”Roj li ava, tarî ket çava!”

”Roj û heyv padîşahên cihanê ne!”

”Roj vemirî, zindî temirî!”

”Roj veda, hêvî xweda!”

”Roja li beroja hêvî dide zimaga!”

”Agir li dora xwe ronî dike!”

”Agirê sorî, bextê borî!”

Di kevneşopî û baweriyan de bingehê Şeva Yêlda

”Avê li agir nakin!…”

Ji zarokaran re dibêjin: ”Bila belê agir nekin, guneh e /Cin li te /we dixe!”

”Îşev şeva xêrê ye, şeva dagera rojê ye!”

” Xwedê ji te razî, me neke gunehan, ma mirov di vê şeva dagera rojê de jî derewan nake!”

Li mala zarok nû hatiye dunê hetanî çil rojî, agirê di pêxêrîgê de nayê vemirandin û her wiha ti car agir nadin der.

Ji bo derguşa nû hatî cihanê ji giyanên xirab biparêzin, sê kizotên agir û perçeke hesin datînin berhev, bêjingê/Seradê davarû datînin ser, pêçeka dergûşê didin ser bêjingê. Dema razanê jî werîseke reş li dor dergûşê û jina duxaskan digerînin ku giyanên xirab pêşkalê jina duxaskan û dergûşê nebin. Werîsê reş sembola marê reş e, di baweriyê de giyanên xirab wek cin, kabos nikanin ji marê reş derbasbin, leme li dor wan digerînin.

”Eger zarok di vê şevê de hatibe dunê, kur be navê wî ”Xwedêda”, keç be nav Yildê (Yêlda) ye!”

Agirên ava miriyan li ser tê kelandin, ti car xevra nakin. Hele av lêkirin guneh e.

Li gelek deveran ya rojên çarşemiyan yan jî rojên înîyan li ser goran agir tê dadan.

Divê cihê agir lê tê dadan paqij be!

Li hin gundan di rojên tengasî û tirsê de li dîharên giran agir tê dadan.

Her wiha; li hin gundên çiyan, Şeva Yêlda weke Newrozê bi li der agirdadanê tê pîrozkirin!.

Dema derdikevin der, divê ne berê mirovan ne jî pişta mirovan di Rojê yan jî agir de be!”

Birîn kewakirin, daxkirin, ji bo tendûristiyê ye.

Hê jî tê bawerkirin ku kî di ser agir re baz de, ji gunehên xwe dibe.

Çima min di vir de mijara agir vekir? Ji ber ku agir weke pareke rojê tê zanîn.

Kurdên Rêya Heq, Yarsanî û Ezdî sibeh û êvaran berê xwe didin rojê, sê caran destên xwe di axê re dikin û li pey jî di ruyê xwe re dikin. Ev dîroz û perestina herî pîroz e.

Gelê me yê Êzdî li ser kêlikên gorên xwe rojê didin kolan û bi zerê rengê rojê didin boyaxkirin. Ev jî remzeke vê rastiyê ye.

Taybetiya sê roj rojîgirtinê

Di nava gelê me yê Ezdî û Rêya Heq de mijara ”sê roj” rojîgirtinê, piştê wê jî pîrozkirin, xêr û xêrat dayîn heye. Ti têkiliya vê awa rojiyê bi baweriyên Samî, yan jî gelên din re tine. Têkiliya vê rojiyê rasterast bi rastiya dagera rojê û Şeva Yêlda re heye. Cihan di gera xwe ya li dor rojê de (di nava gel de dagera rojê) bi Şeva Yêlda re meyla xwe ya heyî diguherîne, her wiha ev guhertin wisa bi carê ve pêk nayê. Cihan hêdî hêdî aliyê kada xwe ya bakur ber bi rojê ve diçerixîne. Bi Şeva Yêlda re gera cihanê ya li dor rojê, sê rojan wekî xwe dimîne, şev û roj jî bê guhertin, dimînin. Piştî sê rojan hê dager dest pê dike, kurt û kurmancî şeva 21, 22, 23 yên meha kanûnê /çile yek wekî hev dirêj in. Roja 24 kanûnê (meha 12.) gera cihanê hêdî hêdî xwe diguherîne, ango dagera rojê dest pê dike. Di van her sê rojan de rojî tê girtin. Yanê rojîgirtina gelê me jî, li ser bingehekî zanistî ye.

Rojiya Ameşa Spenta (Xizir)

Gelê me yê Rêya Heq, Yaresan û Êzdî di destpêka hefteya dudyan (Carna hefteya yekem /li gor sala zêdek) sê roj rojiya Ameşa Spenta (Xizir) digirin û piştî sê rojan cejna Ameşa Sipenta pîroz dikin. Di vê rojî û cejnê de mûmên ji şimaya hingiv, yan jî bi donê pezêgorîkirî hatî çêkirin, bi nîyeta remzeke rojê û hêviyê vedixin, li ser Embar û bi stûnên gom û tewleyan ve girêdidin ku giyana Ameşa Spenta xwe li wir bigire û bereket têkeve nava arvan û malên wan. Ev sê roj rojî jî, ji wan sê rojên dagera rojê hatiye wergirtin.

Pîroziya bilindahiyan

Li tevahiya welatê me, heta li deverên derê Kurdistanê, yên Kurd lê hene, ziyaretên herî pîroz li diharê girên volkanîk in. Em çend mînakan ji Kurdistane bidin: Li dîharê çiyayê Bîngolê – Koxê Bîngolê yê volkanîk, li diharê Girê Boxa, Dîharê Qolîbaba, Vengasora li dîharê çiyayê Bilicanê. Dizgun Baba, Munzûr Baba û hima bigire li hemû deverên welatên me ziyaretên li ser bilindan hene. Zîgurat jî ji ber ku li deştan bilindahî tinebû, bi aliyê Someran ve wek remza çiyan hatine çêkirin, lew re bilindahî nêzîkên rojê ne. Ev têgîhîştin dû re derbasê Asûran jî bûye.

Têkiliya Farisan û Şeva Yêlda

Her çendî dewleta Farisan ”Şeva Yêlda” wek cejneke netewî pejirandibe û bi rêya wê ev şeva pîroz ta îro parastibe û ji cihanê re kiribe mal jî, di rastiyê de ev anane û baweriyên me li jor vekirine li ba farisan tine. Lêkolînerên Ewropî, ji me çêtir cudahiyên farisan û Kurdan dibînin. Anegorî lêkolînên wan; bê têkiliya ziman û ananeyên ku Farisan ji Medan wergirtine ti têkiliyeke genetîk di navbera Faris û Kurdan de xuya nake. Mînak lêkolînerê Avustûryayî Ferdînand Hennerbichler di berhema xwe ya bi navê ”Die Herkundft der Kurden (bingehê Kurdan)” de li ser bingehê lêkolînên genetîk yên berdest wiha dinivîse:

”Bi zelalî hatiye îspatkirin ku ev 15 000 sal in ku Kurd li welatê xwe dijîn, heta mirov dikane vê hetanî 50 000 salî jî bibe. Ya herî girîng jî komên weke Kurmanc, Zaza, Soran û yên din yên Kurd xwedanê heman genî ne. Lê her çendî zimanê Persan /farisan û zimanê Kurdan xizmên hev bin jî, di warê genetîk de ti têkiliyên wan bi hev re tine.”

Ev jî tê vê wateyî ku Pers/Faris dû re hatine herêmê, çand û zimanê me wergirtine. Li ser vê mijarê hin idia yanê angaşt hene. Hin kes wan bi silavan, hin jî wan bi Hîndîstanê ve girê didin, hem jî bi riki dibêjin; piştî ew ji wan deran hatine, berê di nava Dariyan de (Afganîstan) mane, dû re hatine herêma Fars (Li Îrane wek eyaletek hatiye destnîşankirin)

Min ev nirxandin bi zanistî wergirt, da bê zanîn ku ti têkiliya anane û baweriyên bi rojê, her wiha pîrozbahiya ”Şeva Yêlda” bi farisan re tine. Bes, Farisan derfetên di destên xwe de baş bikaranîne û ev rastiya ji xwe re kirine mal.

Erdnigariya Kurdistanê û Roj.

Baş tê zanîn ku di Serdema qeşayê de li Zagrosan û Mezopotamya jor ango li Kurdistanê derfetên jiyanê hebûn, lê li piraniya Ewropa û li bakurê Derya Reş derfetên jiyanê nebûn, lewra her der qeşa bû. Di vî warî de lêkolînên bingehîn ên zanistî hene. Pleantropologên ewropî li ser vê bingehê, hin minarel, riwêk û ajalên tenê li vê herêmê hene û ew di hemû zimanan de rûniştine, gihîştine wê pîleyê ku zimanê gelên ”Îndo – Ewropa /German” di wê serdema qeşayê de li ser xaka Kurdistanê pêş ketiye û ji wir li cihanê belavbûye. Lema ”Agir û Roj,” ji Hîndîstanê bigire hetanê Îrlandayê pîroz e. Minak ”dara Noelê” û findên tên vêxistin.

Di wê serdema Epipaleolitik de yanê di wê serdema di navbera paleolitîk û Neolitîk de Beşeke çiyayên agirî/Volkan yên li Kurdistanê çalak bûn. Mîna çiyayê Sîpanê, çiyayê Nemrût ya li Semsûrê, cih bi cih çiyayê Qerejdaxê wê demê carnan çiyayên agirî yên çalak in. Di vî serdemê de parastgehên Girê Mirazan, Newala Çolî, li devera Mêrdînê ”Girê Çemka” (Boncuklu Tarla), her wiha li devera Silvanê jî, li gel şikeftên dirokî, kavîlên dîrokî yên ji wê serdemê mane, hene.

Nirxandinekê li ser Girê Mirazan

Li Girê Mirazan /Xirabreşkê çend nîşaneyên pir girîng, yên têkiliya gelê herêmê û rojê bê kêmasî zelal dikin û her wiha dikanin bibin bingehê Şeva Yêlda hene.

1 – Hemû parestgehên li wir gilover in / di nav çemberekê de ne, ango çembera rojê yan jî hara /xeleka li dor rojê, ya ku ji ber hêtiya di nava hewaya cihanê de li hawirdora rojê û heyvê xuya dike, bingeh hatiye girtin.

2 – Di  navenda gilover yan jî çemberê de kevirê mezin ê bi şêweyê tîpa T yê 7 metre bilind çikandine, li dor wî jî 12 hevên piçûk hene. Yanê ”12 mehên salê (!?)” yan jî komên stêrkan!? Gelo ev 12 Burcên stêrkan yên di çembera Zodiyakê de ne!? Bi ditina min kevirê bi teşeyê T yê 7 metre bilind remza rojê, yên din jî stêrk in.

3 – Li ser keviran li gel sembolên ajalalên cuda, sembola roj, heyv û stêrkan jî hene. Roj mezin û gelek zelal hatiye xêzkirin. Ev jî nîşaneya baweriya bi rojê ye.

4 – Ji kevirê kîlsê yê çîlspî xelekeke weke sembola rojê çêkirine, mirovek dikane di wê xelekê re derbas be. Ev remzeke gelek taybet û nîşaneya bingehê baweriya demê ye. Bi min ev îro jî dijî. Li hin deverên Serhedê zivistanan ji berfa şepe xelekên wisa bi awayê sembola rojê çêdikirin, ji bo ku zarok ji nexweşiyan werin parastin di wê xelekê re bi bal û dîrozên xwerû derbas dikirin. Gelo ev tenê lêhatinekê ye? Bi dîtina min na, ev ji wê demê maye.

Şarestaniyên Kurdistanî û ev Şeva Yêlda

Somer/Sumer

Li ba Someran (Sumeran, Şûmeran) navê xwedayê rojê ”Utu /Gutu /Gudu” bû û ew xwedayê herî mezin bû. Cihê wî cihê herî pîroz bû, sonda herî mezin bi navê wî bû. Someran ji Gurtî /Gutiyan re ”Dumu Gudu” digotin, yanê ”zarokên Xwedayê rojê”. Xwe wek birayê wan pênase dikirin. Bi taybetî jî, li dij dijminê xwe digotin: ”Me zêde neqeherînin, mêze, em ê bang biraye xwe ”Dumu Gudû” bikin!” Hemû dirokzan, lêkolîner û antropolog di wê baweriyê de ne ku ”Gutî /Gurtî” navê Kurdan yê wê serdemê ye. Her kom û gelên wê serdemê ji wan re zarokên Xwedayê Rojê gotine. Peyva ”dûmû” îro jî di zimanê me de bi zindî dijî. Mînak li gelek deveran kesên zarokên wan tinebin re; ” kesên bê dunde” yanê bê zarok dibêjin. Di zarava Kirmanckî /Kirdkî (dimilî, Zaza) de ji zarokan re ”doman” dibêjin. Ango peyva ”dûmû” îro jî bi heman wateyî di zimanê me de dijî.

Xorî /Hûrî

Navê Hûrriyan di bingehê xwe de ”Xorî” ye. Yanê roj, zarokên roj û agir. Zanyarên Alman ev peyv wisa sinkronize kirine: Die Hurriter (Churriter, Churri, Hurri)  Forma nivîsandina bi awayê ”Churrî” di fonetîka almaniya îro de wek ”Xorî” tê xwendin. Hin navên dîrokî, wan gelan çawa bikaranîne mixabin ku wisa rast nehatine nivîsandin, yan jî sinkronizekirin. Kê berê ew nivîsana xwendine û sinkronîze kirine, wî/wê ew nav anegorî fonetîka zimanê xwe nivîsandiye. Ji tesîra zimanê Samî ”Xorî” weke Horî hatiye nivîsandin. ”Xor” di zimanê Xoriyan de jî roj e û îro jî di nava Kurdan de navê rojê ye. Xorî yane Hûrrîyan ji xwedayê rojê re ”Şîmegî /Şemegî” gotine. Peyva kurdî ”şemî” ne ji Şamaşa Akadan (şemsa Erebî ji şamaşa Akadan tê), ji ”şeme /şemî” ya Xoriyan /Huriyan tê. Bila ti kes bêwîjdanî neke û vê gotina me bi ereban ve girê nede. Bi gotineke kurt li ba Xoriyan jî ”xor /roj” pîroz e, wan xwe weke zarokên rojê pênasekirine. Ev di hemû belgeyan, relyef û berhemên paşmayî de xuya dike.

Prof. Dr. Ernst Kaus di 2005 an de li ser înternetê gotareke berfireh li ser forma ergatîv a di zimanê Xorî û Xaldiyan /Ûrartû de di bin navê ”Churritisch & Urartisch” de belevkiriye. Ev forma ergativ a di wan zimanên pêşiyê me de bi tevahi wekî ergativa îro di zimanê me xwerû di Kurmancî û Kirdkî de bi zindî dijî û bê wê axaftin dijwar e. Ji wê jî mirov bi zelalî dikane bibêje; bingehê zimane me ye. Û baweriya wan ya bi roje jî bingehê baweriya me ya îro ye.

Mîtanî

Li ba Mîtaniyan navê xwedayê rojê li gel peyva ”Şîmeg /şemî” bi giranî ”Mîta, Mîthra” jî hatiya binavkirin, mînak di hevokekê de wiha tê gotin: ”dingir meš mi-it-ra-aš” (Bê guman Xwedayê me jî Mîthra ye) Ev baweriya Mîthra ji Hindê bigire hetanî rojavayê Kurdistanê di nava tevahiya gelên Arî de serdest e.. Heta hin rik hene ku dibêjin; navê Mîtaniyan ji peyva Mîta /Mîthra tê û Mîta serwerê wan ê yekem bû. Ku ev jî xwedayê rojê ye. Jixwe Şeva Yêlda tê wateya ”xwe afirandina Mithra”. Îdîa /angaşteke din jî heye, ew jî wiha ye: Tê ragihandin ku ”Mîta /Mihra”peyxembereke dema Mîtaniyan e û pêximberê Mîtaniyan e.”

Bi taybetî jî Faravahara yekem ya Şûtarna I (1600 berê Mîladê) ê ku serwerê Mîtaniyan yê herî mezin bû, bi zanyariya xwe ya li ser çivîk û ajalan bi nav û deng e, pir girîng e. Di navenda wê Faravaharê de Roj û stêrk hene. Ajalên li ser stêlên Girê Mirazan jî di bin faravahara Şûtarna I de hene. Ku li Girê Mirazan jî perê çivîkan xwerû qulingan roleke girîng dilîze. Ev jî nîşaneya pîroziya Rojê ya li ba Mitaniyan û bi wê ve girêdayî pîrozkirina şeva Yêlda ye. Divê em vê jî bêjin; Cihûyan ev zanyarî û hunera Şûtarna I. dizîne û ji padîşahê xwe Salomon re kirine mal (ev kes di dînê îslamê de wek Pexember Suleyman derbas dibe ku bi Belqîsa Saba ra zewiciye.) Lê lêkolînên dawiyê bi zelalî nîşanê me dide ku Salomon kesekî koledar û zalim bûye, li nîvgirava Sînayê bi sedan kole dane xebitandin û sifir derxistiye, firotiye, ew jî kirine zêr û zîv. (Qanala TV ya Alman ZDF înfo, di meha 12. 2020 an de bernameyeke taybet li ser Salomon û dewlemendiya wî weşand. Bernameyeke zanistî ye, kê bixwaze dikane bibîne û lê sêr bike.) Yanê xelkê rastiyên me dizîne, ji zalim û koledarên xwe re kirine mal û hê di ser derdê derdan re jî, ew wek pêximber firotine me dilsafan. Hem mijara Xweda / xwedawend Mithra, hem jî remzên li ser Faravahara Şûtarna I. nîşanê me dide ku Roja rojbûyîna Xweda Mithra yanê Şeva Yêlda li ba Mîtaniyan jî hatiye pîroz kirin.

Xaldî

Li ba Xaldiyan /Ûrartû navê xwedayê rojê Şîwînî, Şiminî /Şemini ye. Em li ba Xaldîyan jî rastê nîşaneyên baweriya Rojê tên. Mînak: Perestgeha rojê ya li gundê Xirvatan a girêdayî Geverê ”Muşaşîr”, cihê ziyaret û tawafbûna serwerên  Xaldî /Urartuyan bû. Serwer Îşpûnnî bi tevê kurê xwe Menûwa /Melûwa gelek caran çûne wir û tawafbûne. Di nava xirbeyên Muşaşîr de jî, remzên rojê hene. Her wiha parastgeha li Girêsor (Bostankaya – Milazgir) di zinêr de bi berahiya 24 x 35 metreyî hatiye kolan û li ser 12 xal û relyefek dagera rojê heye. Ev 12 jî bi baweriya Girê Mirazan re têkildar e. Li gel wan perestgeha keleha Enbarê ya li Dêrsimê di forma Mehrgedehan (mala Rojê) de hatiye lêkirin. Hê jî di nava Êzdiyên Torê de ji cihê îbadetxane /perestgehê re ”Mîrgeh” dibêjin. Ev ji peyva ”Mehrgedah” yane mala rojê tê. Mixabin ku piraniya gelê me vê nizane. Bê wê li ser gelek kelahên Xaldiyan nîşaneyên rojê hene.

Çîrokek ji devera Milazgirê: Berê îslamê li herêma Milazgirê gelekî atêşperest /agirperest jiyane Mîrekî wan yê bi navê Teymus hebûye, dema Bişarê /Beşîrê kurê wî diçe dibe misliman, Teymus zimanê wî jêdike û ji herêma Milazgirê dike der. Ew jî diçe Mekkê mijarê ji rêberên îslamê re dibêje. Artêşa îslamê tê êrişê herêmê dike, agirperestan dikujin. Ev agirperest û rojperest Kurdên Êzdî û paşmayiyên Xaldiyan bû û li ba wan Roj pîroz bû.

Xatî (Hîtît)

Hîtîtan jî wekî Someran /Sumeran ji xwedayê rojê re Utu /Gutu gotine. Di tevahiya baweriyên Kurdistanî de zelal dibe ku  gel tim berê xwe daye rojê û wisa perestina xwe (duakirin) pêk anîne. Di Hîtîtan de jî ev wisa ye. Key /qiralên wan tim berê xwe dane rojê û wisa ketine nava dirozê. Tevahiy keyên Hîtîtan xwe wek roj, kurê rojê, neviyê rojê dane pênasekirin. Ev rewş di bingehê xwe de li tevahiya Kurdistanê serdest e.  Biwêjên weke ”Welatê rojê, Zarokên rojê, Agir perest”, Zerdeştî ne tewanbarkirin, yan jî pesindan in, ji çand û baweriya gelê Kurd tê.

Med

Li ba Medan baweriya Mîthra serdest bû, rêberiya baweriyê jî Eşira Magan dikişand. Serwerên Medan di dibistanên Magan de dihatin perwerdekirin. Di dema wan de li her derê bi taybetê li deverên çîyayî Mehrgedeh (Mala Rojê) hebûn. Rojên taybet yê dagera rojê bi fermî dihatin pîrozkirin ku nîşaneyê vê di hin avahiyên ji dema Medan maye de hene. Zerdeştî jî di nava Medan ango eşîra Magan de li ser bingehê baweriya Mîthra berz bûye, bi gotineke din Zerdeştî jî rasterat şiroveyeke nû ya baweriya Mithraîzmê bû, Hemû anane û kevneşopiyên baweriyê jî wergirtine, mînak; Hurmizgan di forma Mehrgedehan de hatine lêkirin. Her wiha pîrozbahiyên Şeva Yêlda jî di nava Zerdeştiyan de, wek xaleke baweriyê rûniştiye. Ev kevneşopî û baweriyên Medan bi rêya baweriya Zerdeştî derbasê Persan bû.

Komegene

Peyva ”Komagene” kurdî ye, ne kurdî ye, têkiliya vê peyvê bi peyvên kurdî ”koma giyan /gel” re heye, tineye? Navê serwer yê rast çi ye, çi nine? Nav Antiochos /Antokyus /Hanto Teymus e, yan navekî din e, bêguman mijara gengeşiyê û lêkolînên bingehîne. Ev ne mijara me ye jî, lema ez vê didim aliyekê. Di vir de tiştê bala min dikişîne û bi mijara me re têkildar gora Antichos û peykerên li ser çiyayê Nemrût /Semsûr ê ye. 1 – Mirov ji ber peykerên bi metreyan mezin dikane hetanî Girê Mirazan bi tevahî bibîne, 2 – Berê hemû peykeran li rojê ye, mîna ku li benda derketina rojê bin, yan jî li hember rojê di nava perestinê de bin. Li ba Kurdên Rêya Heq û Êzdiyan jî ev awa û forma perestin heye. 3 – Peyker bi mezinahiya teşeyên Xirabreşkê /Girê Mirazan hatine çêkirin. 4 – Mirov jê têdigihîje ku her tişt anegorî baweriya bi rojê hatine lêkirin û teraştin. Yanê Baweriya Mîtraîzmê li vir jî serdest e. 5 – Kulikê li serê wan û yên ruhaniyên gelê me yê Êzdî heman kulik in. Dibe li vir jî dagera rojê hatibe pîrozkirin.

Agahiyeke kurt: Antiochos di navbera 80 -30 salên berê Mîladê de jiyaye. Çiyayê Nemrûdê 86 km li bakurrojhilatê Semsûrê ye û 2150 metre bilind e. Ti têkiliya Komeganê û Îbrahîm Xelilah bi hev re tine, lewra di navbera wan de 2500 sal hene.

Wek encam li ba komegeniyan jî baweriya rojê serdest e. Mirov bi hêsanî dikane ji wan re rojperest bêje û bawer bike ku wan jî Şeva Yêlda pîrozkirine.

Bi gotineke kurt û kurmancî baweriya rojê, perestina rojê, êdî di nava genê gelê me de jî rûniştiye. Em bê ku hajî hebin, bi rojane wê dijîn. Bes baweriyên biyanî wisa li mejiyê me piçikine, pêşî li ramandin û têgihîştina me digire, em nikanin rastiyên xwe bibînin, yan jî derdorên nûnêrtiya bawerî û dînên biyaniyan dikin, nahêlin em rastiyên xwe bibînin, lê xwedî derkevin û pêk bînin. Bi hêvîya jî îro pêve em bikanin vê Şeva Yêlda ku di rastiya me de veşartî bi zindî pîroz bikin û di giyan û rastiya xwe de bijîn, ji me re serkeftin.

 

Çavkanî:

1. Lêkolinên min yên hê wekî têbiniyan li defterê nivîsandîne.

2. Jiyana civakî (Çavkaniyên Çanda gel) Fêrgîn Melîk Aykoç,  Weşanên Ar, Stenbol

3. Insburger Sumerisch Akadische leksîkon.

4. https://www.basnews.com/tr/babat/620374

GÖBEKLİ TEPE-4 : GİZEMLİ TAPINAĞIN ŞİFRELERİ

5.https://avys.omu.edu.tr/storage/app/public/melike.keles/129906/Mezopotamya,%20Anadolu%20ve%20M%C4%B1s%C4%B1r%20Medeniyetlerinde%20G%C3%BCne%C5%9F%20K%C3%BClt%C3%BC.pdf

6. https://www.planet-wissen.de/natur/weltall/sonne/pwiesonnenkult100.html#mithras

7. http://kultgeschichte.blogspot.com/2017/11/antolien-ii-hurriter-mittani-hanilgabat.html

8. Knaurs Lexikon der Mythologie. Sonderausgabe. Mit über 3000 Stichwörtern zu den Mythen aller Völker von Gerhard, J. Bellinger von Bechtermünz Vlg., Augsbg.

9. Eva Cancik – Kirschbaum: Konfrontation und Koexistenz. Hattuša und die nordmesopotamischen Staaten Mittanni und Assyrien; in: Ausstellungskatalog Die Hethiter und ihr Reich. Das Volk der 1000 Götter; Stuttgart: Konrad Theiss, 2002; ISBN 3-8062-1676-2; S. 282–287

10. Miştaxa Çiyan ji gotinên pêşiyan M.M. Dêrşewî

11. Gotinê pêşiyan Mehmet Oncu – Enstituya Kurdî Stenbol

12. Ferdînand Hennerbichler ”Die Herkundft der Kurden (bingehê Kurdan)”

13. Gotara Prof. Dr. Ernst Kaus di 2005 an de li ser înternetê di bin serenavê”Churritisch & Urartisch” de belevkiriye.

14. Qanala TV ya Alman ZDF înfo, di meha 12. 2020 an de bernameyeke taybet li ser Salomon û dewlemendiya wî weşand. ”Salomons Reichtums.”

15. Gotara di rûpela torbenda BBC Travel de ya li ser komeganê.

 

Nivîskar: Fergîn Melîk Aykoç

Çavkanî: Ji malpera dirokurd.blogspot.com ê hat standin

Derbar Çand Name

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply