Nirxandinek li ser romana 3 gav û 3darek

KURTASÎ

Di vê xebatê de em ê li ser romana 3 gav û 3darek / Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê Kal de şîrove, rexne û tehlîlên hatiye bikin.  2007an heta roja îro li ser vê pirtûkê gelek xebat hatine kirin em ê jî ji wan hinekan sûd werbigrin. Roman ji ber ku romaneke dîrokî ye dibe ku zêde çavkanî tûnebûn lê em ê hewl bidin ku binirxînin.

DESTPÊK

‘‘3 gav û 3darek / Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê Kal de” li dawiya serhildanekê giyan û rêwîtîyekê nîşanî me dide.  Serhildan û berxwedaneke neteweyekî nîşan dide. Neheqî, hest û ked dibin rêheval. Şer û evîn dikeve nav xeyalên bêgav. Gavên ne jimartî dibe para xeyalên sêwî. Gûz dibin hêvî di nav xeyalan de. Nexweşiya civakê di bircên Amedê de li ber sêdarê temaşeyê dikin.

Çima 3 gav û 3darek,di nav çand û têkoşîna gel de gelek mezinên kurdan bûne wek lehengên destanan. Ji ber vê yekê Şêx Seîd jî di nav wan kesan de ye. Wan kesan ji bo neteweyek azad bêguman têkoşînekî bêhempa dane. Nivîskar Jan Dost bi zimanekî herikbar û hunerî ev têkoşîna anîye ziman.

DERHEQÊ PIRTÛK Û NIVÎSKAR DE

Romana dîrokî ya Jan Dost bi navê 3 gav 3darek di sala 2007an li Stenbolê di weşanxaneya Avestayê de 214 rûpel hatiye çapkirin. Heta niha çend caran ev pirtûka bi çapê nû hatine weşandin û her çapa nû de jî bi kapaxeke ku hatiye weşandin. Heta niha li ser vê pirtûkê wergerek tenê hatiye kirin, ev werger Soranî ye. Nivîskar/wergêr Wirya Ghafuri di  weşanxaneya Endêshe de ev behrem weşandiye.

Nivîskar heta niha bi navê Mijabad (weşanxaneya Avesta û Belkî – Romaneke dîrokî), Mîrname (weşanxaneya Avesta – Romaneke dîrokî), Martînê Bextewar (weşanxaneya Avesta – Romaneke Li ser jina yekî Ewrûpî) û 3 gav û 3darek / Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê Kal de (weşanxaneya Avesta – Romaneke dîrokî) roman nivîsîne. Xeynî wan berhema Adat û Rusûmatnameê Ekradiye (ya Mela Mehmûdê Bayezidî) di weşanxaneya Nubihar de derxistiye. Mem û Zîn di weşanxaneya Avestayê de bi nîvîseke fesîh derxistiye. Ev pirtûk li Sûriyeyê, Lubnanê û Duhokê gelek caran hatiye çapkirin. Ferhenga Kurdistanî (ya Elî Ekber Kurdistanî) di weşanxaneya Nubihar de wergerandiye. Perik (ya Selîm Berekat) di weşanxaneya Ayrinti de ji Erebî wergerandiye. Ehmedê Xanî Mem û Zîn di weşanxaneya Avestayê de bi Kurdiya îro şîrove kiriye. Bi navê Dîwana Jan helbestên xwe di weşanxaneya Avesta (2012/Stenbol) û Semakurd (2010/Sûriyê) derxistiye. Kela Dimdimê manzumkî di weşanxaneya Avestayê de derxistiye. Xeynî van pirtûkan gelek gotar û nivîsên nivîskar hene. Muhsin Kızılkaya pirtûka Mîrname di weşanxaneya Îthakî de bi navê Mir’e Mektup wergerandiye. Pirtûka Xanî û Cizirî (Du stûnên Wêjeya Kurdî – weşanxaneya Dara) wek hevpeyvîn derket. Di şerê Kobanî şûnda jî romana Kobanî derxist ( ji weşanxaneya Dara). (1)

HINEK NIRXANDINÊN DESTPÊKA ROMANÊ

‘‘Şimikên dilê xwe deyne û dilxwas derbasî nav stiriyên vê romanê bibe.”(r. 11) nivîskar bi va gotina dixwaze xwendevan amade bike li ser psîkolojîya romanê.  ”Pirraniya amediyan di xew de bûn!”(r.15) li vir tenêtîya Şêxê Kal tîne ziman û herkes razaye lê Şêxê Kal benda sêdarê ye…  ”…ka mirov dikare tî bikeve xew yan na?!”(r.15) herkes kane têkeve xewê lê ên ku tîne (êşa Şêxê Kal) nikanin bikevine xewê. ”…bi elhemdulillaheke dirêj re, xwe dirêjî ber jinên xwe dikirin.”(r.15) herkes bi dawîya êş û kedaran dîsa jî diketine xew lê ma Şêxê Kal wiha ye ew gav bi gav diçe mirinê.

”Kevirekî biçûçik pekiyabû nav şimika wî.”(r.16) yekcara astengîyên piçûk derkevin jî mirov guh nadê çimkî derdên hîn mezin hene û ev hişê mirov da ne. ”Şêx, da ku gavên xwe mîna gavên wan herdu serbazan bike û kalbûna xwe veşêre.”(r.16) du serbaz wî dibin sêdarê lê ev xwe îxtîyarîya xwe danayne û dixwaze xwe hemberî wan zaliman xwe lawaz nîşan nede, bila nebêjin ew ji mirinê ditirsê.  ”Axa xwe ji şimika wî re tepisandibû, lê cizmeyên serbazên romiyan xwe zûtir gihandin.”(r.17) li vir şimik û cîzme wek meteforekê anîye ziman, cîzme zilmê tîne bîra mirov lê şimik wek mutewazîbûnê tîne bîra mirov.

”-Gavên mirovan jimartî ne,..”(r.18) roman bi gavan dest pê dike û deh gavan de jiyan û hestên Şêxê Kal tîne ziman. Erê jiyana mirovan de her tişt bi jimartî ye û demê xwe heye. Her demê de hinek bûyerên girîng têne serî mirovan lê niha dem dema gavên Şêxê Kal e.    ”…razên dilê kalekî heftê salî guhdarî bikin?”(r.20) herkes razaye lê di nav vê razanê de gûh bidin kalekî ku tije tecrûbeye.

”..li ser rêya Gimgimê dorpêç kirin,..Hemî tî hatin girtin, ew tîbûn jî heta ber sêdaran bi xwe re birin. Di xewnên xwe de, di wan heftê û pênc rojên di zindanê de, Şêx Seîd kûzik û cêrên avê didîtin, kanî û avzêm didîtin, ava ku ji wan diherikî didît. Lê her ku dihat avê vexwe bûyerek diqewimî û ew dûrî avê dikir, tî dima.”(r.21) tîbûn wek hesret e, êş e, derd û kul e, di hemû romanê de li ser tîbûnê metefor hatine bikar anîn lê dawîyê jî bit î diçe sêdarê. ”Di xortaniya xwe de …ava şor êvaran vedixwar… û radiza… keçek di xewnê de tê tasek av dide wî,… dê bibe nesîbê wî di jiyanê de.”(r.21) tîbûn û hesret, evîn dikeve nav hev. ”Êdî ew herdu serbaz westiya bûn, tivingên wan yên li ser milên wan dihatin ku bişemitin.”(r.23) gav nediqediyan rê her çiqasî kin be jî fikr û raman rê dirêj dikin. (2)

ŞÎROVE Û NIRXANDINA ROMANÊ

Diyare ku nivîskar Jan Dost li ser mijara romanê ve gelek mijûl bûye. Ruhê wî bi yê Şêx Seîd ve bûye yek. Ji ber wê jî nivîskar bi sê gavên dawî yên Şex Seîd dîmenên bêhempa bi dest xistine. Tabloya xwe sêdar e. Lingên her sê daran di dîrok, erdnigariya Kurdistanê û pêşeroja nifşên dahatuyî de çikandiye. Bi firçeya xwe  xwîn, xwêdan û rondik bikar tîne.

Roman giran dimeşe. Di gelek cihan de bêhna xwîneran teng dibe. Him jar giran e û jî êş û jan heye. Him her gavê de gelek bûyer hene. Min xwe sê caran dema xwendinê berda û dîsa destpê kir. Di romanê de Şêx Seîd hîn zêde tê xûya û kesên di hinekî wek perdeyan paşîyê de mane  Gava duyemîn de behsa evîna Şêx tê kirin. Em evîndara Şêx, Perîxanê nasdikin. Lê em kesayet û şexsiyeta Perîxanê qet nizanin. Perîxan însaneke çawa bû? Şêx di Perîxanê de însaneke çawa dîtibû ku bubu evîndarê wê? Tenê bedewbûn dibe sedema evînekê yan jî tenê bedewbûn ji bo evîneke rasteqîn bes e? Li vir Perîxan wek meteforekê hatiye bikaranîn. Di jiyana Şêx de wek demeke kurt lê paşê dîsa jiyan didome.

Flachbacka vebêjer li her derê, li her demê, bi sêdaran vedigere. Tim sêdarê tîne bîra mirov û tu caran bîrkirin nade. Di navenda hemû bîranîn û xewn û xeyalên Şêx Seîd de sêdar wek metafor herî berbiçav e lê ev sêdar ne tenê ji bo Şêx Seîd ji bo gelê kurd jî wek metefore e. Nivîskar bi vê dîrok û xetereyê hemberî me jî têne bîra me.

Di sê gavên Şêx Seîd ên dawîn de sê serdem têne rave kirin. Di gava yekemîn de zaroktî û feqîtiya wî tê vegatotin. Di gava duyemîn de xortanî û evîndariya wî tê vegotin, gava sêyemîn de jî bi rûxandina împaratoriya Osmaniyan de wek rêberekî derketina Şêx Seîd, rewşa gelê kurd û Kurdistanê, sedema têkçûna serhildana Şêx Seîd tê vegotin.

Nivîskar bi tewr û teşeyên cuda karekterekî xweser dernexistiye pêş. Nivîskar ruhaniyeta Şêx Seîd bi dest xistiye. Li hember me portreya Şêx Seîd baş tê dîtin. Em dibînin ku Şêx Seîd him mirovekî birehm e, him jî gelekî biaqilane tevgeriyaye. Ango wek rêbereke serketî hanîye ziman. Jixwe romanê de Rêber zêde li ser poşmanî û tiştên ku hatine sêrî nafikire. Ev tewekula misilmantiyê jî têne bîra mirovan çimkî li gor misilmantiyê hertişt qedere û ji Xwedê hatiye divê em qebûl bikin.

Em dibînin ku serhildana Şêx Seîd çawa têk çû. Roman bi peyam hatiye nivîsandin. Em peyama romanê di rûpela 167an de zelal dixwînin: “Eger xwediyên gûzan bi hev re li ber qubekê rawestin û gûzên xwe biavêjin ser, dê qube di bin gûzan de bimîne!” Em dibînin ku di romanê de gûz wek metafor (gelê Kurd) hatiye bikaranîn.

Bûyer bi hev ve hatine girêdan, tevger bi hev ve hatine kelijandin, karekter dû hev hatine rêz kirin. Ne teswîrên sirûştî/erdnîgarî baş hatine kirin ne jî derûniya karekteran tam hatiye rave kirin.

Nivîskar di jiyan û bûyera serhildanê de bi şêweyeke orjînal hinek tişt anîne ziman lê, wek romanên dîrokî ên din divê romanê de jî wekî romanên din li ser bûyeran hatiye sekinandin. Romanên dîrokî hinekî zor in çimkî divê bûyera ku mirovan eciz dike bi zimanekî wêjeyî bîne ziman ev jî bi hostatiya nivîskar van girêdayî ye. Jan Dost li vir ev hostatiya xwe gelekî baş diyar kiriye.

Mirov dema ku romanê dixwîne yekcaran bi Şêx Seîd re gavan diavêje yek dema di nav jiyana wî re dibe heval û bi wî re medreseyan de, jiyana wî de digere bi wî re dibe heval û xwe di nav bûyerên ku hatine serî wî de dibîne. Pir dema jiyanê wî de kesên ku bi wî re bûne heval di jiyana me de jî tiştên wiha derketine hemberî me jî. Şêweya nivîskar şexsan dixe nav romanê.

Rêziman û zimanê nivîskar tekûz e. Him ziman him jî rêziman xwerû bi kurmancî ye. Di zimanê romanê de ne bandora zimanekî din heye ne jî bandora nivîskarekî din li ser nivîskar heye. Lê kimasiyeke wiha heye ku, dema nivîskar hinek helbestên kevin di romanê de dibêje bi zimanê berê dibêje li kanibû ev bi zimanê niha jî bianîna zimana baş bibiya, em zanin ku di wêjeya Kurdî de cihê Jan Dost gelekî bilind e. Ew stêrkeke wêjeya kurdî ye. Stêrkeke ronîdar û rûmetdar. (3)

Romanê de Dem

Çar dem jî hatine bikaranîn. Dema borî, dema fireh, a niha û dema bê.

Romanê de Cih

Bi giştî li meydana pêşiya mizgefta ya Diyarbekirê û raserî Deriyê Çiyê ye. Lê bê vir jî gelek cih di romanê de derbas dibe wekî jiyana Şêx Seîd.

Cûreya Romanê

Romaneke dîrokîye di romanê de gelek kes şexsên dîrokî ne û ên rastî ne lê dibe ku li gor şêweya nivîskar hatibin guhertin. Romanê de biyografî jî heye.

Kes/Karakter

Şêx Seîd: Lehengê / karakterê sereke ye.

Du Serbaz: Rêhevalên heta ber sêdarê ne. Leşkerin.

Xalisê Bedlisî: Hevalê Şêx yê di medreseyê de ye. Feqe bû. Lehengê sereke ye.

Perîxan: Lehenga evînê ye. Dilketiya di xeyalan de ye.

Rustemê Melazgirî: Hevalê Xalis e. Feqe ye.

Mele Selîmê Xêzanî: Hevalê Xalis e. Darvekirina wî bûye mebesta dînbûna Xalis li Bedlîsê.

Xidirê Botî: Motîfa başiyê ye.

Bê van gelek kes û karekter hene;

Qasim Begê Cibrî(Silêman), Yûsif Ziya Beg, Şêx Eliyê Çanê, Fehmî Efendiyê Licî, Çerkez Yûsifê Zazî, Şêx Xalib, Şêx Ebdulla, Şêx Şerîf, Nebo Axayê Keleş, Heqî Begê Licî, Şêx Ebdullayê Melikan, Emer Axayê Faro, Weliyê Hedikî(Qelbînê), Hesikê Elikî(Dêreyê), Ibrahîmê Hecî Elî, Serkîs Boxosyanê Ermenî, Hamêst, Elî Sayib, Şêx Ubeydullahê Nehrî(Şemzinî), Simko Axayê Şikakî, Şêx Mehmûdê Silêmaniyê, Seyid Riza, Xalid Begê Cibrî, Doxtor Fuad, Mele Selîmê Xêzanî, Fehmiyê Bîlal, Seyid Ebdulqadir, Hesen Xeyrullah Efendî(Şeyxul Îslam), Sultan Murad, Sultan Evdilezîz, Ismet Paşa, Damad Ferîd Paşa, Enwer Paşa, Sultan Wehideddîn, Lord Curzonê Ingilîz, Boxos Nûbar Paşa, Şerîf Paşa, Şêx Rêzo.

Elî Riza, Şêx Mehmûd, Ebdurrehîm: Malbata Şêx Seîd e. Kur, bav û birayê wî ne. Hem leheng hem jî agahiyên dîrokî ne. (4)

ENCAM

Zimanê romanê herikbar e û lê ji bo mijarê gelekî giran e. Şêx Seîd gav bi gav berve mirinê diçe, lê her gavê de jiyana xwe tîne ber çavan û ji xwe bi xwe re diaxife, dikeve nav xewn û xeyalên rastîn.

Du metefor pir têne bikaranîn yek tîbûn a din jî gûz. Tîbûn êş û janê tîne ziman, gûz jî kurdan tîne ziman.

Dawiya romanê de bê çare û hêvî şikestî Şêx Seîd diçe ser dika sêdarê û jiyana xwe êdî wek fîlmekê vedimire.

ÇAVKANÎ:

  1. https://tr.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eeyh_Said (29.11.2023)
  2. https://diyarname.com/news.php?Idx=6691 (29.11.2023)
  3. Ocal Faîk,101 Romanên Kurdî, Wan, Weşanxaneya Sîtav, 2022
  4. https://candname.com/nirxandina-3-gav-u-3darek-4/ (29.11.2023)

Amedekar: Firat Bawerî

Derbar Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply