Jimara Nûbihar ya 161ê derket!

Kovara Nûbiharê ya ku niha di 30 saliya xwe de ye û 3 mehan carekê seranser bi Kurdî derdikeve jimara xwe ya 161ê derxist.

Edîtorê kovarê Süleyman Çevik di nivîsa edîtor de, bi kurtî behsa kêmbûna firotina kovarê û zehmetiyên weşangeriyê kiriye.

Rohat Alakom li ser çend wêneyên Elî Eşref Begê analîzeke berfireh kiriye. Elî Eşref Begê û bavê xwe Gulî Cewar Axa di artêşa Rûsan de general bûne. Alakom dibêje, ji sala 2012an pêve ji arşîva Rûsan gelek resmên Elî Eşref Begê derketine û ji wan resman meriv gelek agahiyan dîrokî jî hîn dibe.

Abdurrahman Adak di vê jimarê de li ser Xulaseê Eqîde ya Seyid Ebdullahê Nehrî nivîsiye. Li gor ku Adak dide zanîn, dema di sala 1911an de cara pêşî Kurdîzade Ehmed Ramîz vê Eqîdeyê çap dike, li ser wê navê nivîskar Seyid Ebdullahê Nehrî nenivîsiye. Ev jî bûye sedem ku paşê ev eqîde li ser navê gelek kesên cûda çap bibe.

Di vê jimarê de nivîsa Mehmet Emin Cirik li ser terîqeta Qelenderiyê ye.

Lokman Polat kurteçîrokên Rojbîn Özkan Qenewîçê, Dr. Ömer Uluçay jî romana Receb Dildar Bêjan daye nasandin.

Hanifi Taşkın, Sidîq Gorîcan û M. Muhemmed Gulnar derketine geştê, çûne gundê Çemê Xanê ku li ser Hîzanê ye. Hanifi Taşkın di vê jimarê de ev geşta han nivîsiye.

Hevpeyvîna vê jimarê Muaz Çetin bi Yaqûb Karademir re çêkiriye. Yaqûb Karademir niha li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye û di hevpeyvînê de behsa xebatên xwe û jiyana xwe ya Parîsê kiriye.

Wekî din kesên bi nivîs û çîrokên xwe di vê jimarê cih girtine ev in: Abdullah Can, Sabri Akbel, Zana Şaybak, Abdurrahman Benek, Seher Bişaroğlu Karak, Murad Pola, Felat Dilgeş, Ebru Yılmaz, Dilazad A.R.T, Rêzan Diljen, Memet Çağdavul û M. Zana Karak.

Rojen Barnas, Hîwa Qadir, Berken Bereh, Hafizê Şirazî, Mem Med, Zeynep Çelik, Sabri Akbel, Seyyid Rissînî, Mîr Şad, Rainer Maria Rilke, Cahit Sıtkı Tarancı, Sidîq Gorîcan, Muqades Agirî, Ahmed Arif, Şaban Şenateş, Raif Yaman, Mustafa Acar, Nesîmî, Evdilxaliqê Îsa û Azad Rêbiwar jî şairên vê jimarê ne.

 

Naveroka jimara 161ê weha ye:

Süleyman Çevik/Ji Edîtor

Rohat Alakom /Analîzeke çend wêneyên Elî Eşref Begê (Werger: Mehmed Dehsiwar)

Rojen Barnas/Zanînometre

Abdurrahman Adak/Maceraya Xulaseê Eqaîda Seyîd Ebdullahê Nehrî

Hîwa Qadir/Tehliyek di devê min da ye (Ji Soranî: Rebîn Mihemed)

Berken Bereh/Bengî

Abdullah Can/Ji Tirknijadekî mijara Kurd û Kurdistanê

Hafizê Şîrazî/Te dî ey dil ku dîsa xema eşqa yar çi kir (Wergera Ji Farisî: Hayrullah Acar)

Mem Med/Êdî Ege necîs e

Sabri Akbel/Qedera Êzingvan

Zana Şaybak/Qesîdebêjî û Dengbêjî

Abdurrahman Benek/Dara Ziman

Zeynep Çelik/Demsal Payîz e

Yaqûb Karademir/Mezheb û îdeolojî me ji hev dixin, ziman û çanda me dikare me bike yek! (Hevpeyvîn: Muaz Çetin)

Sabri Akbel/Yadê li min sar e

Seyyid/Rissînî Wer

Seher Bişaroğlu Karak/Du Helbestên Kurdî yên Şêx Îsmaîlê Hezroyî

Mîr Şad/Pifke Dayê

Dr. Ömer Uluçay/Romana Polêsî û “Bêjan”

Murad Pola/Qeneyne

Rainer Maria Rilke/Tenêtî (Wergera ji Almanî: Abdullah İncekan)

Cahit Sıtkı Tarancı/Ez Welatekî Dixwazim  (Wergera ji Tirkî: Wehab Mistefazade)

Sidîq Gorîcan/Heft Haîkûyên Heftane

Felat Dilgeş/Bavê Zirbav

Ebru Yılmaz/Lihevketina Kivanç û Kund

Muqades Agirî/Sêhra evînê

Lokman Polat/Çîrokên di pirtûka Qenewîçeyê de

Ahmed Arif/Hîv Tarîban (Wergera ji Tirkî: Talat İnanç)

Dilazad A.R.T/Çêleka Zer

Rêzan Diljen/Taştê

Şaban Şenateş/Di Teyrîy

Muhemmed Gulnar/ Ziyaretnemeya Kelha Sunbanê

Mehmet Emin Cirik/Weke Terîqeteke Rikber Qelenderî

Mela Muhemmed Gulnar/Ziyaretnemeya Kelha Sunbanê

Raif Yaman/Rewşenbîr

Memed Çağdavul/Emrekî wekî şevekê kin Şeveke wekî emrekî dirêj

Mustafa Acar/Pêşbang

Hanifi Taşkın/Geştnameya Çemê Xanê û Suhbeta bi Sultan Weled re

Nesîmî/bi cîh nabim (Wergera ji Tirkî: Qedrî Sipranî)

  1. Zana Karak/Qesîdeyeke nû ya Ehmedê Xasî

Evdilxaliqê Îsa/Çargavî

Azad Rêbiwar/Di berriya te de wunda me

 

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply