Romana Semerqand – 44 (Amîn Me’lof)

Fazil, agahiya du derhozeyan da. Bi pispisandin diaxiviya, lê dilşad bû.

-Ka li wî binêre! Min ji te re negotibû yê bişihubê Baskervîlle?

Kesê behsê dikir, Morgan Shuster bû. Xeznedarê Giştî yê Îranê yê nû, li ba me ve dihat. Em çûbûn ser rêya Qezwînê pêşwaziya wî. Ew û kesên li rex, bi erebeyek a xurde ya postê ya hespên lewaz dikaşandin hatibû. Çiqas dişubiya Howard! Heman çav, heman poz, belkî grovertir lê heman rû, heman rengê porê, heman xêza porê, heman dest girtin, nazik lê bandorker! Awirên me li ser wî bûn û ji vê yekê aciz bûbû lê qet neda der. Gerçî hatina welatek xerîp ya bi vî awayê derasayî, herhal texmîn dikir ku yê zehf balê bikişîne ser xwe. Qasê bima vê derê, bivê nevê yê bihata vekolandin,  şopandin û lêgerandin! Carna bi niyeteke xerab. Yê her helwesta wî, her tevgera wî bihata vegotin, şîrovekirin, pesindan an jî rexnekirin.

Bi hefteyekî piştî hatina wî, tengaviya ewul pêk hat. Rojê bi sedan kes ji bo xêrhatinê dihatin cem Emerîkiyan. Hinekan ji wan ji Shûster, pirsa ka yê balyozxaneyên Ingilîz û Ûrûs ziyaret bikê an na dikir in. Bersiv ne kifşbû. Lêbelê ev pirs hêca zehftir dihat kirin û heta gotegot di sûkê de dibû sedemê niqaşan. Bila Emerîkî, bi nezaket herê balyozxaneyan an na? Balyozxaneyan, zengûr dikirin ku heqaret li wan hatî kirin. Ben dişidiya û tingênî jê dihat. Fazil, ji ber ku bûbû sedemê hatina Shûster, ji vê rageşiya dîplomatîk zehf acizbû. Xetereya xerabûna vî karî hebû. Xwest ku ez bikevim navberê.

Bi vî awayî, Ez çûm serdana hemwelatiyê xwe yê li Qesra Atabegan de rûdinişt. Avahiyek ji mermerê spî û xwediyê sêh mezelên mezin. Hinek li gor Rojhilat, ya din li gorî şêwaza Ewropa hatî rayêxistin. Hesko li bin barê xalî û berhemên hunerî de tewiyayî be. Nav nîvê baxçeyeke mezin ê hundurê wî de robar û golên çêkirî heyîn de bû. Baxçeyeke welê bû ku bi çîvçîva çûkan û çîzçîza gosanan, dengê qelebalixa bajêr dinixwumand, tam biheştek ya Îranê bû. Niştingeha herî xweş ya Tehranê bû. Berê ya serokwezîrekî yê kevin bûye, lê paşê Bazîrganeke dewlumend yê Makezagonparêz kirîye û wî xistiye bin xizmeta Emerîkî.

Shûster, ez li ber sîlanoka dêrî pêşwazî kirim. Ew westandina rêya dûr jê çûbû û gelek genç dixweya. Sih û çar salîbû lê ciwantir xwuya dikir. Min jî digot, qey yê bûrokrateke tirtire yê Waşîngtonê yê por weşiyayî  werê.

-Ez ji bo behsa vi karê balyozxaneyê ji te re bikim hatime vir.

-Ma hûn jî?

Welê dixweya kû keyfa wî dihat.

-Haya te jê heye ez nizanim, lê ev meseleya protokolê gelek mezin bûye. Jibîr nekin ku hûn li warê dek û dolaban de ne.

-Ez ji her kesî zehftir hez ji dekan dikim!

Kenî, paşê yek car li gorî cidiyeta peywira xwe, xwe da hev û got:

-Lesage Beg, mesele ne tenê protokole, karê rêgezê ye! Ji berî ez vê peywirê qebûl bikim, derheqê pisporên biyanî yên hatîn vî welatî de min gelek zanyarî wergirt. Hinek ji wan ne behreya wan, ne jî niyeta wan xerab bû, lê hemû têkçûn. Ji bo çi, hûn dizan in? Ji lew re ketin vê tepika îro ez hatîm vexwendin de. Ez ji alê parlementoya Îranê ve, ji bo xezînedariya îranê hatime peywirdarkirin. Tişteke asayiye ku ez; Şah, naîb û hukumetê ji hatina xwe agahdar bikim. Ji ber ku ez Emerîkî me, serdana min ya Mr. Russel jî tişteke ji rêzê ye. Lê ez ê ji bo çi herim serdana Ûrûsan, Ingilîzan, Belçîkiyan, an jî Awisturyayiyan?

“Guhê xwe bide min da ez ji ter tiştekî bibêjim: Gelê Îranê hêviyek mezin ji me dike. Hembêrê ewqas zextan, parlementoya  Îranê em danîn ser vî karî. Daxwaza wan, ew e ku Morgan Shûster weke biyaniyek ji wan biyaniyên din û Frengek ji wan Frengên din bidin naskirin. Dema ez serdana ewul pêkbînim, êdî navber nakevê vexwendina. Yê heroj yek dawet bikê. Dîplomat mirovên nazikin, zimanên ez zanim dizanin, leyîstokên kaxizan yê ez dizanim dileyizin. Ez dikarim li vê derê şad bijîm Lesage Beg. Brîç, partiyên çayê, tenîs, siwariya hespan, baloyên bi rûpoş, yê keyf keyfa min bê. Piştî sê salan dema ez vegerim welatê xwe, Ez ê kesek dewlemend û bijûndarbim. Lêbelê ez ne ji bû vê hatim vê derê…”

Yekî digot qey diqîrê. Destek nehatî xuyakirin, belko destê jina wî, derî girt. Pê jî nehesiya. Domandinê re got:

-Ez bi peywireke gelek eşkere hatim. Ji bo hemdemîkirina darayiya Îranê. Van mirovan ji ber ku bawerî li saziyên me û şêweya rêvebirina me ya kar anîn e, gazî me kirine. Mafê min tine ku ez hewesa wan bişkînim û wan bixapînim. Ez ji cemaeteke Xiristyan têm, Lesage beg û ev ji bo min tişteke giringe. Îro Îranî bi çi çavî li netewên Xiristyan dinêrin? Ingilîstana pir Xiristiyan, dest datînê ser petrola wê, Rûsyaya pir Xiristiyan, li gorî rêzikên zagona darîstanê didanê xwe yê tûj nîşanî wan dikê. Xiristiyanên heta niha bi wan re têkilî danîn kê ne? Qurnaz, kanc, bê Xwedan û Kazak… te divê derheqê me de çi bifikirin? Em ê bi hev re cîhaneke çawa de bijîn? Ji bilî bibin koleyên me, an jî neyarên me tiştek tine ku em ji wan re pêşniyar bikin? Ma nikarin bibin şirîkên me, bi me re bibin wek hev? Welê jî hêca ji wan çend kes baweriyê bi me tînin, lê yê wan bi hezaran kesên Ewropiyan weke cenawiran dibînin yê çawa bisekinînin?

“Yê Îranê sibê bişihubê çi? Ev, bi helwesta me û nîşandana mînaka me ve giradayî ye. Fedakariya Baskervîlle, cinawirîya wan ên din da jibîrkirin. Rêzdariyeke min ya mezin ji wî re heye. Lêbelê bawer bike, min ne niyete ku ez xwe bidim kuştin. Bi tenê ez hewl didim ku durist bixebitim. Wek çawa ez ji şirketeke Emerîkî re xizmetê bikim, ez ê ji Îranê re jî welê bixebitim. Ez ê ji bo ew baş bibê, ji bo bigihijê geşdariyê bixebitim û ez ê wê neşelînim. Ez ê rêzê ji rêveberiyê re bigirim lê ez xwe natewînim û destan maçû nakim.”

Hêstir ji çavên min herikîn, weke evdalan! Shuster bêdeng bû, biguman û şaşwazî li min dinêriya.

-Heke min hûn êşandibin, ji kerema xwe min bibexşînin.

Ez rabûm ser xwe û min destê xwe dirêjî wî kir.

-We ez ne êşandim Shuster beg, bi tenê te hişê min serobino kirim. Ez ê gotinên we ji dostên xwe yên Îranî re vebêjim. Yê helwesta wan ji ya min ne cudatirbê.

Dema ez ji wir derketim, bi lez û bez ez çûm Baharîstanê; min dizaniya ku ez ê Fazil li wir bibînim. Hêca ji dûr ve min deng lê kir:

-Fazil, Mûcîzeyek din!

Ji bo tekûzkirina darayiya welêt, Roja 13ê Pûşperê, parlementoya Îranê bi dengdaneke bê emsal kardestiyek tam da Morgan Shûster. Ji wê pê ve, yê her car tevlî civînên konseya wezîran bibûya.

Vê hînê re, bûyerek din qewimî ku Sûk û balyoz qilqilandin. Di nav gel de gotgotek belav bûbû. Çavkaniya wê ne diyar bû, lê dihat texmînkirin ku ka ji kû derketîye. Li gorî wê Morgan Shûster, ji tarîqateke Eceman bû. Tiştek tiro viro bû, lê kesên ev vir kirîn, bi gel dan bawerkirin. Di rojekî de Emerîkî, di çavên gel de bûn kesên gumandar. Careke din axaftina bi xezînedar re bû barê min. Ji hevdîtina me ya ewul ve, têkiliyên me çak bûbûn. Wî ji min re digot Ben û min ji wî re digot Morgan. Min ji wî re vegot ku ka bi çi tê tewanbarkirin:

-Dibêjin di nav zelamên te de, Babî an jî Bahaî hene. Fazil jî ev yek da rastandin. Tê gotin ku Bahaiyan li Emerîkayê şûbeyek xurt ava kirine. Bawerkirine ku Emerîkiyên bi te re dixebitin hemî Bahaîne û bi hêceta sererastkirina darayiya Îranê hewl didin ku ji xwe re hevalan berhev bikin.

Morgan bêhnekî fikirî:

-Ez ê bi tenê bersiva pirsekî bidim: Na, ez ne ji bo wezê an jî mûrîdan ji xwe re bidim hev hatime vir. Ez ji bo sererastkirina darayiya Îranê hatime. Ez ji te re bibêjim, ez ne Bahaî me. Ji berî werim vê derê, ez ji heyîna van tarîqatan ji pirtûka Profesor Browne hîn bûm. Lê hêca jî ez ferqa navbera Babî û Bahaî de nizanim. Ya xizmetkaran ku vê malêde qasî bîst kesane û her kes dizanê ku ne min ew danîne ser kar. Ji berî hatina min jî ew li vê derê bûn. Ez ji karê wan memnûnim û ya giring jî ev e! Kesên bi min re dixebitin ez li gorî baweriyên wan an jî li gorî rengê krewatên wan nanirxînim.

-Ez helwesta te fêhm dikim. Eynî weke rêgezên min in. Lêbelê, em li Îranê ne û mijarên ji wan re giring, ji yên me cuda ne. Ez bi Wezîrê Darayî yê nû re axivîm. Bi vî awayî difikire: ji bo tu devê van şeytan û fesadan bigirî divê tu xizmetkarên xwe biqewirînî. Qet nebê ji nav wan çend kesan.

-Di vê mijarê de, Wezîrê Darayî endîşedare?

-Ne hindik, zehf. Ditirse ku dahat û hemû kar bikevin xetereyêde. Xwest ku ji encama axaftina me, ez zû zanyariyê bidimê.

-Nexwe ez te ranewestînim. Jê re bêje, ez ti xizmetkaran ji kar navêjim û ev kar jî li vir diqedê.

Rabû ser xwe, ez mecbûr mam ku min israr kir:

-Ez bawer im, yê ev bersiva te ne bes bê Morgan!

-Welê? Nexwe vê jî deyne ser: “Wezîrê min ê Rêzdar yê Darayî, heke ji kontrolkirina meshebê baxçevanê min pêştir ti karê we tinebê, ji bo dema we tejî bikê ez dikarim çend dosyeyan ji bo we giring ji we re bişînim.”

Ji Wezîr re bi tenê min wateya gotinên Morgan got, lê ez bawer dikim ku dema ewul hevdîtin pêkanîn ramanên xwe jê re parve kiribûn. Ev nebû pirsgirêkek. Dijî vê yekê herkes, ji hin tiştên eşkere dihatin gotin kêfxweşbûn.

Rojekî Şêrînê got:

-Qasê Shûster hatî, bayek paqijtir û xweştir tê. Hin tiştên mo nikarê ji nav derkevê, ji bo çaresekirina wê mo dibêjê qey divê sedsal biborin. Wê kesek derkevê, wek çawa dareke hişk, şîn bibê û fêkî pê ve werin, yê mûcîzeyekî pêşkêş bikê. Wi zelamê biyanî, baweriya min li mirovên welatê min anî. Ji wan re muemeleya binecihî nekir, biçûkiya wan û pespayetiya wan ji nedîtî ve hat û wek mirovan li wan nihêrî. Tu zanî? Jinên extiyar yên di malbata me de ji wî re dia dikin.

Wergêr: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply