Du kitêbên nû vê mehê ji Pall Weşanê derçûn

Kitêbên nû yên Pall Weşanê derketin. Pall Weşan di meha sibatê de romana Husên Arif û rojnivîskên salên 1985-1999an ên Zinarê Xamo çap kirin. Kitêb û danasîna wan:

Revdegurg – Husên Arif

Kaniyek di bin dargûzekê de der be, li serveyî wê jî erdekî rast hebe û cihê xaniyekî mezin tê de hebe. Hewşa wê jî wiha be ku tu hem bikarî bikî baxekî bixeml û hem jî bikî cihê gul û gulzar û darên fêkiyan. Wiha be ku min hewcehî bi vê hindê nebe heta yek heb jî alûçe, qeysî, sêv an jî her fêkiyeke din bînim malê.

Behramê ji civaka durû bêzar bûyî dide dû xewna xwe û mala xwe dûr ji mirov û gundiyên xwe li cihekî veder ava dike. Lê ew biheşta ku ji bo jina xwe Eyşê û du zarokên xwe danabû bi tenê heşt mehan wî distrîne. Nîvê zivistanê bager û bapûkeke nedîtî radibe. Behram tevdîra her tiştekî kiriye, tiştek nebe: revdeya gurgan. Behram û Eyş dê şeveke sax hewl û cedelê bikin li dijî êrîşa revdegurgê.

Revdegurga ku cara pêşî sala 1983yan hatiye weşandin û sala 1990î bûye fîlm, alegoriyeke mînîmalîst e ku bi hemû sadetiya xwe nebaniya li civakê digire navenda xwe û di ser monologan re me nêzî têvelî û qerqeşûna ruhî dike. Romaneke kurt lê kûr ji Husên Arif, bi wergera Şehab Xalidî.

Edîtor: Ergin Öpengin

Rojnivîskên Sirgûnekî (1985-1999) – Zinarê Xamo

02.11.1985: Saet di 20.30î da ji salona dawî dengê teqînekê hat û bû qîjewîjeke mezin. Min dît Malmîsanij ji par ra bi yekî girtiye û ew jî li ber xwe dide ji bo ku ji destê Malmîsanij xelas bibe.

16.01.1986: Mehmed Uzun, li Lararhogskolanê li ser romana xwe Tu civînek çêkir. Bavê Nazê, Cimşîd Heyderî gotin bes e, ev dizî ye. Hewa guherî, atmosfer pir ne xweş bû.

19.05.1987: Kes nizane em bi çi halî vê rojnameyê derdixin. Ne ev îdîalîzm bûya me nikanîbû ev rojname derxista.

28.11.1992: Me xwar, vexwar û dilê xwe li siyasetê rehet kir. Jixwe her cara em tên ba hev mijara me siyaset e. Em dipeyivin lê tiştekî safî nakin.

10.03.1996: Li vî welatî gelek caran ez xwe wek girtiyekî muebetê his dikim. Çimkî ez nizanim cezayê min ewê kînga biqede.

31.05.1999: Di jiyana xwe da tu carî hewqasî xemgîn û xeyalşikestî nebûme. Ji bo min îro rojeke herî bi jan û êş e.

Zinarê Xamo piştî 1980yî gava tê Swêdê, dest bi nivîsîna rojnivîskan dike. Rojnivîskên Sirgûnekî ku bijarteyek e ji notên wî yên rojane yên salên 1985-1999an, ne tenê portreyeke şexsî ya sirgûnekî lê herweha resmekî giştî yê kulturî, civakî û siyasî yê kurdan li Swêdê û li diyasporayê jî bi zelalî raber dike.

Edîtor: Înan Eroglu

Ji bo xwestina kitêban û agahiyê berfirehtir derbarê Pallê de: www.pallwesan.com

 

Derbar Çand Name

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply