Mertala Dinyayê: Qada Manyetîk

Bi sedsalan e mirov bi pusûlayê dikevin rêya û li gor wê berê/alîyê xwe dibînin. Bi taybetîkeştî/gemî dema di behrê de diçûn û li dora wan ji xeynîavê tiştek xuya nedikir pusûlayêrêya wan ronî dikir û li gor wê dizanînbi kîjan alî ve diçin.

Di sedsala 17 an  de hat fêhmkirin ku dinya weke meqnetîzê ye û pusûla herdem berê xwe dide cemsera bakur a dinyayê. Bi vê yekê re hat zanîn ku xêzên qada manyetîk a dinyayê ji cemsera başûr a dinyayê derdikevin û bi awayekî daîrewî ber bi cemsera bakur ve diçin. Hat fêhmkirin ku pusûla ji ber vê yekê herdem berê xwe dide cemsera bakur.

 

Mertala Dinyayê: Qada Manyetîk

Bi salan mirovan texmîn dikir ku sedema qada manyetîk a dinyayê gumlatên asin/hesin ên di navenda dinyayê de ne. Lê divê bê zanîn ku ji ber germahîya mezin a di kakilê dinyayê de ev hesin nikare taybetmendiyên meqnetîzê nîşan bide. Dîsa lêkolînek din jî da zanîn ku asinê di kakilê dinyayê de ne sebebê qada manyetîk e. Wesayîta lêkolînan a Gelawêj/Venûs ê Marîner-2 yê tespit kir ku di nava Gelawêjê de jî gumlatên asin hene lê Gelawêjê weke dinyayê qada manyetîk nîn e. Gelawêj, 243 caran ji dinyayê hêdîtir dizîvire. Yanî li gor me 243 rojan carekê Gelawêj dizîvire û rojeka wê temam dibe. Vê yekê rê li ber lêkolînan vekir û zanistan  bandora zivirîn ê ya li ser qada manyetîk di şertên labaratuarê de piştrast kirin. Li gor vê yekê gumlatênmezin ên hesin û nîkel ên li kakilê dinyayê yê derve bi zivirîna dinyayê dibin sedema qada manyetîk a dinyayê.

     Xêzên Qada Manyetîk a Dinyayê. Çavkanî:Gettyimages

Qada manyetîk a dinyayê di fezayê de ji bo me weke mertalekê ye. Feydeyawê ya herî zêde jî, me ji teqînên rojê yên bi zerer diparêze. Li rojê gelek caran teqînên mezin pêk tên û bi van teqînan parçikên hûr belav dibin. Ev parçik bi elektrîkê barkirî ne û ji bo wana ‘bayê rojê’(güneş rüzgarı) tê gotinê. Bayê rojê, ber bi dinyayêve jî tê û radyasyonên zêde bi xwe re tîne ev radyasyon jî ji bo tenduristiya me gelekî xirab e.Lê qada manyetîk a dinyayê nahêle bayê rojê bi ser me de bê û bayê rojê bi ser qada manyetîk ve diherike û hinek jê ji dinyayê dûr dikeve û hinek jî bi ser qada manyetîk ve diherike cemserên dinyayê. Dema parçikên bi elektrîkê barkirî dikevin atmosfera dinyayê rastî oksîjen û azotê tênû ev lihevhatin jî enerjîyeke ronak dirdixe holê û bi vê yekê tîrêjên cemseran an jîtîrêjên bakur derdikevin holê. Tîrêjên cemseran ne tenê li dinyayê li hemû gerestêrkên xwedî manyetîk pêk tên.

Me di vênivîsê de zanî ku qada manyetîk, ji bo em bipusûlayê aliyê xwe bizanin,ji bo parastina me ji radyasyona bayê rojê û her wihaji bo pêkhatina tîrêjên cemseran her dem di nava tevgerê de ye û weke mertalekê xwe avêtîye pêşiya bayê rojê û me diparêze.

Tîrêjên cemseran li asîmanan gelek caran dîmenên bêhempa derdixin holê.

 

Xalid Celalî – candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Pirsên Herî Mezin Ên Gerdûnê

1.Gerdûn bi çi awayî hat avakirin? Em dizanin ku gerdûn bi Teqîna Mezin (Big Bang) …

Leave a Reply