Tora Medyaya Rûdawê û Çapkirina Dîwana Mele Nûriyê Hesarî

Di roja 1.2.2024an de, li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê/ HRRKê li Qamişlo, dîwana Mele Nûriyê Hesarî, ji rex kurê wî Abdulwehab ve, ji nivîskar, helbestvan û

rewşenbîrên Kurd re hat îmzekirin. Hejaye gotinê ku, Tora Medyayê ya RÛDAWê ev dîwana Mele Nûriyê Hesarî di du cildên bedew de; yek 368 rûpel û ya din 420 rûpel, çap û belav kiriye.

Wek ku diyar e Mele Nûriyê Hesarî zimanzan û helbestvan bû.. Ew di bin bandora helbestên Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Xanî û Feqê Teyran de şiyar û serwextî derd, jan û nexweşiyên civaka xwe bû.. Jiyanek bi kul, êş û keder derbas kir û ji kerba navê xwe kiribû Pirêşan. Kurtiyek ji jiyan û berhemên Mele Nûriyê Hesarî: Ew ji malbateke xweneda, zana û bîrewer bû. Bavê wî mele bû, diya wî jî keça melan û jineke quranxwenedî bû. Ew di 1934an de li gundê Hesara Kercewsê çêbûye. Navê diya wî Xanim e, navê bavê wî Mele

Yûsivê kurê Emer e. Tev pirtûkên wî, bi Zimanê Kurdî û alfabeya latînî hatine nivîsandin. Piraniya pirtûkên wî helbest in û çend lib jî, li dor ziman û babetên cuda- cuda hene. Lê belê heta niha çar pirtûkên wî hatibûn çap kirin, ew jî evin:

Şoreşa Barzanî: Dîwanek helbest e, di sala 1995an de çap bûye. Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî: Ev pirtûka wî di sala 1996an de mamoste Zeynelabdîn Zinar li Swêdê ji aliyê weşanxaneya PENCINARê ve çap kiriye. Ev pirtûk jî li dor zimanzaniyê ye. Axlîma: Pêlên Helbetsa Kurdî: Zimanzanî ye, di sala 1997an de çap bûye, Zevîyek Gazîndan: Dîwanek helbest e, di sala 2000î de çap bûye û Seydayê Mele Nûrî diyarî ji canê serokê nemir Mele

Mistefa Barzanî kiriye. Yên din tev li ser kaxeta ne. Bi tenê ji wan ev dîwana ku di nav destên we de ye bi navê: (Dîwana Mele Nûriyê Hesarî: 1934-2011), di rêka Tora Medyayê ya RÛDAWê re, bi amadekirina birêzan Lorîn Çeto û sererastkirina Besam Mistefa, di sala 2023an de. hatiye çap kirin. Navê hin pirtûkên wî yên çapkirî û neçapkirî, evin: Şoreşa Barzanî: Helbest, 1995 –

Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî, 1996 -Rêziman: Destnivîs -Ferhenga Kurdî -Kurdî, Destnivîs -Ferhenga Kurdî -Tirkî, Destnivîs -Ferhenga Kurmancî- Zazî, Destnivîs -Mewlida Pêxember, Destnivîs – Vegerandina Zimanê Erebî Şarvîn, Destnivîs -Koledar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs -Dû Mar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs, Bi zimanê Erebî ye -Çend dîwanên helbestan, Destnivîs -Bîranîn, ji jiyana wî, Destnivîs..

Mele Nûriyê Hesarî di sibeha roja 25.01.2011an de, di mala xwe de li bajarê Qamişlo koça dawî kir. Di eynî rojê de evîndarên wî, ew di goristana taxa Qidûr Beg de, spartin axa sar û cemidî.. Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike. Hêjaye gotinê ku rehmetiyê Mele Nûrî hin xelat jî standibûn.. spasiyek gerim ji Tora Medyayê ya RÛDAWê û keda Lorîn Çeto û Besam Mistefa re, ji HRRKê re ku ev dîwan di navenda wê de, ji rex kurê mele Nûrî (Abdulwehab) ve hat îmzekirin. Û ez wek dostekî rehmetiyê Mele Nûrî Hesarî, yê nîzîk, vê dîwana wî ji dil û can li xwendevanên Zimanê Kurdî pîroz dikim. Wêne: Abdulwehabê Mele Nûrî û nivîskar Mustefa Abdo cîgirê serokê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê/ HRRKê

Konê Reş/ Qamişlo 1.2.2024

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply