Weşanxaneyên kurdan ji bo Newrozê kampanyaya erzaniyê

Newroz hat û pêre jî kampanyaya ji bo pirtûkan dest pê kir. Gelek weşanxaneyên kurdan ji bo Newrozê kampanyaya erzaniyê da dest pê kirin. Ji bo Newrozê yên bixwazin pirtûkan bikirin sedî dor 40-50’yî erzanî heye. Ji bo balê bikişîne û belkî fêdeyeke wê ji bo pirtûkên bi kurdî hebe me ew dan hev.

ARYEN:

Weşanên Aryen ji bo Newrozê kampanyaya sedî 50 daxistinê daye dest pê kirin. Kirinên 1000 TL û zêdetir kargo ji wan e.

AVESTA:

Weşanên Avesta kampanyaya xwe ji bo rojên navbera 16-24’ê adarê eşkere kiriye. Pirtûk bi sedî 40, setên wan jî bi sedî 50 bi erzanî têne firotin.

DARA:

Weşanên Dara ji bo seta li ser dîroka kurdan sedî 40 erzanî çêkiriye. Di setê de 10 pirtûk hene.

NÛBIHAR:

Nûbiharê kampanyayeke bi navê “Kampanyaya 25 hezar xwendekar 25 hezar kitêb!” daye dest pê kirin û bi navê “Kerem bikin em bi hev re “Pişîka Min” bigihînin ber destê hemû zarokên xwe!” ragihandiye. Nûbiharê wisa gotiye, “Gelî dildar û dilsozên Kurdî! Heta 21’ê Adarê Newroza îsal (2024) ji bo xwendekarên dersa hilbijarî ku teqrîben 25 hezar kes in, em ê vê kitêba Mîkaêlê Reşîd ‘Pişîka Min’ wekî diyarî bişînin. Di vê kampanyaya 25 hezar xwendekar 25 hezar kitêb de em li benda piştgirî û diyariyên we ne. Her sîparîşa ku hat dayîn wekî navnîşan ‘ji bo xwendekarên dersa hilbijarî’ bê nivîsandin, bes e. Em ê li ser navê we piştî cejna Newrozê ji hemû xwendekaran ra wekî diyarî bişînin.”

SÎTAV:

Sîtavê bi navê “Kampanyaya Newrozê” kampanyaya xwe ji bo navbera rojên 11 û 27’ê adarê bi sînor kiriye û di van rojan de hemû pirtûkên wan bi sedî 50 bi erzanî têne firotin. Sîtavê wisa gotiye, “Hûn jî hem piştgirî bidin me, hem pirtûkan bi erzanî bi dest bixin.”

Têbinî:
– Navê weşanxaneya li gor alfabeyê hatine rêzkirin.
– Haya me ji van hebû. Ger kampanyayên weşanxaneyên din hebin û haya me pê bixin emê wan jî belav bikin.

 

Diyarname.com      

Derbar ziman

Check Also

Bi sala nû re ‘Dilop’ek nû hat

Kovara Dilopê ku bi kurdî û tirkî weşana xwe didomîne hejmara xwe ya nû gihand …

Leave a Reply