Tag Archives: Rohat Alakom

Tîrmeh, 2023

  • 18 Tîrmeh

    Rêya Teze (1930) – Rohat Alakom

    Rêya Teze di dîroka rojnamegeriya kurdî de rojnameya kurdî ya yekem tê hesibandin ku bi tîpên latînî dest bi weşanê kiriye. Cara yekem rojnameke bi kurdî ji nîv sedsalî zêdetir ji aliyê dewletekê de bi awayekî profesyonel hatiye derxistin, nêzîkî 5 hezar hejmarên wê hatine weşandin. Rojnama Rêya Teze (1930) û Radyoya Rewanê (1955) di sedsala 20an de wek du …

Nîsan, 2023

  • 11 Nîsan

    Leşkerekî Dîrokzan, Şair û Felsefevan: Mihemed Emîn Feyzî

    PÊŞGOTIN Seîd Veroj yek ji wan nivîskarên kurd yên xîretkar û berhemdar e. Ev çend sal in bi bîyografiyên navdarên kurd ra mijûl e. Bi taybetî kesên ku di dawîya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an da jîyane, gelek bala wî dikşîne. Weşanên perîyodîk yên kurdî ku di nîvê pêşîn ê sedsala 20an da li Stembolê û cîhên din derketine …

Îlon, 2022

  • 13 Îlon

    Di zargotina kurdî de: Qaxizman

    Qaxizman ne tenê di stranên kurdî de, wek mînak di çîrokekê kurdî de dema yekî çerçî dixwaze cêrekî ku binê wî qûl e bifroşe, wiha gotiye: “Binhêr Qaqizman e/Tu ha dikî erd e/Tu ha dikî, ezman e.” Qaxizmana ku bi bajarê Qersê re girêdayî ye xweyê dîrokeke kevn e. Nûnerên gelek netew û komên etnîkî li vê navenda Serhedê mane. …

Nîsan, 2022

  • 27 Nîsan

    Hevdîtina Du Qersiyan: Yêxîşê Çarênts û Erebê Şemo

    Di jiyanê de heval û dostên wek Çarênts pir caran ji mirov re dibin alîkarên gelek mezin. Ger Çarênts ew nas nekira belkî jî Erebê Şemo nedibû nivîskar yan jî wek “bavê romana kurdî” nedihate nasîn. Rojnama Rêya Teze di sala 1957an de du rûpelên xwe ji bo 60 saliya bûyîna helbestvanê navdar Yêxîşê Çarênts veqandiye.[1] Di vê hejmarê de …

Hezîran, 2021

  • 18 Hezîran

    Romana Amed û Amûdê

    Nivîskar Fawaz Husên ji bajarê Amûdê ye, di sala 1978an da hatiye Fransayê, li wir xwendina xwe ya bilind qedandiye. Di salên 1992-2000an da li Swêdê maye. Pirtûka wî ya pêşîn li wir hatiye weşandin (Siwarên Êşê, Weşanên Welat, 1994). Heta niha gelek romanên wî bi kurdî û fransî hatine weşandin. Hin ji wan bi wergerên zimanê din jî derketine. …

Rêbendan, 2021

  • 2 Rêbendan

    Romana Merdan: Berbanga Şevînê

    Ev romana di destê we da beşa sêyem ya rêzeromana nivîskar Mehmed Dehsiwar pêk tîne: Şopa Xeterê (Apec, 2017), Çepera Giran (Apec, 2019) û Berbanga Şevînê (Apec, 2020). Piraniya bûyerên ku di vî cilda sêyem ya romanê re derbas dibin li çend paytextên îroyîn, dîrokî û nîv-fermî da diqewimin, wek Stockholm, Enqere, Stembol û Dîyarbekir. Li her serbajarekî bîranîneke lehengê …

Tebax, 2020

  • 29 Tebax

    Dêre Sorê Piçûkê

    Min di twîteke xwe ya roja 14/8 2020 an de bala xwendevan û şopînerên xwe kişande ser mijara peyva dêre û kilama Dêre Sorê Piçûkê ku cara yekem ji aliyê hunermenda kurd Zadîna Şekir de hatiye gotin. Kilam di nav kurdan de bûye yek ji wan kilamên here hezkirî. Peyva dêre li Serhedê bo kincên jina (fîstan, kiras, entarî) tê …

Sibat, 2019

  • 12 Sibat

    Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û “Nemerdan”)

    Romana Mehmed Dehsiwar Çepera Giran (Apec, 2018, 426 rûpel) cildê duwem a rêzeromana wî pêk tîne. Cildê yekem ê rêzeromanê di sala 2017an de bi navêŞopa Xeterê hat weşandin. Di derbarê vê romanê de danasîneke min him di malpera Rûpela Nû û him jî di kovara Bîrnebûn de derketiye (Bîrnebûn, nr 70/2018). Vê gavê em nizanin wekî ev rêzeroman ê ji çend cildan pêk bê. Belkî di …

Sibat, 2018

  • 25 Sibat

    Nûbihar 142 Derket!

    Kovara Nûbiharê bi jimara xwe ya142yem derket.! Nûbihar di Adara 1992yan de wek  weşanxaneyekê dest bi xizmeta xwe kiri bû, piştî heft mehan jî wekî kovarekê dest bi xebatên kovargeriyê kiribû… Nûbihar ji sala 1992yan ve li alîkî weşanxane, li alîkî jî bi kovara xwe wek gelek weşanên din dest bi weşanê kiriye. Heta niha Nûbiharê çi bi pirtûkên xwe, …

Cotmeh, 2017

  • 5 Cotmeh

    25 saliya Nûbiharê û 20 saliya Bîrnebûnê

    Di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de çend paytextên cîhanê wek Qahîre û Stenbol dibin navenda pêldayîn û pêşdeçûyîna welatevînî û netewîheziya (nasyonalîzm) Kurdî. Di nav Kurdan de qiymetê kaxiz û qelemê mezin dibe. Têgehên wek ronakbîr, nivîskar, komele, partî, rêbaz û destûr, belevok, meş û civîn, propagande û ajîtasyon, pirtûk, kovar û rojname her diçin belav dibin …