Nûbihar 142 Derket!

Kovara Nûbiharê bi jimara xwe ya142yem derket.!

Nûbihar di Adara 1992yan de wek  weşanxaneyekê dest bi xizmeta xwe kiri bû, piştî heft mehan jî wekî kovarekê dest bi xebatên kovargeriyê kiribû…

Nûbihar ji sala 1992yan ve li alîkî weşanxane, li alîkî jî bi kovara xwe wek gelek weşanên din dest bi weşanê kiriye. Heta niha Nûbiharê çi bi pirtûkên xwe, çi jî bi kovara xwe bi hezaran metnên Kurdî çap kirine û ev tişt diyarî wêje û zimanê Kurdî kirine. Bi xebatên li ser dîrok, ziman, kelepor, roman, çîrok, helbest, nirxandinan û hwd. arşîveke hêja pêk aniye…

Di van salên weşanê de, wekî gelek weşan û kovarên din Nûbiharê jî ji bo Kurdên ji xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe mehrûm bûn, wekî dibistan û medresê kar kiriye û digel gelek xwendevanên zimanê Kurdî, gelek nivîskarên zimanê Kurdî jî di vê dibistan û medresê de perwerde bûne…

Kovara Nûbiharê niha bi naverokeke têr û tijî bi jimara xwe 142yêm derket pêşberî xwendevanên xwe.

Di vê jimara Nûbiharê de jî lêkolîn, hîkaye, folklor, biyografî, hevpeyvîn û helbestên curbecur hene.

Hevpeyvîna vê jimarê bi Eskerê Boyîk re ye. Wekî tê zanîn Eskerê Boyîk di her warê edebiyatê de bi Kurdî berhem dane û ji zimanê Kurdî re xizmetek mezin kiriye. Hevpeyvîn Nihad Gültekin çêkiriye.

Di vê hejmara Kovara Nûbiharê de ev nivîs hene:

  1. Süleyman Çevik/Ji Editor
  2. Berken Bereh/Li Sengerên Şi’rê
  3. Rojen Barnas/Du şi’r: Na, bi tenê/Barekellah!
  4. Rohat Alakom/Dema bend davêjin gerdena Şêx Seîd
  5. BerkenBereh/Payîz
  6. Murad Celalî/Tîpguhêziyên guraxwarî yan jî guherandina berhemên Kurdên Sovyeta Berê
  7. Hafizê Şîrazî/Min got xema te dixwum (Werger ji Farsî: Hayrullah Acar)
  8. Seîd Veroj/Emîn Alî Bedirxan
  9. Eskerê Boyîk/Bavê min temî dida: “Lawo bi vê nivîsa Kurmancî nagihîjî tu tiştî.” (Hevpeyvîn: Nihad Gültekin)
  10. Sidîq Gorîcan/Neh haîkûyên zivistanê (Ji Îngilîzî Werger)
  11. Mustafa Dehqan/Dewletname: Nivîsareke bi Zimanê Goranî (Werger ji Îngilîzî: Talat İnanç)
  12. Şemoyê Memê/Nivîskar û Helbestvanê ‘Huba Dila’: Ûsivê Beko
  13. Ayhan Meretowar/Qotê Berçem
  14. Mewlûd Oguz/Haîkûyên Çar Demsalan
  15. Abdullah Can/Seîdê Kurdî û Waliyê Bedlîsê
  16. Zîwer Îlhan/Serokê zane û hogirên canfeda: Qewlê Newala Sîsebanê -dahûrîn û rexne-
  17. Merve Şivan/Li vî welatî kevir jî digirîn
  18. Zahir Ertekin/Hesabê sedsala stûxwar û dilnewayek
  19. Meqbûle Menzûr/Qertel li her derê (Werger ji Îngilîzî: Shahînê Bekirê Soreklî)
  20. Yusif Hêşetî /Destar
  21. Nurullah Alkaç/Çavkaniyên Edebiyata Kurdî ya Klasîk: Keşkol
  22. Hanefi Taşkın/Qewlê Feqiyê Teyran û Sînem Xanê
  23. Narîn Yukler/Şikeft
  24. Ahmet Gemî/Berf
  25. Şahîn Vural/Cemîla’m
  26. Nasır Kemaloğlu/Dengên Kurdî yên ku bê nasname mane
  27. Mela Muhemmed Gulnar/Dîsa Qesîdeyeke Feqiyê Teyran
  28. Xalid Sadînî/Nameyek ji bo kekê Fehmî

Nivîsa Ji Edîtor

Ji jimara 142yan merheba

Heft sal in li Sûriyê şer heye; dibêjin, heta niha vî şerê kambax li Efrînê tesîr nekiribû. Bi sedema ku ciheke ewle ye gelek kesan ji nava Sûriyê jî koçî vêderê kiribûn. Niha êdî Efrîn jî cihekî bi ewle nîne.

Eger pirsgirêka Kurdan bihata çareserkirin, ne çend meh berê Tirkiye li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê derdiket, ne jî îro mudaxeleyî Efrînê dikir.

Ji ber ku meseleya Kurdan çareser nekiriye ji hevaltiya wan bi guman û bi tirs e. Ne tenê Kurdên xwe, Kurdên dewletên din jî ji bo xwe tehlîke dibîne; roj tê li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê derdikeve, roj jî tê mudaxeleyî Efrînê dike.

Tirkiye dibêje, dema Kurdên derdora min mafê xwe bi dest bixin, di îdare û rêvebirinê de bi serkevin, ev serkeftin wê kêfa Kurdên min jî bîne û ji wan re bibe mînak.

Rayedarên Tirkiyê ji ber vê sebebê endîşe dikin; herweha ji ber vê endîşeyê nahêlin Kurdên li welatên derdorê jî ji vê rewşê xelas bibin û nefesê bistînin.

Dema rayedar ji kirinên xwe ewle bin, çima wê weha bifikirin?

Eger di parvekirina xizmet û nîmetan de edalet hebe, hemû reng û zimanên li welêt ji îdareyê memnûn bin, çima wê dewlet ji wan reng û dengên cûrbicûr bitirse?

Gotina kurt, Tirkiye naxwaze pirsgirêka Kurdan çareser bike, nahêle Kurdên dewletên cîran jî li ser piyan bisekinin.
Lê bi metodên ku bi sedan caran hatine kirin ev mesele çareser nebûye û nabe jî.

Kurd ji berê ve bi ziman û çanda xwe li ser axa xwe ne. Meseleya wan jî ne tenê meseleya ewlehiyê ye; çi îdarî, çi çandî gelek tiştên li benda çareserkirinê hene.

Ji tund û zextên li ser Efrîn û Kurdên Iraqê ne tenê Kurd, biqasî wan Tirkiye jî zerarê dibîne…

Bi vê munasebetê, em careke din bibêjin, feydeya însanên vê coxrafyayê di şer de tuneye; em tev mecbûr in ku aştiyê bixwazin, tehemula hevûdu bikin û pevre bijîn…

***

Em ji Berken Bereh, Rohat Alakom, Murad Celalî, Seîd Veroj, Mustafa Dehqan (Werger: Talat İnanç), Şemoyê Memê, Ayhan Meretowar, Abdullah Can, Zîwer Îlhan, Meqbûle Menzûr (Werger: Shahînê Bekirê Soreklî), Nurullah Alkaç, Hanefi Taşkın, Mela Muhemmed Gulnar, Ahmet Gemi, Nasır Kemaloğlu, M. Xalid Sadînî û Eskerê Boyîk (Hevpeyvîn: Nihad Gültekin) re gelek spas dikin ku bi lêkolîn, çîrok, hevpeyvîn û bi ceribandinan ev jimar xemilandine…

Rojen Barnas, Berken Bereh, Hafizî Şîrazî (Werger: Hayrullah Acar), Narin Yukler, Sidîq Gorîcan, Mewlûd Oguz, Merve Şivan, M. Zahir Ertekin, Yusif Hêşetî û Şahin Vural jî bi şi’rên xwe ked dane vê jimarê; mala tevan ava be dibêjim.

Heta jimareke din di nava xweşiyê de bin…

Süleyman Çevik
Edîtorê Nûbiharê

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply