Muqayesekirina Destana Memê Alan û Mem û Zîna Ehmedê Xanî

Piraniya me kurda destana Memê Alan û Mem û Zîna Ehmedê Xanî mîna hev zanin.  Yan jî piraniya me Mem û Zîna Ehmedê Xanî zanin haya wan ji destana Memê Alan tune ye.

Ehmedê Xanî di sala 1695an de wexta Mem û Zînê nivîsand ji destana Memê Alan îlham girt, ev destana di sedsalane di nav civaka kurdan de dihat gotin û heta roja îro jî bi devkî tê gotin.* 

Memê Alan destanek devkî ye.  Mem û Zîn destaneke nivîskî ye.  Ji ber ku Memê Alan destanek devkî ye di nav de tiştên ecêb û derasayî hene û miqabilê vê jî Mem û Zîna Ehmedê Xanî hîn realîst e. 

Her çiqas destana Memê Alan çi wext derketiye nehatbe zanîn jî motîvên îslamî yên ku di nav destanê de derbas dibin ji wir fehm dibe ku destan piştî îslamê derketiye; Memê Alan Siltanê bajarê Mixribê ye û bajarê Mixribê jî rêya şeş meha ji Cizîra Botan dûr e, jî vî jî em kanin bibêjin ku ev destana di zemanê serdestiya Eyubiyan de qewimîye. Çimkî Eyubiyan gelek welatên ereban girtibûn bin serdestiya xwe. Tê gengeşîkirin ku bajarê Mixribê yê ku di destanê de derbas dibe yan Yemenê yan jî Misirê bajarek e.

Him destana Memê Alan hem jî Mem û Zîna Ehmedê Xanî li ser eşq û evînê avabûne hema di navbera van herdûyan de gelek cûdahî hene;

1- Di destana Memê Alan de navê Memê, Memê Alan e, navê Zînê, Zîna Zêdan e. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de Memê û Zînê ye.

2- Di herduyan de jî Zînê û Sitê xwîşkên Mîrê Botanê ne.

3- Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de Memê xelkê Cizîra Botan e. Di destana Memê Alan de Memê ji bajarê Mixribiye û siltanê kurda ye. Bavê wî Elî Beg e, du apê wî Elmas û Umer Beg heye, bavê wî Elî Beg ji Qureyşîyan zewiciye ji bona wê jî Memê xarziyê Qureyşîyan e.

4- Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de hevalê Memê Tacidîn û du birayê wî Arif û Çeko derbas dibin. Di destana Memê Alan de ev hersê bira Hesen, Çeko û Qeretacdîn e, evana di Cizîra Botan in, pismamê Begê Cizîra Botan in, Sitê jina Hesen e, Zînê jî dergistiya Çeko ye. 

5- Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de Memê û Zînê roja newrozê rastê hev hatine û evîndarê hev bûne. Destana Memê Alan de perîyan şevekê Zînê ji Cizîrê Botan girtine birine bajarê Mixribê cem Memê, şevê cem Memê ma ye û evîndarê hev bûne. Serê sibê periyan Zînê girtine anîne Cizîra Botan dîsa kirine oda wê. 

Tê gotin Mixrib bajarekî pir mezin e, li ser heft çiyan ava bûye. 366 deriyên wî hene. Miqabilê vê Cizîra Botan bajarekî biçûk e û sê tax in. Memê Alan siltanê Mixribê ye û siltanê kurda ye.

Mem piştî ku evîndara xwe Zînê bibîne, hespê xwe yê ku ji behrê derketibû û hatibû kedîkirin li Bozê Rewan siyar bû, qonaxa ku (menzîl) bajarê Mixribê rêya şeş meha ne Memê Alan xwe panzdeh rojan de xwe gihînd Cizîra Botan, xelkê Botanê siltanê kurdan Memê re eleqekê mezin dane. Memê seba ku Zînê bibîne bûye mîvanê Hesen, Çeko û Qeretacdîn. Ev hersê bira mesele û niyeta Memê fehmkirine dîsa jî Çeko bo xatirê mîvanê xwe dev ji dergîstîya xwe Zînê berdaye. 

6- Karaktera Beko di herdu destanan de heye.  Dema ku Beko di destana nivîskî de fesadî kiriye û rê li ber gihîştina Mem û Zînê asteng kiriye, ji ber ku ew bi ruhê xerabiyê bû, di destana devkî de tê gotin ku keçeke Beko bi navê Zîn ê hebûye û ji ber ku wî xwestiye keça xwe bide Mem ew fesadîya kiriye.

7- Di destana nivîskî de tê gotin ku Mem û Zîn roja ku Mîrê Botan çûye nêçîrê li baxçeyê Mîr de hev dîtine, di destana devkî de jî dema ku piştî êrîşa Persan li Botanê tu mêr nemane û Memê ku bi Botanîyan re çûbû şer, xwe birîndar kir û vegeriya mala Mîr û Zînê dibîne.  Dema ku Mîr ev tişta bihîstiye hatiye malê û Mem û Zîn bi hev re girtine, tê gotin ku di her du destanan de ji bo ku bala Mîr ji ser wan bizivirîne, Stî agir li mala xwe xistîye, heta di destana devkî de Stî kurê xwe Celal avêtiye nav agir.

8- Her çend di her du destanan de jî tê gotin ku Mem ji aliyê Mîrê Botan ve hatiye girtin, lê di destana nivîskî de dibêje Mem ji ber kedera xwe mir, di destana devkî de hinara ku di nav de jehr hebû keça Beko Zînê aniye daye Zîna Memê, ji ber ku Zîna Memê nizanibû ku hinar bi jehr e daye Mem û Mem pê wî miriye.  Di herdu destanan de jî tê gotin ku Zîn bi kedera Mem mir.

9- Her çend di destana nivîskî de tê gotin ku Beko ji aliyê Tacdîn ve hatiye kuştin, lê di destana devkî de tê gotin ku Mîrê Botan bi kirinên xwe poşman bûye û fermana kuştina Beko daye, li ser wê bexçevanekî dema ku Beko direviya kuştiye û Mîr xelat daye bexçevan.

10- Di destana devkî de, piştî mirina Mem, Hesen û birayên wî qasidek li Bozê Rewan kirine û xebera mirina Mem ji Migrîb re ji malbata Mem re  şandine û fermandarê Mem, Mîrê Beglî  jî artêşek şandiye Cizîra Botan û bajar serûbin kirine. Her çiqas tê gotin ku ew artêş hatiye bajêr û bajar wêran kiriye jî di destana nivîskî de agahiyeke wiha tune.

11- Destana Memê Alan destanek devkî ye; ji bona wê jî zimanê wê zimanekî zelal û gelêrî ye.  Îca di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de ji bo ku ahenga qafîyeyê çê be Ehmedê Xanî peyvên erebî, farisî û yek ciyan de jî tirkî şuxulaniye. 

 

Mehmet Guzeler

*Di sala 1942an de Roger Lescotê Fransiz bi guhdarkirina dengbêjan ev destana Memê Alan kiriye nivîskî û çapkiriye.

*Nivîsa Mehmet Guzeler a bi Tirkî ji halî Çandnameyê va kurmancî hatiye wergerandin.

Derbar Çand Name

Check Also

Destnivîseke Şêx Eskerîyê Kurê Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî

Sala 2016an, Fuadê Erxenî, pirtûkên erebî, osmanî û kurdî yên Mela Zulkufê Zîlan radestî min …

Şiroveyek

  1. Fêrgîn Melîk Aykoç

    Destana Memê Alan pir berê îslamê jî hebû. Motîfên îslamî dû re lê hatine zêdekirin. Destana Memê Alan bi îhtîmaleke mezin Destana zewaca Aştiyago û Alyanîsê ye. Ya bi aliyê dengbêjê Aştiyago Angares, yan jî bi destê şagirtên wî hatiya hûnandin. Di destanê de dibêje; “bi siwarî bi rojan û mehan çûye” Navbera Ekbatan û Sardesa paytextê Lîdayayê 3000 km. Behsa qesrekê mezin tê kirin. Wê serdemê qesra herî mezin Qesra Alyattesê II. e. Tê de behsa deryayê tê kirin. Li pêş qesra Sardesê golek /deryaçek heye. Ti motîfeke îslamî li destanê nayê. Gorbihuşt Nuretîn Zaza jî di pêşgotina wê de radigîhîne ku ev destaneke berê mîladê ye.
    Fêrgîn M. Aykoç

Leave a Reply