Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî)

Beriya Mêrdînê; Romana Jînenîgariyê

Rêzbendiya xelekên wê jînenîgariyê, li gorî dem û qonaxan hatiye, hinek caran jî, li
gorî bûyer û bîranînan hatiye dariştin, herwiha bûye bi şêweyê nivîsandina dîroka wê
herêma ku rûberê wê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girêdide û dike yek
parçe, lê di navbera wan de, têlên sînor hatine danîn û ew rûber, li ser SERXET û
BINXETê dabeş kiriye.

Beriya Mêrînê (Romana Heyamên Derbasbûyî); jînenîgariya nivîskar, ne bi şêwazê
dîroknivîsînê, lê belê bi şêwazê romana jînenîgariyê berceste dike, ku tê de, dem, cih,
kes, bûyer, diyalog û hemû hêman û regezên romanê bikar anîne. Ne tenê rewşa
derveyî kesayetiya xwe, lê belê nav û derûna xwe jî, tê de diyar dike.

Bi şêwazekî hêsan û zimanekî rewa û hevgirtî, ligel dariştineke ciwan û wêjeyî,
hejmarek ji tabloyan hatine nîşandan. Di wan tabloyan de dîmenên jiyana nivîskar
diyar dibe, lê di nav de, wêneyên dîroka civaka li ser wê cografyayê diyar dibin.
Bi vê romana jînenîgariyê nivîskar dixwaze xwe bi xwe nas bike, herdem xwe bide
nasîn û nasname û kesayetiya xwe diyar bike, lewma ew bûyerên rasteqîne li ser
jiyan, jîngeh û civaka xwe nîşan dide, bêyî ku bûyer û kesan ji sawêra xwe biafirîne,
weke ku di romanê de pêk tê, êdî di vê xalê de, jînenîgariya vê romanê diyar dibe.

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply