Romana Semerqand – 7 (Amîn Me’lof)

Xeyam got:

—Va ye Selçûqî wisanin. Hem bêwijdanên talanker in, hem jî fermanrewanên rewşenbîr yên welênin ku di nava xwe de hestên herî rezîl û herî bilind bi hev re mezin dikin. Bi teybetî Tûgrûl Beg, xwedî zanyarîyek welêbû ku dikariya împeretoriyekî ava bike. Dema Îsfexan standî, ez sê salî bûm. Dema Bexda standî, temenê min deh sal bû. Parastina xelîfe wergirtibû û navê “Sultanê Mîrê Rojhilat û Rojava” standibû. Heftêh salî bû, lê welê jî keça xelîfe re zewicî bû.

Emer, bi vê axaftinê belko jî heyranîya xwe taniya zimên lê Cîhanê, bi bêrêzî dest bi ken kir. Emer lê nihêrî, ehnîya wî qermiçî, xwe ve hat û aciz bû. Ti wate ji vê tiqtiqa yek car dernexistin. Cîhanê lêborîn xwest û got:

—Dema te behsa vê zewacê kir, tiştên di haremê de tên gotin anîn bîra min.

Çîroka, Cîhanê yek bi yek dizaniya, hin piçikên wê xurtî hatin bîra Emer.

Dema Tûgrûl Beg, ji xelîfe keça wî Seyîde Xatûnê dixwaze, xelîfe matmayî dimîne. Piştî qazidê Sultan diçe, ji rika diteqe û dide der:

—Ev ê ji warê Tirkan nû fiştiqî! Ev tir(e)kê heta duh jî bav û kalên wî, nizanim kîjan pût dihebandin û wêneyên berazan li ser ala xwe datanîn! Çawa keça xelîfekî, keça zelameke esîlê esîlan dixwaze?

Xelîfe dizaniya ku nikare vê daxazê neyînî vegerîne, ji lew re, ji rika xwe direcifiya. Bi heyvan, bê deng ma û heta du caran xeber jê re hat, nûka bersiv da. Şêwirmendê xwe yê herî bi tecrûbe, şandibû bajarê Reyê li cem Tugrul Begî. Şêwirmend, ewul ji aliyê wezîr ve hatibû qebûlkirin û wezîr jê re gotibû:

—Sultan acizbû ye û sebra wî nemaye. Xwedê kir ku te bersiv anî, hey ne zehf tengiyê dide min.

—Dema tu bersivê sehbikî, ez bawerim tu yê ewqas keyfxweş nebî. Xelîfe lêborîna xwe dixwaze. Wê daxwaziyê nikare cih bîne.

Wezîr, qet medê xwe xera nekir. Kişandina tizbiyê xwe yê ji kevirê yeşîm domand û got:

—Niha tu yê ji vir derkevî, wî dergehê mezin re herî û ji efendiyê Iraqê, Farsê, Xoresanê, Azerbeycanê re û fatîhê Asyayê re, ji mûcahîdê ola rast diparêze re, ji parêzkarê textê Ebbasiyan re bibêjî: “Na, xelîfe keça xwe nade te!” Madem welêye kerem bike, bila ev parêzkar te bibe ba wî.

Parêzkar hat û ji bo li pey here, qazit rabû ser xwe. Wezîr, helwesta xwe ya herî feqîrok rûyê xwe de kifşkir û got:

—Hêvîdarim tu zelamek bi tedbîr bî û te deynên xwe dabin, malê xwe li kurên xwe parve kiribe û keçên xwe zewicandibin.

Qazid, li ber wezir de çok da û pirsî:

—Tu çi pêşniyar dikî?

—Xelîfe, ti talîmat nedan te? Rêyeka li hevhatinê nîşa te nekir?

—Ji min re got, heke ti çare nemîne, hemberê vê zewacê de sê sed hezar dînar zêr bixwaze.

—Ev rê baştir e. Lê ez bawerim, piştî tiştên Sultan ji xelîfe re kirîn, piştî welatê wî yê şiîyan ew jê derêxistî, Sultan dîsa lê vegerandî, piştî mal û milkê wî iade kirî, hemberê wê de ev xwestek ne tişteke beraqilî ye. Em dikarin bê xeyidandina Tugrul Beg jî bigihînin encamekî li hevkirinê. Tu yê bêjî xelîfe dayîna keça xwe pejirandî ye û ez ê jî ji firseta vê dema bi keyf sûd wergirim û bêjim, dîyariyek gorî navê te mûnasib e.

Gora vê gotinê biryar dan û tevgeriyan. Sultan bi coşeke mezin, qefleyek pêkanî. Nava vê qefleyê de; wezîrê wî, hinek mîrza, gelek efser, peywirdar, hinek jinên mezin yên ji malê, dora sed parêzkaran û ewqas jî kole hebûn. Bi vê qefleyê re, diyariyên giranbûha, qumaş, qotîyên tijî kevirên biqîmet û sed hezar zêr şandin Bexdayê. Xelîfe, pêşengên desteyê re hevdîtin pêkanî. Hevdîtinê de nazik, lê bi mesafe bû. Paşê dema ew û wezîrê sultan man tenê got: “Ez vê zewacê napejirînim. Heke rewş xeraptir bibe, ez ê Bexdayê terk bikim.”

Wezîr got:

—Madem ku biryara hezretê Xelîfe ev e, çire di hemberê zêran de li hevhatin pêşniyar kir?

—Min nedikarî yekcar red bikim. Min digot qey sultan yê ji helwesta min fêhm bike. Vê ji min nexwaze. Ez vê yekê eşkere ji te re bejim. Tirk an Ecem ji berî vî, ti kesî ev xurtî li Xelîfe nekiribû. Ev karê rûmetê ye û divê ez rûmeta xwe biparêzim.

—Ji berîya çend heyvan, min dixwest ku ji bersiva we ya neyînî re, sultan hazir bikim. Min got; heta niha ti kesî newêrî ye daxwaziyek halê bike. Adetek bi vî rengî nîne û yê her kes matmayî bimîne. Ez ti carî nikarim bersiva wî dubare bikim.

—Netirse, bêje!

—Efendiyê min xelîfe, bila min bibexşîne. Ez nikarim dubare bikim.

—Bibêje, ez ferman dikim, ti tiştî veneşêre!

—Sultan ewul tajang li min kirin. Ez bi alîgiriya we û dijberîya xwe tawandar kirim. Bi giradana qeydkirinê gef li min xwar in.

Wezîr, ji şeytanî dikir vin vin û kin kin.

—Vir de wê de nede! Tugrul Begî çi got?

—Sultan kerem kir û got: “Ev Abbasî zelamên xerîb û balkêşin! Kalikên wan, nîvê dinyayê fetih kirin, Bajarên herî dewlemend ava kirin. Lê rewşa wa ya îro binêre! Ez Împeretoriya wan ji wan distînim, qebûl dikin. Paytexta wan distînim, bextewar dibin û min li nav diyariyan de dihêlin. Xelîfe jî ji min re dibêje; ‘welatên xwedê dayîn min ez hemûyan didim te. Misilmanên xwedê sipartîn min, ez teslîmê te dikim.’ Ji bo ez wî, qesra wî û harema wî biparêzim lave dike, lê dema ez keça wî dixwazim isyan dike û dibêje divê ez rûmeta xwe biparêzim.  Devera ku ji bo şer bike bi tenê pinda keçek a bakire ye?”

Haxta xelîfe bifetisiya. Yek xeberdan ji devê wî derneket. Wezîr, ji vê rewşê îstifade kir û axaftina xwe domand:

—Sultan ev jî got: “Here bêje, çawa min împaratorî û Bexda standî, ez ê vê keçikê jî bistînim.”

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply