Helbestên Gelêrî

Helbestên Gelêrî

Literatura wêjeyê; li gor guherrokên formê, naverokê, dem û cihê û hwd. dikare bê kategorîzekirin. Di vê nivîsê de, du kategoriyên ku di lîteratûra wêjeyê de wek “helbestên nivîskî” û “helbestên devkî/gelêrî” hatine cudakirin, tên vekolandin. Helbestên gelêrî bi awayekî akademîk tên lêkolînkirin û li ser Helbestên Gelêrî yên Kurdî tê sekinandin; li cih cihan, ew bi helbestên nivîskî tên berawirdkirin.

Helbestên gelêrî taybetmendiyên ku ji bo folklor û edebiyata gelêrî heta niha hatiye gotin di xwe de dihewîne. Hinek ji wan anonîmbûn, xwedî qalîbên xweser û zimanekî sadebûn, devkîbûn, bi serwa bûn e. Piraniya curêyên wê xwedî rîtim û melodiyekê ye. 1Lê aliyê polînkirin û navkirinê ve hem li gorî welatên cuda hem jî li gor akademiyê ew carcaran diguherin. Wek mînak, di edebiyata Tirkî de, wek “Edebiyata anonîm a gel, Edebiyata Tekkeyê, Edebiyata Aşiqan(Evîndar)…” hatiye polînkirin lê ji ber ku ew cure bi taybetî di Kurdî de tunne ne, polînkirina helbestên gelêrî yên Kurdî cuda ne. Berdewama nivîsê de ew ên bên nîşandan.

Di Derbarê Helbestên Gelêrî de Hin Nîqaş

“Helbestên gelêrî” di ansiklopediyeke navdar de wisa tê pênasekirin: “‘ew helbestên ku ji aliyê kesên ku nivîs û xwendinê nizanin ve hatiye bestekirin.” Dîsa li gor vê ansîklopediyê ew bi kevneşopîyê ve tê heman wateyê (Lord 1965, p. 591)2. Li gorî Magoun jî “helbestên gelêrî her çiqas ku her tim ji formulan (formulaic) pêk bê jî yên nivîskî tu caran ji formulan pên nayê (not formulaic).3 Em di van her du pênaseyan de jî dibînin ku helbesta gelêrî wek ji aliyê kesên ku ne-xwende tê afirîn û tiştekî ku di nav qalibên teng de mayî tê dîtin. Bi wan pênaseyan ji aliyekî din ve jî, bi awayekî girtî, ji helbesta nivîskî piçûk hatiye dîtin.

Dema ku em li edebiyata Tirk binêrin, em dibînin ku “Edebiyata gelêrî” li hemberî “Edebiyata Dîwan” a ku wek edebiyata seray û zûmreyê tê dîtin, hatiyê bi cihkirin. Têgehên “hevas” û “avam” jî, ji bo kesên ku wan edebiyatan pêk tînin, hatiye bikaranîn. Serdema Tanzimatê de ku wek destpêka edebiyata nûjen a Tirk tê dîtin, di nav helbestvan û nivîskaran de gelek nîqaş çêbûne. Mijara van nîqaşan ew bû: “Ji van her du cureyên edebiyatê kîjan wêjeya Tirk temsîl dike?” Ji van nîqaşan ya herî navdar, ya Namik Kemal û Ziya Paşa dikare wek mînak bê dayîn.

Di derbarê van her du cureyan de, divê li ser pênaseyên Pertev Naîlî Boratav a bi sernavê “Taybetiyên ku berhemên edebiyata bilind û yên folklorê cuda dikin” bê sekinandin. Li gor Boratav, di serdemên ku hunermendên gelan tatmîn dikin tunnebûn; yanî wexta hunermendên ku nûnerên zûmreya bilind û munewer derneketîbûn holê, helbestên gelêrî “vazifeya” berhemên hunerê dikirin. Gel êşên, kêfxweşiyên, hêvîyên, serhildanên, hêstên xwe bi wan îfade dike. Ji aliyê din ve jî edebiyata zûmreyeke civatê heye ku “munewer û bijarte” ye û xwedî zevqeke taybet e (zevkî incelmiş) û xwediyê wê edebiyatê dîyar e.4 Dema ku em li van her du pênaseyan dinêrin, ji bo edebiyata Dîwan “edebiyata bilind” hatiye bikaranîn û ew jî ji me re nîşan dide ku di navbera edebiyata gelêrî û ya nivîskî de hîyerarşîyek hatiye avakirin. Li gor wê, edebiyata Dîwan asteke bilind û ya gelêrî jî di asteke jêr de tê dîtin. Ji bilî wê, dikare bê gotin ku rolên ku li van her du cureyan hatiye barkirin bi awayekî bisînor/tengker hatiye diyarkirin. Ji aliyekî ve tê gotin ku “hunera bilind” nikare êşên, kêfxweşiyên, hêvîyên, serhildanên, hêstên gel ifade bike; ji aliyê din ve jî helbestvanên vê edebiyata bilind xwedî hestên taybet in lê yên gelêrî nîn in. Ew jî derbarê van her du cureyan de, nêrînên qalipgirtî yên vê qada akademîyê nîşan dide.

Ji aliyê din ve tê dîtin ku hinek lêkolîner qadên edebiyata pêwendîdar cuda pênase dikin. Li gor van lêkolîneran, helbesta gelêrî di hemû edebiyatên welatên dinê de xwezayî ye, ji sextebûnê dûr e û hêstên gel bi awayekî xwerû nîşan dide. Bi minakên ku çanda neteweyê, jîyana wan, nêrînên wan ên olî, baweriyên wan nîşan dide, giyana civatê dide der. Ew gotina damezrênerê girîng ê edebiyat û zimanê Almanî Jacob Grîmm wê nêrînê pirtir diyar dike: Li ser hemû dinê helbesta gelêrî ‘helbesta xwezayî”, helbestên ku kesên çandeyar nivîsîyane jî ‘helbesta nejidil/çêkirî’ ye.5

Helbestên gelêrî, di dîroka komasiya çanda mirovatiyê de, ne fenomeneke ecêb an jî veder ne jî fosîleke ku ji paşerojê hatiye û bi modernizasyonê winda dibe, ye. Herweha, heta demeke nêzîk, wate ji koleksiyonvaniya “folklorê” bêhtir ne li ser formên şaristaniyî û nûjen, bi gelemperî li ser bermayiyên paşerojê yên gundewarî hate dîtin. Ji bilî wê, ew li ser berhemên komên marjînal û koçber bûne, ne wek parçeyeke wê. Berevajî ve, ew cureyeke xwe ifadekirinê ye ku di hemû civakan de tê dîtin û paşerojê de, niha û pêşerojê de jî derdikeve hemberî me. Balladên Ewropa û Çînê yên serdema navîn, destanê Yewnanî yên ku bi avayekî devkî hatine veguhastin, Destana Sûmeran, ew hemû ku ji dem û welatên cuda gihîştine me di hundirê xwe de heman kevneşopiya devkî dihewînin û nîşan didin ku helbestên gelêrî aîdî her dem û serdeman in.6

Helbestên gelêrî hem ji alîyê akademîyê hem jî ji aliyê lêkolînerên amator ve hatiyê eleqederbûn. Ew eleqe, li gor serdeman ketiye formên têkel. Di bin navê folklorê de, di du sedsalên dawî de, tevgereke ku ji bo komkirin û lêkolînkirina berhemên folk û populer ên ku stran û helbestan jî dihewîne, serî daye. Di bingeha tekîldarbûna literatura devkî a serdemên dawî de bi gelemperî bi pêlên siyasî ên çepgiran û qanata progresîf a kesên wek hestyarên çandê gelekî mezin bûye. Dikare bê gotin ku çanda mûzika protest a wan a ku li hemberî bizava esas (ana akim) dengê xwe bilind dike, bi vê tekîldarbûna folklorê ve eleqeder e.7 Çawa ku em dibînin di sedsalên 20. û 21. de gelek stranbêj helbest û stranên gelêrî ji nû ve bestê û şîrove dikin.

Heta vî qismî, di akademiyê de helbestên gelêrî û yên nivîskî çawa tên têgihiştin, bi xalên sereke hat nîşandan. Hinek ramangêran, helbesta nivîskî wek “hunera bilind” bi nav kiriye û helbestên gelêrî di asteke jêrîn de nîşan dane. Ji aliyekî din ve jî hin ramangêrên din “helbestên nivîskî” wek çêkirî, helbestên gelêrî jî wek îfadeya gel ya bingehîn dîtiye. Ji bilî wan, helbesta gelêrî a ku tişteke wek ji paşerojê û bi tenê kevneşopiyê ve girêdayî hatiye dîtin, hat nîqaş kirin û hat nîşandan ku hebûna wê ya di hemû dem û welatan de pêkan e. Di qismên piştî van de, di edebiyata Kurdî de helbestên gelêrî çawa tên kategorîzekirin û mînakên wan dê bên nîşandan.

 

Helbestên Gelêrî Yên Bimelodî

Ev cûre helbest xwedî hîkaye ne û dirêj in. Ev helbest dibin du beş: helbestên epîk û helbestên romantîk.

Helbestên Epîk

Mijara van helbestan qehremanî ye. Di nava xwe de hîkayeyekê vedihewîne hem ji alîye gotinî ve û hem jî ji alîye rûxsarî ve di nav helbesta gelerî de cîh digire.

1.Destan: Vegotineke gelêrî ye û motîfên mitolojik efsanevî dihewîne. Destan ji eposa yewnanî tê wateya wê; çîrok, kehanet, hîkaye, helbesta lehengî ye. Di nav kurdan de ev cûre bi gelemperî bi devê dengbêjan hatine gotin û belav bûne. Destana Derwêşê Ewdî mînakeke helbestên epîk yên qehremanî ye ku di hemî coxrafyaya kurdistanê de belav bûye.

Delalê min way delal,

Delalê min way delal, delalê min way delal, way delal, way delal

Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim

lo lo dewrêşo û mala bavê min porkurê pêya bû Xwedê xera bike destê min ji agirê

Cixarê, fincana hatin û çûyina mêvana xalî nebû

Min dît keçika cînara xeberê ne bixêrê ji min re dihanî vax

Digo: lê lê porkurê ma tu nizanî Dewrêşe dilê te xeyîdî, ber bi mal bû

Ewê gavê çavên min mîna taviya berf û

Baranê ji hêstira xalî nebû, ez nemînim.

Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo delalo wax…

( https://youtu.be/LVlgJxLT1Qw )

 

2.Lawikên siwaran/şer: Ev helbest bi piranî di dîwanan de tê gotin ji berk u xwedî teybetîyeke girîng e ku ev teybetî jî hafizeya gel e. ev cûre li ser rûdanên dîrokî disekine di gotina wan de hefizeya gel teze dibe û ev yek dike ku hefizeya gel ya kolektîf zindî dimîne. Bo mînaka vê helbestê em dikarin li strana Şerê Mala Elîyê Ûnis binerin.

Ferman e ferman e ferman e

Fermana sere şêxam û melan e

Darê Îstiqlalê li Dîyarbekirê bi cîh dane

Emrê vê fermanê li jorê bi deste Xweda ye

Li xwarê li gor qanûnê tirka ye

Tu çar terefê dinyayê bigere şer e

Di çîyayê Sasonê de

Qetle qitûl e êxir dewr e

Axirzeman e

Tim û biharan û payîzan

Fermana serê me kurdan e

( https://youtu.be/AdaFmmXF5XQ )

 

3.Helbesten Romantîk

Ev cûre helbest helbestên evînîyê ne. Ew jî mîne helbestên epîk dirêj in. Di van helbestan de temayên wek evîn, hestîyarî, dilsojî, xemgînî derdikevin pêş. Mînaka herî berbelav û li ber çav ya wî cûreyî; Mem û Zîn e. Em ê li jêr mînakek ji helbestên romantîk Rizgan û Nûrê bidin ku gelek kesan wek stran jî gotîye.

Bê de lolo lolo lolo…

“Rizgan ez bi qurban nizanim bextê min bû yan talihê te bû? Berfanî berfa nerm e. Heyrano rûkê ‘erdê kiriye wekê çerm e. De tu were min porkura Xwedê nerevîne, nebe Şikefta Qulî.

Şikefta Qulî Şikeftekî cihê bê warî, cangê kurapê min nêçirvan e.

Sibê zû radibe, pey kervûşka digerine.

Ax Rizgano ez bi qurban, tu were îzê bîne ser me, min bikuje.

Lo te jî ser da ax.?”

Bê de lolo lolo lolo… lolo Rizgano

Bê de lolo lolo lolo…

Rizgar go Nûrê,

Wa Nûre, were qasekî çoka xwe bide ‘erdê, Ezê serê xwe bidim ser çokê ye.

Nûre çoka xwe dide ‘erdê, Rizgan serê xwe dide ser çokê ye. Kete xewê û xewnê ye.

Ji xewa şêrîn bazda go Nûrê, wa Nûrê!

– Mala bavê lê xerab bûyê!

De rabe minê xewnekî dîtiye. Ezê xewna xwe bibejim, tu porkura Xwedê xewna min şirove bike ax.

Bê de go; “min dîtibû darekî li derê mala bavê te şîn bûye.

Wê darê du çiqil, her çiqil sêvekî, her sêvê kewekî gozel li ser e.

Minê bala xwe dayê teyrê qereqûşê jor de li serê herdû kewa gozel difirî ax.”

Nûrê go; “Rizgan ez bi qurban, Xwedê xewna te bixêr ke.

Dara derê mala bavê min ji bejna min e, Herdû çiqilê pêva bext û mirazê min û te ne.

Herdû sêvê li ser, memikê min in. Herdû kewê gozel ‘eslê rihê me ne.

Teyrê qereqûçê Oco’ya kurmamê minê nêçîrvan e.

Sibê zû radibe, pey kervûşka digerîne.

Ax Rizgano ez bi qurban, tu were îzê bîne ser me, min bikuje. Lo te jî ser da ax.” Bê de lolo lolo lolo… lolo Rizgano…

Bê de lolo lolo lolo…

Sibe bû, kubara sibê ye. Nûrê derdikeve ber derê şikeftê ye. Dinêre Oco xuya ye jêr de tê ye. Nûrê diçe pêşiyê Oco,

– “Oco ezê bextê te de me, were Rizgar nekuje

Xortek heyfe, take tenê ye. Were min porkura Xwedê bikuje, Poz û guhê min jê ke, têke cêva xwe de.

Sibê ro nava ‘eşîrê derxe. Him te re nav e, lo him namûs e ax.” Bê de lolo lolo lolo… lolo Rizgano… ( https://youtu.be/LIcibZWhMoM )

 

Çavkanî:

1.Keskin, Necat. Folklor û Edebiyata Gelêrî. (Stembol: Avesta, 2019). Rûpel 262-263

2.Veguhêzkar Ruth Finnegan. Oral Poetry: Its Nature, Significance and Social Context. (Eugene, OR, Wipf and Stock Publishers, 2017), rûpel 7-8.

3.Oral Poetry: Its Nature, Significance and Social Context. Rûpel 8.

4.Pertev Naili Boratav. İzahlı Halk Şiiri Antolojisi. (İstanbul, Tarih Vakfı Yayınları, 2000), rûpel 3-4.

5.Doğan Aksan. Halk Şiirimizin Gücü (Ankara, Bilgi Yayınevi, 2005), rûpel 16.

6.Oral Poetry: Its Nature, Significance and Social Context. Rûpel 3.

7.Oral Poetry: Its Nature, Significance and Social Context. Rûpel 7.

 

Amadekar: Xwendekarê Zanîngeha Artukluyê Beşa Kurdolojiyê ya Lîsansa Bilind

Derbar Çand Name

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply