Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di destpêka mezinbune de , tê çêrandin an jî sere jê dibe, dikurise yan jî ana govde diqurçime, ew dar anjî çalîya şoqê derbas dike û bi salan nayê ser hişê xwe. Jîyaneke tewso mewso didomîne. Ew dara qet weka xweyî berê nabe. Gowdê darê bodur dimîne û dixisire.
Çaxa ku zarok bi zimanê dayîka xwe perwerde nebin , zimanê dayîkê berdin û bi zimanekî bîyanî perwerde bibin, weke wê darê di pêşveçuyîna ziman û jîyana xwede tên qurçimandin. Ew zarokana hîna biçukin zîhnê wan çetel dibe , bi zimanê zikmakî diponije û bi zimanê bîyanî îfade dike, zîhnê wan tewso mewşo dibe. Qet weke ku bi zimanê zikmakî perwerde bibe pêşva nare, her tim şunda dimîne. Mînak( min sond xwar… ben yemin yedim…) dibe. Anjî Şevbêrkê me dibin/ Sıra gecesi /ewjî/ dibe Şevên rêzê” bi vî hawî çewtî der dikeve holê.
Wer xuya dike ku her însan zane ku;“Kesê ku zimanê xwe baş nizanibe, zimanên din jî nizane, baş fêr nabe.

Yanî hakimnebûna zimanê dayîkê li hember fêrbûna zimanên din jî dibe astengeke mezin, kesê ku zimanê dayika xwe baş fêr nebe, zimanekî din jî baş fêr nabe…

Ji xwe ji ber vê yekê ku li Tirkiyê di mekteban da li gor tirkan, zarokên kurdan kêmtir serkeftî ne, kêmtir dikevin zanîngehan.
Çîmkî zimanê dayîka xwe fêr nabin û loma jî tirkî û zimanên din jî pir baş fêr nabin, çimkî bingeh zeîf e, ne xurt e…

Ew zarok ên ku derin dibistana pêşin li femkirina dersan zêdetirîn hînî zimanê bîyanî dibin. Giranîya xebata xwe hemû didin ser hînbuna zimanê bîyanî. Heta pênc salê pêşin ancax ziman hîn dibin. Ew dersên dini hemu di paşta dimînin. Ew zarokanan şunda dimînin. Çaxa ku tevlê zarokên dinê dibin, li gor wan paşta dimînin û tembel û nezan tên hesibandin.
Serok wezîr dibêje ‘‘Em ji mexlukan hezdikin ji bo ku xaliq afirandine.” Ê birêz serokwezîr, ecep zimanê Kurdî Xaliq ne xuluqandîye?, çima hun dibêjin zimanê fermî Tirkîye bi zimanê Kurdî perwerde nabe. Gelo ma li Tirkîyê bê zimanê Tirkî tew perwerde nabe ?, Dibistanê ku bê zimanê Tirkî perwerdeyê dikin qey tunene?. Zimanê fermî ayrîye zimanê perwerdeyê ayrîye. Em hêvîdarin ji bo ku Xalik afirandî ye, ê li zimanê Kurdî jî hez bike…
Dîsa serokwezîr li Almanya li hemwelatyê xwe ra dibêje ‘‘Zimanê dayîka xwe hînbibin, orfû adetê xwe ji bîr nekin, bi çand û /kultura xwe va girêdayî bin’’.

Raste serokwezîr rast dibêje. Çaxa ku wan gotinan li welatê xwe li birayê xwera jî bêje ez bawerim ku problem û astengî namînin.
Li gor pedegogan perwerdeya zarok di zikê dayîkê de dest pê dike. Zarok lorîkê dayîkê gohdarî dike. Bi kelamokê dayîkê mezin dibe. Çaxa ku perwerdeya însan bi zimanê zikmakî nebe welleh ew zarokanan pir û pir paşve dimînin. Pêwistek û însan li gor fitretê însan perwerdeyê bidê. Û ev dayîna ne îhsanek e, ew dayîna a Xwedaye fitrîye , tabiîye.

Qet kesekî ne dayîka xwe, ne bavê xwe û ne jî ziman û milleta xwe tercîh nekirye û nikare tercîh bike/hilbijêre. Ji bo wê tiştê ku însanan tercîh nekiribin ji bo wan qedexe û lêpirsîn nabin. Pêvîste ku însan hertim karibin empatî bikin , xwe di şuna kesê dinkin ku zilm û zordarîyê nekin.
Çaxa ku însan li hember perwerdeya zimanê dayîkê derkeve wê çaxê li hember xwezayê derdikeve, li hember ayeta Xweda derdikeve. Li hember huquqa însanîyetê derdikeve. Lewra ku empatîyê bike wê çaxê ê neheqîya xwe xweş fêm bike, ku înkarkirin çawa zalimî û zordarîyek a bê hemtayê.
Xweda jê razîbe Bedîûzzeman Mele Saîdê Kurdî dibêje; “Zimanê zikmakî nexşa qederê ye. Tiştê ku bi zimanê zikmakî tên hînkirin weke ku liser kevir bên nivîsandin qet xerab nabin û sîl nabin, ê bi zimanê bîyanî weke nivîse kul i ser berfên bên nivîsandin. Zu tên bîrakirin, û sîl dibin, dihelin.”

Belê belê Seydayê nemir te xweş gotîye.
Silav û rêz.

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply