Romana Semerqand – 10 (Amîn Me’lof)

Dema gihiştîn Semerqendê, ji ber siwariyê, sermayê û niqaşên nexweş yên navbera wan de borîn şebikîbûn. Emer peya bû û nebû derket koşka xwe û xwarin jî nexwar. Di rêde deh rûbaî afirandibûn û niha jî bi dengê bilind deh caran, bîst caran dubare dikirin. Ji beriya van çarmalikan di nava pirtûka xwe de veşêre hin peyvên wan diguherandin û sererast dikirin.

Cîhana ji her wextî zûtir hatî, di derîyê nîv vekirî re teyizî hundur, çarşefa xwe ji xwe êxist û li ser tilîyê xwe re pêş ve çû. Emer, di mitalan de kûr û dûr çûbû. Bi çengên xwe yê rût, yekcar dest stuyê wî re weranî. Lama xwe da lama wî û bi guliya xwe ya bêhn xweş rûyê wî nixumand.

Geleke Xeyam bi vê yeke zehf keyfxweş bibûya. Êrîşek halê bi evînî li kê, kîjan xwoşewîstan, dihate kirin? Ma nediviya piştî şaşbûyîna wî jê here bi navkêla yara xwe bigre û ewda bêrîkirinê veke? Lê heçko Emer ji vê serdanê aciz bûbê welêbû. Pirtûka wî li ber, vekirî bû. Xwezî bikaribûya ew veşarta. Xwest ku şûn ve vekişîna Cîhanê bisekinîne lê Cîhan cêhde, ji vê pêşwazîkirina ne ji dil hesiya. Sedemê wê fêhm kir. Awirên xwe yên biguman, li ser pirtûka vekirî gerandin û paşê got:

—Biborîne! Min dixwest ku ez te zû bibînim. Min nedizanî ku ez ê te aciz bikim.

Bêdengiyeke kûr qewimî. Emer bêdengî xerakir:

—Min qet ne niyetbû ku ez vê pirtûkê nîşa te bikim. Min her wextî ew ji te veşart. Kesê ku ew diyarî min kirî, şîreta veşartinê li min kiribû.

Pirtûk raberî wê kir. Cîhanê çend rûpel qulibandin. Nava birek rûpelên spî de, bêvîn li çend rûpelên reşbelek nihêrî. Paşê got:

—Çire tu nîşa min dikî? Min nexwestî ye… jixwe ez xwendinê nizanim. Ez fêrnebûm. Tişta ez dizanim hemû sehkirin e.

Emer şaşnebû. Di wê demê de, gelek helbestvanên baş, xwendin û nivîsandin nedizanîn. nezanîna wan jî, ji rêzê bû. Naxazim jin hemû cahil bûn.

—Di vê pirtûkê de, çi tişt veşartî ne? Formûlên Sîmyagervanî yê?

—Helbestên car caran ez dinivîsîm.

—Helbestên qedexekirî? Yên dijî ol? Dijî mezhep? Yên pêşkar?

Cîhanê awirên bi guman meyze dikir. Emer, li ber ken re xwe parast:

—Na lê! Ev ji kû hatin bîra te? Qet derek a min dişibe komplogeran? Ev rubaiyên derheqê meyê, delaliyên jiyanê û heyata beredayî de ne.

—Rubaî û Tu?

Qêra şaşbûyî ya ji devê Cîhanê derketî, di heman demê de gotineke piçûkdîtinêbû jî. Rubaî, helbestên helbestvanên gundiyabûn. Sivik heta pespayebûn û ti nirxên wan yê wêjeyî tinebûn. Zanyarek weke Emer Xeyam, ji bo demborandinê dikariya carna çarmalikekî binivîse lê nivîsên xwe weke razekî bêxe nava pirtûkeke veşartî de, tiştek xerîpbû û helbestvaneke jin matmayî dikir. Emer fihêtî bûbû û ji Cîhanê re mereq çêbûbû:

—Tu dikarî ji min re çend rêzikan bixwînî?

Xeyam ne niyetbû pêşvetir here. Got:

—Dema roja wê were, ez ê hemûya bixwînim.

Cîhan zehftir li ser nesekinî. Ti pirsên din nekirin. Lê ne weke tevz, weke henekekî got:

—Dema ev pirtûk biqede, nebî tu bidî Nasir Xan. Zehf rêzê ji nivîskarên rubaiyan re nagire. Êdî careke din, te li rex tenişta xwe nade rûniştandin.

—Min ne niyete ez vê pirtûkê bidim ti kesî. Ez hêvîya ti bedelî ji vê pirtûkê nakim. Ew hêrsa helbestvanên qesrê bi min re nîne.

Vaye Cîhanê Xeyam û Xeyêm jî Cîhan êşandibû. Bêdengiyek ketibû navbera wan. Di wê bêdengiyê de herdu jî li ser, gelo ka zehf pêş de çûne û heke di navbera wan de tiştek mabe, gelo niha wextê xelaskirina wê ye an na. Li wê difikiriyan. Xeyam, niha ne ji Cîhanê, ji qazî dienirî ya. Poşman bûbû ku ew dabû xeberdan. Ji ber wan gotinan gelo bi çaveke din li yara xwe dinêriya an na. Heta wê rojê, di nava paqijî û bêxemiyeke welê de bûn ku bi xwesteka, tiştên wan ji hev bikin neyînin bîra xwe dijîyan. Xeyam, xwe ji ramana: “gelo qazî çavên min vekirin, an dilşadiya min tarîkir?” xelas nekir. Cîhanê bi xemgîn got:

—Tu guherî Emer. Ez nizanim bêjim ka tu çawa guherî lê, nêrîna te, axaftina te, şêweyek welê girt ku ez nas nakim. Hesko min tiştek xerap kiribe ku, tu ji min bigumanbî. Hesko ji ber sedemekî, tu ji min xeyîdîbî. Ez nizanim ji bo çi, lê yekcar dilê min şewitî.

Emer karkir ku wê hembêz bike, lê Cîhan tavilê xwe şûn ve kişand û got:

—Tu nikarî bi vî awayî min aram bikî. Çi qewimi ye? Ji min re bêje.

—Cîhan, were heta sibeyî em neştexilin.

—Sibê ez ê ne li virbim. Nasır Xan, kebarê re ji Semerqendê derdikeve.

—Diçe kû?

—Kîş, Buxara, Tîrmîz, ez çi zanim? Ehlê qesrê hemû li pey in. Bi mecbûrî ez jî…

—Tu nikarî li Semerqendê li cem xwahirziyê xwe bimînî?

—Ma qey mesele derêxistina hêcetan e! Li qesrê meqameke min heye. Heta min ew bi dest xist, hinge deh mêran min şer kir. Ez nikarim ji bo keyf û henekên nava bexçeyê Ebû Tahir de, dev ji wê mevkîyê berdim.

Emer, bê perwa got:

—Ne ji bo keyfê, te navê tu jiyana xwe par vebikî?

—Parvekirina jiyanê? Tişteke parvekirinê nîne!

Cîhanê, ev gotin bê acizî gotibûn. Dîtina xwe taniya zimên û hejêkirina wê jî kêm nebûbû. Dema rûyê Emer yê bizdihayî dît, lave kir û dest bi girî kir:

—Min dizaniya ez ê işev bigirîm. Lê ne ji ber vê. Em ê demeke dirêj, belkî jî heta hetayê ji hev biqetan, lê ne bi van awir û van gotinan. Di jiyana min de, ji evîna herî baş van awiran, van awirên hesko yên yekî biyanîbin, min navê ez di serê xwe de bibim. Careke din li min binêre Emer! Careke paşî. Bîra xwe bîne ku ez xwoşewîsta te me. Te hez ji min kir. Min  jî hej te kir. Te ez naskirim?

Xeyam, bi evîndarî çengên xwe li navkêla wê pêçan. Keserk kişand:

—Xwezî ji bo me, kulên xwe ji hev re vegotan wextê me hebû ya. Hingê yê ev qirêna bi ehmeqî biqediya. Lê dem zehf zû dibore û di van saniyeyên tevlîhev de, ji bo em bi dahatûya xwe bileyîzin xurtîyê li me dike.

Ji çavên Emer jî, rondikek herikî. Hewlda ku hêstirên xwe veşêre lê Cîhanê ew sekinand. Bi lezgînî dest stûyê wî re weranî, rûyê xwe yê wî ve şidand û got:

—Tu dikarî nivîsên xwe veşêrî lê tu nikarî rondikên xwe veşêrî. Min divê ez wan bibînim, destê xwe bidim wan, tevlî yên xwe bikim. Ez dixwazim şopa wan di lamên xwe de bibînim, tama wan ya şor bi zimanê xwe tam bikim.

Hesko bivin hev tine bikin, hev dikişkişandin û vedigijgijandin. Destên wan har, Cilên wan qij bûbûn. Bedenên wan yên bi hêstirên çavan dişewitîn, ew noqî şeveke evînê kiribûn. Agir gur û belav dibû. Ew dorpêç dikirin, mest dikirin, dicoşandin. Ewqas zewq difûrand ku çawa goşt di nava goşt de bihele, welê bi heve girê didan. Saeta qûmê ya li ser mase, dilop dilop zeman diheland. Agir kêm bûbû, pêt direcifî, li ber vemirandinê bû. Çawa li hêviya beşişandineke bi hevpar be. demeke dirêj, hev kişandin nava xwe. Emer, hêdîka dengê xwe li wê an jî li qedera xwe ya meydan jê re dixwend kir:

—Şerê me nû despêdike!

Cîhan a çav noqandî, xwe lê pêça:

—Heta tav bide min ranezîne!

Roja din, di nava destnivîsa Emer de du rêzikên din hebûn. Nivîsa destan, tevlîhev, tirsonek û xerabe bû:

Xeyam, tu tinê bûyî  li cem dildarê!

Niha ew çû, xwe bispêre wê.

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply