Rêbazên Pêşxistina Xwendekaran

Perwerdeya ku li dibistan û di nava malbatê de tê dayîn, du rewşên ku pir bi hev ve girêdayî û ji hev nayên cuda kirinin. Ji bo vê yekê rêbazên ku van herdû rewşan bide temam kirin, bê guman mamosteye. Hin sedemên peryodîk yên rojane kû xwendekar û malbat têde tengasî jiyan dikin hene; Mînak: Bê xwestek nêzîkbûna xwendekar ya pêkanîna karê mal, pişt dibestê bi hinek nêzîkatî û danûstandinên şaş yên mamoste. Heger pêkanîna karê mal ji bo wan zoriyek mezin bê hîs kirin, wê bi demê re sarbûnek ya wan ji dibistanê re jî bide çêkirin. Di rewşên bivî awayî de ji bo çareser kirina vê yekê çiqas mamoste li hember vê yekê berpirsyare, ew qas malbat jî xwedî berpirsyartiye. Ji bo xwendekar nekevin rewşên bi vî awayî pêwîste karê mal yê kû ji aliyê mamosteyan ve tê dayîna xwendekaran, temamker, cewherî û di asta pêkanîna wan de be. Nayê wê wateyê ku tû çiqas zêde karê mal bidî, ew qas zêde wê sudê bide xwendekaran. Di virde rêbaza karê mal dayînê pir girîngi xwe heye.

 

Di nava waneyê de mijarên ku mamoste şîrove dike, çiqas hev temamkerbin ew qas sûdmende. Bi taybetî aliyê pergal û teknîk bê karanîn wê di aliyê têgihiştinê de hê zêdetir rol bileyze. Mînak: Dema mamoste mijara lebetên hindirîn yên mirovan şîrove bike pêwîste bi wêne nîşanî xwendekaran bike. Ji bo xwendekar serkeftî bibin pêwîste ji waneyên kû têne dayîn hez bike, yê kû waneyê bi wan bide hez kirin bê guman mamoste ne. Ji bo mamosteyek waneyên xwe bi xwendekaran bide hez kirin, pêwîste destpêkê ji xwendekaran hez bike û hezkirina xwe bi xwendekaran bide bawer kirin. Di rastîyê de bandorek mezin ya hêza hezkirinê di pêşketina xwendekaran de rol dibîne. Ji bo ev hêz bê karanîn pêwîste hertim nirx were dayîna xwendekaran.   Heger xwendekarek di hinek waneyan de naxwaze bixebite, sedemê wê yê bingehîn; neserkeftin û bê baweriya wî/ê ya di wê waneyê de ye. Ji bo ev bêbawerî û neserkeftîbûna wan ya di waneyan de bê derbaz kirin, karekî mezin dikeve ser milê mamosteyan. Mînak: Serkeftinek biçûk ya xwendekaran di wan waneyan de pêwîste were teqdîr kirin û xelat kirin. Ev jî wê bibe sedema xwendekar di wan waneyan de moral bistînin û xwe bigihînin astekî hîn baştir.

Pêşxistina Hûnerê Guhdar Kirinê:

Têgihiştin û serkeftina xwendekarekî di waneyan de tenê bi guhdar kirinek baş dikare pêkan bibe. Guhdar kirinek bi bandor ewe ku di dema guhdar kirinê de mijarên ku mamoste şîrove dike piştre wê kîjan axaftinan bîne ziman texmîn dike. Vê yekê pêkanîn, wê bibe sedemê ku hertim xwendekar di  waneyê de hişyar be. Ev wê bibe sedemê ku motîvasyona şîrove kirina waneyê xurt bibe.

Amadekariya Mamoste Ya Waneyê  Şîrovekirina waneyê:  Wane yan jî mijara ku em guhdar dikîn, di tevlibûnê de pir girîngîya xwe heye. Dema ku tevlîbûna waneyê çêdibe, di wê navberê de hûn jî motîve dibin. Heya ku xwendekar ji waneyê têr nebe, mijar were berdewam kirin. Bi taybet mînakên ku qet li bîra xwendekaran neyî rojane bikin û bila xwe tê de bibînin. Ji ber ku taybetmendiya herî baş ya ku tê fêmkirin di mînakan de veşartiye. Rêbaza dana fêmkirin foktorekî bingehî ne di warê şîrokirinê de, waneyê di pencereyên cuda de dana şîrove kirin, wê mijarê hîn zêdetir bêne rewşek ya xweşbînîyê. Lêkolîn kirin:  Pêş amadekariya waneyê çiqas baş hatibe kirin, ew qas jî wê encamek erênî bigre. Ji bo mijar hê zêdetir bal bê kişandina ser, bi taybet girêdayî naveroka mijarê pirsên lêkolîn kirinê bên dayîn. Dema xwendekaran lêkolînên xwe kirin, di refê de bêne xwendin û nîqaş li ser were kirin. Ev rewş wê hewayek xweş di waneyê de bide çêkirin.

Pêşniyarên ku mamoste ji xwendekaran re bikin:

Berya waneyê, girêdayî wê waneyê, mijarên ku eleqederin bên xwendin, pêwîste jêre amade be. Di vê navberê de bal bê kişandina ser formûlên girîng. Weke;  cih, nav û têgehên ku bala xwendekaran dikişîne. Girêdayî waneyê di dema xwendinê de pirsên ku di serî de çêdibin bên nivîsandin.  Li gorî vê yekê xalên ku di guhdar kirinê de bingeh bên girtin evin; a- Raman:  Pişt dibestê bi xalên girîng û nêrînên ku mijarê pêktînine. Dema mijarek guhdar dikîn, girtina cewherê giştî wê bibe bingehê têgiştina mijarê. Bê ku tiştek din bê hizîrîn, hemû hest û bal bê kişandina ser ramana bingehîn ya mijarê. b- Îşaret kirin: Di dema guhdar kirinê de, weke ku di xwendinê de jî xalên girîng tên îşaret kirin, di heman demê de nêrînên balkêş bên têbinî kirin. Hunerê şîrove kirinê pir girînge. Dema mamoste mijarê şîrove dike, ji xitabeta mamoste sûd bê girtin, bi taybet di sazkirina hevokande kêrhatinên xwe baş bi kar bîne.

 

Abdullah BABAT

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo zarokên xwe diyariyekê hilbijêrin

Ez fikirîm ku ji zarokan re diyariyek dibistanê bikirim. Paşê min biryar da ku ez …

Leave a Reply