Nirxandina Gotara ‘Fêrkirin û Fêrbûna Kurdî li Kurdistanê: Serkeftin û Zehmetî’

Di vê gotarê de,  perwerdehîya kurdî li pêş û piştî 1920an tê dabeş kirin. Di gotarê de rewşa perwerdehiya kurdî li her welatê ku kurd lê dijîn li gorî welat tê nirxandin. Pêşî pênaseya perwerdeyê hat kirin û li ser perwerdeyê ev tişt hatin gotin: ‘Perwerde weke saziya herî bi hêz û bi bandor a ku ziman pê rewa dibe, tê parastin û pêşvebirin tê dîtin. Hem ji bo pêşxistin û hem jî ji bo belavkirina zimanekî hawirdora herî guncaw peyda dike’

Piştre li ser mijara perwerdehiya pirzimanî tê rawestîn û di derbarê vê de ev tişt tên gotin: ‘Dema ku dor tê ser fonksiyona ziman di pergala dibistanê de, girîng e ku du têgînên ku ji bo her nîqaşek perwerdehiya duzimanî girîng in zelal bikin: ziman wekî mijar û ziman wekî navgîn.’

Mînaka Îranê (Rojhilat) tê dayîn dibêje dema ku mamosteyek di dersê de kurdî biaxive jî dema ku a tiştekî li ser text binivîse an jî ezmûnekê bike divê bi farisî binivîse. Li Tirkiyê hindik mamosta dikarin di dersê de bi devkî kurdî bi kar bînin, lê li Kurdistan-Iraqê kurdî hem zimanê devkî ye , mamoste û xwendekara re hem kanin biaxivin hem jî navgîna perwerdehiya nivîskî ya dibistanên dewletê bikarbînin. Divê mirov hêvîya perwerdeyeke duzimanî yan pirzimanî bike…

Duzimanî û pirzimanî li hember yekzimanîbûnê xwedî çend avantajên xwe ne. Yekzimanî, rewşa têgihiştinê yan jî zanîna axaftinê yan nivîsandinê bi tenê bi zimanekî, tê wê maneyê ku jêhatiya zarokê di zimanekî de ji ya din gelekî zêdetir. Ev nayê wê wateyê ku zarokên ku mezin dibin tenê zimanekî fêr dibin nikanin bi zimanekî din fêr bibin an jî jêhatîbûnê pêş bixin, lê dibe ku çend sal lazim bibin ku zimanek duyemîn dest bixin.

Her çend sal lazim e ku zarokek di zarokatiyê de bikaribe zimanekî din bi dest bixe, lêkolîn nîşan dide ku zarokên duzimanî li gorî hevsalên xwe yên yekzimanî zûtir û çêtir, nermbûn û hişmendiya mêtingeriyê pêşdixin. Faktorek din ku bandorê li duzimanî dike zimanê perwerdehiyê ye. Dema ku şarezayiya zimanê yê ku di saziyên perwerdehiyê de tên bikaranîn tûj dibe, şarezatiya zimanê ku ji bo jiyanê nayê bikaranîn kêm dibe.

Perwerdehiya pirzimanî dikare bibe derfetek girîng ji bo pêşxistina cihêrengiyê di civakên pirzimanî. Mîna duzimanîbûnê, pirzimanî jî hin avantajên xwe hene.

Pêşketina hîs û ramana mirov qasî bi pêşxistina ziman, xwendina tiştên ku bi çavê rexnegiriyê dixwîne û li ser vê mijarê lêkolînên curbecur ve girêdayî ye.

Paşê nivîs bi xal xal  perwerdehîya Kurdî dinirxîne:

  1. Hînbûn û hînkirina kurdî ya berî salên 1900î

Nivîsên Kurdî bi Metnê Yaresanan dest pê dike, paşê dema Mîrektîya di medreseyan de didome, di saya medreseyan kurdî şîroveyên pirtûkan tê kirin û ji bo şîroveya dersan çend pirtûk jî tên nivîsandin.  Sedsala 16-19an de gelek alimên kurdan pirtûk û diwanan dinivîsînin.

  1. Li Kurdistana Iraqê (Kurdistana Başûr) perwerdeya bi kurdî

Li Iraqê jibo ku kurdî qedexe nebû tu cara paşva neçû tim pirtûk û xebatên nû hatin kirin.

  1. Fêrbûn û Hînkirina Kurdî li Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê)

Li Tirkî berî 1923an li ser kurdî gelek xebat, dibistan, kovar û komele hatine avakirine lê dema ku Komara Cumhurîyetê ava bû ye carekê de xebatên kurdî hatine sekinandin û demeke dirêj tu xebat nehatine kirin. 1991an şûnda xebatên kurdî dîsa dest pê kirine û hîn jî didomin.

  1. Fêrkirin û Fêrbûna Kurdî li Îranê (Rojhilatê Kurdistanê)

Piştî damezrandina Komara Demokratîk a Kurdistanê di sala 1946an de li Mehabadê, di heyama 11 mehên jiyana kurt a Komarê de zimanê Kurdî bi fermî hat naskirin û di çend dibistanan de hat xwendin. Kurdî “Pirtûkên dersê ji Kurdistana Iraqê hatin anîn, mamoste hatin perwerdekirin, û kurdî navgîna perwerdeyê ya sereke bû.

Di nav partiyên kurdan de çend  xebat hatin kirin lê dewlata Îranê tu cara heq û derfeta kurdî neda dibistanan.

  1. Fêrkirin û Fêrbûna Kurdî li Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê)

Dewleta Surîyê her çiqasî destûr tu caran nedabe jî Kovara Hawarê li nav kurdên Sûrîyê de roleke girîng lîstîye û çend nivîskar derxistine. Ji bo hişmendiya kurdî jî roleke mezin lîstîye.

 

Şehmus Kurt, Hewa S. Khalid, Rahim Surkhi, Yasin Duman

Amedekar û Nirxandin: Firat Bawerî

Derbar Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Ji bo zarokên xwe diyariyekê hilbijêrin

Ez fikirîm ku ji zarokan re diyariyek dibistanê bikirim. Paşê min biryar da ku ez …

Leave a Reply