Curmeke Di Bêdengiyê De – Nirxandina Fîlm

Et post equitem seda atra cura.

Û keder li pişta hespê me siwar e, tê…

Horatius

Jiyan                                                                 

Dinyayê em hînî hunera jînê nekirin. Bi me neda zanîn ku jiyan çawa tê jiyîn û xweşiyên wê çi ne. Me reng û tama heyatê fêm nekir. Me çiqas xwend û vekola jî em rastî rengê jiyanê nehatin. Me çiqas çand û çinî jî me tama zindîbûnê neçêja. Di rêwingî û seyranên dûrûdirêj de em rastî reşê heyatê nehatin… Di şahî, govend û dîlanan de reqsên me bi rengê şînê û tama keseran boyaxkirî bûn. Hêviyên me, daxwazên me, evîn û mirazên me qurmiçî man her dem. Pariyek nanê cehî bi rehetî di qirika me re neçû xwar û qurtek ava heyatê bû hestî û di qirika me de ma asê. Axirî em têgihîştin ku em ê nebin ehlê vî diyarî. Dê ev war ji me re nebe yar. Me fêm kir ku em ne yên van welat û erdnîgariyan in. Cihê me yê li ser vê axê nehatiye çêkirin û em ê nebin ji niştecihên vê dewranê. Ev êdî rastiyeke qebûlê me ye…

Mirin

Îja me berê xwe da mirinê. Wê alema ku li ber çavê benderuhan wekî warê tirs û xofê tê zanîn. Ew cihê ku behsa wî jî bi têrî bizdandin û qutifîna mirovan dike. Welatê nediyariyê, nepeniyê, razberî û razbariyê, sirr û razên bêdawî… Em, ew kesên ku xwe li hunera jiyanê danîne û di wê de bi ser neketine berê xwe didine hunera mirinê. Ew hunera herî asan li ber çavan û pirî caran sawdar û erjeng!.. Ew rewşa ku temenê însanan bi tirsa wê dibore. Ew merhela ku gihîştina wê mûyan gijgijî dike û heşê seran ji kelan dibe. Ew qonaxa ku rêwiyan ji eqil dixe û digerîne şêtên jixweçûyî. Peyva ku hizirkirin û bilêvkirina wê herî êşdar û giran… Mîna cesedekî bêliv û bêgiyan li ser teneşîrê, me xwe teslîmî bextê qederê kiriye êdî. Tizbiya nod û neh libî di destê me de ye. Em dijmêrin mîna wirdên sofiyan. Û çavê me li melekê mewtê ye ku biqeside. Em çavnêr in ku were û me bifilitîne ji vê zîndanê. Perr û baskan bi me ve girê bide û ber bi warê azadiyê bifirê bixe…

 

Êş

Li malê di destê me de bi kêrî mirinê jî nayê. Mirin jî bi dest nakeve bi sermiyanê di destê me de. Maldariya me ya ku têrî jiyanê nake, têrî mirinê hîç nake! Ya di dest de bes têrî keder û keseran dike. Têrî hêsir û rondikan… M’erîfeta me di rijandina firmêskan de hatiye veşartin; yê bikaribe eşkên xwe bi niyeta avê vexwe û qehrê daqurtîne, ew arifê herî mezin e. Ger ev rewş bi bêjeyekê were derbirîn, êş e navê vê rewşê. Lê ne êşa mirinê, êşa jiyanê! Êşa xelasnebûna jiyanê û negihîştina mirinê.

Em bûne hedefa nêçirvanên ecemî û qurbanê guleyên kor û ko! Nêçîrvanên me jî ecemî ne ezbenî, ne tenê hogir û dost. Seydvanên sekvan nemane êdî ku me wek mindalê Eshabul Uxdûd bi tîrekî nebûdî bikin. Nêçîrvanên me ecemî ne ezbenî, nîşanê li perr û baskan digirin. Bi kêrî kuştinê nayên. Tîna tirsê û tirsa derbxwarinê rûdinê li ser dilê me. Lê tirs ne koça nediyariyê û hêlîna di nepeniyê de ye li vê derê. Xwezî her tişt wekî nebûn û hîçbûnê asan bûya, rehet bûya, xweş û şîrîn bûya… Lê ne ew e ya zor û dildax. Ya zor tirsa mayinê ye bi hêviyan ve. Ya giran mayin e, ne çûn… Tirs ne ji nêçîrvanan e, ji nêçîrvanên ecemî ye li vî diyarî!

 

Fîlmjiyanek

Fîlmê Curmeke Di Bêdengiyê De ger bi hevokekê were derbirîn, dê wiha be: Temaşevanên xwe dibe alema dilsojiyê.

Çêkerê fîlm, ji bo çêkirina vî fîlmî hîç serê xwe neêşandiye bawer im. Bi dîtina mijarê, nivîsandina senaryoyê, peydakirina lîstikvanan, sazkirina cih û mekanan hîç neketiye zehmetiyê. Hemî malzeme hazir in li ber dest. Karê ku li para derhêner û ekîba wî dikeve jî tenê zîvirandina projektorê û tikandina bişkoka kamerayê ya tomarê ye. Fîlm hazir e, zindî ye. Her roj, 24 seetan tê lîstin jixwe. 20 sal in rojê 24 seetan dilîze. Lê heta niha kes derneketiye ku bikşîne û tomar bike. Hetanî îro bala derhênerekî nekişandiye ku berê kamera xwe bide wir û wî fîlmî derbasî ser perdeya spî bike…

Derhêner, senarîst û çêkerê fîlm Behrûz Noranîpûrê Îranî ye. Lîstikvan jî, malbateke Kurd a rastî karesata Helebçê hatiye lê ev malbat tu carî xelas nabe ji bandora kîmyabaranê. Radyasyona ku ji kîmyasalê belav bûye, binyada dê û bav a genetîk guherandiye û bûye sedem ku kodên di dendikên hucreyên wan de rastî mûtasyonê werin. Zarokên ku ji dê û bavekî di vê rewşê de têne dinyayê jî bi wan hucreyên nexweş diwelidin û bi her cure nexweşiyan dikevin. Hinek ji wan seqet dimînin, hinek kor dibin, hinek kerr û lal dibin, hinek felc dibin û hinek ji wan jî mirî têne dinyayê. Carinan jî nîşanên van nexweşiyan, piştî ku zarok mezin dibin derdikevin holê. Xala herî balkêş li vê derê ew e ku, wicûd bersivê nade tu tedawiyan. Lewra nexweş, ji wan hucreyên ku bersivê bidin tedawiyê bêpar in. Şiyana bedena wan tune ye ku bi ser xwe ve werin.

Mehnaz, Mûhemmed û Ebdurrehman zarokên vê malbatê ne. Mûhemmed nixuriyê diya xwe yê bîst salî ye, Mehnaz ya pey wî û nozdeh salî ye, biçûkê wan Ebdurrehman jî sêzdeh salî ye. Mûhemmed û Mehnaz bi giranbûna tesîra radyasyonê ji dîtinê dûr dikevin. Dîtina roniyê ji her sê zarokan re jî qedexe ye. Perdên xanî her dem li ber in û hundir tarî ye. Divê ku çavê wan bi şewqê nekeve û bi ronahiyê re temas neke. Ji xeynî wextê raketinê, berçavkên wan ên ku wan ji ronahiyê diparêzin, divê her dem li ber çavê wan bin. Ebdurrehman nîsbet bi xweh û birayê xwe baştir e û hêviyên wî yên li ser pêşerojê hene. Diçe mektebê û dixwaze ku bibe doxtorekî baş. Hevalên wî henekên xwe pê dikin û wî biçûk dibînin. Lê mamosteyê wî dilê wî xweş dike. Dê û bavê zarokan jî bi hesreta başbûna wan dijîn. Çavê wan lê ye ku zarok rojekê baş bibin û Mûhemmed û Mehnaz bizewicînin. Lê başbûna wan jî di encamê çûn û hatina ser doxtor de hatiye fêmkirin ku tibben pir zor e.

 

Mehnaz

Çima çîroka her kesî heye lê ya min tune ye yadê?! Ma çiyê min ji Leylê kêmtir e, Şîrîn bi kîjan xesleta xwe ji min çêtir e, kedera Zînê ji ku digihê ya min û dilê Xecê kengî bi qandî yê min şewitiye?

Ez ji bo çi, bê çîrok im yadê? Çima karesata min neketiye devê çîrokbêjan û li ser kaxezan reş nebûye? Qewlikbêjan çima ez ji bîr kirime û li ser min çend qewlik xweş nekirine fêm nakim. Zîna Zêdan di nav qesr û qonaxan de dibe dabaşa destanan, Şîrin di halê rehetiyê de dibe benîştê devê şairan, Leylê bêyî ku tiştekî bike dibe mijara edîban, lê ez çima wisa mame nizanim.

Qal dikin, dibêjin wextê ku Ferhadê reben çakûç di dest de bi tehtan ketibû, Şîrîn li ser doşekên hevrîşimî rûniştî bi xemla xwe mijûl bûye. Eynika wê di dest de bûye, li birû û mijangên xwe nêriye, çavê xwe kil kiriye. Ji bo dahatûyên şanaz û şadûman, hêvî li ser hêviyan çandiye.

Rawî hîkayet dikin ku wextê Qeys bi çolan ketiye û bûye hevrêyê teba û lawiran Leylê di mestiya reqs û heyheya zemawendê de bûye.

Lê dibînim ku ne ji bo jiyaneke xweş tenê, ji bo babetbûna çîrokekê jî bextekî spî û s’iûdeke vekirî lazim e.

Ger min zanîba ku Edûlê tama xwarinê ji bîr kiriye, Binefşê xewa şevan li xwe heram kiriye û Selmayê rengê kulîlkan ji bîr kiriye, min xem nedixwar ji bo halê xwe. Lê dizanim ku ne yek ji van e jî rewşa wan. Çawa ku dizanim Juliet ji tunebûnê hate çêkirin, wisa jî dizanim ev ji hewcehiyekê afirîne. Dizanim ku edîb, ji lêanînê, honandinê û şayesandinê hez dikin. Dizanim ku ew ji rastiyan û heqîqetên rût û tazî hez nakin. Heta ji wan bê ji ya heyî direvin û di quncikên xwe yên xilwe de dikevin pey şayes û mecazan. Dema ku çavên wan li rewşa min dikeve, spîkên çavê wan reş dibin û vediciniqin, zimanê wan lal dibe di zimanê hal de. Destê wan diricife û nema karin qelemê bigirine dest. Bigirin jî nema ji wan tê ku bigerînin. Ji kerban dibeecin û qelema xwe dişikînin di hêrsa fetisînê de.

Ya ji zayînê ve xezeb lê bariyaye ez im. Ez im ya di pêçekê de bedewiya xwe windakirî. Ya di zaroktiyê de bêheval mayî. Ya di bihara emrê xwe de li payizan qelibiye û bi ser çileyan de werbûye ez im. Dîsa ez im ya di sala xwe ya hîjdehî de ji ronahiyê mehrûmmayî û rengê tebî’etê jibîrkirî. Ma dê nivîs çi ji min re bîne û dê nivîskar çi li min bike?! Fistanê helebê, kilê sibhanî, bazinên honandî, gustîlkên bi morîk, guharên yaqûtî û gerdenên bi durran neqişkirî dê çi li min zêde bikin êdî! Ez, ya ku ji kulan re sax!.. Ez, êdî dotmîra cîhanê jî bim, dê kî bala xwe bide min û bibêje: “Mehnaz çi keçeke bedew e”. Ji niha û pê de, wê kî min babetî xwe bibîne ji xeynî axa sar?..

Bila çîrokeke min jî hebe dayê, bi rengê mirinê xemilandî û bi êşa sekeratê teswîrkirî. Bila ji min re jî navek hebe dayê! Bi qandî yê Zînê nebe jî, bila aşiq bi derdê min jî bikenin û bikin girîn.

Lê lê dayikê heyranê de tu rabe Bi xwe ‘ke bi Xwedê ‘ke roja şemiyê Serê mi’ bişo û xemla mi’ li mi’ ke Bisk û temberîka mi’ li ser ’enîka mi’ çêke

Hey lê…

 

Mihemmed

Dizanim dê hemî rêzikên li ser min nîvco û kitimî bimînin.. Ji bo min çi jî were gotin, dê şikestî bin hevokên sazkirî. Derbxwerina bêjeyan û bêahengiya kîteyan dê ji her rexên wan ve bixuyê. Belê dizanim dê herfên serpêhetiya min ne di şeklê serwiyê de bin. Me’nayên ji van derbikevin jî dê wekî şeklê xwe xwaromaro û belawela bin… Ez dê bi kula serbilindiya wê dara bi qed û qamet biçime qebrê û rabime heşrê. Serê min ji qalûbelayê de xwar e û mirazê min ji destpêka jiyanê vir ve qurmiçî maye. Tu hêviyên min neçûne serî û ez negihîştime tu daxwazên xwe. Ez her wextî stûxwar mame di hêviyên jiyanê de. Çavnêriya min ya ji bo çirisîna çirûskeke xweşiyê, her carê kêmtir kiriye dîtina min. Bendewariya min ya dermanekî, bûye derdekî nû û li ser kederên min zêde bûye. Çi gava ku min berê xwe daye heyatê, wê berê xwe guherandiye. Lêvên min çi wextî ji bo ken vebûbin, hêsirên jehrîn bi ser de hatine. Kengî bişirînek li ser rûyê min vedabe, huzn û hesret bi ser de hatine.

Rengjiyana min a li darê dinyayê tenê ji dîtina çend rengên tebî’etê îbaret bû. Ronahiya ku min di bextê xwe de nedîtibû, li siruştê xuya dibûn ji çavê min ve. Ji biçûkaniya min ve rewş wiha bû. Teselliya min tenê temaşekirina dîmena tebî’etê bû. Seyra rengê kulîlkên curbecur, aramiyek berdida ser dilê min. Dîtina kulîlkên rengîn, tengavî û tengezariya dilê min sivik dikir. Min bi seyra çiyayên serbilind hilmek dikişand û bêhna min pê derdiket. Temaşeya zozan, çayir û mêrgên welatê min xweşiyek dibexşand ser hinavên min. Naçarî û bedbextiya min di kêliyên dereng de ji bîra min diçûn. Bi saya van mijûlahiyan, ji behra cûd û keremê niqutek diniqutî ser kezeba min…

Lê niha, ji hemî xweşiyan bêpar im. Nîmetên dinyayê bi qûnaxan dûr ketine ji min. Kul û birînan ji ser ta qedem ez rapêçame. Ronahî li min hatiye qedexekirin. Hekîm dibêjin: “Divê tu êdî şewq û roniyê nebînî, dîtina rojê û tavê li te qedexe ye.” Lazim e ez çavanka xwe ya reş her dem li ber çavê xwe bihêlim û xwe ji roniyê biparêzim…

Ya ji min re lazim sebra Eyyûb û çavnêriya Yaqûb e êdî… Hêviyên min di çalên Yûsivî de veşartî ne. An ezê bibim ji yên sebirdar û azmûnderbaskirî, an jî ezê bibim ji yên asî û bi yekcarê li bin ketî. Pêrgî Mesîha hestraker û dilşadker nehatim lê dê bendewarê Mesîhê canvejîn û dermanker bim…

 

Ebdurrehman

Dê çîroka min di pêşerojê de were nivîsandin. Dema ku ez mezin bibim û daxwazên xwe bînime cih, dê çîroknûs û romannûs bikevin pey min ji bo qalkirina serpêhatiyê. Lê ezê bi xwe binivîsim çîroka xwe. Vê qelema ku ez îro bi destên terikî, tijî pirzik û miş birîn û bi tiliyên ricifî digirim, dê rojekê serpêhatiyên min ên ku ji hemî zarokên derbzede û herbzede re bibine numûne, biafirîne. Ez ê bi keda eniya xwe û xwîdana canê xwe bînim holê serpêhatiyê. Dê serpêhatiya min, serbilindiya û zarokên Kurdan be. Ezê ji bo şadkirina ruhê zarokên Helebçeyê hewl bidime xwe. Ezê ji bo ku kenek li ser lêvên dê û bavê min vede, berê xwe bidime hedefên mezin. Rêya li pêşiya min dûrûdirêj e, bêdawî ye û tenê qonaxeke wê heye, ew jî serkeftin e.

Hevalên min henekê xwe bi min dikin. Ew bawer nakin ku ez ê di dersên xwe de bi ser bikevim û bigihêm cihekî. Ji ber birînên li ser rû û çavê min, hemî ji min direvin û hevaltiyê bi min re nakin. Kes ji hevalên min, hez nake ji min. Lê ez ji hemiyan hez dikim û qenciya gişan dixwazim. Ew yariyên xwe bi min dikin, lê mamosteyê mekteba me Mele Brahîm dibêje: “Xwedê mezin e. Dema ku meriv bixwaze û bawer bike tiştekî nebe tune ye.” Di şertên herî xerab de jî hêviyek heye ji heyatê re. Şert û mercên meriv çiqas giran bin jî, ezm û biryar zora her tiştî dibe.

Rê diyar û rêwî hazir e. Şûngeh û rawestgeh li cihê xwe ne. Hedef tayinkirî û şert sabit in. Tenê tiştek dimîne ku bê kirin, ew jî destpêka meşê ye… Be namê Xwuda..!

elîf… b… t… s… c…

 

Kovara Pêngavê – Hejmara 5an 

Rêbaz Şoreş

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply