Rojnameyeke nû ‘Diyarname’

Malpera Diyarnameyê îsal kete sala xwe ya 19’an. Malpera ku heta niha şanenava xwe avêtiye bin gelek karên serketî vê carê kevneşopiyeke cuda da dest pê kirin; ew jî ev e: Wê 4 salan carek rojnameyek derxe. Koma malperê rojnameya bi navê “Diyarname 29 Reşemî” derxist û niha belav dike.

Her çar salan carekê meha reşemî 29 dikişîne. Rojek taybet e. Loma jî koma Diyarnameyê gotiye em ji bo vê rojê tiştek bikin û ji bo wê rojê biryara derxistina rojnameyê daye. Navê wê jî danîne “Diyarname 29 Reşemî”. Niha hejmara wê ya 1’em derket û 4 salan din dê hejmara 2’yan derkeve.

2 HEVPEYVÎN

Rojname bi manşeta “Di dîroka çapemeniya kurdî de gavek nû: Rojnameya 4 salan carek” derketiye. Di rojnameyê de nûçe, hevpeyvîn, lêkolînên û nivîsên taybet hatine belavkirin.

Ji hevpeyvînan Cemil Oguz ligel derhêner û lîstikvana şanoyê Berfîn Emektar axiviye. Emektar dibêje, “Ligel destanên kurdî, em klasîkên dinyayê jî dikin malê şanoya kurdî”. Her wiha hevpeyvînek jî ligel xwediyê Weşanên Morî Zarok Mem Bawer hatiye kirin û li ser pirtûkên zarokan hatiye sekinîn.

DOSYAYÊN TAYBET

Li Almanyayê çend kurd hene? Bersiva vê pirsê li holê nîn e, ji ber ku agahiyên teqez tune ne. Herî hindik heta niha wisa dihat zanîn, lê Zekî Ozmen ketiye dû vê meseleyê. Ozmen hem îstatîstîkên balkêş derxistine, hem jî gihîştiye encamek. Yek ji lêkolînên din jî li ser pirtûkên bi kurdî ye. Ji salên 90’î ve li Tirkiyeyê û Bakur çend pirtûkên bi kurdî derketine? Cemil Oguz sal bi sal ji salên 90’î ve heta niha encam pêşkêş kiriye. 

Li Amedê yekem car di sala 2001’ê de şaredariya kurdan festîvala çandê dabû dest pê kirin. Heta kayûm şandin ser şaredariyan ev kevneşopî bi awayên cur bi cur dom kir. Nivîskar Mem Mîrxan ku yek ji kesên di asta jor de di nav van xebatan de bû ji destpêkê ve qala meseleyê kiriye.

Ligel van, gelek nivîs û nûçeyên din jî hatine belavkirin. 

Li aliyê din Welat Dilken, Dilşêr Bêwar, Bedran Dere, Mîrza Ronî, Helîm Yûsiv, Suleyman Çevîk, Çiya Mazî, Xalid Sadinî û Bawer Yoyler bi nivîsên xwe têde cih girtine. 

Her wiha Îmam Cîcî jî ji bo vê hejmarê çend xêzên taybet çêkirine.

KOMA AMADEKAR A ROJNAMEYÊ

Rojname bi awayekî fermî di bin banê J&J’yê de derketiye û berpirsiyariya fermî Azad Zal girtiye ser milên xwe. Gerînendetiya Weşanê yê rojnameyê Cemil Oguz û edîtorên wê jî Dilşêr Bêwar, Welat Dilken, Zekî Ozmen û Dawûd Rêbiwar in. Her wiha rûpelsaziya rojnameyê jî Dawûr Rêbiwar çêkiriye. Li aliyê din wênesazê kurd Ahmet Guneştekîn alîkarî daye vê xebatê û heqê çapê girtiye ser milên xwe. Di karê belavkirinê de Nûbihar dê alîkariya rojnameyê bike.

LI KU PEYDA DIBE?

Di serî de Amed, Mêrdîn, Wan, Batman, Stenbol û Îzmîrê dê rojname here saziyên kurdan ên çandî û li wir bê pere bê belavkirin. Her wiha amadekaran gotiye yên bixwazin dikarin navnîşana xwe ji bo me bişînin ku em bi kargoyê bê pere ji wan re bişînin.

 

HESAÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com

Derbar ziman

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply