Kovara bi kurdî Nûbihar di sala 1992’yan de dest bi weşanê kir û îsal kete 30 saliya xwe. Kovara ku her sê mehan carek derdikeve di 30 saliya xwe de bi berg û rûpelên hundir ên dîzyan nûkirî hejmara xwe ya nû pêşkêş kir. Her wiha logoya xwe jî guhartiye ku ji rengê sor kiriye rengê hêşîn. Li aliyê din ji niha û pêde rûpelên hundir ên kovarên jî dê bi du rengan derkevin ku ev yek jî nûbûneke din e.
Kovarê wekî hejmara bihara 2022’yan, bi hejmara 159’an û bi van nûbûnan li pêşberî xwendevanên xwe ye. Edîtorê kovarê Suleyman Çevîk di nivîsa edîtor de qala vê guherînê kiriye û diyar kiriye ku kovara çapkirî rûpelên hundir bi du rengan lê di forma dîtijîtal de wekî e-kovar li ser googleyê dê hemû rengîn be.
Çar nivîsên ku derketine pêş di berga kovarê de jî ji xwe re cih dîtine. Ji van lêkolîner Rohat Alakom li ser “Venasîna heyranekî Kurdan: Hraçya Koçar”, Abdullah Încekan bi mijara “Ceribandinek li ser prototîpa kurteçîrokê” nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Li aliyê din Xerîbê Şemsî jî mijara “Di helbestên Feqî de bikaranîna hin heywanan” girtiye dest.
Hevpeyvîna vê hejmarhe ligel Nacî Begê Miksî hatiye kirin ku vê jî di berg de cih girtiye. Hanifi Taşkin û M. Enis Dilmaç ligel Miksî axivîne. Ew dibêje, “Me daîma Kurdîtî ji xwe re mezinatî hesab kiriye!” nivîsiye.
Murad Celalî, Mustafa Kiliçaslan. Yûnis Amedî, Mahsûn Reşçelan, Sabri Akbel, Receb Dildar, Jorge Luis Borges, Nasir Kemaloglu, Ronî War, Mehmet Fethi Ceylan, Mihemed Cezawîr Hemkoçer, Huseyîn Çakan û Ramazan Yaman bi nivîs û çîrokên xwe di kovarê de cih girtine.
Her wiha Rojen Barnas, Berken Bereh, Hafizê Şîrazî, M.Tanrikulu (Mem Ronga), Bahattin Bulut, Ahmed Arif, Mehdî Ritamî, Perwîz Cîhanî, Felat Dilgeş, Gernas Roderîn, Firat Keklik, Bamed Serdar, Ebdulhemîd Mendan, Bedirhan Epozdemir, Nesîmî, Kevok Mizgîn, Dilazad A.R.T. û Seyyid Rissînî jî bi helbestên xwe ked dane kovarê.
Süleyman Çevik/Ji Edîtor
Rohat Alakom/Venasîna heyranekî Kurdan: Hraçya Koçar
Abdullah Incekan/Ceribandinek li ser prototîpa kurteçîrokê
Rojen Barnas/Nafîleya keça Pûçvala Paşa
Hovhannes Ghukasyan/Li Elegezê (Wergera ji Ermenkî: Şikoyê Hesen)
Murad Celalî/Navê hin cih û warên li Sînegê
Xerîbê Şemsî/Di Helbestên Feqî de bikaranîna hin heywanan
M.Tanrıkulu (Mem Ronga)/Biharê got “cîq”
Berken Bereh/Kilama Bircê
Jorge Luis Borges/Xelasiya Mirovahiyê (Wergera ji Îngilîzî: Sidîq Gorîcan)
Sarmên/Letîfe (Wergera ji Ermenkî: Heciyê Cindî – Amadekar: Mustafa Kılıçaslan)
Yûnis Amedî/Gundê Xanê an Xana Gewran yê nayê jibîrkirin
Hafizê Şîrazî/Herçi d’behra gunehan yekser ez fetisîbim (Wergera Ji Farisî: Hayrullah Acar)
Mahsûn Reşçelan/Hevdîtineke derasayî: Ellah! çi bi erzan…
Naci Begê Miksê: Me daîma Kurdîtî ji xwe re mezinatî hesab kiriye! (Hevpeyvîn: Hanifi Taşkın & M. Enis Dilmaç)
Bahatin Bulut/‘Eşq
Ahmed Arif/Sî w Sê Gule (Wergera Ji Tirkî: Talat İnanç)
Nasır Kemaloğlu/Zarok û Çîrok
Mehdî Ritamî/Nesîma
Perwîz Cîhanî/Benîştê Emrîkanê
Sabri Akbel/Deyndar
Felat Dilgeş/Heval Hebûn
Ronî War/Bêveger
Gernas Roderîn/Zarok mam..!
Firat Keklîk/Bi navê te
Bamed Serdar/Çiya bêdeng in li rûyê te
Mehmet Fethi Ceylan/Xewna Xweşik!..
Mihemed Cezawîr Hemkoçer/Kela Cansizê
Ebdulhemîd Mendan/Ez
Bedirhan Epözdemir/Helbestên Adarê
Huseyîn Çakan/Aqîtê Gezemînî
Nesîmî/Hebîba (Wergera ji Tirkî: Qedrî Sipranî)
Ramazan Yaman/Losemî
Receb Dildar/Romana Jinên Qurmiçî
Kevok Mizgîn/Bê
Dilazad A.R.T/Qesîdeya Evînê
Seyyid Rissînî/Ax Mêrdîn! Wax Mêrdîn!