Netewe, Dîn û Birdoz

Îro dixwazim gora ku ez ji NETEW, DÎN û BIRDOZ çi femdikim, û tarîfa hersû peyvan ji hev çima cûdanin bikim.

Bi gora nêrîn û têgehên pispor û lêkolîner ê ku Qur’an a pîroz de behsa Xweda (eze we cele) di vî gerdûniyê de 18 hezar hebûnên ji hev cûdanin afirandiye dikin.

Dîsa bi gora terîfa pisporan Xweda (ewc) mirovan wekî xelifeyên rûyê erdê afirandiye û mirov ( însan ) ji tevahî 18 hezar hebûnan pîroztirîn cûda afirandiye.

Cûdayetiya mirovan ji 18 hezar hebûnên zindî Xweda (ewc) hişmendiya bibîr tînin wekî şane di nava aqlê mirovan de heyînekî taybetî afirandiye.

Lewra mirov bi çevan divîne, bi aqil kefş dike, bi şaneyên têgêh tê digêh û bi dil hêstan berhevî dike û bi vîna azad biryar digre û bi ziman diaxive.

Ango taybetmendiya mirovan ji 18 hezar hebûnan cûdatirîn bi şeş lebatên cûda dikarin terifa mirovan bikin.

1- Çev divîne,

2- Aqil kefş dike,

3- Şane difikire

4- Dil hêstan berhevî dike

5-Vîn biryar digre

6- Ziman diaxive.

Em êjar behsa mijara NETEW DÎN BIRDOZ bikin.

NETEW
Tarîfa NETEW civaka ku bi heman zimanê û li herema ku lê dijîn bi nav dibe, wekî mînak miletê kurd tespîta bi navê kurdî bi axaftina zimanê kurdî tê terîf kirin, ku va civaka miletê kurd in, û li herema ku lê dijîn ango xaka herema kurdan bi zimanê kurdî bi navê Kurdîstan tê naskirin.

Xweda (ewc) ji bona ku qewm ango civak bi NETEW were nasîn terîfa wî di Qur’an ê de sureyê Hucurat ayeta 13an de dibê me we ji mêr û jinek afirand û ji bona ku hûn hev fembikin hev teqîb bikin me we bi qebîle ango netew milet afirandiye.

Meal SÎWANA QUR’ANÊ – Meala Qur’ana pîroz, amadekar : Abdûllah BAYKAL

Surey Hucûrat ayeta 13: “Gelî însanan, me, hûn ji mêrekî û jinekî afirandiye, ji bo ku hûn hev nas bikin, me hûn kirine gel bi gel û qebîle bi qebîle, Bêguman ên çêtirên we, yê li cem Xweda bi edeptirên we ne, Bêguman Xweda « elîm û xebîr e”

Surey Rûm ayeta 22yan “Afirandina asîmanan û erdê, cihêtiya zimanên we û rengên we jî ji ayetên wî ne « Bêguman di vê de gelek îbret ji aleman re hene »”

Bi gora van herdû ayetan terîfa NETEW ango qewm milet tê kirin, ji ber ku qewm ango milet bi kîjan zimanê diaxivin, ew milet a bi civakî gelhev bi hev re dijîn, ji axaftin a hev fem dikin, ji tevahî bûyerên di jiyana wande pêk tên bi ziman hev fem dikin ku, derdê hevre pirsgirêkên hevre dikarin çareseriyan berhev û bi dadê pêkbînin, xweşî û nexweşiyên hev bi axaftina hem zimanê jihev fem dikin.

Lewra em dibêjin Xweda () netewa miletan bi axaftina ziman û herama lê dijîn bi navê netewîtî tê terîf kirin, Miletê kurd jî netewa wan kurdîstanî tê nasîn.

DÎN

DÎN (OL) terîfa DÎN bi girêdeyê koka baweriya mirovan ne, tevahî 18 hezar hebûnên ku Xweda (ewc) afirandiye û bi girêdeyê tevahî hebûnan baweriya bi mezinbûna Xweda (ewc) ji bona ku mirovahî di nava xwe de ji mafê hevre bêrêziyan nekin dadê pêkbînin mafê jiyanê ji bo hemû hebûnan bi rêzik afirandiye.

Xweda (ewc) terîfa DÎN ango OL a rast û heq di Qur!ana pîroz de bi navê ÎSLAM bi nav kiriye, lewra di nava tevahî mirovahiiyê de baweriya bi DÎN ango OL bi girêdeyê nûnertiya Pêxemberan navên ji hev cûda bi nav bûnin.

Wekî mînak OL a bisilmanan, OL a xiristiyanan, OL a cihûyan, OL a ku bi navê pirtûk a ZEBÛR, OL A AWESTA bi navekî din MISHEBA REŞ, OLA ZERDÛŞT û pir sihûfên ku koka tevan ji Xweda (ewc) ji bona ku bi dadmendî ji hevre bêrêziyan nekin wekî peyam an jî pirtûk bi nûnertiya pêxember an hunartiye.

Bes DÎN û QANÛN ji bona rêveberiya civakê ango dewletê ji hev cûdan in, terîfa DÎN ji bona qanûna ku Xweda (ewc) ji bona tevahî 18 hezar hebûnan afirandiye û tevahî hebûnan bi heman parê mafê xweza û jiyanê heye bi par afirandiye, bes tenê ji bona Mirovan pareke cûda bi para pîroztî xelifeyên ser erdê bi nav kiriye…..!

QANÛN
Qanûna ku bibe hekem ango dadmendî ji bona rêveberiya civakê û dewletê kesên ku di nava civakê de pisporin, ji sosyolojiya civakê re pir baş zanistin û ji civakêre tû bêrêziyan nakin, pir pisporin wekî feylezofin qanûna rêveberiya civakê wekî teraziya dadê dibe erka fermî dewlet rêde dibin qanûn çêdikin.

Qanûn ji bona jiyana civakê re bibe hekem û ewlekariya tevahî dewletê bigre, gelê ku di binê sîwana dewletê de dijîn, rengê wan, zimanê wan, baweriya wan, mezheba wan û neşreba wan ji hev cûdabin jî tu ferq nabe asteng, ji bona mafê her kesan wekhevî, ne kêm û nejî zêde bi heman hevparê de bihevre gel hev bijîn û qanûn ji bona tevan bibe sîstema xizmeta tevahî dewletê.

BIRDOZ

Terîfa BIRDOZ bingeha birdozî ji koka sîstema ku desthilatiya rêveberiya mirovan ango sîstema rêveberiya dewletê bi dest bixin wekî qanûn tête binav kirinin.

Birdoza Sosyalîzmê, koka sîstemê ji şeklê jiyana sosiyal tê û mirovahî hebûneke sosyal e û di nava xwe de jiyaneke wekhevî bi têkiliya hevkarî bal hev jiyaneke komûnal bijîn di nirxînin.

Birdoza sîstema Kominîzmê rêveberiya tevahî miletê ku di binê sîwana kominîzmêde dijîn, mafê tu kesî nîne ku bibe xweyê keda xwe ango bibe sermayedarê berheva keda xwe a azad, ango gel nikare bibe destkeftiyê mulkî.

Tevahî civak ji bona rejîma kominîzmê kar dikin û rejîma kominîzmê tevahî pêdiviyên gel dewlet pêktîne.

Sîstema Demokrasî ji sîstema sosyalîzmê û kominîzmê cûda bi girêdeyê şeklê jiyaneke bê sînor e û dewlemendiya bi girêdeyê teknolojî û aboriya sermayedara ne, di civakê de kesên ku di berheva aborî de serkeftînin tesîra wan li ser rêveberiya hukumeta bi bandorin.

Lewra kesên ku bi sermayedarin têkiliyên wan bi şarederiyan û namzetan re bê sînor serbestin. sîstema sermayedaran bi navê kapîtalîzm bûye sîstema rêveberî qanûna dewletê bi nav bûye.

Tevahî birdoz û qanûn mirovên pispor û feylezofin ji bona bibe sîstema rêveberî bi gora sosyolojiya gel û keda mirovahî bingeha wî datînin û civak bi ewlekarî kes li kesan heqaret û bêrêziyan nekin û pêdiviyên civakê re bibe xizmetkar.

Behçet Ateş

Derbar Behçet Ateş

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply