Ji Nivîskar Mehmet Oncu, Bo Zarokên Kurdan Berhemeke Nû “Destana Şêr û Pisikê”

Wexta min li qadê berhemên gelerî berhev dikirin, min tevî gelek berhemên gelerî ên weke çîrok, çîvenok, gelek fabilên hêjayî guhdariyê ên dersdar jî berhev kirîbûn.

Ji wan fabilên gelerî min gelekên xweşik di berhemeke bi navê “Kulîlk û Şikevlatû” de weşandin. Ew berhem ji aliyê weşanxaneya “Sîtav” ve hat çap kirin.

Paşê min di nav ew fabilên berhevkirî de 39 heb hilbijartin û ez li ser wan rûniştim, min ew bi bîna fireh, awayekî wêjeyî, bi şêwaza çarînên hevdeng û heft kite hûnandin. Min navê ji wan fabilan yekê da berhemê û berhema û bi navê “Destana Şêr û Pisikê” anî pê. Ew berhem ji aliyê “MED-DER”ê ve hat çapkirin. Hêvîdarim kêfa zarokên Kurdan pê re bê…

Çend çarîn weke mînak

Saleke demsalekê,
Destpêka peyîzekê,
Dem ber bi êvarekê,
Ji gundekî’l malekê…

Bo şîva êvarekê,
Bi roj kewaniyekê,
Hezkirin û’b kedekê,
Çêkir şorbe meyrekê…

Şorba xwe ya meyrê bir,
Vale leganekê kir,
Mişk û’j kûçikên mirdar,
Şorba xwe stare kir…

Gel dest berda ji karan,
Ji zevî û beyaran,
Ji bo şîva êvaran,
Vedigeriyan malan…

Piskê jî got êvar e,
Lazime biçim mal e,
Min nekir tu neçîr e,
Mam birça re bêhal e…

Pisik hat mal ku meyr e,
Got; ji Xwedê re xêyr e,
Xwarinek têre-têr e,
Ji pisikan re’b kêr e…

Pisikê got delalê,
Ez hatim ji newalê,
Min îro neçîr nekir,
Mam birçî û bêhalê…
Kebanî kete pê wê,
Bi şomok û şekalê,
Got; de here mirdarê,
Bi mişkan re hevalê…

Pisik di xênî firî,
Qet li paş xwe nenêrî,
Li kewaniyê xeydî,
Bazda heta dikarî…

Berê xwe da daristan,
Got; ez herim şaristan,
Hemû biçin goristan,
Ew kesên dibên însan…

Kes nizan ku çiqes çû,
Edî destê sibê bû,
Ew bi bangê melê re,
Rast şêrekî hatîbû…

Şêr li pisikê nêrî,
Li dirvê wê heyîrî,
Wek mîrekê binêrî,
Veciniqî’j himberî…

Got bira xuyana te,
Wek torinan sekna te,
Kinike lê bejna te,
Esîle xuyana te…

Simbêl pirça te bûrz e,
Pença te weke gurz e,
Serê xwe bilind rake,
Tu ji min bigre derz e…

…/…

Derbar Rêvebir

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply