MIROV Û GERDÛNÎ

Gerdûnî bi gelemperî di heman xweşiyê de xweş e û her waha tevahî fêkiyên xweza/sirûştî de berhev dibe xweşiya her fêkiyek ji hev cûda bi tehmin û xweşin.

Xweda tevahî mirovan û mirovahî wekî hev dewlemend û pîrûpak afirandiye.

Paktiya mirovan ji xwezaya dayîkê tê.

Lewra dayîk mafê wê ê cinsiyetê û şeklû şemala dergûşa xwe hilbijartinê nîne.

 

Dewlemendiya mirovan her mirov bi dergûştî jiyana gerdûnî re nasdibe û bi mêjiyê ku difikire û şane yê mêjî bi zagonê difikire afirandiye, lewra mirov wekî hev dewlemende.

 

Mirov çiqasa şane yê mêjî ji bona fikirandinê bikaranî ewqasan jî dibe zanist û mêjiyê difikire ewqasa jiyanê xweş dike û dibe pêşengê berhevkirina tiştan ji bo bibe xizmet ji mirovahî re.

 

Komekî mirov hijmara wan ger çar kes bin û an jî çar mîlyon kes bin, dema sîstem, ji bona bihevre bi rê û rêzikên jiyana hevbaş bikar bînin, wî demê kes ji kesîre bêrêztiya jiyana hevnakin.

 

Di rewşeke îstîsnayî de, sîstem dikeve xeta dadmendiyê, û mafê kî çê be wî bi mafê wî bipardike pirsgirêk çareser dibe.

 

Lewra xweşiya jiyana mirovan ji sîstema di xizmeta mirovan deye civak bihevre xweş dijîn.

 

Lê dema sîstem di xizmeta mirovan de nebe, bêrêzî dibe xalê zagona jiyana derdestan û mirov dibin wekî ajalên xwezade hev perçe dikin.

 

Dewlet bi sîstema ku di xizmeta civakêdabe dibe dewlet û sistem ji bona ku civak mêjiyê xwe bikar bîne, jiyana xwe li gora berhevê navxweyî dewlemendî jiyanê dike.

 

Çavên mirovan ji bona ku bivîne gerdûnî ronahî dike.

Gohê mirovan ji bo denga bibîhîze sehdike û dibihîze,

Devê mirovan ji bona ku bedena wî sûdbigre xwarinê bi dirana dicûyê û dû cûdanê de berdide boriya aşxana (mide) û li lebatan belav dibe.

 

Wî demê her lebat paraxwe ji wî xarinê digre û qet lebatekî li lebatekî dina derdestî nake.

Bes rêdebirina tevahî lebatan mêjî bikartîne.

 

Mêjî de pirsgirêk çêbe jiyana wî kesê ku mêjiyê wî de pirsgirêk heye asteng dibe.

 

Sîstema dewletê dema zagona parvekirinêde û an jî zagona dadmendiyê de pirsgirêk hebe, tesîra wî pirsgirêkê li tevahî rêveberiya dewletê dike û ew dewleta nikare pêşeroja xwe ronahî bike.

 

Civaka ku di nava sînorê dewleta bi pirsgirêk de jiyan dikin, ew civaka bi awayek normal nexweşin.

Lewra pirsa dadê û jiyana hevbaş civakê dike nava tevgera bêrêziya ji hevre.

 

Behçet Ateş

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply