Tefsîra Sûretê Alî Îmran

1643 – Ji Aîşe (Xuda jê razî be) hatiye ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  vê ayetê xwend: “Ew e ê ku kitêbê li ser te daxist; hin jê ayetên muhkem in ku ew eslê kitêbê ne, ên din jî muteşabih in. (dirûvê hev pê dixin); vêca heçi ewên ku di dilên wan de xorî û çewtî heye, ew didin pey ên jê muteşabih in da ku fitnê li dara xin û şîroveyên tewş bikin; şîroveya wan her Xuda dizane û kûrzana dibêjin me pê bwerî aniye, tev ji cem Rebbê me ne; tenê xwedanê hişên pak difikirin-şîret digirin.” Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  got: Vêca gava te ewên ku didin pey muteşabihan dît, ew ev in ku Xuda navê wan hildaye, û xwe ji wan biparêze.

Ayeta: Bêguman ewên ku soz û ehda Xudê û sondên xwe bi bihayek hindik difiroşin, evên han tu par ji wan re nîne… (3/77)

1644 – Ji Îbnû Ebî Muleyke (Xuda Teala rehma xwe lê bike) hatiye ku: Du pîrekan li malekê yan li odeyekê karê dirûtina çerm dikirin, vêca yek ji wan derket derva, nîk li kefa destê wê ketibû di alî din de derketibû, vêca dawê li pîreka dinê kir, doza wan birin nik Îbnû Ebbas (Xuda jê razî be); vêca Îbnû Ebbas got: Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  gotiye: Eger kî dawa çi bikirna bidanayê, wê xwîn û malên hinekan beredayî biçûna”; Hûn Xuda bînin bîra wê û vê ayeta han jê re bixweynin: Bêguman ewên ku soz û ehda Xudê û sondên xwe bi bihayek hindik difiroşin..”; vêca bi bira wê xistin, wê jî li xwe danî; êdî Îbnû Ebbas got ku: Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be)  gotiye: “Sond, li ser kesê ku dawe lê dibe ye.”

Ayeta:… bêguman însan tev ji bo we civiyane, nexwe ji wan bitirsin.. (3/173).

1645 –  Ji Îbnû Ebbas (Xuda jê razî be) hatiye ku gotiye: Îbrahîm (Silava Xudê lê be)  gava hat avêtin nav agir, got: “Xuda besî me ye û ew çi rind parêzvan e.” Û Muhemmed (Silava Xudê lê be)  jî vê gotinê got, wexta ku jê re gotin: Bêguman însan tev ji bo we civiyane, nexwe hûn ji wa bitirsin, êdî evî îmana wan zêde kir û gotin: Xuda besî me ye û ew çi rind parêzvan e.

Ayeta: … û hûnê ji ewên ku berî we kitêb ji wan re hatiye dayîn û ji ewên pûtperest gellek ezîyetê bibihîzin.. (3/186)

1646 – Ji Usame kurê Zeyd (Xuda jê razî be) hatiye ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) berî cenga Bedrê li kerekî siwar bû. Usame kurê Zeyd jî li pişt xwe siwar kir ku kurtanekî Fedekî lê bû çû nav Benî Haris kurê Xezrec pirsa Sad kurê Ubade bike, heya di civatekî re bihurî ku Ebdullah kurê Ubeyy kurê Selûl jî li wir bû –berî ku Ebdullah kurê Ubeyy musilman bibe- vêca li wê civate musilman û muşrîkên pûtperest tevîhev cihû û musilman tevîhev bûn, li civatê Ebdullah kurê Rewahe jî hebû; vêca çi gava toza ji ber heywanê ra bû bi ser civatê de girt, Ebdullah kurê Ubeyy bi cubbê xwe poze xwe poşand, paşê got: Toz û xubarê bi ser me nexe. Vêca Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) li wan silav kir, û sekinî, peya bû û wan bi bal Xuda ve dawet kir û Qur’anê li ser wan xwend; vêca Ebdullah kurê Ubeyy kurê Selûl got: Mêrik! Tişta tu dibêjî eger rast be jê rindtir nîne, lê tu di civatên me de pê eziyetê li me neke, here mala xwe, kî hat cem te ji wî re vebêje; veca Ebdullah kurê Rewahe got: Ey Resûlê Xudê,lê çewa, were li civatên me jî bêje, em vî dixwazin û hiz dikin; vêca musilman û pûtperest û cihû çêrê hev kirin, hin mabû rabin bi nava gohê hev kevin, vêca Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) hey wan dikemişand heya ku sekinîn paşê li heywana xwe siwar bû, çû cem Sad kurê Ubade, vêca Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) jê re got: Ey Sad, tişta ku bavê Hubab –mebest Ebdullah kurê Ubeyy e- got te nebihîst? Wiha wiha got.” Sad kurê Ubade got: Ey Resûlê Xudê, lê bibore, li qusûra wî nenêre, vêca bi Zatê ku kitêbê daxistiye ser te, Xuda heqiya ku li ser te nazil kiriye aniye; berî te ehlê vî bajarokî li hev kiribûn ku wî têxin mezinê xwe û bidim pey dûvika wî, vêca çi gava Xuda bi heqiya ku daye te nehişt ev yek pêk were, meqseda wî di ber de ma, loma tiştê wiha ku tu dibînî dike; vêca Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) tê bihûrî; Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) û hevalên xwe pûtperestan û ehlê kitêbê efû dikirin çewa ku Xuda emrê wan kiriye û li ser eziyeta wan sebir dikirin. Xuda Teala gotiye: … hûnê ji ewên ku beriya we kitêb ji wan re hatiye dayîn û ji ewên bûne pûtperest gellek eziyetê bibihîzin..” û Xuda gotiye: Pirî ji ehlê kitêbê hiz kirin ku xwezî we bizivirandana piştî îmana we, we bikirina kafir ji hesûdî û dexesiya xwe… heya dawiya ayetê. Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) efwa ku Xuda emrê wî pê kiribû tewîl dikir heya ku Xuda derheq wan de îzna wî da; vêca çi gava Resûlê Xudê cenga Bedrê kir û Xuda bi wesîla wî mezin û serokên kafirê Qureyşiyan kuşt, Ebdullah kurê Ubeyy kurê Selûl û muşrik û pûtperestên hevalên wî gotin: Ev karê han ciyê xwe girt; vêca hatin bi Hz. Resûl re li ser Îslamê (Silava Xudê lê be) bey’etê kirin û musilman bûn.

Ayeta: Ewên bi tişta kirine kêfxweş dibin û hiz dikin bi tişta ku nekirine bêne pesinandan tu hîç ema hîç guman neke ku wê ji ezab rizgar bibin; ji wan re ezabekî bijan heye (3/188)

1647 – Ji Ebû Seîdê Xudrî (Xuda jê razî be) hatiye ku: Dema Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) hin kesên munafiq, gava Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) biçûna cengê, wan xwe ji para dida û bi rûniştina xwe li dijberî Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) kêfxweş  dibûn, vêca gava Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) vedigeriya dihat, uzrê xwe jê dixwestin û sond dixwarin û hiz dikirin bi tişta ku nekirine bêne pesinandin; vêca ev ayet nazil bû: Ewên bi tişta kirine kêfxweş dibin û hiz dikin bi tişta ku nekirine bêne pesinandin tu hîç ema hîç guman neke…

1648 – Ji Îbnû Ebbas (Xuda jê razî be) hatiye ku: Jê hate pirsîn: Eger herkesê bi tişta jê re hatiyê dayîn kêfxweş dibe û bi tişta nekiriye hiz dike bê pesinandin bê ezabdan, emê tev bêne ezabdan? Îbnû Ebbas (Xuda jê razî be) got: Çi eleqeya we û vê ayetê bi hev re heye, sedemê vê ayetê ev bû ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) gazî cihûyan kir, vêca tiştekî ji wan pirsî, ewan wî tiştî jê veşartin û bi awayekî din jê re gotin; vêca pê nîşan dan ku bi sedem bersiva pirsa wî dane pesinandinê heq kirine û bi veşartina rastiyê kêfxweş bûn.

Tecridê Teshih

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply