Girîngiya Folklorê û Xebatên Kurdan

Folklor çi ye?

Peyv yekem car di sala 1846 de ji hêla zanyarê îngilîz William Ji Thomas ve hatîye bikar anîn. Ew ji berhevoka peyvên îngilîzî folk (gel) û lore (zanist) an zanîn pêk tê. Di kurdî de jî “folklor” bi heman wateyê tê bikaranîn. Komela bi navê “Civata Folklorê” ku di sala 1878’an de li Îngilîstanê hatiye damezrandin

Di veguherandina peyvê di şaxeke zanistê de kedek girîng daye. Ev peyv li Fransa, Rûsya, welatên Skandînavyayê û Portekîzê jî bi heman awayî tê bikaranîn. Li welatên almanîaxêv peyva “Volkskunde” ya ku bi heman wateyê heye, hatiye damezrandin.

Mîr Celadet Elî Bedirxan di Hawarê de wiha pênase dike;

Folklor zanîn an zanistiya xelkê ye. Ev beje bi eslê xwe ingilîzî ye. Lê îro ketiye hemû zimanên dinyayê. Ji lewre me jî ew xistiye zimanê xwe. Ji xwe kurdên Qefqasê beriya me ev bêje xistine zimanê xwe û kitêbek bi navê Folklora Kurdmancî belav kirine (Bedirxan 1941:15/1998: 759).

 

Giringî û Qadên Folklorê

Folklor, wekî yek ji şaxên zanistê yên herî bingehîn ên ku pêkhateyên yekta yên civakan dikole, di nav xwe de gelek pîvanan dihewîne. Folklor ku ji şêwaza jiyanê bigire heta siyaset û civaknasiyê gelek hûrgilî dihewîne, yek ji şaxên zanistê yên herî girîng e ku divê li ser mirovan were lêkolîn kirin. Ji ber ku her civak xwediyê avahiyeke taybet e, zanyarên welatan hewl dane ku jiyana civakên xwe di diyarbikin û diyarkirina naveroka folklorê de binirxînin.

Lêkolîna folklorê di warê etnolojî, civaknasî, antropolojiya civakî û çandî, edebiyat, derûnnasî, zimannasî, teolojî, dîrok, dîroka olan, dîroka huner, erdnîgarî, bijîşkî, hiqûq û hwd. têkiliya wê ya nêzîk bi zanistan re heye û dema pêwîst be ji rêbaz û dîtinên van dîsîplînan sûd werdigire.[1] (https://www.milliyet.com.tr/molatik/hayat/folklor-nedir-87358)

Folklor di saziyên mirovî, hunerên gelêrî, pîşesaziya gelêrî de ya herî berbelav, herî domdar û kevnar lêkolîn dike. Ne belgeyên nivîskî; di bin bandora kevneşopiyên bav û kalan de çi tê bawer kirin û wan lêkolîn dike. Ew raman, kevneşopî û dîrok, bermayiyên gelên kevnar ên ku îro dijîn, lê ne yên dema me û ne yên îro ne, berhev dike û dide ber hevkirin. Bi efsane, kevneşopî û baweriyên gel re mijûl dibe. Bi kurtasî, folklor her tiştê ku avahiya rewşenbîriya gel pêk tîne lêkolîn dike.

 

Qada Folklor ê

Ravekirina şêwazên tevgerê yên hevpar û berbelav ên welatekî, gelên herêmê, komeke etnîkî ya ku tevahiya jiyanê dihewîne û bingehê wî gelî pêk tîne, awayê jiyana wî, helwesta wî li hember hin bûyer û rewşan, têgihîştina wan a li ser jîngehê û dinya; di derxistina jêhatîbûn, çêj, afirandin, sazî, kevneşopî, sazîbûnek ku jiyana kevneşopî û merasîmî birêxistin dike, dewlemend dike û rengîn dike; di tesbîtkirina zincîra kevneşopî, urf û adetên ku bi aliyekê ve digihêje dema borî û bi aliyê din ve heta dema me; rol û girîngiya folklorê di destnîşankirina xêzên taybet an jî piştgir ên vê zincîrê de yek bi yek, di girtina damarên çanda gelêrî û afirandina efrandinên resen û hemdem de ji wan re girîng e. [2]

 

Pêdivîyên Xebatên Folklorê

Folklor ji bo kurdan gelekî girîng e. Çimkî heta niha li ser Kurdan di qada folklorê de pir hindik xebat û lêkolîn hatine kirin.  Ji bo gelek bibe milet divê di hêla folklor û çanda xwe de jî dewlemend be û ew dewlemendiya derkeve holê. Gel bi folklora xwe ji gelên din cuda dibe. Ango ji bo miletbûna kurdan temam bibe jî  kurd hewcedarê folklorê ne. Folklor dewlemendiya miletekî derdixe holê û kevneşopiyên wê miletê bi van lêkolînan didomin.

 

Asta Xebatên Folklora Kurdî

Folklor zanîn an zanistiya xelkê ye. Ev beje bi eslê xwe ingilîzî ye. Lê îro ketiye hemû zimanên dinyayê. Ji lewre me jî ew xistiye zimanê xwe. Ji xwe kurdên Qefqasê beriya me ev bêje xistine zimanê xwe û kitêbek bi navê Folklora Kurdmancî belav kirine (Bedirxan 1941:15/1998: 759). Mîr Celadet Elî Bedirxan di Hawarê de wiha pênase dike.

Li Qafqasyayê ji hêla Heciyê Cindi û Emîne Evdal ve û bi redaktoriye Casimê Celil berhevoka folklora kurdan, bi navê Folklora Kurmanca li Erivanê tê amadekirin û çapkirin. Weha xuya dike ku ev cara pêşî ye ku di kurdî de têgeha folklorê tê bikaranîn. Ji ber vê yekê jî ev xebat di dîroka xebatên folklora kurdî de kêlikeke giring e

Ji aliyê din ve ne tenê li enstituya Ermenîstanê lê li enstîtuyên wek Enstituya Ziman û Raman û Akademiya Dewletê ya Dîrok û Çanda Madî (ADDÇM) de jî xwendekarên kurd doktora dikirin û derbarê ziman, çand, dîrok û edebiyata kurdan de tezên xwe amade dikirin yên wek Qanatê Kurdo û Erebê Şemo, Herweha Enstituya Rojhilat nasiyê ya St. Petersburgê jî bi giştî di warê xebatên kurdolojiyê de cihekî girîng digire.[3]

Hawarê de xalên ji bo bingeha “awayê xebatê” de, piştî belavkirin, hînkirin û berhevkirina agahiyên derbarê ziman, xalên rasterast derbarê folklor û edebiyata gelêrî ya kurdan tên;

1-Berhevkirina çîrok, çîrçîrok, û her şikl lawje û stranên kurdî.

2- Zanînên derbarê reks û qeydiyên stranên kurdî.

3- Zanînên derbarê her șikl rêzikên kurdî û Kurdistanê, yên zemanê borî û yên îro û senifandina wan. Zanînên derbarê hatinên Kurdistanê û pîşe û sin’etên kurdî.

4- Dîrok û erdnîgarî (Bedirxan 1932: 1).

Wek ku ji van xalên jorîn jî bê dîtin armanceke din a sereke ya Celadet û Hawarê berhevkirina hêmanên folklora kurdî ye.

Di Hawarê de hejmara yekemîn de Kamiran Ali Bedir-Xan bi navê Edebiyata Welatî nivîsekê dinivîse ku tê de behsa girîngiya edebiyata gelerî dike. Di vê nivîsê de herweha ew hestên romantîk jî bi awayekî zelal dikarin bên dîtin;

Edebiyata welatî, ew edebiyat e qo ji jina miletî, ji his û dile wî, ji dîroq û çîrçîroqên wî, ji stran û lajeyên wî hiltêt. Qaniya wî, dilê milet, his û heyata wî ye. Tine ev edebiyat e qo germ rengîn, bibihn û xwedan ruhnahî ye (K. A. Bedir-xan 1932:5). (Necat Keskîn, Folklor û Edebiyata Gelerî, r.105)

Li va nivîsan de jî tê dîtin ku di Hawar û xebatên Kurdên Qasqasyayê şûnda xebatên folklorê hîn zêde hatine kirin û giringîya folklorê hatine fehmkirin.

 

Rewşê Xebatên Folklorê

Karên ku li ser folklorê, li ser gel tên kirin gîşkî ne folklore, dibe ku dikeve qada folklorê lê ji bo bibe folklor pêwîste li gor rê û rêbazên zanistîyê xebat werin meşandin.  Niha li ser kurdan gelek xebatên folklorîk hene lê pirên xwe dûrî rêbazên zanistîyên e.

Îro em dibînin ku kurd bi damezirandina saziyên xwe di her warî de ber bi sazîbûnê ve dimeşin. Piştî bidestxistina gelek şaredariyên Heremê îmkan û derfetên vê sazîbûnê ji hêla madî û manewî ve gelekî zêde bûne. Di bin banê van şaredariyan de an jî bi alîkariya wan gelek navend û komele hatine damezirandin. Ji bilî van gelek komele û navendên din jî hene ku ‘serbixwe’ ne ango ne girêdayî şaredariyan e û ev tev de wek nîşandariya sazîbûnê dikare werê ditîn.

Yek ji warê ku gelek sazî hatine damezirandin jî warê ‘çandê’ ye. Wek ku li jor hat gotin di bin banê her şaredariyekê de ‘navenda çand’ê miheqeq heye û ji bilî yên di bin banê şaredariyan de jî gelek navendên çandê û saziyên din ne tenê li Kurdistanê lê li cîhên ku kurd dijîn jî hatine damezirandin. Enstîtuya Kurdî, Kurdî-Der, Navenda Çanda Mezopotamya çend mînak ji van in.  

A din jî ji beşên zanîngehên kurdî de li ser folklorê lêkolîn, spartek û têz têne çêkirin û bi saya va xebatan jî agahî her dem bi zanistî zêde de dibin.

Ligel evqas sazî û sazîbûnê rastiya ku di vî warî de hîna em li serî ne divê em bi lêv bikin. Bêguman gelek sedemên vê yekê hene. Sedemên civakî, aborî, çandî û polîtîk hinek ji wan in.  (Necat Keskîn, Folklor û Edebiyata Gelerî, r.132)


[1] (https://www.milliyet.com.tr/molatik/hayat/folklor-nedir-87358)

[2] (https://www.turkedebiyati.org/folklor.html )

[3] (Necat Keskîn, Folklor û Edebiyata Gelerî, r.100)

Firat Bawerî

Derbar Çand Name

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply