Keskesor

Ez xwediyê heft pênûsan im. Pênûsên min di navbera mor û sor de diçin û tên. Ger nivîsa wan şîn dibe ger zer ger caran kesk dibe lê tu carî reş û sipiyê ji bîr nakin.

Ez bi van pênûsan reng didim jiyana xwe. Dema ez tî dibim ava min a vexwarinê ne, dema ez
birçî dibim xwarina min a têrbûnê ya tehmdartirîn in, dema bêhna min teng dibe hevalên min ên axaftinê û yên derdparvekirinê ne. Ka êdî ez çi bibêjim? Wek we jî fêhm kir; ku ev pênûs nebin wê jîyana min biçilmise wek a guleke bêavmayî…

Belê, ji bo jiyana gulekê av, oksîjen, tav û xwelî divê. Ji van mercan tenê yek jî kêm be wê gul nikaribe jiyana xwe dom bike. Ma ku ev merc hemû hebin wê gulê yeqîn bijî?

Na, ku ev merc hemû hebin jî dibe ku dîsa jî gula me ya reben nejî. Di mercên xwezayî de divê dem jî
bihara rengîn be an jî hewa, wek hewa biharê be. Xwelî jî ne gil be…

Qey ev rewş tenê ji bo vê gula reben wisa ye ?
Dîsa na, ev rewş ji bo hemû jîndaran hevpar e.
Hûn mînakan dixwazin?
Divê masiyên di ava şîrîn de dijîn ji bo domkirina jîna xwe di nav ava şîrîn de, yên di ava şor de jî
dijîn di nav ava şor de bimînin.
Divê hemû jîndar li gorî rastiya xwe bên senifandin. Dema ku marmasî bibe mar, divê ew masîtî jê
bikeve; heman rewş ji bo masîbûna wî ye jî; wê demê jî divê martî bikeve. Lê rastî ne herdu ne jî. Rastî; ne mar e ne masî, jê re tê gotin marmasî…
De vê carê em bên ser rastiya mirovan. Ji ber ku mirov jî jîndar in divê ev rewş ji bo mirovan jî
heman be.

Belê, vê carê rast e. Rewş ji bo mirovan jî heman e. Çawa me qala gulê, a masiyan û a marmasî
kiribû, ku rewşa van her sêyan bê ser hev wê rewşa mirovan derkeve holê.
Qey ji bo mirovan xwarin û vexwarin nabe wek gula reben?
An ji bo mirovan wargeh nabe wek masiyên ava şor û şîrîn?
An jî ji bo mirovan senifîna li gorî rastiyên xwe nabe wek marmasî?

Ku pirsên min in, bila bersiv jî ên min bin. Erê, bersiva van pirsan an jî ev pirs bi xwe jî rastiya mirovan û
mirovahiyê ne. Ji bo mirov rast bibersivîne jî qet jîrtî jî ne hewce ye. Ku wisa ye ez dibersivînim: Erê, hemû ji bo mirovan jî divên, lê ji ber ku mirov xwedî hiş û aqil in, di ber van de hin tiştên din jî divên. Ê ku wisa ye ka em binêrin mirov bi çi dijîn: Çand, huner, wêje, ziman, bawerî, dîrok û kesayetî.

Êdî dubare ne pêwîst e. Lê tenê ez ê vê bibêjim: Mirovên ne xwedî dîrok wek ava di misînekî qul de
ne; an wê qul bê girtin an jî wê av birije, dibe ku cihê avê jî bê guhertin lê wê demê ew av, ne ew ava di
misîn de ye; divê li gorî cihê wê yê nû jê re navnîşanek bê diyarkirin…

Ez dizanim hûn pênûsên min ên rengorengo dipirsin. Ew dişibin taybetiyên we yên hûn pê dijîn.
Min ji xwe re heft reng ji we re jî heft taybetî gotin. Lê rastî ev e : Rengên min jî taybetiyên we jî çend car li heftan e.
Hê hûn min dipirsin?

Demekê ez jî wek we bûm; lê niha ez rabûme quntarê esmîn, car caran şewqa xwe ji we re dişînim.
Ez im, ez. Keskesor…

Îsmetullah Ozdag

Çavkanî: Kovara Pêngav – Hejmara 1em

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply