Di Dema Erdhêjê De Çend Rêbaz

Dema ku erdhej çêdibe, divê teşqele neye kirin û divê bi aramî bê tevgerîn. Dema erd biheje eger hûn li qata herî jêrîn bin, divê hûn bi lezî binayê biterikînin. Eger hûn gelek dûrê derve bin, ji bo derketinê hewl nedin. Xwe ji sobe û ji tiştên ku bi hêsanî diqelibin dûr bixin. Ji pace, neynik û tiştên ku ji cam hatine çêkirin dûr bikevin. Dema erdhejê, cihên herî xeter; balkon, asansor û derence ne. Ji ber vê yeke dema erdhejê di binayên bilind de asansor û derence divê neyê bi kar anîn.

Dema erdhejê ji bo xwe ciyekî wekî “warê quncika jiyanê” bibînin. Li ber tiştên mîna sarinc, cilşo û firaqşo dirêj kevin, pişta xwe bidin paceyan û bi vî awayî çokên xwe ber bi zikê xwe ve kaş kin, pozisyona cenînê bigrin. Di hilweşînekê de van tiştan dibe ku bipelçiqin, lê ew ê tune nebin. Dema erdhejê, piyên xwe, destên xwe û serên xwe biparêzin. Destên xwe li ser serê xwe kelepçe bikin, serê xwe jî di navbera herdû enişkên xwe de bi keys bikin. Mitbax û cihê serşokan dibe ku ji hêla ewlehiyê ve ji bo xweparastinê çêtir bin. Ji ber ku eger mirov di bin enqazê de bimîne, ev deran ji bo dîtina warê quncika jiyanê ve musaîdtir in û mirov dê bikaribe ji boriyên ku teqiyane avê jî vexwe.

HETA KU HEJÎNA ERD RANEWESTE JI CIHÊN KU WE XWE

VEŞARTIYE DERNEKEVIN..

Piştî erdhejê dema ku hûn cihên xwe biterikînin, serê xwe bi çente, pirtûk an jî bi balîfek biparêzin û bi vî awayî derkevin derve.

Ku hûn li derve bin, li derve rawestin

Ji ber xaniyan, bin diwaran, paceyan, bin diwarên baxçeyan, panoyên reklaman, bin balkonan, serbihur û jêrebihuran, piran, stûn û têlên elektrikan, tevşên lihû û hêlekanên parka zarokan divê dûr bikevin û biçin qadên vekirî û ewlehî.

Mirov dikare di bin darekê bisekine. Heta ku erdhej bi dawî nebe, li cihê xwe rawestin.

Di qadên vekirê de, li ber zinarên qinc nesekinin!

 

PIŞTÎ KU ERDHEJ BI DAWÎ BE

  • Ji xaniyan, xerabeyan, stûn û têlên elektrikan divê dûr bikevin, li ciheke ewlehî divê bisekinin.
  • Bi tevî kibrit, heste, find, hwd. nêzî xaniyan nebin. Ji bo ronîkirinê divê lambeyên desta bê bi kar anîn. Dibe ku li derûdorê gaz hebe.
  • Ji kaniyên ku hûn jê ne bawer in, avê jê venexwin, dibe ku tiştê qirêj ketibe navê.
  • Kabloyên elektrikên tazî dibe ku bibe sedema agir, şewate û pêgirtina ceryanê. Divê ji wan dûr bikevin.
  • Eger ne pêwîst be, dernekevin trafikê.
  • Kaniyên ku hûn jê ne bawer in, ji ber ku îhtîmala

tiştên zerardar tevî avê bûbe, avê venexwin. Divê derbarê ve yekê hay ji xwe hebin.

  • Kabloyên elektrikên tazî dibe ku bibe sedema agir, şewate û pêgirtina

ceryanê. Divê ji wan dûr bikevin.

  • Xaniyên ku hûn ji ewlehiyên wan ne bawer in, sedem çi be jî, nekevin

hundirên wan.

JI BO XWE BIGIHÎNÊN MERIV Û MALBATÊN XWE

JI BER ÎHTIMALA KU HÛN HEVÛDU WINDA BIKIN, JI BERÊ DE

CIHEKÎ DIYAR BIKIN DA KU HÛN Û MALBAT-MERIVÊ WE LI WÊ

DERÊ KARIBIN HEV BIBÎNIN…

Ku ji malbat û merivên we agahî nînbe, bi Navenda Krizê re têkevin têkîliyê..

 

STARBÛN

Piştî afetan yek ji mafên we yên herî sereke starbûn e û divê ev yek bê

pêk anîn. Divê qeyda xwe û malbata xwe li muxtarî, şaredarî, li navenda

krîzê an jî li gel saziyeke rayedar çêkin.

 

Cihên demîn ên starbûnê ku ji we re bê nîşan kirin tercih bikin. Eger cihekî nehatibe nîşandan, bixwazin. Dibe ku hûn ê nexwazibin ji mala xwe dûr bikevin. Ewlehiya can û warên xwe ji rayedaran bixwazin. Konên bi stare an jî konteynir bixwazin. Kon/konteynir li qadên fireh ên ku rayedar nîşan didin, bi awayekî ku rê neyên astengkirin û bi hesibandina îhtîmala agir-şewate, bi navbereke 5-8 metre divê bên danîn.

 

Konên xwe bi vî awayî bi cîh bikin an jî bidin bi cîh kirin.

 

Ji bo zagonên paqijiyê re rêz nîşan bidin, yên ku rêz nîşan nadin re jî zagonan bînin bîra wan. Ji bo rêzgirtina zagonên paqijiyê, divê malzemeyên pêdivî bên peyda kirin. Ev tişt divê ji saziyên fermî yên alîkarî û ji yên rayedar bên xwestin.

Di qadên konan de ji bo her 25 kesan tuvaletek, ji bo her 50 kesan serşoyek û derfetên ji bo cilşûştinê divê bên peyda kirin. Divê di tuvalet, serşo û cihên cilşûştinê de zagonên paqijî bê bi cîh anîn.

KU HÛN LI QADA KONAN AN JÎ DI KONÊ/KONTEYNIRÊ XWE DE BIJÎN?

  • Sobeyên êzingan-komiran hem ji bo we, hem jî ji bo konên derdora we, ji ber kulekan, dibe ku bibe sedema agirderketin û şewatê. Her wiha bi lêxistina bayê dibe ku dû têkeve hundirê konan û bibe sedema fetisîn û xeniqînan.
  • DI KONAN DE VAN SOBEYAN DANEYNIN Û BI KAR NEYNIN.
  • Di konan de ku derfeta we hebe, ji bilî sobeyên ceryanê, sobeyên din bi kar neynin. Hûn dikarin ji rayedar û ji navenda alîkaran sobeyên bi ceryan bixwazin.

TENDURISTIYA PSIKOLOJIK Û JIYANA CIVAKÎ

Piştî afetan hestên wekî hêrs, xişm, xem, tirs, tawandarî, neçarî dibe ku bê hîs kirin. Ev pirsgirêkan, encama rûbirû hatina xetereke ciddî ya ku jiyana mirovan tehdît kiriye pêk tên. Ji bo pirsgirêkên bi vî rengî, mafê we ya alîkarî xwestinê heye. Ji bo alîkarîxwestinê xem nekin.

Tiştên ku we jiyaye, bi malbata xwe, bi merivên xwe, bi hevalên xwe û bi kesên ku we guhdarî bike re parve bikin, ji pisporan re pirsgirêkên xwe bejin û alîkarî ji wan bixwazin.

 

LI SER FELAKETÊN KU WE JIYAYE, BANDORA LI SER JIYANA WE,

BANDORA LI SER TIŞTÊN KU HÛN Ê BIKIN, HEST Û RAMANÊN XWE

PARVE BIKIN, ALIKARÎ BIXWAZIN, ALÎ BIKIN

Piştî her afetan dibe ku teşqele, paşgotinan û bê aramî pêk bên. Di warên civakî de divê ji zagonên pêkvejiyînê re rêz bê dayîn. Ji bo rêkûpêkkirina warên ku hûn lê dijîn, bi malbat û mirovên din re bişêwirin. Ji bo ku pêdivî û alîkarî bên pêk anîn, an jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi hev re tevbigerin.

Bi saya bi hev re tevgerînê, dê pirsgirêkên we hêsantir bigîhin rayedaran û dengê we dê xurttir derkeve da ku bê bihîstin.

 

BAWERIYA XWE BI PAŞGOTİNAN NEYNIN, HETA KU ÇAVKANIYAN

SERRAST NEKIN, DESTÛR NEDIN KU PAŞGOTIN Û GOTEGOTAN

BELAV BIBIN…

Guh bidin daxuyaniyên ku ji hêla çavkaniyên ewle, ji rayedar an jî ji saziyan ve hatine dayîn. Dema belavkirina alîkariyan bala xwe bidin li ser tiştên ku peywirdar dibêje.

Çavkanî: ttb.org.tr

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply