Bijîşkî, ji ber ku nexweşî bi hêsantir bên tîmarkirin, di nava xwe de beş bi beş cuda bûye. Beşek ji wan beşan Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyon e.
Bijîşkî, zanisteke gelek kevn e. Mirov dikare bibêje ku dîroka mirovatiyê û ya bijîşkiyê bi hev re dest pê kiriye. Mirovên berê, wextê ku nexweş ketine ji xwe re hergav li çare, derman û tîmaran geriyane, ew jî bûye sedema zanista bijîşkiyê.
Zanista bijîşkiyê roj bi roj pêş ve diçe û her roj bi sedan derman, tîmar û metodên nû derdikevin pêşiya me. Bijîşkî, ji ber ku nexweşî bi hêsantir bên tîmarkirin, di nava xwe de beş bi beş cuda bûye. Beşek ji wan beşan Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyon e.
Fîzyoterapî di sedsala 17an de dest pê kiriye. Di wextê Imparato- riya Romayê de tîmara demsalî û tîmara germavan, ji bo hin nexweşi- yan hatiye bikaranîn. Di vê sedsalê de Otto van Guerîck bi sûtikînê ve elektrîka rawestî bi dest xist û di sedsala 18an de Benjamîn Franklîn jî ev elektrîk ji bo tîmarkirina hinek nexweşiyan bi kar anî. Yekem car bi çavekî zanistî Galvanî elektrîk ji bo tîmarkirina nexweşiyan bi kar anî.
Dû re jî zanyarên wek Raymond, Duchenne, Erb, Faraday, D’Arsonval, Bourguîgnon jî ji bo çareserkirina hin nexweşiyan, elektrîk bi kar anîn û bingeha Elektrofîzyolojiyê avêtin. Piştre elektrîk bihêsantir hat bidest- xistin û fîzyoterapî roj bi roj bêtir pêşket û heta îro hat.
Rehabîlîtasyon, hê di serdemên ewilîn de li Hindistan û Çînê ji bo ku êşên masûlke û livokan bên qedandin, hin egzersîz dihatin bikaranîn. Li Yewnanistanê jî li cem îbadetxaneyan di salonên bi navê “gymnasîum” de ji bo ku ten- duristiya nexweşan bê nûvekirin, egzersîz dihatin kirin. Hîpokrat jî li ser têkiliya livok û masûlkeyan gelek rawestiyane û di encama bêlebatmayinê de spazm, atrofî û êşên wan bi egzersîzan ve tîmar kirine. Rehabîlîtasyon, nemaze piştî şerên mezin pêşve çûye.
Di şerê cîhanê yê yekemîn de bi hezaran kes birîndar bûne. Pi- raniya wan kesan jî seqet mane. Nexweşên paraplejîk bi taybetî jî nexweşên enfeksîyonên sîstema mîzê û nexweşên ûlserên dekubîtan di demeke kin de mirine. Îcar ji bo nexweşên ku dest û piyên wan jêbûne, protez û cîhazên alikariyê hatine çêkirin. Girîngiya rehabîlîtasyonê, da ku nexweş û seqet zû vegerin ser karê xwe yê şerî bêtir hatiye fahmkirin û gelek nexweş bi vî awayî hatine tîmarkirin. Tecrûbeyên şerê cîhanê yê yekemîn, di şerê cîhanê yê duyemîn de hatin bikaranîn û bûn bingeha zanistiya Rehabîlitasyonê.
Piştî şerê cîhanê yê duyemîn Rusk û Deaver ji bo rehabîlîtasyonê klînik vekirin. Ev klînik ji bo klînikên îroyîn bûne mînak. Di sala 1951an de Konfederasyona Fîzyoterapîstên Cîhanê hate damezirandin. Prof. Dr.Îhsan DARMACI di sala 1961an de li Zanîngeha Hacettepeyê beşa Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyonê da- mezirand û li Tirkiyê bi vî awayî dest bi perwerdehiya vê zanistê kir. Komaleya Fîzyoterapîstên Tirk jî di sala 1969an de hate damezirandin û 1974an de bû endamê Konfederas- yona Fîzyoterapîstan a Cîhanê.
Fîzyoterapî û rehabîlîtasyon ji bo ku mirov ji her alî ve baştir bibe, zûtir bê li ser karê xwe an jî bikaribe ji xwe re karekî bike, sal bi sal bi dehan metodan derdikeve pêşiya me. Ji ber ku temenê mirovan dirêj dibe, hewcedarî û balkêşiya li ser fîzyoterapî û rehabîlîtasyonê her roj zêdetir dibe.
FERHENGOK
bijîşk: dixtor, hekîm
zanist: agahi û rêbazên bi gelek cerban ve hatine ceribandin û wek rastiyan hatine pejirandin, ilm
tîmar: tedawî
spasm: bêyî destî û bi lez û bez quncifîna masûlkeyan
atrofî: biçukbûyîn û heliyana masûlkeyan
sûtikîn: rûyê du cisman ser hevdû de anîn û birin, sûtîkandin
rawestî: elektrîka rawestandî,statîk
masûlke: organê bi têlan pêk tê û bi quncifînê ve hereketê dike, adele, kas
livok: cîhê ser û binê hestiyan digihîjin hev û an bilebat an jî bêlebatin, ek- lem
tendurustî: ji her alî ve bênexweşiya bedena mirovan
lebat: hereket
bêlebat: bêhereket
protez: ji bo organên jê ve bûyî organ û parçeyên bidesti ve hatine çêkirin.
Çavkanî
–Anatomiya Bedena Mirovan, H. BEKTAŞ, weşanên deng, Stenbol, 2004
-Anemnaza bi Kurmancî, İ.BÜLBÜL, M. BÜLBÜL, weşanên odeya bijîşkan a Diyarbekirê, Diyarbekir, 2009
-Rêbera Erêkirina Serwextkirî, İ.BÜLBÜL, weşanên odeya bijîşkan a Diyarbekirê , Diyarbekir, 2010
-Bijîşkiya Fîzîkî û Rehabîlîtasyon, F.DİNİZ, A.KETENCİ, weşanên Nobelê, Stenbol, 2000
Bijîşkiya Fîzîkî û Rehabîlîtasyon, O.OZCAN, weşanên Güneş û Nobelê, Stenbol
Nivîskar: Şevger Cîlo
Kovara Pêngav – Hejmara 3yan (Sal 2011-2012)