JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi alîgirê çav û hişmendî de berhevî dibin bi dawî bibin.

Mirov bi her çendî dîtin û têgeha hişmendî di şaneyan de tomar dikin û ewqasa di hişmendî û dil de hêst dibin raman û xwastek li dûhev bi gora derfetê jiyana rojane di xwe de guherandin dike armanc.

Lewra mirovahî di xwezaya xwe de bu gora kodê ku bi girêdeyê dîtina bi çevan û têgehên aqil û hêstên di dil de berhevî dibin û heman deme de dibe ramanê jiyanê.

Saziyên parastina ewlekarî ji bona berjewendî û mesleheta civakê aramî bigrin binê qontrolê xebateke bê pîvan û bê hempa pêktînin.

Bes ne saziyên parastina aramî a ewlekarî dikarin pêşî li bûyerên ku dibin xeteriya awlekarî a mirovan dawî bînin û nejî mirovahî dikarin ji xwastekên ku di ramanê mirovan de berhevî dibin astengî bikin.

Lewra xwastek bi gora derfet û demê xwezanin bi girêdey çevan, aqil, vîna mirovan de bi hêstên dil de xwe bi demê re teze dikin.

Di jiyana mirovahî de kêm bûyer henin ku ji ewlekariya civakê re nebin sûc û bê ceza bimînin. Bes hinek ceza mafê tu kesî nîne bide mirovan  û lewra bi gora qanûna ewlekariya civakê kesên ku kirdarên dibe sûç û sûcdaran bidin terbiye kirinê, mirov dikarê cezayê ku tesîra xwe li pîskolojiya sûcdaran bike pêkbînin.

Weke mînak lazime pisporên pîskolog wî û an jî wan kesê sûcdarin perwerde bikin û dakeve nava bingeha pirsgirêka sûcdar û çareserî berhevî bikin, pêşî li kirdarên sûçdara tenê bi cezayê mirinê an jî girtina girtîgehan çareserî nîne, û di nava miletekî bê perwerde û bi çanda feodal de dijîn van cezana rê ji xeteriyên bê çareseriyan re derê xeravî pêkwirin vedikin.

Lazime mirovahî maskeya payêrvantiya Xweda ji serê xwe daynin û tenê mîsyona mirov in û ji bona ku bikaribin bi mirovahî re heman jiyanê bijîn û xwe nas bikin, ku ew jî wekî her mirovên ne kêm û nejî zêde tenê mirovin.

Lewra karê Xweda li hêviya Xweda bihêlin, naxwe mirovên ku bi destûra hilbijartina civakî de hatine hilbijartin, her çendî xwe wekî karmendê Xweda bivînejî, bes Xweda bi tevahî bûyerên di jiyana mirovan de pêktên agahdare.

Ne heceye ku mirov xwe karmendê Xweda bivînin, bes karê kesên ku ji alî mirovan de wekî nûner ji bona ku bibin rêveberê civakê tête hilbijartin bi dadê de bibin, bes ewên ku di erka rêveberiyê de cih digrin dibin mesûlê tevahî biryarên bi qanunê pêktînin

Karê rêveberan berê her pêngavan lazime xwe wekî xizmetkarê civakê bivîne û bi gora pêdiviyên civakê sîstemê û qanûnê bi wekhevî ya dadê bi berhevî pêkbîne û bi civakê zelalî bide agahdarî, wî demê civak xwe bi gora qanûna rêveberiya civakê û sîstema berhevî ya aborî û ewlekarî xwe diguherînin.

Dema rêveber bi civakê re lihevhatî dadê pêkbîne, civakjî di navxwede bihevre bi lihevhatî dijîn, wî demê pirsgirêkên mirovahî re çareserî di asta bê xeravîyan de dibe hekem û jiyana mirovahî dikeve binê parastina hêzên ewlekarî.

 

Behçet Ateş : 22-01-202

 

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Bi sala nû re ‘Dilop’ek nû hat

Kovara Dilopê ku bi kurdî û tirkî weşana xwe didomîne hejmara xwe ya nû gihand …

Leave a Reply