Hûn hêvîya me ne, hûn pêşeroja me ne, hûn enerjî û hezkirina me ne, hûn ji bo me ewlehî û temînatin.
Em gelekî ji we hêvîdarin ku hûn rewşa me kurdan biguherînin, ev quwet û kudreta li we de heye, ji xwe bawer bin û neseknin bixebitin.
📌Qet tu cara kuştin û pevçûnan nefikirin bixebitin li ser rêya teknolojî û xwendinê. Dem dema xwendinê ye dem dema zanistiyê ye. Ku tu dixwazî gelê xwe re feydedar bî teqez bixwîne…
📌Bê xwendinê tu çareya me tune, miletê din gîşkî dixwînine û xwe pêşta dibine, lê çima xort û ciwanên me nexwînin?
📌Teknolojîyê bişopînin, tiştên nû hîn bibin, rojevê agahdarbin. Niha êdî dem dema ‘hişê çêkirî’ ye. Li gor wê tevbigerin.
📌Dîroka xwe, zimanê xwe baş hîn bibin, lê wan bi agahîyên nû va baş bihonin/şîrove bikin.
📌Bila cilûbergên we xweşbin, bila erebe û malên we xweş bin, ji xwe re demê veqetînin, hevalên xwe re têkîlîyên baş daynin.
📌Ku hûn kijan karî de bin serkeftî bin, zexelî û gazincan nekin, ev tiştan enerjiya mirovan kêm dike. Dora we kesên ku enerjîyê we kim dike an jî we ji hedefên we dûr dixe hebin ji wan dûr bisekinin.
📌Salê carê ji xwe re demê veqetînin li bajarê welat û paşê jî derkevin welatên biyanî bigerin bila asoya we vebe. Tetîlê xwe îhmal nekin her sal teqez li gor derfetan derkevin tetîlê.
📌Malbata xwe hez bikin ji bo wan bixebitin lê xwe jî îhmal nekin, dê û bavê me çavkanîya bereketa jiyana me ne!
📌 Têlefonê, medyaya civakî û lîstikan binêrin lê bila demeke sinordar be, dema xwe gîşkî ji têlefonê re veneqetînin.
📌Sporê(werzişê), muzîgê îhmal nekin heftê rojek be jî sporê/muzîgê re mijûl bin û ser beşekê xwe pêşva bibin.
Gernas Amedî