Hûn Di Şêwaza Zarokên Xwe De Ne – Mem Çavreş

Zarokê we di hînbûnê de  û  tevgerê de li we dinêre; hûn şêwaza wî ne . Ji bo hûn ji wî re rêbertiyê bikin tevgerên xwe bikarbînin. Tiştên ku hûn dikin bi taybetî ji tiştên ku hûn dibêjin li ser wan bandortire.

Hûn çi hest dikin ji zarokên xwe re bibêjin

Tevgerên we çawa bandor li we dike bi duristî bibêjin. Bi vî hawî wê hestên xwe di we de bibîne weke neynikê. Navê vê ya empatiyê û zarok ji 3 saliya xwe û pê de dest bi empatiyê dikin.

Tevgerên wî yê baş bigrin bidin ber çav 

Dema ku weke hûn kêfxweşbin tevgeriya bi erênî lê vegerîn bikin. Mînak: Jê re bibêjin tu çiqas birêkûpêk dileyzî. Tu pêleystikên xwe datînî ser masê pir kêfa min tê.

Ez te dibihîzim

Guhdarîkirinek çalak ji bo serîderxistina bi hestên zarokên biçûk re navçîneke alîkar e. Bi piranî xemgîn dibin. Bi taybetî jî dema ku nikaribin xwe ifade bikin. Eger hûn di derheqê hestên wan de texmînên xwe dûbare bikin ev tişt ewê bibe alîkar ku lihûtîya wan kêm bibe .

Li ser soza xwe bisekinin

Li ser peymanên xwe sadiq bimînin. Dema ku hûn sozên xwe bînin cih wê zarokên we hîn bibin baş yan xerab bi we bawer bibin û rûmetê bidin we. Dema we destkarî kir hilbijêr bin. Berî ku hûn destkarî tiştekî zarokê xwe bibin ji xwe bipirsin ev girîng e an na? Talîmat xwestin û lêvegerînên nêrînê di asta herî hindik de bihêlin. Bi vî hawî hûnê pevçûn û hestên xerab kêmtir bikin.

Li hember gazinda zexm bin

Zarok naxwazin ku bê miemele bin. Dema ku gazind kirin ji wan re daynin . Bi vî awayî hunê wan ji bo zêdetir bikin , perwerde bikin. Nêta we ne ew be jî ‘na’ na ye . Heta ku bi rastî we ew tişt qest nekir ji wan re nebêjin na.

Hêsan û bi erênî bipeyivin

Dema ku hun bi îfadeyên hêsan talîmata bidin zarok fehm dike hun çi ji wî dixwazin. Dema ku zarok talîmata bi awayekî erênî dibihîzin fikr û ramanên xwe bi awayekî rasttir beralî dikin .

Pirsyarî û encam

Zarokê we her ku mezin bû ji bo ku encama tevgerên xwe bi sûriştî bibîne berpirsyariyan bidin wî. Carekê bibêjin û berdewam bikin. Her çiqas gihiştina wî ya sosyal/civakî tunebe vî tiştî ji we re bibêje jî hûn nikarin texmîn bikin ku zarokê we çiqas we fehm dike.

Bi Pitepit, rexne û gebsoyî bikêr nayê

Di encamê de êdî zarok wê guhê xwe nede we û wê miraq bike ka hûn ji bo çi diqehirin. Dema ku ji bo hevkariyê bike we fersendek talî da wî encamên nekirina hevkariyê bînin bîra wî ji sê ya paşve bijmêrin.

Pêkbînin ku zarokê we xwe girîng hîs bike

Zarok pir hesdikin ku alîkariya malbatê bikin. Ji bo şêwaza alîkariya malbatê bilîze suxreyên malê yên hêsan pê bidin naskirin. Bi vî awayî wê xwe girîng hîs bike û bi serbilindahiya alîkariya malbatê kêfxweş bibe.

Li hember rewşê zexm amade bin

Dema ku hûn bi zarokên xwe re têkildar bin wê hinek kêliyên zexm derkevin pêşiya we. Hûn van kêliyên zexm ji pêşî de bifikirin, hûnê dikaribin di mijara pêdiviyên zarokê xwe di bi plan tevbigerin. Dema ku pêdivî hebû ku di çalakiyan de guherînan bike, 5 deqa ji berê di wî hişyar bikin. Ji wî re bibêjin ku ji bo çi pêdivî bi hevkariya min heye?

Têgihîna pêkenîyê biparêzin

Rêyek din jî ya li bergirtina hêrsdarî û lihevxistinan bikaranîna şahiyê ye. Lê belê jibîr nekin pêkeniya zarok rencîde bike bikêr nayê. Tinazkirina ji dê-bav tê dikare bi hêsanî zarokan biêşîne. Pêkeniya bêkêmasî ew ê ku hûn her du jî pê bikenin..

Wergêr: Mem Çavreş

Derbar Rêvebir

Check Also

7 Celeb Malbat

Gotara jêrîn, 7 celeb celebên malbatê vedibêje. Pêşî gotarê bixwînin û fêr bibin ka hûn …

Leave a Reply