MIRINEKE AZAD

MIRINEKE AZAD

dergehên xurbeta mişextiyê

ji min re  bûn rawestgeha sermestiyê

demên xweş û geş

di ber temenê mesûm re gav bi gav

com bûn

bîranînên xortaniyê

li nav kavilên salên têkçûyî

can dikişînin

qedera serserî

gustilka bextê reş xistiyê

tiliyê min ya qereqûçkê

ey feleka şaşbûyî êdî bese

destê xwe ji sikura min berde

ey şevistanên koretarî

janêş û keserên min yên bêdeng

ji rengê te reştarîtir in

li nav rûpelên albûma jiyanê

wêneyên bêçaretiyê hatine

neqişandin

ez li tenêtiya westiyayî

xwe dispêrim dîwarê helbestên

tî û birçî

min nikarî bibim sîwarê hespekî çeleng

û çargavkî ber bi dilşadî

bextewarî

û asoya xeyalên şîrîn ve bibezînim

min ji min nepirsin

werin min ji stranên kezebperitî

ji wîzewîza bayê reş

ji guregura zîpikên reşewran

ji gurpegurpa tirsa dilê perpitî

ji qîjeqîja çûkên hêlîn wêran bûyî

û şeveder mayî

bipirsin

li ser zeviya hesretê

peşkên barana bereketê

qet nebarî

hevîrê kêf û sefaya seyrangehan

tehl û tirş bû

kevirê sebirê

li nav şewata kul û kederên birînkûr

heliya

xewnereşkên xopan

xwe li stûyê bêxewiya nav nivînan

alandiye

xweşbêhna çîçekên hewşa hinav

çilmisîn

parsûyên qefesa arezûyan

li nav mîrata axîn û nalînan

qirçeqirç in

ez bêhemdê xwe hatim

vê dinyaya derewîn

min çavê xwe li jiyana qehpik

bêwîjdan

bêdilovan

gerand

temaşa kir

û ez ê bi nefretekê

bi hêrsekê

bêkefen

bêdarbest

bêxatirxwestin bar bikim herim

nav dilê goristaneke bêxwedî

û têkevim xewa mirineke

aram û azad

Xizan Şîlan 2023-12-11 Stockholm

Derbar ziman

Check Also

Bi sala nû re ‘Dilop’ek nû hat

Kovara Dilopê ku bi kurdî û tirkî weşana xwe didomîne hejmara xwe ya nû gihand …

Leave a Reply