Divê em ji bo têgîhîştina rastiyên dîrokî li belgeyên dîrokî yen nehatine tehrifkirin binêrîn. Di nava van belgeyan de yên herî kevn sembol û rolyefên perestgeha Girê Mirazan (Xirabreşka) ne. Ev cihê pîroz 12, 13 hezar sal beriya roja me hatiye avakirin. Ev perestgeh hemû doktorîn û têgîhîştinên heyî û li gel îdîayên baweriyan tev de ser û bin kir. …