The Hall Kurdî; eKovara Çandî ya Sê Mehane

eKovara The Hall Kurdî bi hejmara 4em derket

Hejmara 4an ya The Hall Kurdiyê ku li Londonê tê amadekirin hate belavkirin. Di berga kovara vê mehê de restoranteke Kurdî ya li Londonê heye.

Di nûçeyê de Çîroka Xwediya restorantê Pary Babanê tê vegotin û restoranta wê Nandine tê nasandin.

Li gorî nûçeya kovarê Pary Baban ji ber bombebarana rejima Baasê di sala 1988an de ji bajarê xwe Qaladzê derdikeve û diçe aliyê Rojhilat. Li her gund û bajarên Kurdî ku jê debas dibe  terîfên xwarinên Kurdî berhev dike û di deftera xwe de dinivîsa. Di sala 1995an de jî koçî Londonê dike. Pary Baban li vir ji xwe re restoranteke kurdî vedike û wan terîfên berhevkirî li Nandineê dipijîne. Armanca wê nasandina mitbaxa Kurdî ye.

Di kovarê de resepsiyona Newrozê hatiye vegotin ku bi boneya Newrozê li Parlamentoya Brîtanyayê piştî heyama kovîdê cara yekem hatiye lidarxistin.

Yek ji mijarên hejmara çaran jî Şer û Zarok e. Derûnnas Siyabend Aslan li ser psîkolojiya zarokan ya dema şer de gotarek nivîsiye. Mamoste bi mînakan îzah kiriye ku ka şer çawa tesîr li zarokan dike. Di nivîsê de hin şîret li dêûbavan jî hatine kirin.

The hejmara Nîsanê ya The Hall Kurdî de nivîseke rexnegiriyê jî cîh girtiye. Nivîskar Necat Zivingî di gotara xwe Jin Û Tolhildan de krîtîk û rexneya pirtûka Ferhad Pîrbal ya Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr kiriye.

Wekî her hejmarê di vê hejmarê de jî hevpeyvîneke girîng cih girtiye. Keyo Yehya Çalî yê ji Kurdistana Başûr mêvanê hevpeyvînê ye. Li ser Hişê Çêkirî yê Kurdî, pêşeroja zimanê kurdî di ware teknolojî û hunera dijital de sohbete bikêr hatiye kirin.

Hunermendê hunera dijîtal yê serkeftî Hogir Ar jî di kovara Nîsanê de bi gotarekê hunera dîjîtal vegotiye.

Humermendê NFTê Aram Taştekîn ji bo Boomeran nivîsiye: NFT çi ye?

Damezrînerê projeya Trees Against Poverty Daleel Hagy di kovara Nîsanê de çîroka vegerandina guran li parka Yellowstonê mînak daye û dibê bi çandina daran li Bakurê Sûriyê jî çîrokeke wisa dikare dubare bibe.

The Hall Kurdî Nîsan bi wergereke helbestvan Zana Zengenî diqede: Bêhêvîtî Qedexe ye!

eKovara The Hall Kurdî bi hejmara 3yan derket

Hejmara sisêyan ya The Hall Kurdiyê hate belavkirin. Kovara ku li Londonê tê amadekirin, di hejmara Adarê de berga xwe bi Sêva Mêxekrêj xemilandiye.

Di kovarê de bi xwediyê projeya Sêva Mêxekrêj hunermend Seywan Saedian re hevpeyvînek jî hatiye kirin. Seywan Saedian di roportajê de bi berfirehî qala vê çanda qedîm kiriye.

Yek ji babetên kovarê jî şerê Ûkrayna û Rûsyayê ye. Rojnameger û nivîskar Salih Kevirbirî ji bo The Hall Kurdîyê Şerê Ûkrayna û Rûsyayê nivîsiye. Salih Kevirbirî di gotara xwe de bi berfirehî behsa rûdanên piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetan dike û sedemên şerî yek bi yek bi zelalî radixe ber çavan.

Nivîskarê The Hall Kurdiyê Necat Zivîngî di hejmara Adarê de li ser Newrozê gotarek nivîsiye.  Mamoste Zivingî di nivîsa xwe ya bi navê “Newroz û Sersala Dil” de behsa Newrozên berê dike, ji gotinên Xanî Û Ewliya Çelebî mînak dide û qala pîrozkirina Newrozên di wan salan de dike.

Di hejmara 3an de berdewam behsa Projeya “Trees Against Poverty” hatiye kirin ku armanc dike li Sûriyê û Iraqê dar biçîne û bi vî awayî xwezayeke hêşîn ava bike û herwisa alîkariya penaberan bike. Damezrînerê projeyê Daleel Hagy û Dîrektor Ali Osman behsa polîtîkaya bêdarhîştina Bakurê Rojhilata Sûriyê dikin û dibêjin di encama wê de jîngeha heywanên kovî tune bûye.

The Hall Kurdî di meha Sibatê de bi berga NFTê belav bibû. Wek berdewamiya vê mijarê di kovara Adarê de behsa METAVERSEyê hatiye kirin. Di gotara “Mirovahî Gerdûna Xwe Diafirîne: Metaverse” de bi zimanekî zelal ji van pirsan re bersiv tên dayîn: Metaverse çi ye, bi kêrî çi tê?

Kovar bi wergereke helbestvan Zana Zengenî diqede. Pêşnûmaya Aştiyê, helbesta Qeyser Emînpûrê Lorî ye û Zana di sala 2016an de ji Farisî wergerandiye Kurmancî.

The Hall Kurdî malpera xwe jî ava kir. Edîtorê kovarê Erol Başak di nameye xwe de mizgîniya malpera kovarê dide.

Wek PDF hemû hejmarên kovarê, nivîs û hevpeyvîn di malpera http://thehallkurdi.com/ de jî têne belavkirin.  Di kovarê de tê ragihandin ku ew ê di demeke nêz de nûçeyên bi vîdeoyê jî li malpera xwe bar bikin.

eKovara The Hall Kurdî bi hejmara 2yan derket

eKovara çandî ya mehane The Hall kurdî bi hejmara xwe ya sibata 2022an ango hejmara duyem derket. eKovar wek jimara xwe ya ewil têr û tijîye bi mijarên cûda û popûler balê dikişîne ser xwe. ji bo hurguliyên naverokê kerem bikin em bi hev re nivîsa danasîna kovarê bixwînin.

“Bi jimara meha Sibatê kovara me The Hall Kurdî ji bo xwendinê amade ye.

Di vê jimarê de hûnera NFTê mijara me ya sereke ye. Herwiha berga kovara Sibatê bi vê trenda nû derket. Lewra dinya bi lez û bez ber bi cihaneke nû ya sanal ve diçe. NFT ango hunera krîpto, trenda herî balkêş ya salên dawîn e.

Ciwanên Kurd jî di vê qadê de bi hûnerên xwe ve balê dikşînin. Keçeke Kurd a jîr û jêhatî Koshe Salayî digel 2 hevalên xwe hesaba NFTKURD damezrandiye NFTyan diafirînin. Di vê jimarê de bi artîsta NFTê û damezrînera hesaba NFTKURDê Koshe Salayî re hevpeyvîneke me heye. Meraqdarên NFTê dê ji vê gotara ku bi zimanekî zelal û têgihîştî hatiye nivîsîn hûrguliyên vê hunerê hîn bibin.

Bûyerên li Qazaxistanê yek ji mijarên kovarê ye. Qazaxistan welateke girîng e li erdnîgariya xwe û civakeke Kurdan jî li wir heye. Loma ji bo ku agahiyên zelal werbigrin û rewşa Kurdên li wî welatê hîn bibin me pirsên xwe ji xanima karsaz û çalakvana Kurd Narîn Nadirovayê re şandin. Wê jî bi bersivên xwe ji me re behsa meselê û rewşa Kurdên Qazaxistanê kir.

Babeteke girîng û hêja jî nivîskar Necat Zivîngî nivîsand. Mamoste Zivingî di gotara xwe de balê dikşîne ser alîyekî din ê Melayê Cizîrî, behsa “Resmên Nü Yên Windayî Yên Cizirî” dike. Necat Zivingî bi vê gotara xwe Cizirînasiyê radike qonaxeke nû.

Di sala 2020ê de bi deh hezaran kes ji Tirkiyeyê serî li peymana Enqereyê dan. Bi hezaran kes hatin li Keyaniya Yekbûyî bicî bûn. Di vê jimarê de hûn ê serpêhatiya du bijîşkên Kurd ên serkeftî bixwînin. Gezo û Îzzet Bozkurt bi Peymana Enqereyê hatine Îngilîstanê. Hedef û hêviyên wan, jiyana wan a li Amedê û serpêhatiya wan a li xeribiyê hêjayî xwendinê ye.

Di kovara meha Sibatê de projeyekê alîkariyê jî em didin nasîn. Daleel Hagy civanekî ji Rojavayê Kurdistanê ye. Wî projeyeke dar danînê hazir kiriye ji bo Bakurê Rojhilata Sûriyê û Herêma Kurdistanê. Daleel projeya xwe li Londonê daye destpêkirin û bi vê projeyê dixwaze alîkariyek bigihîne deverê û kesên ku ji warê xwe bûne û her wiha bi çandina daran herêmê bike ciheke hêşîn.

eKovara The Hall Kurdî dest bi weşînê kir

eKovara çandî ya mehane The Hall kurdî bi damezrenerîya Osman Kömürcü û Erol Başak li Londona peytextê Îngîlîstanê bi jimara xwe ya ewil a çileyê dest bi weşana xwe kir.

Editoriya eKovara The Hall kurdîyê Erol Başak dike, rûpelsaziya kovarê Ridwan Xelîl û bergsazî jî Koma GrafiKurdê amadekiriye.

Di nivîsa edîtoriyê de edîtorê eKovarê hurguliyên eKovarê parvekirine. Ji bo hurguliyên eKovara The Hall Kurdîyê kerem bikin Pêşgotina Edîtoryayê em bixwînin.

PÊŞGOTINA EDÎTOR

Silav dildar û xwînerên kurdî!

Di saleke nû de kovareke nû ji we re dibêje merheba. The Hall Kurdî li Londona paytextê Îngilîstanê bi jimara xwe ya yekem dest bi weşanê kir. Kovara me dê wek kovareke online mehê carekê were belavkirin.

Li vî welatî saleke min jî temam bû. Bi qasî ku min di vê wexta derbasbûyî de çavdêrî kiriye, ji her deverê dinyayê ji her netewê xelk li vir hene. Bi çi awayî hatibin û bûne niştecî ne muhîm e lê ya muhîm hemûyan jî bi awayekî azad li vir civaka xwe ava kiriye. Zimanê xwe dijînin, çand û kultura xwe didomînin. Ev salek e ez jî bi vê hestê difikirim ku bi awayekî xizmeta zimanê Kurdî, netewa xwe, çanda xwe bikim. Her çiqas derheqê me kurdan de xebat û weşan gelek hebin jî yekser bi zimanê Kurdî weşaneke domdar û rêkûpêk nîn e. Zarok û ciwanên kurd nexasim yên ji Bakur bi pirsgirêka nasname û zimên re rû bi rû ne. Mezinan jî zimanê xwe an ji bîr kiriye an jî dikin ku ji bîr bikin. Lêbelê xebera ku hêviyên meriv geş dike jî eve ku di nava civaka kurdî de xelk, bêtir jî zarok û ciwan, dixwazin zimanê xwe hîn bibin û bikarin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin, hay ji çanda xwe bibin. Hevpeyvîna me digel mamosteya zimanê Kurdî Dîlan Çelîkerê jî wek delîla vê yekê ye. Em jî bi vê kovara bi zimanê zikmakî dixwazin ji wan kesên Kurdîhez re bibin çavkaniyeke xwendinê.

The Hall Kurdî, meriv dikare bêje ku kovareke aktuel e. Tê de ji nûçeyan bigrin heya rûdanên li cîhanê, hevpeyvîn, gotar, tendirûstî, jin, wêje, sînema hwd. gelek mijar wê hebin. Xwînerên kovara kurdî wê di kovarê de ji serkeftin û hal û rewşa kurdên li Brîtanya û yên li her çar parçeyê Kurdistanê haydar bibin.

Wek malbata The Hall Kurdiyê em dixwazin li Brîtanyayê û nexasim jî li Londonê bibin deng û awaza Kurdan. Lewra London bajarekî qedîm e, li cihanê paytext û navendeke sereke ye. Her wiha bi hezaran Kurd lê dijîn.

Çima The Hall?
Hall, bi kurdî eywan e. Ji salonên mezin û fireh ku çalakiyên wekî konsert, semînêr lê tê dayîn re jî hall tê gotin. Bi her du awayî jî Hall cihê ku mirov ji bo armancekê li hev dicivin e. Di çanda kurdî de jî li gundan eywan cihê bênvedanê ye. Her wisa civat li eywanan kom dibe. Kovara me jî dê bibe wek eywanekê ku her kes bikare ji xwe re tê de cihekî bibîne û ji her aliyê cihanê geşedanan, serpêhatiyan, nûçeyan ku Kurdan eleqedar dikin berhev bike û bigihîne xwînerên Kurdî.

Kovara me bê alî û serbixwe ye. Em dixwazin ji her fikrê, ji her perçeyê kurd werin li vir binivîsin, ramanên xwe bêjin. Di eywana me de ciyê her kesî heye.

The Hall Kurdî li ser xêrê be.

 
eKovara The Hall kurdîyê li 3 platforman wek fermî tê belav kirin

Hesabên The Hall Kurdî yên medyaya civakî jî wiha ne:

  • Instagram/@thehallkurdi
  • Facebook/The Hall Kurdî
  • Twitter/ @KurdiHall
  • thehallkurdi@gmail.com
  • +44 7593 745260

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply