Ji kelepora çanda Bohtanê çîrokek; Peyayê Sivik

Ji kelepora çanda Bohtanê çîrokek

Dibêjin; wextekî, li welatekî koseyek(*) hebû. Lê kose, tobe kiribû û ji dev kosetîyê berda bû û li gundê xwe rûniştibû. Wî jî weke gundiyan cohtyari dikir, sewal xweyi dikirin û ka çi karê gund hebûya ew dikirin û jiyana xwe didomand. Kurek yê kose heye, emre wî bûye nozdeh-bîst, xorteke delal û çeleng û jîr e. Lê xortê me bê tecrübeye, ji bo çavên wî vebin, babî wî hin berpirsyariyan didiyê.

Rojekî dibêje:

—Kurê min, sibe çêleka me ya belek, bibe bajêr û bifiroşe. Lê kurê min, min pirs kirî ye, bihayê çêlekê, sê zêr in.  ji sê zêran kêmtir nede.

Kurik, jixwe baweriya ciwaniyê dibêje:

—Baş e babo. Tu qet mereq neke, ez zêdetir nedim, ez kêmtir nadim. Te şixul pê tunebê.

Roja din kurik radibe, çêlekê dide pêşiya xwe, berê xwe dide bajêr û dikeve rê. Diçe bajêr, çêleka xwe dibe celebxaneyê. Qesab û celebvan, lê tên hev û dibêjin:

—Xorto, ev çêlek ya firotinê ye?

Lawik dibêjê:

—Belê. Ez wê difiroşim.

—Çiqasî ye?

—Çar lib zêr.

Yek dibêje:

—Ev çiye? Ma hespê rehwan e!?

Yê din dibêje:

—Hespê rehwan jî ne vî bihayî ne.

Her yekî gotinekî dibêjê, serê wî tevlîhev dikin û çêleka wî bêqîmed dikin. Lawik dibêje:

—De ka, bila ji we re sê zêran be.

Dîsa dibe qelebalıxa wan.

Yek dibêje:

—Bi sê zêran, ez dikarim sê çêlekan bikir im.

Yê din dibêje:

—Ew jî çêlekên ciwan. Ma vê çêlêkê?

Yê dîtir dibêje:

—Ev çêlek, pîr bûye. Qey niv zêr pê hatin.

Kurik dibêje:

—Camêrno, bes bêjin. We bivê bikirin û we bivê nekirin! Ez ji sê zêran kêmtir nafiroşim.

Bikir dibêjin:

—Tu bi keyfa xweyî xorto, bi xwedê tu bi buhayî nafroşî.

Xwe jê didin alîkî. Lawik, heta êvarî dimîne celepxaneyê, lê ti kes pirsa çêleka wî nake. Kurik, ji xwe re dibêje: “îro nehat firotin, sibe jî heye. Ez ê îşev herim, ji xwe re li xanekî razim. Sibê jî Xwedê kerîm e. Belkî muştêriyek, bikirek derket, ez ê jî bifroşim û herim.” Diçe xanê, cihekî ji xwe re û yekî ji çêleka xwe re digire. Ji çêlekê re hinek ka û ce dikire, datîne ber. Ew jî diçe xwarina xwe dixwe û radize. Sibeyî radibe û disa çêlekê dibe celepxaneyê. Heta nîvro ti kes lê nanêre. Nîvro re zelamek tê cem û weke kesekî hejêker dibêje:

—Xwarzî, te çêlek nefirot?

Kurik dibêjê:

—Na weleh xalo. Hêca bikêrê wê derneketî ye.

Zelam wek çawa babê wî be, destê xwe datîne ser milê wî û dibêje:

—Xwarziyê min ê delal, tu vê çêlekê nafiroşî min?

Kurik dibêje:

—Belê weleh xalo. Kê bikirê ez ê bifiroşim wî.

Celep, wek çawa adete, destê wî digre û dihejîne û dibêje:

—Tu yê çiqasî bifiroşî min?

Lawik dibêje:

—Xalo, bihayê wê sê zêr in, ez ê bi sê zêran bidim te.

Celebê bi destê rastê destî wî girtî, destê çepê jî datîne ser mile wî:

—Binêre xwarzî! Tu heyvek din jî biminî vî bajarî, tu vê çêlekê bi sê zêran nafiroşî. Dilê min li te dişewite, tu gunehî. Tu şevê li xanê dimînî. Heqê xanê, yê ka û cê, yê xwarina te… welhasil tu du roj din bimînî vî bajarî, tu yê zehf bixwisirî. Vêca were, çêlekê bifiroşe. Heke tu bidî min, ez ê du zêran bidim te û hey tu nedî jî, tu xêrê ji bazara xwe bikî.

Dibêje û diçe, li alek yê celepxaneyê disekine û çavê wî dimînê li lawik. Kurik mitale dike, difikire, hiltînê û datînê û ji xwe re dibêje: “Bi xwedê xebêrê vî zelamî ye. Ez şêvek din bimînim li xanan, çêlekê çar zêran jî bifiroşim, disa yê xwisara min ji karê min zehftir be.” gazî wî zelamî dike û dibêje:

—Xalo, ka were.

Zelam tê û kurik dibêje:

—Xalo, bi xwedê, min ev çêlek ji sê zêran kêmtir ne dida, lê zehf keyfa min ji te re hat û tu hinekî dişubî babê min. Vaca min xwest ku ez çêlekê bifiroşim te. Bila ji te re du zêr û nîvan be.

Celebvanê cambaz dizanê gotinên wî cihê xwe girtine û dibêje:

—Xwarzî, min ji te re got. Tu du zêran bidî, ezê çêlekê bikirim. Heke tu nedî, tu sed xêrî jê bikî.

Kurik, dinêre ku yê şevek din jî li xanê bimîne û dibêje:

—Were xalo, dêmekî ev nesîbê te ye.

Çêlekê didîyê û du zêran distîne û bere xwe dide gundê xwe û dikeve rê. Êvarî digihije mala xwe. Babê wî dibêje:

—Te çi kir kurê min?

—Min çêlek firot babo.

—Te bi çiqasî firot?

—Weleh roja ewil nehat firotin, ez çûm xanê. Roja din jî heta nivro bikirê wê derneketin. Ez fikirîm, şevê niv zêrê min diçin heqê xanê. Min ji xwe re got: “ez du şêv din bimînim li bajêr, yê nîvê pereyên min herîn xanê.” Ji ber wê, bikirek derket û du zêr pê dan, min jî firot.

Kose serê xwe dihejîne, dibêje:

—Baş e kurê min.

Du-sê roj diborin, Kose dibêje kurê xwe:

—Kurê min, sibê conegayê qemer, bibe bajêr û bifiroşe. Lê nebî tu ji pênç zêran kêmtir bidî?

—Bila babo.

Kurik, kebara sibehê radibe, conega dide pêşîya xwe û berê xwe dide bajêr.  Rast diçe Celepxaneyê. Sê çar zelam lê tên hev û jê dipirsin:

—Xortê delal, ev conega yê firotinê ye?

Kurik dibêje:

—Belê ezbenî, Yê firotinê ye.

—Bihayê wî çîye?

—Bihayê wî pênç zêr in.

Her yek gotinekî dibêje, dibe xire-cir û qelebalixa wan û gotin li pey hev dibin rêz:

—Wey! Ne du ga vî buhayî tên kirîn.

—Min duh, gayek du zêran kirî.

—Ga çi ye! Min hesp kirî du zêran.

—Min, çêlek û ga zêrek û nîvê kirîn.

Kes guhê xwe nadê kesî, her yek tiştekî dibêje û ti tişt nayê fêhmkirin. Bi tene xeberdan, qaleqal û qelebalıx. We’l kurik dikin ku gêj dibe. Her yek ji wan, xwe dide alîyekî. Heta êvarî ne kes lê dinêre û ba lê ve tê û ne jî pirsa conegayê wî dike. Dema dibe êvar lawik berê xwe dide xanê. Heqê xanê, yê xwarinê, ka û ce… Xanvan, zêrekî jê distîne. Kurik difikire, ji xwe re dibêje: “Wey Xwedê xera kiriyê! Heqê xanê jî giran bûye. Ez du-sê şêvan bimînim, yê heqê conegayî hemî ji destê min here.” Piştî şîva xwe dixwe, diçe rdize.

Roja din, disa conegayî dide pêşîya xwe û dibe celepxaneyê. Hir de wê de, soxînê xurtî û kotekî bi sê zêran difiroşe û vedigere malê. Babê wî dîbîne dibêje:

—Quwetbê kurê min, tu bixêr hatî. Welê dixweyê ku te conega firotî ye?

Kurik piçekî li ber xwe ketî dibêje:

—Bela babo. Min firot.

Û meseleya xwe ji babê xwe re vedibêje. Kose destê xwe serê wî de tîne û dibêje:

—Xem nakê kurê min, bila canê te sax be.

Heftîyek dibore, kose hespekî dide pêşîyê û berê wî dide bajêr. Dema diçe celepxaneyê, dîsa canbaz û kose lê tên hev û soxinê wî jî, bi buhayek erzan jê distînin. Êvarî tê malê. Bav dipirse, dibîne ku hesp jî erzan jê standin e. Zehf aciz dibe, lê qet nade der û ji kurê xwe re dibê:

—Bila canê te sax be. Xem nake.

Piştî du rojan koseyê tobedar, kereke pişt kurmî dide pêşîya xwe û berê xwe dide bajêr. Dema nîzingê bajêr dibe, zêrekî têxe paşîya kerê de. Digihije kevîya bajêr zelamek tê pêşîyê û dibêje:

—Keko tu bixêr hatî bajarê me. Gelo tu vê kerê nafiroşî?

Kose dibêje:

—Belê.

—Ez muştêrî me, ka tu nafrîşî min?

 —Belê

—Kat ê çiqasî bidî?

—Sed zêran.

Cavên zelam fireh dibin û Devê wî dimene vekirî û ecêpmayî dibêje:

—Weeeh! Ma ev balafir e!

Kose, kopalekî li kemaxa kerê dide. Zêr ji paşîya kerê dipeke û ker diçe. Kose, li zêr nanêre û dimeşe. Zelam, zêrê ji kerê ketî, ji erdê hiltîne û dikeve pey. Kose, zêrekî din têxe paşîya kerê de. Pêşvetir diçe. Zelamek din tê pêşîyê û dipirse:

—Ev ker, yê firotinê ye?

—Erê.

—Nexwe hema bifroşe min.

—Bila be.

—Çiqasî?

—Sed zêran.

—Hey lêê! Qey ev keştî ye!?

Kose, qet napeyive. Kopalekî li kemaxa kerê dide û dibêje: “dêh”. Disa zêr ji paşîya kerê dikeve û li ser kuçên reqifandî gêrî dibe û zingênî jê tê. Kose, şûn xwe ve nanêre û rîya xwe de dimeşe. Zelam ecêbmayî dimîne û xwe ditewîne zêr ji erdê hildide, vî alî dizivîrîne, wî alî. Rengê wî, nivîsa wî, nîgarê li ser dinêre. Zêr e. Rîxa wî jê dibe û dide ber didanê xwe û li siqa û nermahîya wî jî dinêre, ti guman tine û zêr e. Wê hînê re, zelamê din jî tê, digihijiyê û dibêje:

—Tişta min dîtî, te jî dît?

Yê din:

—Erê weleh, min dît û ev zêr jî ji kerê wî derket.

Dibêje û zêr nîşanî dide. Yê nû hatî jî zêrê xwe nişan dide û dibêje:

—Ev jî li dera henê jê ket û min anî.

Herdu, dikevin pey kose. Kose pêşvetir diçe, zelamek din tê pêşiya wî. Ew jî, havale herdukên din e û karê wan ev e. Li keviya rê disekinin, dema hin kes ji gundan werin, derdikevin pêşiya wan, hîle û pîle û canbaziyan malê wan yê firotinê nîv buha ji wan distînin û li ser pişta wan nanê xwe dixwun.

Canbazê sisiya jî tê pêşiyê û keyfxweşiyê lê dide û dipirse:

—Pismam, tu vî kerî nafiroşî?

—Belê. Ez difiroş im.

—Ka tu nafroşî min?

—Belê

—Çiqasî?

—Sed zêran.

—Malmîrat! Ne garanek dewar, bi sed zêran tê kirîn. Tu çawe ji vî kerê pişt kurmo re sed zêran dixwazî!?

Kose, dibêje: “çooo!” Û kupalekî li kerê dide. Zêr dipeke û ew dimeşin. Zelam, zêr dibîne û çavên wî fireh dibin serê wî tevlîhev dibe. Li der û dora xwe dinêre kesek nîzînk tine. Dest tavêje zêr û hildide, dinêre wê sexlem e. Zêr e. Her du hevalên wî yê din jî digihinê û meseleya xwe ji hev re dibêjin, zêrê xwe nîşanî hev dikin û dikevin pey koseyê me. Ji hev re dibêjin: “Em çi bikin çi nekin, divê em vî kerî jê bitsînin.” Li pey kose dilezînin û bi hev re bazara xwe dikin. Soxînê li hev tên û peymana xwe girêdidin. Yê bi şirîkatî kerê bikirin. Digihijin kose û dibêjin:

—Keko, ka bisekine. Em bazara xwe biki. Em bikir in.

Kose nasekine û dibêje:

—Hûn bikirbin, perê xwe bînin û kerê bibin.

—Camêr, ka bîstekî bisekine. Ev çi leza te ye? Ma hawar li pey te ye?

Kose dimeşe û dibêje:

—Axaftina zede kare betalaye. Karê min heye. Heke hûn bikirin, zêrên xwe derxin. Hey nexwe, min mijûl nekin.

Ji wan temen mezin dibêje:

—Camêr, ka bisekine, me qebûle û em ê perekên te bidin te.

Kose disekine. Vê navê re gihatine bajêr. Dido dimînin ba kose û yê diçe ji mal û dikanên wan zêra dide hev û tîne. Sed zêran didin kose û hevsarê kerê digirin û dikêşînin. Kose dibêje:

—Camêrno, divê hûn kerê bibin sê qetê. Bin re sê qet mehfûr deynin û têra sê rojan ce û av jî deynin ber. Ji sê rojan zûtir jî ba li wê ve neçin. Piştî sê rojan herin, we şixul pê tine be. Lê hûn bi ya min nekin, yê rîx ji we re bimîne. Vê jî ji bîr nekin!

Xatiran ji wan dixwaze û diçe. Bikirên jîr û zana, kerê dibin û kose çawa ji wan re gotî, welê çêdikin. Têxin mezelek rayêxistî de û av û ceyê wê datînin ber û dêrî lê digrin. Herkes diçe mala xwe û dikeve nava deryaya xeyalên xwe. Dema zêr çêbin, ka yê bi wan çi bikin û çi bikirin!

 

Kose, vedigere malê li ser karê xwe. Dizane ku yê piştî sê rojan, roja çaran yê mêhvanên wî werin. Du kêrvoşkê wî hene, mirov wan ji hev nasnake. Roja çaran dema diçe coht, kêrvoşkekî rex xwe dibe û ya din dihele malê. Ji jina xwe re dibêje:

—Nîvro mêhvanên me hene. Tu ji bo firavîna me filan û bêhvan xwarinê çêkî.

Piştî sê rojan, xweyîyên kerê, bi kelecaneke mezin derîyê mezelê vedikin, pa çi bibinin? Dema derî vedibe, ji bêhna zibil gêj dibin û hema ewe nakevin. Kerê jiko ce xarî ye û av ser de kirî ye, vijikî bûye û jûr mehfûran ve tev kiriye zibil. Heta gelî deran re pijiqandiye dîwaran jî. Bikirên jîr yên kere, ji hêrsan dîn dibin! Ewqas zêr, ka û ce, ne bes bû mehfûrên hêja!… Piştî demekî, ser xwe ve tên û hişê wan tê serê wan û bi xwe dihesin. Berê xwe didin gundê kose. Li gund pirs û pirsyarî nava rêz de kose dibînin. Hêca ji dûr ve, kose diçe pêşîya wan. Xêrhatina wan dike, keyfexweşiyê li wan dide û diştexile û hey diştexile. Ew qas ser hev xeber dide ku nahêlê yek ji wan deve xwe veke.  Welê çêdike, nahêle behsa kerê jî bikin. Dibêje:

—Hûn ji bajêr heta vir hatine, ez we bê xwarin rênakim. Divê em herin firavînê.

Kêrvoşkê ji rikeha wê derdixe. Yek ji wan dibêje:

—Dostobira ew çi ye?

—Ev peyayê sivik e.

—Peyayê sivik, kêrî çi tê?

—Ez ê niha bişînim malê. Yê ji jinbira we re bibêje firavînê çêke. Heta em herin malê, wê firavîna me amade be.

Li ber guhê kêrvoşkê dibêje: “Here malê, ji jinaxaya xwe re bêje: axayê min gotî ye mêhvanê me hene. Bila ji me re qazekî sor bike, birincekî li ber çêke, xuşav û biçirikan jî deynê ber, firavîna me amade bike û heta em hatin.”

kêrvoşkê berdide. Kêrvoşk li xwe dide û berê xwe dide ervaz û direve. Yek ji wan dibêje:

—Dostobira, ev ne alîyê gund ve çû. Vê berê xwe da çiyê?

Kose dibêje:

—Ew peyayê sivik e. Ew dizane yê kû derê re here. De kerem bikin em herin. Heta em bigihijin gund, yê firavîna me jî hazir bibe.

         Berê xwe didin gund û dikevîn rê. Di rê de jî qet dora axaftinê nadê wan û her ew xeber dide. Têne malê, dinêrin wê kêrvoşk mal de girêdayî ye. Firavînê datînin ber wan, dibînin ku kose ji Peyayê Sivik re çi gotî hemî bê kêmasî amade ne. Zelam li hev dinêrin, kose fêhm dike û derdikeve derve. Mêhvanên wî, nav xwe de dipeyivin. Dibêjin em çi bikin, divê em Peyayê Sivik ji vî zelamî bistînin. Dema Kose tê, dibêjin:

—Dostobira, divê tu Peyayê Sivik bidî me.

—Destebirakno, ew dest û lingê min e. Ma ez dikarim wê bifiroş im? Ew ji min re lazim e.

—Weleh yê zehf karê me pê biqedin. Divê tu wê bifiroşî me.

—Hevalno, ew ji min re lazim e. Ez wê nafroşim.

—Em ê pêncî zêran bidin te.

—Ez hemû karê xwe bi wê didim kirin.

—Bila sed zêr be.

—Gidîno, vê li min nekin. Ew dest û pîyê min e.

—Ji bo navê havaletîyê, divê tu wê bidî me.

Welhasil Kose êdî dizane ku bazar nerm û germ bû ye û dibêje:

—Weleh we du sed zêr jî bidana min, min nafirota, lê madem we got “li ser navê havaletîyê” bila ji we re be. Ez tu carî xatirê havaletiyê naşkînim.

Sed zêrî didin kose û kêrvoşkê dibin diçin. Rê de dikevin nava bazarê. Dawîyê, li ser heftîyekê li hev dikin. Her heftîyê, wê li cem yekî ji wan be. Diçin bajêr û herkes diçê ser karê xwe. Kêrvoşk heftiyekî li cem yekî ye, heftiya din li cem yê din e. Zehf qedrê kêrvoşkê digir in.

Rojekî mêhvanê yekî ji wan tê û kêrvoşk jî li balê ye. Kêrvoşkê vedike û jê re dibêje:

—Here malê, bêje mêhvanê me hatine. Bila şîveke xweş ji me re çêkin. Kêrvoşkê berdide û kêrvoşk li xwe dide, li nava sûkê de nav dikan û dezgehan re, ji ber dengê teqreqa çakûçê sefar û hêsinkaran direve û diçe. Êvarî mêrik mêhvanê xwe ve tê malê, jina wî, wî dibe melbexê û dibêje:

—Camêr, madem mêhvanê te hebû, te çima xeberek neda min? Min ne şîvek çêkir ye û ne tiştek hazir li malê heye.

—Çawa min xeber neda te? Ne min Peyayê sivik şandi bû.

—Camêr, Peyayê sivik ki ye?

Ser mijara peyayê sivik, bi xir û cir, axaftina wan dûv dirêj dibe. Dawîyê re, nîskekê datînin ber mêhvanê xwe û ew şev welê dibore.

 

Roja din, zû diçe ba hevparên xwe û meseleyê ji wan re dibêje. Nû pê dihesin ku carek din hatine xapandin. Berê xwe didin gundê Kose û dikevin rê… Êvarî re digihijin mala kose. Kose jina xwe tembîh kirî ye. Dema mêhvan tên, rûvîyekî pêz tejî xwîn dike û weke ristikekî têxe stûwê xwe û kemikê serde berdide. Piştî xêrhatinê li wan didin, dibe xir û cira wan. Gotinek ji Kose yek ji jina wî, dibe şer! Kose bi hirs û rik ser jinikê de diçe, kêrikekî derdixe û tavêje stûwê wê, xwîn diherike ser kulav û berikê. Jinik xwe erdê re dirêj dike û lingên xwe diperpitîne û ruh ji xwe dibe. weke kuçekî hişk û birink, dimîne wê erdê û nava xwînê de. Çavê kose ji hirsê sor bûne! Zelam matmayî dimînin, Ji tirs û kelecanê, deng ji wan dernakeve.

Kose cigara xwe dipêçê û pê dixe, dikşîne. Piştî cigara wî xelas dibe, radihêje bilolê û hêdî hêdî bilolê lêdide. Mêhvan hê pêtir mat mayî dibin û ji hev re dibêjin: “Vî malmîratî, jina xwe serjêkir û rabûye bilolê lê dide!” Dema dengê bilolê li jinikê diçe, jinik xwe dilivîne û çiqas diçe dengê bilolê zêde dibe û lebata jinikê jî zêde dibe û heta radibe ser xwe. Jinik radibe û heçko ti tişt nebûyî radihêje karê xwe û ji mêhvanan re şîvê datîne. Mêhvan ji tirs û hêrsê sosret mayî û bi mereqê bêpêjin mane. Her tişt li ber çavên wan qewimiye û her tişt bi çavê serê xwe dîtine. Soxînê yek ji wan, wêrekiya xwe dide hev û  ji kose dipirse:

—Dostobra tu bi xwedêkî, ev çi bû, çawe çêbû? Ka vê meseleyê ji me re vebêje.

Kose, bi dengeke sakin dibêje:

—Ev bilol bisêhr e. Dema kesek nû miribe, ev bilolê lê bê dayîn, ew mirî sax dibe. Vêca ez ti carî hêrsa xwe nahêlim di dilê xwe de. Dema ez hêrs dibim, yê pêşberê min kê be bila bibe, çi ji destê min tê ez dikim. Heke ew kes bimrê, ez bilolê lê didim, ew ji nû ve vedije û heta hingê hêrsa min jî xelas dibe. Ev jinika hûn dibînin belkî çil caran min kuştî ye û bi vê bilolê ji nû ve vejandî ye. Mêhvan, pêtir tatêldar dibin, lê her tişt bi çavên xwe dîtin e. Ji lew re doza xwe jî ji bîr dikin û nizanin çi bêjin, bê deng dimînin. Piştî şîvê, dibe piste pista wan. Ne rihatin, qeloqin û di cihê xwe de nasekinin. Bi hêceta destavê yêk derdikeve yê dide pey, ew tên yê din diçe. Dido dido derdikevin û tên yek dimîne û herdukên din derdikevin. Welhasil, yek ji wan xeberekî ji hir ve tîne, yekî ji dera din ve û soxînê mijarê tînîn ser bilolê. Yek ji wan dibêje:

—Dostobira, divê tu vê bilolê bidi me.

Kose dibêje:

—Ev tişta hûn dixwazin qetîyen nabe. Hûn çi ji min bixwazî, bixwazin, lê ya bilolê nabe.

—Em bajêr de nava stresê de ne. Bilol ji te pêtir, ji me re lazime. Vêca buhayê wê bêje. Te çi bive em amade ne.

—Na. qetîyen nabe. Canê min bixwazin, lê bilola min nexwazin!

Yek ji wan dibêje:

—Te ker da me, hêca me tu xêr jê nedîtî cihumî. Te peyayê sivik da me, hefteya duduyan de kesekî an jî kesna dizî. Vêca divê tu vê bilolê jî bidî me, hema qene em xwe pê ji bîrvekin. Em ê du sed zêran bidin te û weke şîrê diya te, li te helal be.

Yê din dibêje:

—Em ê sê sed zêran bidin.

—Hevalno, vê li min nekin. Ser vê dinê tenê sebra min bi vê bilolê tê.

—Divê bi ser bextê hevaletîyê, tu wê bidî me. Me yên din de xwusar kir. Vê bide me, qene em xwe ji bîr vekin.

—Bi xwedê ne hûn bûna, min nedida ti kesî, lê madem bextê hevaletiyê ketîye erdê, hûn çi bêjin bila weke hewe be.

Roja din diçin bajêr. Sê sed zêran tînin, didin kose û bilola xwe dibin û diçin. Bilolê jî weke peyayê sivik têxin dorê de. Her heftî wê li cem yekî ji wan be. dora ewul jî pişk dikin û yek ji wan dibe. Rojekî yê bilol li balê aciz dibe. Ew û jina xwe digirin hev û dibe xire cira wan. Gotinek ji wî yek ji wê, zelam hew xwe digire û darekî li serê jinikê dide û dikuje. qelûna xwe pê dixe, pal dide û dibe kuş kuşa wî. Heta qelûna wî xelas dibe, radihêje bilolê û bilolê lê dide. Lê ne pêjin ji jinkê tê û ne lebat. Ji wî we ye, wê jinik rabe ser xwe. Çiqas lê dide ti tevger û lebat ji jinikê nayê. Meqam û melodîyê diguherîne, deng stûr dike, zirav dike. nivz dike bilind dike û heta sibeyî lê dide, lê ti tevger û lebat tine ye. Zelam nû ji xewa xefletê hişyar dibe û bi xwe dihese û digirî. Radibe bi xef cesedê jina xwe dibe vedişêre. Piştî du roj din bilolê dibe dide hevalê xwe. Hevalê wî dibêje:

—Hêca wextê te hebî. Te çire anî?

—Weleh ez van rojan gelekî başim. Min got, belkî tu aciz bîbî ji lew re min ji te re anî.

—Çawa ye? Te ceriband?

—Erê weleh. Gelekî baş e. Me bi kirîna vê bilolê işekî geleke baş kir! Mirov re qet kîn, rik, stresê û enirandinê nahêle.

Zelam bilolê distîne û bawer nake ku yê kengê bibe êvar. Dema dibe êvar, bi lez û bez dikana xwe digire û berê xwe dide malê. Li hêcetan heyrî ye. Dema jina wî dêrî vedike, têxe qelebalix û dibêje:

—Vaye saeteke ez li ber dêrî me tu çima dêrî zû venakî?

Jinik çiqas nerm diştexile, mêrik pêtir ser de diçe. Gotinek ji wî yek ji wê, hema zelam radihêje kêrikekî li nîvê dilê jinikê dide û têxe erdê. Demekî bêhna xwe vedike û paşê radihêje bilolê û lê dide. Weke şivanekî bi bilolê dilorîne. Weke hevalê xwe, ew jî heta nivê şevê li bilolê lê dide, lê fayde nake. Bilol û mirîyan sax bike! Paşê hişê wî tên serê wî. Fêhm dike ku hem kose û hem jî hevparê wî xapandî ye. Ew jî weke yê din, jina xwe dibe vedişêre û delîlan ji holê radike. Roja din bilolê dibe, dide hevalê din. Hevalê wî dibêje:

—Hêca ji dora min re heftîyek heye. Te çi zû anî?

—Weleh birayê min, ev tişt ne sitresê mirov re dihêlê, ne kînê ne jî rikê. Rojekî ma li ba min, lê tu dibêjî qey hemû sinîrê min ji laşê min kişandin e. Ez ewqas pê rehet bûme ku salekî jî ji min re ne lazime. Dema tu biceribînî tu yê min fêm bikî. Hadê bi xatirê te.

Şirîkê sêyem gelek keyfxweş dibe. Demek dibore, muştêrîyek tê dikana wî, tiştna bazar dike, lê nakire. Tiştekî din dipirse, yek din, ya dîtir… welhasil qasê du saetan dikanê tevlîhev dike, lê ti tiştî nakire û ji dikanê derdikeve. Zelamê me ji acizbûyînê haxta bifetise! Bêhna wî, tê serê pozê wî. Radihêje tevşoyekî û berê xwe dide muşterî, li ber derê dikanê û di nav nîvê sûkê de, bi tevşoyan dikeve ser muşterî û têxe erdê. Heta xweyê dikanên din tên, zelam dimire. Ciranên wî gazî polîsan dikin. Polîs tên, destê wî kelepçe dikin da bibin dadgehê dibêje:

—Bisekinin ez ê niho wî sax bikim.

Polîs dibêjin:

—Te niyete tu birevî! De hadê bimeşe!

—Na weleh. Ez ji dil dibêjim. Ez ê wî vejînim.

—Tu yê çawe wî vejînî?

—Pê bilolê. Biloleka min heye û bisêhriye, dema mo lê dide mirî sax dibin.

—Bilol! Tu bilolê lê didî û mirî sax dibin?!

—Belê. Heke hûn ji min bawer nekin ji filankes û bêhvankes ê jî bipirs in.

Navê herdu hevalan xwe jî dide wan. Polîs wî binçavdikin û diçin, herdu hevalên wî jî digirin û tînin binçav dikin.

Dema wan dibin dadgehê, Kose tê, ji dûr ve li wan dinêre û ji xwe re dibêje: “Bi xwedê tobe ji kosetiyê re nîne.”

 

(*) Kose: kesê bi hile û xapan Xelkê dixapînin.

Kurdjan SORÎ

Derbar Çand Name

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply