Xewn û Xeyalên Min

Ez jî carna xewn dibînim. Xewnê ku ez dibînim, ji xwe kesekî din nabîne û xewneke weha, belkî qet nayê heş û eqilê kesekî din. Min xewnek dît, lê çi xewn bû?!.. Xewna min xewnê kî wisa xweş bû ku…..


Xewn û xeyal mirov bextiyar dikin. Jiyan bê xewn û xeyalan nabe. Carna xewn û xeyalên mirov dibine rastîn. Min di romaneke Ursula Le Guin de xwendibû; Li aliyekî hevkêşeyê, lehengekî dilnizm heye ku dikare bi xewnên xwe çarenûsa hemû mirovahiyê û heta gerdûnê biguherîne û li aliyê din jî zanyarek heye ku dema ku hêza xwe bikar tîne, dikeve ber çavbirçîtiya xwe ya desthilatdariyê. Hêza ku “karê kêrhatî” bike. Qehremanê nerazî dixwaze ji vî barê giran xilas bibe û wek her kesî bibe parçeyek ji dinyayê; zanyar ew e ku vê jêhatiya awarte bi kar bîne û bibe mîmarê cîhanek çêtir, “aqilmend”tir.

Edebiyat fezîleta mirovî ya gotin, nîşandan û pirsiyariyê ye. Romannivîser rastiyê bi xewn û xeyalan dixemilînin û cîhaneke nû diafirînin. Di esasê xwe de edebiyat xeyal e, hêza xeyalê ye, afirîneriye. Divê neyê jibîrkirin ku edebiyat ji bo hinek nivîskaran ji bo xewnên mirovatiyê hesreta cîhanek nû ya azadîxwaz/wekhevî, ji bo xewnên mirovatiyê îfadekirina/vegotina hesreta edebiyatê ya bêdawî ye. Lewre li gel azadî û nemiriyê, xeyal jî hewesa herî mezin a mirovahiyê ye. Loma jî ez dibêjim ku; Bê xewn û xeyal, jiyan bê wate dibe; xewn û xeyal mirovatiyê dike mirovahî, mirovî..

Xeyalê me kurdan azadiya gelê me, rizgariya welatê me ye. Damezrandina dewletê, serxwebûna Kurdistanê daxwaza dilê me ye. Hesreta azadî û demokrasiyê hesreta herî mezin a mirov e.

Her însan bi şev radikeve. Ji bo însanan razan tişteke tebiî û xwezayî ye. Her însan dema radize –ne herşev be jî- xewn dibîne. Di ruhîyeta însanan de du dinya hene. Yek dinyaya rasteqîn e, ya din dinyaya xewn û xeyalan e.

Mirov li dinya rasteqîn dijî. Lê, dinya xeyalî di hundirê mirov de dijî. Dinya hundirê mirov dinyayeke wisane ku; ji xeynê mirov kesekî nikare têkeve nav wê.

Di dinya rasteqîn de, tiştên ku mirov dibîne, gelek kesên din jî dikarin bibînin. Lê, di xewna xwe de tiştê ku mirov dibîne, tu kesekî din nabîne.

Ez jî carna xewn dibînim. Xewnê ku ez dibînim, ji xwe kesekî din nabîne û xewneke weha, belkî qet nayê heş û eqilê kesekî din. Min xewnek dît, lê çi xewn bû?!.. Xewna min xewnê kî wisa xweş bû ku…..

Ez ê niha ji we re behsa xewna xwe bikim. Lê, beriya ku ez behsa xewna xwe bikim, divê ez ji we re rastiya rewşa xwe bibêjim. Ez pênç hezar kîlometer dûrê welatê xwe, di jîyana sirgûnê de dijîm. Her rojên min bi hesreta vegera welêt derbas dibin. Ji bo vegerê hêvîya min her heye. Ez ê miheqeq rojek vegerim welatê xwe û êdî li bajarê xwe bijîm. Dema ez vegerim û li welêt bi cih bibim, ez ê çi bikim? Ji bo wê jî plan û projeyên min wek xeyal di heşê min de heye. Heger ez bikaribim, ez ê wan xeyalên xwe bixim jîyanê.

Şeva din, min di xewna xwe de dît ku ez vegeriyam welêt. Xwedêyo, bê ez çiqas bi heyecan bûm. Hesreta bîst û çar salan qediyabû. Bîst û çar salên li welatekî xerîb, li sirgûnê, di nav jîyaneke bi qehr, bi kul û keder, bi êş û kelem derbas bûbû.

Ez bîst salî bûm, ji welatê xwe derketim. Mehkema/dadgeha dewleta dagirker 10 sal û nîv ceza dabû min. Bêyî ku ez beşdarê mehkemê bibim û xwe biparêzim, bê ku avuqatek min biparêze, wan bi keyfî ceza dabûn min. Ew dem Kenan Evren û cunta faşîşt a leşkerî li ser hukum bû û wan hertişt li gor keyfa dilê xwe û bêhiquqî dikir. Wan ceza dabû min, ez nehatibûm girtin, fîrar û qaçaxê dewleta romê bûm, mehkûmê jîyana sirgûniyê bûm.

Li ser cezayê min 24 sal derbas bûbû. Cezayê min li gor qanûnên wan ketibû ber “zaman aşimi/ derbasbûna demê , dembihûrî, dem derbasbûyî”yê. Yanî di ser de dem û wext derbas bûbû û loma ceza ketibû. Ez êdî dikaribûm bi serbestî vegerim welatê xwe.

Ew roj hatibû û ez vedigeriyam. Min bilêta teyarê kirî û roja din ez çûm, li teyarê siwar bûm. Min bi xwe re valîz nebir, sebra min tunebû ku ez li Stenbolê li benda baxajê bisekinim, ta ku valîz bê û ez hêj valîza xwe bigrim û derkevim. Min tenê çenta biçûk a desta ku kompîtura min a biçûk tê de bû, bi xwe re bir. Giraniya kompîtura min a bi çente yek kîlo bû. Min kompîturê bi xwe re bir, lewra ew jî hevalê min bû, ew şahîdê tenêtiya min bû, şahîdê jîyana min a sirgûniyê û êşa evîna min bû. Nivîsên li ser jîyana sirgûnîyê û hesreta welêt, min di wê de nivîsîbû û wê jî di mejîyê xwe de qeyd kiribû, diparast. Ew bi hemû tiştên min zanibû û bûbû şirîkê hertiştên min.

Ez li balafirê/teyarê siwar bûbûm, lê wext nediçû. Deqîqeyek ji min re bûbû wek saetek. Min dixwest ku teyare zû bi zû rabe, birêkeve û bifre hewa. Ez di nav bîst û çar salan de gelek caran li teyarê siwar bûbûm û çûbûm gelek welatan. Li Ewropayê welatê ku ez neçûbûm û min nedîtibû, nemabû. Lê, ev cara pêşîn bû ku ez diçûm Stenbolê û ji wir jî, ez ê biçama paytextê welatê xwe, bajarê min ê qedîm Amedê.

Teyare birêket û rabû ber bi ezman ve kişiya. Li ezman, ez li bîst û çar salên xwe yên sirgûnê fikirîm. Ew bîst û çar sal ji bo min salên wendayî bûn. Ez di welatê xwe de bîst sal jiyabûm û divê niha wekî yekî bîst salî vegeriyama welat, neku yekî wekî çil û çar salî.

Bîst salên min ên welêt bi navê min ê eslî, navê ku malbata min li min danîbûn derbas bûbû. (Ew nav navê kalikê min bû li min danîbûn û kalikê min jî di serîhildana Şêx Seîdê nemir de şehîd ketibû.) Ez li welêt bi wî navê xwe ê eslî dihatim naskirin. Lê, bîst û çar salên min ên li sirgûnê, bi navekî din, bi nasnavekî sexte ku min li xwe danîbû, derbas bûbû. Di jîyana min de du nav û du demên cuda hebû û ez bûbûm wek du însan.

Niha, bi vegera min merhala sêyem a jîyana min dest pê dikir. Di vê merhala qonaxa nû de, dê jîyana min çawa bana? Min ê ji herdu navên xwe kîjan nav bi kar bianiyana? Ez ê bibama ez ê merhala yekem yan ez ê bibama ez ê merhala duyem? Ferqa herdu ez’an çibû? Xelkê, nas û dostê min, heval û hogirên min ên berê, dê min wek kîjan “ez” bipejirandana?

Ev bûbû bîstûçar sal ku min dê û bavê xwe, xweşk û birayên xwe nedîtibû. Min ê wan bidîtana, min ê nas û dost, heval û mirovên xwe bidîtana. Xwedêyo, ma ji vê xweştir çi hebû?

Teyare piştê sê saet û nîv li Stenbolê danî. Min dixwest ez di pêşiya hemûyan de derkevim. Ez û hinekên din, em çûn cihê pas kontrolê û ketin dorê. Dora min hat, navê min li kompîturê xistin. Navê min di lîsta yên ku li wan digeriyan de hebû. Min hew dît, du polîs hatin û ez girt im. Wan got : “Tu mêvanê meyî.” Wan ez girtim, birin kirin odeyek. Mirovên min jî li derve, li banda min bûn.

Ez di odê de tenê bûm. Piştê çend deqan polîs hat odê û ji min re got : “Em ê te bibin navenda terorle mucadele şubesîyê.” Min got : “Ma ez terorîst im ku hûn min dibin wir?” Wî got : “Li te digerin. Navê te di lîsta yên ku li wan digerin de heye.”

Polîsan ez li texsiya xwe siwar kirim û ez birim şubeya li dij terorê. Wan ez li wir jî kirim odeyek. Piştî deh deqîqe, du polîsên sivîl hatin, îfadê min girtin. Min ji wan re rewşa xwe got ku; ez bîst û çar salin li Ewropayê dijîm. Niha cezayê min li gorî zagonên we ket. Yanî cezayê min ketiye ber “zaman aşimîyê –derbasbûna demê- û avukatê min ji min re gotibû “tu dikarî werî.”

Wan lêpirsînên xwe kirin û îfadeyê min girtin û çûn. Dûvre yekî din hat, wî xwest bi min re her wekî ku sohbet bike, biaxife.

Min jê re got :

  • Mirovên min li Stenbolê, li benda min in. Min berdin, ez biçim cem wan. Kîngê pêwîst be, hûn bangê min bikin, ez ê bêm. Ez narevim û xwe berşê nadim.

Wî got :

  • Divê em te bibin Diyarbekir û teslîmê sawcî bikin.
  • Ez ê ji xwe biçim wir. Ez û avukatê min, em ê biçin cem sawcî ku ew ewraqan tanzîm bike û êdî dosya min bigre.
  • Li gor usulê, divê em te bibin.
  • Pêwîst nake hûn bên. Ez ê bi xwe biçim.

 

Xwarzê min li Stenbolê avukat girtibû. Kurê Apê min û keça Apê min jî avukat bûn. Ew jî ji Enqerê hatibûn. Sê avukat hatibûn wir û komser dîtibûn, bûbûn kefîlê min û wan ez berdam.

Dê û bavê min, xwîşk û birayên min, xwarz û mirovên min, hemû li benda min bûn. Min ew dîtin, bi hesret ez çûm dest û rûyê wan. Mala xweşka min li Stenbolê bû. Ez, ew şev li wir mam, me hetanî serê sibê bi hevre sohbet kir.

Roja din, piştê nîvroyê, ez çûm cem nas û dostên xwe. Min ji wan re negotibû ku ez hatime û li Stenbolê me. Hevûdu dîtina min û wan wek suprîz bû. Roja sêyem jî, ez çûm min sazî, dezgeh, komele, weqf, weşanxane û buroyên kovarên kurdî ziyaret kir. Min, xwedî û berpirsiyarên weşanxane û kedkarên weşanan nas dikir. Sê weşanxaneyên cuda pirtûkên min weşandibûn. Min her sê weşanxane dîtin. Serlêdana min a wan deran baş derbas bû. Roja çaran, ez bi dê û bavê xwe re çûm Amedê.

Dê û bavê min, êdî kalepîr bûbûn. Bavê min bûbû 80 salî, lê hêj li ser xwe bû. Ew bi înada dewleta dagirker, li ser pîyan mabû û li benda vegera min bû. Bavê min bavê xwe nedîtibû. Dema bavê wî di serîhildana Şêx Seîd de şehîd ketibû, ew bebika qumatekê a çil rojî bû. Dewletê bavê wî kuştibû û kurekî wî girtibû û avêtibû zîndanê û 36 sal hepis dabû pê û kurekî wî jî ji mecbûrî çûbû derveyê welêt û bîstûçar sal bû ku li sirgûnê dijîya.

Diya min jî, bi hesreta dîtina min, bi êş, bi kul û keder bû û loma nexweş ketibû. Lê, xebera vegera min jê re bûbû wek derman û niha baş bûbû, rehet bûbû.

Ez têr û tijî li Amedê geriyam. Min gelek nas û dost, mirov û hevalên xwe yên berê dîtin. Du roj paşê, ez û avukat, em çûn cem sawcî û me formalîteyên fermî hel kir. Ez êdî serbest bûm.

Li Amedê, hinekan ez bi navê berê û kesên rewşenbîr, nivîskar û xwendevan jî min bi navê min ê Ewropayê bi nav dikirin. Ez li wir du perçe bûm, anku bûbûm du beş. Lê, min hêj biryara xwe nedabû ez ê bibim kîjan ez? Ez ê berê, ez ê dema ku bîst salî bûm, ez mirovekî sîyasî û mîlîtanekî rêxistinî bûm. Ez ê çil û çar salîya xwe, ez mirovekî edebiyathez û endamê PENa navnetewî, Yekitiya Nivîskarên Swêdê  û Komeleya Nivîskarên kurd bûm.

Heger min destê xwe nexistana kuna marî û ez wek kesekî normal li wir bijiyama, divê ez bibama ez ê kî nû û têkilê tiştek nebama. Heger ez biketama nav sîyasetê û min bi aktîfî sîyaset bikirana, divê ez bibama ez ê bîst salî ê mîlîtan. Heger ez amade bama, min destê xwe têxistana bin kevirê, ez hem bi karê sîyasî re mijûl bibama û hem min xebata xwe a çandî, edebî bidomandana, divê min di jîyana xwe a nû de sentezek pêk bianiyana, herdu ez ên xwe têkilhev bikirana û bi navê ku ji alî xwendevanên kurd û sîyasetmedaran ve dihatim nas kirin, jîyaneke nû bidomandana.

Ez hefteyek li Amedê mam û paşê çûm Licê. Navça min a malikşewitî, çend car hatibû şewtandin û xirabkirin. Di navçê de hêj jî hejmara leşker, polîs û tîmên taybetî ji hejmara runiştvanên Licê pirtir bû. Min li wir jî nas û dostên xwe, hevalên xwe ên berê dîtin, bi wan re sohbet kir. Ez çûm ser mezelên mirovên xwe û hevalên xwe yên ku çûbûn ser heqîya xwe, miribûn.

Dil û kezeba min bi navça min şewitî. Mal, xanî, avahîyên qerergeha ordîya tirk ji xanîyên navçê pirtir bû. Welatê min, navça min hêj jî di bin lingê dagirkeriyê de, di bin zilm û zordariya wan de dinalîya. Dilê min negirt ku ez li wir zêde bimînim. Piştê sê rojan, ez ji Licê vegeriyam Amedê.

Ez li ser rewşa gel û welat gelek fikirîm. Min biryara xwe da ku ez ê dîsa wek berê li doza netewa xwe xwedî derkevim, sîyaseteke ku di xizmeta gel de be û bi ruhê kurd û kurdayetiyê bê meşandin û Kurdistanî be, biparêzim. Herweha, ez ê dîsa ji bo çand, ziman û edebiyata kurdî bixebitim.

Min li rewşa sîyasî mêze kir, sîyaset di destê nezanan de mabû. Sîyaseteke bi mentalîteya gundîtiyê û Tirkiyecîtiyê dihat meşandin, pîvanên sîyasî ji holê rabûbûn û di hêla sîyasî de qelsiyeke berbiçav hebû. Min li hêla xebata çandî û edebî mêze kir, di vê hêlê de hêvî hebû. Hinek nivîskar û rewşenbîrên kurd bi kurdî dinivîsin û berhemên kurdî diafirînin. Keyfa min ji vê kar û xebata wan a ji bo pêşveçûna ziman û edebiyata kurdî re hat. Divê min jî mil bidana wan.

Min li rewşa kovar û rojnameyên ku li Amedê dihatin weşandin mêze kir. Piraniya wan anku %99 –sedî nod û neh- bi tirkî bûn. Tenê du kovar bi kurdî û tirkî derdiketin. Ew jî çend nivîsên kurdî, lê piranî nivîsên tirkî di wan de hebû. Li Amedê, divê kovar û rojnameyên xweru bi kurdî bihatana weşandin.

Min gelek rewşenbîr û nivîskarên kurd dît û pêşniyaza weşandina kovar û rojnameyên xweru bi kurdî ji wan re kir. Wan jî pêşniyara min di cîde dîtin. Min û çend kesên din, me biryar da ku em dest bi weşana kovar û rojnameyeke kurdî bikin.

Ji bo fînansmana weşanên kurdî, min ji bankê pere deyn kir, hinek jî pereyê min hebû, min wê jî kir ser û me cihek kirê kir ku em bikin buroya weşanan. Me biryar da ku; em pêşî bi weşana kovareke mehane û rojnameyeke panzdeh rojî dest bi weşanê bikin. Kovar jî û rojname jî, dê xweru bi kurdî bana. Me navê kovara mehane “Helwesta Nû” danî û navê rojnamê jî “Nûjen” danî.

Me lejna weşanê, anku redaksiyonek pêk anî. Redaksiyon ji pênç kesên ku tim bi kurdî binivîsandana pêk hat. Di nav redaksiyonê de bi navê Rojda Stêr jinek jî hebû. Wê bi kurdî gelek çîrok û nivîsên pexşan nivîsîbû. Me dê van herdu weşanan derxistana. Heger kovar û rojname ji alî gel ve bihatana ecibandin û xwendevanên kurd li wan xwedî derketana û weşanan heqê mesrefa xwe a çapê û cihê kirê derxistana, me dê di demên pêşte rojnamê bikrana hefteyî. Heger rewş baş bimeşiyana û me problemên aborî hel bikirana û kadirên teknîkî pêk bianiyana, me dê dûvre dest bi weşana rojnameyeke rojane a xweru bi kurdî bikrana. Lewra bajarê Amedê û gelê kurd layiqê rojnameyeke rojane a bi kurdî ne.

Me dest pê kir, hejmara yekem a kovarê derxist. Naveroka kovarê dewlemend bû û baş hate belavkirin û firotin. Dûvre me hejmara yekem a rojnamê derxist û ez ji xewna xwe şîyar bûm. Êdî rewşa rojnamê çawa bû? Hate firotin, nehat firotin, ez nizanim.

Dema ez şîyar bûm, ez rabûm û min xêzek jî di ser rojên mayîn ê vegerê de kişand. Hindik maye ku ez vegerim. Lê, heger ez vegerim, gelo ez ê xewna xwe, xeyalên xwe pêk bînim, an na? Li gorê min, divê ez xewn û xeyalên xwe pêk bînim. Lê, li gorê we xwendevanan?…. Bersîva vê pirsê jî, hûn di dilê xwe de bidin.

Sala 2005 Stockholm/Swêd

 

Têbinî : Min vê nivîsa li jor di sala 2005 de nivîsîbû. Min 24 salan nikaribû herime welat. Piştî 24 salan di sala 2006 de ez çûm Stenbolê û ji wir çûm Amedê.

Min ji bo karê weşangeriyê weşanxaneyek damezrand û kovareke xwerû bi kurdî weşand.

Navê weşanxanê “Helwest – Weşanxana Kurdî” bû.

Navê kovarê jî “Ronî – kovara çandî, edebî, zanyarî” bû. Min li ser navê weşanxaneyê çend pirtûkên kurdî û tirkî û kovara “Ronî” weşand û ji panzdeh dikanên pirtûkfiroş re şiyand û min ji wan re got ji firotina pirtûkan sedî 40 bila ji we re be.

Ji wan 15 dikanan tenê du dikanên li Stenbolê

Û dikaneke li Amedê heqê pirtûkên ku firotibûn dan. Ez ji wan hersê dikandaran re spas dikim. Wek din tu dikanek heqê kovarê û pirtûkan nedan. Dikanên pirtûkfiroş ên li Şirneqê, Kiziltepê, Cizîrê, Nusaybînê, Batmanê, Sêrtê, Mêrsînê û Wanê, yek dikanek yek lîra jî heqê pirtûkên min nedan. Min ji şeş dikanên Amedê re pirtûk û kovar şiyandibû, tenê dkandarekî heq da pênc dikandaran yek lîrayek jî nedan. Ji bo wê jî min karê weşangeriyê rawestand. Hejmara 2 a kovara Ronî jî amade bû, lê min neqeşand.

 

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply