Fikariya/Tirsa Matematîkê

Fikar û tirsa li ser matematîkê bê guman rast e. Hûn dikarin çawa alîkariya zarokê xwe bikin ku ji vê rewşê dûr bikeve?

Ma matematîk hinekî we jî aciz nakê? Erê, ên ku dibêjin em eciz in di piraniyê de ne.

Gotina “tirsa ji hejmaran” ji hêla hin lêkolîneran ve di salên 1950 de hate gotin. Li gorî hin texmînan, ji sedî 93ê welatîyên Amerîkî di hin xalan de fikarên matematîkê dijîn.

Di sala 2012 de, nêzîkî ji sedî 30 ji xwendekarên dibistana amadeyî derkete holê ku di dema çareserkirina pirsgirêkên matematîkê de “bêçare” hîs dikin.

Profesorê Zanîngeha Stanford Jo Boaler dibêje ku ji bo gelek kesan, koka tirsa wan ji matematîkê dikare ji dibistana seretayî, û bi taybetî ji azmûnên dem-sînorkirî û jibîrkirina bi zorê were şopandin. Her weha, Boaler dibêje, zanyarên norolojiyê vê dawiyê eşkere kirine ku ji bo kesên bi fikarên matematîkê dikşînin, navendek tirsê di mejiyê wan de çêdibe, wek mînak dema ku mar û meriv dibînin, bi vî rengî navenda çareserkirina pirsgirêkê ya mejî digire.

Lê em wekî dê-bav dikarin çi bikin ji bo ku nihêrandina zarokên xwe baş bikin?

Em bi Rosemarie Truglio re, cîgira payebilind a ‘Atolyeya Sesame’, bername û naverokê, ji bo fêrbûnê civiyan.

Truglio dibêje matematîkî ‘her tişt‘ e. Ew di her tiştê ku em dikin de ye. Ji ber vê yekê, bi hişyariyek piçûk, bi kirina çalakiyên rojane, lîstina lîstikan û danûstendina bi zarokê xwe re, hûn dikarin wan bêyî zextek zêde bi matematîkê bikar bînin. Lê ji bo vê yekê hin hûrguliyên hêja jî hene. 

1. Nehêlin ku fikara weya matematîkê zarok li paş bihêle

Xemgîniya matematîkê li seranserê cîhanê fenomenek rastîn e. Lêbelê, ew ne derfetek wekhev e. Ew bi klîşe, nijad û bi taybetî jî zayend ve girêdayî ye. Lêkolînek nîşan dide ku dayik meyla vê hestê didin zarokên xwe, nemaze keçan.

Truglio dibêje ku ev tê vê wateyê “dema ku em li ser matematîkê diaxivin divê em xwe kontrol bikin.” Boaler û Truglio li hev dikin ku em tu carî ji zarokên xwe re gotinên wekî, “Ez di matematîkê de xirab im”, “Ez ji matematîkê hez nakim” an “Ez di temenê we de di matematîkê de qet ne baş bûm” nebên.

Boaler dibêje, “Dema ku zarok vê peyamê bistînin, serkeftina wan a matematîkê ji nişkê ve têk diçe.” “Û ev bi taybetî di dê û keçan de diyar e.”

“Carinan pêdivî ye ku hûnderawan jî bikin”jî zêde dike.

2. Dema ku hûn çalakiyên rojane dikin li ser matematîkê biaxivin

Sudha Swaminathan profesorek perwerdehiya zaroktiya zû ye li Zanîngeha Dewleta Connecticut ya Rojhilat.

Ew dibêje ku zarokên ku di matematîkê de jêhatî ne dêûbavên wan hene ku di demên herî rojane de jî bala xwe didin matematîkê. Mînak, “Hûn ji wan dixwazin ku pirtûkên xwe yên matematîkê têxin çenteyên xwe. Ma gîşkî nakevinê ye? Çima nakevinê ye? Ma ji ber ku pirtûk pir qalind/stûr e? Ma ji ber ku ew pir mezin e?”

Swaminathan dibêje, “Bi kirina vê yekê, hûn ne tenê têgîna pîvandinê, lê di heman demê de çareserkirina pirsgirêkê jî, ku pêvajoyek matematîkî ye,” dide nasîn.

Bi vî rengî, Truglio pêşniyar dike ku stranek bi zarokan re pêşî zûtir û paşê hêdîtir bistirên. “Ev têgînên pêwendîdar in – peyvên matematîkî yên li ser rîtmê.” An jî hewl bidin ku sifrê raxînin: Ji wan re bihêlin ku hejmara rast a çetelan texmîn bikin û dûv re hûn jî kontrol bikin.

Şîreta Boaler ev e ku hûn bala xwe bidin qalibên dîtbarî. “Zarok binerin û bifikire – ew dikarin nimûneyên di stûn û kulîlkan de bibînin.”

Her ku zarok mezin dibin, îmkan zêde dibin. Salname, demjimêr, pere, nexşe, xêzkirin, pîvandin, huner… Ev hemî şans in ku meriv matematîkê biaxive.

3. Bi matematîkê re bilîzin – lîstikên sifrê, lîstikên qertan, xaçerêz û hêj bêtir tiştan

Lêkolînek dît ku her çend dêûbav tenê lîstikan dilîzin jî, ew ji mamosteyan çêtir in ku têgehên kûr ji zarokan dûr bixin.

Tewra blok, puzzle, lîstikên qertan, û lîstikên vîdyoyê hin piştgirîya lêkolînê hene. Û lîstikên masê di vî warî de stêrkên herî taybetî ne. Lêkolînê destnîşan kir ku zarok her ku pirtir lîstikên bi zarî û çarçikên jimarekirî bilîzin – mîna Çût û Derenceyan – behremendiyên wan ên bingehîn ên matematîkê çêtir dibin.

4. Ji bersivên rast û çewt zêdetir tiştan bikin

Swaminathan dibêje: “Tişta ku ez ê bibêjim bila dêûbav nekin ew e ku li malê bila nebin mamoste.”

Ew zêde dike: “Xwe ji ezmûnên domdar dûr bixin an jî zarokê xwe bi dersên malê nefetisînin û ji bo xatirê Xwedê, kartên agahiyan bavêjin.” “Dema ku em bi hevalên xwe re dilîzin, em her gav ji wan napirsin ku ‘ev çi celeb e?’ ” Swaminathan ji me re dibêje ku li şûna wan pirsên rasterast, pirsên bersiv vekirî bipirsin.

Bifikirin ku hûn bi zarokê xwe re li ser maseya dor rûniştin. “Ev tablo çi şiklê ye?” dibe ku hûn bipirsin, lê hûn jixwe bersiv dizanin û zarokê we jî dizane ku hûn jî pê dizanin. Swaminathan du pirsên çêtir pêşniyar dike: “Çima te hilbijart ku ew maseya girover e?” an “Tu çawa dizanî ku ev mase girover e?”

Ji ber çend sedeman ev bi rastî pirsên baş in. Ya yekem, ew bi rastî orjînal in.

Swaminathan dibêje ku dêûbav bi xwezayî hem bi tiştên ku zarokên xwe dizanin hem jî bi çi difikirin re eleqedar in. Pirsên vekirî dikarin danûstendinên rastîn bidin destpêkirin ku we nêzî zarokên we dike.

Ya duduyan, ev pirs zarokan teşwîq dikin ku fikrên xwe bi dengekî bilind bînin ziman. Ev dihêle ku kes pêvajoyên ramana xwe binirxîne, jêhatîbûnek bingehîn ku wekî fêrbûna fêrbûnê tê zanîn – metacognition. Ev rê dide wan, bo nimûne, ku li ser taybetmendiyên şiklan nîqaş bikin û bifikirin. “Ev ê bike ku ew careke din li wê çemberê binerin û bibêjin, ‘ev yek xwe girê dide û yê din xwe li ser keviya tûj hîs dike’.”

Ji ber vê yekê sedema sêyemîn çi ye ku pirsên vekirî ramanek baş e? Bersivên wan ên rast an xelet tune.

Sedema ku ev girîng e ji ber ku vegerek li koka fikarên matematîkê heye. Wekî ku Boaler diyar dike, gelek xwendekar dikarin xwe ji hînkirina matematîkê ya ku balê dikişîne ser bîranîna mecbûrî ya dane û formulan dûr bixin. Ew wê stres û “serkî/sığ” dibînin. Boaler pêşnîyar dike ku hezkirina matematîkê li gel aqilê pêşveçûyinê çêbike; bi gotineke din, têgihîştina ku bi hewldan û ezmûna mirov dikare jêhatîbûnê pêş bixe.

Lê, Truglio dibêje, çi zarokên we di pêşdibistanê de bi blokan bin an jî di lîseyê de bi hesabên xwe re mijûl bibin, divê cihê wan cîhek ewle be ku tê de ‘tirsa xeletiyan’ tune be. “Bi taybetî zarok bi vî rengî fêr dibin.”

Heke hûn bi rastî dixwazin ku ev dersek were fêm kirin, Swaminathan dibêje ku hûn dikarin xeletiyek bi zanebûn bikin û şansek bidin zarokê xwe ku we rast bike.

Berfirehtir, ji bo dêûbavên bi fikarên matematîkê, mezinkirina zarokan şansek dide wan ku ji nû ve dest pê bikin. Hûn dikarin hewl bidin ku cîhanê bi çavên wan biceribînin: cîhanek matematîkî û ecêb.

Nivîskar: Anya Kamenetz û Cory Turner

Wergera tirkî: Ruveyda Uzunoglu

Wergera Kurdî: Firat Bawerî

Xemgîniya Math Rastî ye. Li vir e ku meriv çawa ji zarokê xwe dûr bikeve

Di destpêkê de hate weşandin © Kqed.org/mindshift

Girêdan: https://www.kqed.org/mindshift/56637/math-anxiety-is-real-heres-how-to-help-your-child-avoid-it

Derbar Çand Name

Check Also

Nirxandina Gotara ‘Fêrkirin û Fêrbûna Kurdî li Kurdistanê: Serkeftin û Zehmetî’

Di vê gotarê de,  perwerdehîya kurdî li pêş û piştî 1920an tê dabeş kirin. Di …

Leave a Reply